 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 2010 Elî Hesen Mecîd (Elî Kîmyawî) yê kujerê 5000 Kurdên bajarê Helepçe yê û tawanbarê 15.000 Kurd ê Helepçe yê yên Xazî û tawanbarê Enfalê, hat Sêdaredan kirin, ango hat îdamkirin.
|
|
|
 |
| |
Sipasiyek ji Konê Reþ, bo Koçka Qamiþlo a Çandeyî
(398 gotin) (11533 car hat xwendin) 
Sipasiyek ji Konê Reþ, bo Koçka Qamiþlo a Çandeyî Kurdistaniyên hêja ! Ez ji dil û can spasiya Koçka Qamiþlo a Çandeyî dikim, ev koçka ku ji dor salekê ve, dest bi çalakiyên rewþenbîrî û ferhengî kiriye û bi dehan semînerên têvel li dor ziman û wêjeya kurdî pêk anîne.
Hejaye gotinê, ku seminera dawîn di roja 15. 07. 2007 an de, a min bû, ji bo bîranîna 56 saliya koçkirina Mîr Celadet Bedirxan bû.
Di wê semînerê de, di nav beþekî bijarte de ji nivîskar û rewþenbîran, ez li dor salên dawîn yên mîr Celadet Bedirxan rawestiyam û bi hûrbûn min rojên wî yên dawîn þirovekirin li gor pêzanîn û serwextiya xwe..Di dawiya semînerê de û biþtî giftûgoyê bi beþdaran re komîta Koçka Qamiþlo a Çandeyî ez bi cotek pênûs xelat kirim.
Ev spasiya min ne, ji ber ku wan, ez bi cotek pênûs xelat kirime.. Min gelek xelat ji cihên bilind wergirtine. Belê ji ber rezgirtina wan ji min re, ji zimanê kurdî re û ji Bedirxaniyan re û ji bo wê pêvajoya ku komîta Koçka Qamiþlo a Çandeyî li ser dilive ku rêbaza Barzaniyê nemire. Hem jî ku ev koçik bi karekî bedew û spehî radibe, di ber ziman û ferhenga kurdî de û ji ber vê yekê jî ez spasiya wan dikim û bi hêvîme ku bi berdewamî vî karê xwe derbas bikin.
Careke din ez ji dil û can spasiya wan dikim.
Konê Reþ
Rojavayê Kurdistan
Bajarê, Qamiþlo 28. 07. 2007
Dema Weþandinê : 30. 07. 2007
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Konê Reþ | Indeksa Beþan ] |
|
|