Biryara di îna pîroz de
(1005 gotin) (3938 car hat xwendin)
Kurteçîrok : Biryara di îna pîroz de
Li ser çiyayê qasiyon. Li þama þerîf. Ez di odeya xwe de, ketibûm nava hizr û ramanên qurmiçî û bêwate de. Bayî jî bi fîze fîz, xwe di nava terkên deriyê darî re radikir, û derbasî hundir dibû. bi bêciriyek tûj, agirê hewildanên hinavê min dorpêç dikir û bi baweþênê re serê tiliyên min ditevizand. Peþkên barana hûr, nexþeyeke tevlîhev li ser cama pencereya min nîgar dikir. Ez serwextî wê kêlîkî dikirim ko, piþtî þeþ mehên din, divê ez ji vir bar bikim. Xwendina min li zanîngehê bi dawî tê, û ezê herim herêma kurdan; da karê bijîþkiyê bikim.
“erê bavo, dawiya hertiþtî heye.”, bi dengekî nizim ji nav lêvên min dedirket. Xuyabû ez di bin akama metirsînekê û hinek hêviyên nepêkhatî de bûm. Çaxê min jiyana xwe yî her þeþ salên xwendinê tanî ber çavên xwe, min pir çelengî û serkeftin tê de didît in. pêwendiyên civakî, danûstandinên dostanî, heya bi çalakiyên rêxistinanî û siyasî tê de hebûn.
Jixwe di zankoyê de, min bawernameyên serkeftî wergirtibûn. Ev hemû pêk hatibûn û tenê ew tiþt mabû ko, niha min dixê bin bandora wê metirsînê û kefteleftekê di hinavê min de gûr dikê. min mat dihêle û canê min dilerizêne.
“Dawî, heger ez biryarê bistînim û ew sêwelekê lawê þêrînê dîse di rûyê min de derkevê, ka wê encam çi be?”, Ev pirsa min î rewa bû, û diviyabû ez ji xwe bikim. Bi rastî jî, ew mîna girêkeke kor bû, û di nav destên mi de venedibû. Kelemek bû, min ne dinizanî çawa xwe di ser re çeng bikim. Di gumanên min de, hemû hêzên esayîþê, ewlekariyê, partî, rêxistin û civak li aliyekî bûn, û ewê mîna meymûnekî li aliyê din bû. Qaþo ew jî þagirtê zankoyê bû, û di paþerojê de wê bibûye mamoste. Lê hema mamosteyî yekcarî pê nediket. Bejnek kinikî û bêvilek terpoqî di ser de bûn. serþûnikî û navmilkedûnî bû. Mîna kêzika gûgerênek jî, hema di nav lingan re digerî. wisa, ez diçûm mala kîjan hevalî, kîjan çarçiyê, celde, þahî û cejnên zayînên zarokan, ew li hemû deveran amade bû û di rûyê min de derdiket. Carna jî ew yekser dihat cem min malê, û ez naçar dimam ko, çend katan bi mirûzekî tirþ pê re derbas bikim. Ez ditirsiyam dîse niha were û pilana min birûxêne û têk bibe. Heger carna min rûmet didayê, ew jî ji ber ko hemwelatiyê min bû. Ew ne endamê ti rêxistinan bû, lê hema pêwendiyên wî û diya wî pir bi þax û bax û xurt bûn.
Dîse hiþê min çû ser wî, û min ji xwe re digot :
“heger niha werê, ew li ber derî hiþk jî bibe, ez jê re nabêjim derbas be û nejî jê re vedikim.”
Ev di roja înê de bû û ew ya vehesandinê ye li welatê me. Berêvarkî bû û Asman bi ewrekî sivik dihate seyinandin û xunafek hûr dibarî. hino hino tariyê jî xwe berdida jêr, û êdî ji min re, ji wî çaxî çêtir nebû. Dema lihevhatinê bû ko, ez herim kela xwe vemirînim û kula dawî ji ser dilê xwe rabikim. Mixabin min li rewþa xwe dinêrî, hîna çokên min sist bûn û ji bo çûnê, ez ranedikirim li ser tapanan.
“min digot qey ez bi ziravim û dikarim sînga xwe yî tazî bidim ber gulleyên dijmin! lê ez tirsonekim!. Niha sawîrê wî meymûnî min bi paþ de vedigerîne! kuro tu dibê ew û diya xwe wê fermana bidarvekirinê li min bibir in û min di nav civatê te pûç bik in”, wisa ez ketibûm mitala paþerojê de û ev gazind min ji xwe dikirin.
Dawî piþtî wê cirenîxa di nav hizr û ramanên min de, min hêza xwe civand. Bêyî ez lempa enitrîkê vêxim, min kirasekî dirêj mîna ê koçerên ereb li bejna xwe kir. Min çefiyek sor jî, li hawîrdora serê xwe rapêça, û destmaleke spî avête ser. Tiþtek ji rûyê min nedihat xuyanî kirin; ji bilî pîpikên çavên min pêv e. Min qapûtek davêt ser milê xwe û di kaþê çiyayî re, berjêr daketim xwar. Piþtî min çend celde û þeqam li xwe badan, ez li kaxeza xwe zîvirîm. min li nav û nîþanê temaþe kir. Loma berê min kete taxa Ziftiyê de. piþtî çariyekê, bi wî þêweyê hovane, ez li ber deriyê wê çikistî bûm.
Li wir dengekî nizim û fediyokî ji kûrayîya hinavên min gazî dikir :
“wa jixwe tu ji wî gelacî filitî û êdî roj ya te ye ko, tu mitîngekê lidar xînî. jiyana xwe yî ko, li ber peravê buhuþta nehînî xeniqîbû, niha zindî bikî. Têkeve ser qeltaxê mêyîtiya wê de, heya tu di nav helke helkan de wenda bibî.”
Hinga, bi kelek germ, bi dilekî pola, min êrîþî ser derî dikir, û bi kulma xw dikuta. Lê kesî venedikir. loma min dîse dubare li derî xist û mam bendewar. lê dîse derî venebû. Ez ketim nav dudiliyê de, ka ez vegerim; yan bimînim. Ji nîþka ve, pencereya li kêleka derî û li ser celdê vebû, û roniya hundirê odeyê avête ser rûyê min. Herdu milên pencereyê vebûn û jineke sitûr heya bi noqê, xwe tê re derêxist.
Bi wê devokê û zaraveyê dûr û kevnare, ko di nav de bêjeyên zimanê erebî, mîna libên zîwana reþ beloq bûn, bi min re axêvî :
“îro îne û ez kar nakim!”
Kurtedemekê çavên min bi pirs li hemberî ê wê rawestiyayî man. Bi lezgînî wê ew hevoka xwe avête nav çavên min û mîna delfînekê xwe dîse vekiþande hundir, û pencere girt. Lê ez di cihê xwe de, sar mam û sergêjek li min geriye. Di wê kêlîkê de, wêneyê þêrînê tevlî wan her þeþ salên jiyana min dibû. Mîna þûjinek sorkirî di nava mijiyê min de digerî û dax dida.
“Ew þêrînê bû!”, bêdeng min ji xwe re digot.
Ji wê rojê de, ez vekiþyam hundirê kevalê xwe, heya li min bû çekur û di nav de winda bûm.
Elmaniya, 05. 01. 2005
Kurteçîroka nivîskar Welîd Murad li vir qedîya
Nivîskar: Welîd Murad
|