 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0 Cejna Mîhrîcanê ( Îd-î Kurd ) .
Cejna Mîhricanê, Ya 31 Tebaxê, Pîroz be !
Cejna Mîhricanê, Cejneke kurdan e. Cejna Mîhricanê, her sal, di 31 ê Tebaxê (Gelawêj) de, tê pîroz kirin. Wate ya 'mîhr' hezkirin e û 'gan - can' tê wate ya Tim, daîm, mîhrîcan tê wate ya 'her daîm hezkirin'. li gor bawerîyê; Xwedê, di wê rojê, de ruh daye hemû candarên xwe. li cem kurdan cejneke, herî giringe li dû Newrozê, Cejna herê gire.
|
|
|
 |
| |
KOMARA MÛZAN!
(231 gotin) (5210 car hat xwendin) 
FUAT AKPINAR
ALMANYA 11.03.2003
Komara Tirk ji destpêka hebûna xwe heta niha tu heq û hiqûq nas nekiriye û nas jî nake! Komara ku bi gotin û daxwaza serleþkeriyê û serleþker rabe û rûne, nikare bibe komareke demokrat. Belku dikare bibe ‘Komara Mûzan’. Komara ku heq û hiqûqê nas neke, hem di biryarên navxweyî de û hem jî peymanên ku di qada navneteweyî de îmze kirine, her roj binpê bike û biçirîne, ancax dikare bibe ‘Komara Mûzan’.
Komara ku serokwezîrê wê, emanet be ew komar nikare bibe komareke demokrat. Komara ku di parlemana wê de piraniya parlementerên wê li dijî biryarekê derkevin (di meseleya TEZKEREYÊ de parlemena tirkan, nekarî dengên pêwîst bi dest bixe û tezkere nehate qebûlkirin.) û ew biryar di pratîkê de pêk neyê û serleþker derkeve û bêje; ew biryar þaþ e, divê gotina me bê qebûlkirin, ew komar nikare bibe komareke demokrat...
Komara ku ji destpêka hebûna xwe heta niha gelê kurd û gelên din înkar bike, bi fen û fûtan siyaseta xwe bidomîne, nikare bibe komareke demokrat.
Komara ku di welatê wê de her roj mirovên ku fikir û ramanên xwe vedibêjin, bikevin ber lêdan û îþkenceyê, ew komar nikare bibe komareke demokrat.
Komara ku her roj di parlemena wê de li ser pirsan mebûsên wê rabin wekî boksorkaran li nav ser û guhên hev bixin, ew komara bibe, bibe ancax dikare bibe ‘Komara Mûzan’.
|
[ Vegere: Fûad SÎPAN | Indeksa Beþan ] |
|
|