|
Di dirokede iro |
|
|
Rojek wek îro... 0 Þeva Leylet - ÛL Qedir ê.
|
|
|
|
| |
Desturê baþûrê Kurdistan ( Beþê þeþem )
(1375 gotin) (10276 car hat xwendin)
Maddeya nohed û sê : Perlemnto van destelatan dê bikabîne ;
Yekem : biryardan li ser arîþeyên çarenivîsî yên gelê Kurdistana baþûr.
Duyem : pejirandina pêþniyra biîkirina desturê herêmê, bi piraniya 2/3 ya hejimara endamên wê i þertekî ku ji mafên serekî û azadiyê kêm neke ku di desturî de hatiye.
Sêyem : a ) danana yasaya taybet bi herêmê û bi cîkirina wan û hilweþandina wana.
b ) Bi cîkirina awayê bi cîanîna wan yasayên federalî yên ku ji deveya destelatên diarkirî yên hikumeta federaliyê dene.
c ) Danana wan yasayên ku girêda bi destelatên hevbeþ yên navbera destelata federaî û herêmîne.
Çarem : Rakirina serokê hrêmê an jî cîgir wî / wê, bi biraniya dengnenamê perlementoyê, ewjî piþî gunehbar kirina wî/wê ji alyê dadgeha destrê Kurdistanê, yek ji van xaln :
a ) Krkirin berevajiya sunda desturî.
b ) Binpê kirina desturî.
c ) Xiyaneta mezin.
Pêncem : awerî dan bi hikumet û endamên wê û jêsitandina berpirsiyariyê bi piraniya dengên endamên perlmntoyê.
Þeþem : biriyardan li ser siyasetên hvbeþ yê navbera hikumeta herêmê û hikumeta federalî.
Heftem : çavdêrî kirina krên destelata bicîann û li peyçûna serokê civata wezîran û cîgirê wî/wê ûwezîran li gor yasay û rêbaza navxweyî.
Heþtem : Pejirandina xerciya giþtî ya herêma Kurdistanê û hesabên wê yên dawiyê û veguhastin di navbera beþên wê xerciyê û pejirandina her xerciyekê ku têde nehatibe gotin.
Noyem : Pejirandina nexiþeyên giþtî yên pêþde biinê.
Deyem : danana bacê û bi cîanîn û hilweþndina wana.
Yazdeyem : Yek alîkirina rastî û dirustiya endametiyê di perlemanî de.
Dwazdeyem : Danana rêbaza navxweyî ya perlementoyê û iyar kirina milk û texmin kirina xerciya wê û damezirandina fermanberên wê û diyar kirina muçeyên wana.
Sêzdeyemîn : Pêkanina komîteya hertimî û demî û lêkolînê ji wan arîþeyên ku pêwîstin bên zanîn.
Maddeya nohet û çar : Nabe perlemento dest ji destelata yasadana xwe berde ji bilî ya ku ji benda heftem ya maddeya sed û çarem ya vê desturê de hatiye.
Maddeya noht û pênçem : Yekem : Endamê prlementoyê ( hesane ) pereyeke diyar kiriye, heye û di gotinan de jî azade ji wê sinura ku di rêbaza navxweyî de hatiye diyar kirin.
Duyem : Nabe sinur ji bo azadaiya endamên perlementoyê bê danîn yan çavdîrî bên kirin, eger razî buna perlementoyê li ser nebe.
Sêyem : Nabe endam perlemento li demê xulên civîna perlementoyê de bên rahiþtin û lêkolîn di gel de bên kirin, ew bi xwe an jî mala wê/wî an jî nivîsîngeha wê/î bê piþkinîn û li gerînê li ser bikin, yan jî bê girtin an ji aliyê tu kesî û rêxistiyan ve bê razîbuna perlementoyê, nemaze di seruberê gunehek a dîtî de be.
Çarem : Endam perlemento ji derve ya civînên xwe, bê razî buna serokê perlementoyê, nabe bê rahiþtin yan lêkolîn di gel de bê kirin, nemaze di seruberê gunehek a dîtî de be, û dibe cardin ligel destpêkirina civînên xwe de, rasterast perlemento bê haydar kirin ji wan karên ku hemberî wê/î hatiye kirin.
Mddeya nohet û þeþem : Yekem : Perlmento dikare bi piraniya 2 / 3 ya dengên hejimara endaman xwe hilweþîne.
Duyem : Perlemento bi fermana serokê herêmê di van seruberan de tê hilweþandin : a ) Dest ji kar kêþana bêtir ji nîviya endamên wê.
b ) Eger li roja bang kirinê ji bo civînê bo destpêkirina xula hilbijartinê heya heyama ( 45 ) rojan hejimara yasayî ( nîsab ) pêknehat.
c ) Eger perlemento baweriyê bi (30) pêkhatiya wezaretê ya pêþniyar kirî ya cuda yek li pey yek nede.
Sêyem : Yek karmend derdikeve ji bo hilbijartinên perlementoya Kurdistanê li heyama ( 15 ) rojan li roja hilweþandina wê / î û li heyama ( 2 ) mehên beriya dawiya xula hilbijartina xwe.
Maddeya nohet û heftemin : Li seruberê hilweþandina perlementoyê yan bi dawîhatina xula hilbijartina wê, hilbijartineke nû tê saz kirin, ewjî li heyama ( 60 ) rojan de, li roja hilweþandina wê, yan li heyama ( 2 ) mehan de bi ser bi dawî hatina xula hilbijartina wê.
Maddeya nohet û heþtem : Eger heyama xula hilbijartina perlementoyê bi dawî bu û bi sedema þerî yan jî karesata xwezayî di þiyan de nebu hibijartineke nû bê saz kirin, wê demê perlemento di erkên xwe de berdewam dibe heya hilbijartina perlementoyee nû û saz lidar xistina yekemîn jivîna xwe.
Duyem : Destelata bicîanînê
Yekem : Serokê herêma Kurdistanê
Maddya nohet û noyem: Yekem : Herêmê serokek heye binavê (serokê herêma Kurdistanê) ku serokê desteya bilind a bicîanînê û fermandarê giþtî yê hêza pêþmergehêye ( zêrevanê herêmê ) û nunerê gelê herêmêye û di rê ûresmên nîþtimanî û netewî de nuneratiya herêmê dike û hevkariyê di navbera dezgehên fedralî û dezgehên herêmî de dike.
Duyem : Serokê herêmê di cîgirek hebe di erkên xwe de arîkariyê dike û li dema amadenebunê de cihê wê/î digire û cîgirê fermandarê hêza giþtî ya pêþmergehêyejî.
Maddeya sed : Serokê herêma Kurdistanê, bi dengdana nepenî ya giþtî rasterast ji aliyê welatiyên herêmê tê hilbijartin.
Mddeya sed û yekem : Awayê hilbijartina serokê herêma Kurdistanê û mercên bebijartinê û çawaniya gunehbar krin û dadgehî kirina wê / î û serubeên i dawî buna heyama serokatiyê ligor yasayî tê diyar kirin.
Maddeya sed û duyem : Serokê herêmê beriya ku dest bi karê xwe bike, erk û mafên vê sunda desturî li hember perlementoya Kurdistanê dixwe : ( ez sund dixwem bi Xudayê mezinku mafû destkeft û yekîtiyê û berjewendiyên gelê herêma Kurditanê biparêzim û biwawayekî rast û dirus û bi dilsozî erkên xwe bicîbikim û êgîrê desturê Kurdistanê bim ).
Maddeya sed û sêyem : Wîlayeta serokê herêmê (4) salm û çêdibe cardin di wîlayeteke din ya duyem de bê hilbijartin.
Fethî Gezneyî
Fethigezneyi@yahoo.com
Baþurê Kurdistan, 02.07.2007
Fethî Gezneyî http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Fethî Gezneyî | Indeksa Beþan ] |
|
|