|
Di dirokede iro |
|
|
Rojek wek îro... 1922 0 Roj dikeve Zayîça Kevan ( 23 Çiriya Paþîn - 21 Çiriya Paþîn ).
|
|
|
|
| |
DTP KET PARLEMAN, LÊ HÊVÎYÊN NETEWA KURD ÇÝNE ?
(1982 gotin) (4251 car hat xwendin)
DTP KET PARLEMAN, LÊ HÊVÎYÊN NETEWA KURD ÇÝNE ? Kurdistanîyên hêja ! Hilbijartinên 22 yê Tîrmehê 2007 encam da. Hilbijartin di dîroka sîstema parlementer a Tirkîye de taybetîyek xweya giring heye û di qonaxek balkêþde bû.
Li ser vê hilbijartinê gelek çîrok, mamik hatin gotin, nîqaþ çêbûn û hilbijartin ketibûn tehlokê de. Sersebeb herêma azad a Kurdistana bû, lê ji bo dewleta Tirk bi karibê bi kevê baþûr, PKK dikirin mihan e û hêjî mihanên wan berdewam in.
Lê rewþa cihanê û herêma rojhilata navîn rê neda Artêþa Tirk êrîþê bibê ser Baþûrê azad, hilbijartin hatin kirin û rewþek e balkêþ ji hilbijartinan derket.
Li gor hilbijartinên sala 2002 yan Partîya Erdoðan ji %12.6 zêde kir û bi gelenperî ji %46.6 hemwelatîyên Tirkîyê dengên xwe dane partîya Erdoðan AKP yê. 340 parlementer bi dest xist. Li gor hilbijartinên borî 22 parlementer kêm derxistin. Jiber ko MHP bend derbas kir û 71 parlementer bi dest xist. Lê partîya CHP û DSP çendî tifaq çêkirin jî lê bi serneketin û 111 parlementer bi dest xistin. Hilbijartinên vê salê ji bo CHP-DSP û Deniz Baykal bûne jehra mirinê.
AKP ji bo avakirina hikomatê pêwistî bi 276 parlementeran heye. Lê bi serê xwe nikarin serok komarê Tirkîye hilbijêrin an destûrê bi gûherin, pêwiste ko 367 parlementer hebin.
CHP, DSP, SHP….. û MHP piþta xwe dan piþta Leþker, bûne alîgirê muxtira Erkanê Herb û bi mihana ko „Cumhurrîyet, laîklik, rejîm û qet kirina dewlet“ ê ji tengasîya islamê û tevgera Kurd xilas bikin, bi navê „Mitingên Cumhurrîyet“ ê daketin kolanan û eþkere ketin nav dijminatîya gelê Kurd. Lê ji bo wan nebû çareserî, CHP+DSP ji %20.9 deng girtin û hejmara Parlemanên wan ji 178 dakete 112 parlementeran. Lê karên wan bi tevayî bi kêr partîya Bahçeli (Turkeþ) hat û berej derbas kir dengên wan zêde bûn û ji %14.3 ê dengan bi dest xistin. Jiber ko MHP ji xwe nîjadperest bû û nîjadperestîya wan partîyên dî zererek mezin da sîyaseta wan.
DTP jî bi namzetên serbixwe 22 parlamenter bi dest xist û jibo parleman grûba xwe pêk anî. Bi taybet di parlemana Tirk de 20 Parlement hebin dikarê grûba xwe ava bikê.
Di xwîyê ko ji niha û pêde wê di Parlementoya Tirkan de partîyek Kurd û 6 partîyên nîjadperest ê Tirk hebin. AKP, CHP, MHP, DTP, DSP, BTP û ihtimale ko Mesut Yilmaz bibê serokê DP yê. Kamer Gênc jî ket parleman, em binêrin vê carê wê çi rewþê bidê xwe.
Dil di xwest ko Baskin Oran li herêma 2-yê a Stenbol derketiba ye. Lê DTP kir ko herdû alî winda bikin. Pêwistbû ko Baskin têketa Parleman, entelektûel û demokratekê Tirk bû insanek Kurd nasbû. Dostê Kurdabû. Di karîbû bandore xwe li hin hînbûnên Tirkan bike.
Li welat û derveyî welat hemû derdorên sîyasî bawerbûne ko AKP serketineke baþ bi dest xistîye. Hemû partîyên ji serketina AKP yê mat mayî man e. Ahmet Türk dibêjê „Serkeftina AKP yê hemû hesabên me serûbin kir, em li benda 35-40 parlementeran bûn” û Deniz Baykal temar ketîye çavên wî nikarê bi axivê. MHP dibêjê „AKP gelek þaþî kiribûn çawa halo bi serket?“
Her kes hem fikire ko di 4 sal û nîvên borîde AKP rewþa aborî baþ kirîye û istiqrar pozitîf gûherand. Hinek reform çêkirin û hinekî rêya azadîyê vekir. Sedema herî giring ewe ko serê xwe ji mûxtira 27 ê nîsanê a Leþker re ne danî. Serketina hilbijartinan de, ne hilbijartina serok komarîya Abdullah Gul gelek çêbû.
Gelê Tirkîye bi dengên xwe bersiveke gelek tûnd û tûj da Leþker û alîgirên rejîma statûkoker…..
Hilbijartinên 22 ê Tîrmehê ji bo bakûrê Kurdistan hezîmet e.
Ko miho li ser hilbijartinan rawestê AKP di hilbijartinê 2002 de li Kurdistanê ji % 12 deng girtibûn. Lê niha di 23 wilayetên Kurdistanê de bûwe partîya yekemîn û dengên xwe di qat kirin e. Wê wextê DAHAP ji % 42 deng ji bajarên Kurdistanê girtibûn. Niha ji sedî sed dengên wê daketin xwar. DTP li 2 Bajarên Kurdistanê bûwe partiya yekemîn. AKP li paytexta Kurdistan Amedê li gor hilbijartinên 2002 ji %16 deng girtibûn, lê niha ji %41 deng girtin û bûwe partîya yekemîn. 3 qat deng girtin e.
Ev jî ji bo hemû rêxistinên legal û illegal li bakûrê Kurdistan bûwe sersebeba xwe rexnekirin û xwe nûkirinê ye……. Ji bo sedeman miho derxê navhalê divê lêkolîn baþ bênekirin. Sersedem herêmîbûn, globalbûn dive derkevin ber çavan.
Lê ezê li gor bawerîya xwe li Kurdistanê nivz ketina DTP yê û bilindbûna AKP yê bi çend sedeman bidim xwîya kirin.
Midaxeleya leskeran a 27-ê nîsanê û tehdîda ku leþker dikarin darbeyekî bikin, ji hilbijêrên tirk bêhtir hilbijêrên kurd ber bi wê yekê ve kêþan ku dengê xwe bidin AKP yê. Hiþkbûna DTP jî arîkarî da AKP yê û gelek deng girtin.
Bi Kurtayî…. 1 - Nîjadperestîya CHP, DSP, SHP ko xwe nêzîkî MHP kirin ji bo êrîþê bibin ser herêma Kurdistan a azad.
2 - Eynî partîyan ko piþta xwe dan Leþker û bûn e piþtgirê muxtira 27 ê nîsanê AKP dijminê rejîmê nîþandan û mitîngên bi na navê „Mitîngên Cumhûrrîyetê“ bi kar anîn
3 - Bi navê „Rejîm di kevê tehlokê“ rê lê girtina hilbijartina ji bo serok komarîya dewletê a Abdullah Gül girtin.
4 - Iktidara AKP ko di 4 sal û nîvan de aborî pozitîf kirîye û karger zêdetir kirin e.
5 - Hindik jî bê reformên ko çêkirin e û li serxwe sekinandina ji bo ko bibin endamê YE
6 - Bê istiqrarîya sîyaseta PKK projeya „cumhurrîyeta demoqratîk“ bê hêvîya gelê Kurd e
7 - Ji bo hilbijartinên 22 Tîrmehê jî bê ko tifaqek Kurdistanî nebû. Ev jî PKK jê berpirsîyar e
8 - Hin gotin û gotar ne têde AKP bi propaxande li Kurdistanê nîjadperestî li dij Kurda nekir
9 - PKK û DTP bawerî nedan gel ko di karin di herêmêde rê li ber þer bigrin û istiqrara hêrêmê bê baþtirkirin. Ji aborîyan kesan careke dî nekevê nav xeterê dengên xwe dan AKP yê asayîþ û istikrara herêmê bê serastkirin û PKK bi þer jî gavên balkêþ ne avêtin
10 - Di xwîya ko AKP na xwazê leþker bi kevê baþûr û hêncet dertêxistin.
. . .
Sedemin ji bo þehredarîyên di destê DTP de û naqokîyên di nav DTP de.
Niha ji %50 bêhtir þehredarîyên bakûrê Kurdistan di dest DTP dene. Gelek kes hene ji xizmet û karên tên kirin nerazîn e. Ko kêmasîyên hene, ne ji alîyê wan vebê jî lê xelk sarbûn e û dengên xwe dan e AKP.
PKK û DTP bi tevgera neteweyî a Kurdistanî re li hev nakin. Ketîye di himbêza çepên Tirk de. Namzetên Tirka anîn di Kurdistanê de kirin parlementer. Ev jî bûwe cihê dil sarîya gel ko dengên xwe nedan DTP yê.
Li hev nekirina di nav DTP de û midaxeleyên Imralî jî bandora xwe li hindik deng girtinê kir. Aysel Tuðluk û Ahmet Türk deklerasyona Kemalizmê pejirandin û sond xwarin ko „Deyndarên Tirkîye“ne û Leyla Zana bi kiryara wê a sala 1992 ko di parlemana Tirkande sond xwaribû rexne kirin. Xrûpa DEP ê gelek xemgînb bû. Leyla Zana li Ixdirê behsa Federasyonê ji bo bakûrê Kurdistan kir. Lê xûrûba Ahmet Türk û Aysel Tuðluk li dij derketin. Hemû dengdêran zanîn ko naqokî di nav DTP de hene ji bo wan jî bû dilsarî û gelek kesan deng nedan.
Vê dewrê Parleman wê ne hesanî bê.
Piþtî hilbijartinan encama ko derket AKP gelek pozitîf bi ser ketî ye. Niha di karê hikomata xwe ava bikê. Beyanên ko dan çapemenîyê Tayîp Erdoðan got „Nîqaþ hemû man bi þûnde, me rûpeleke sipî daye vekirin û bi serokê CHP Deniz Baykal re bi telefonê axivîm e“ Lê ez ticaran ne bawerim alîyên ko sitatokokerin û Leþker bi AKP yê bi taybet Recep Tayib Erdoðan re li hev werin. Jiber ko cara yekemîne leþker di sîyasetê de Li hember AKP yê de bi serneketî ye û di navbera wande bû kîn û bûxs. Bi rihetî ew nikarin bi hev bikin û bi hev bawer bibin. Leþker zû bi zû nikarê li ser xwe bi pejirînê. CHP, DSP, SHP, MHP…. Û Leþker nikarin vê daqûrtinin. Wê heroj li mihanan bi gerin û êrîþên xirab berdin ser DTP yê bi navê „Bölücî“ tiyê. Ji bo xwe di çapemenîyê de xwirt bikin û karibin bandora xwe deynin ser gel. Wê leyîstokan li dûv leyîstokan bi kar bînin. Hilbijartina serok komar di karê hê ji niha de dîsa bibê sersebeba naqokîyên dijwar.
Rejîm niha bûwe 2 qet : 1 - Alîyê statûkoker. Ev xwe xwedîyê dewletê û rejîmê dibînin, bawer dikin ko dewlet tapûwa wa ye û kes nikarê midaxele bikê. Bi taybet leþker tikesî di ser xwere napejirînê.
2 - Alîyê nûbûn kirina rejîmê. Niha weke hikomat û Parleman AKP bi vê nûbûnê radibê. Erdoðan li hember derketina mûxtira 27 ê nîsanê de ispat kir. Çavên hemû derdorên nîjadperest, statükoker û Leþker gelek zehmete ko liber hikomata AKP yê rabin.
Di pirsa endametiya YE de ko AKP reforman berdewam bike û desthilata siyasî bi xwaze xwirt bikê û bandora Leþker kêmtir bikê wê naqokî zêdetir bibin, eger sernivzîyê ji leþkeran re bikê, wê Leþker hukumetê û reform xwazan hilweþînin.
Vê carê di parlementoya Tirk de pirsgirêka Kurd wê ji her wextê bêhtir bê nîqaþ kirin. Nîqaþên tûnd û tûj wê hebin, CHP û MHP wê ji bo qetnekirina Tirkîye wê bi hevre êrîþan berdin ser DTP yê. Di warê sîyaseta sifîl de li ser gelê Kurd nîqaþ wê bilindtir bibin.
Daxwîyanîya CHP û MHP a ji bo encama hilbijartinan didê zanîn ko roja Parleman vebê wê bi xwazin ko Leþker bi kevê Kurdistana azad ji bo Kerkukê dagirbikin. Teyîb Erdoðan jî gotibû „Piþtî hilbijartinan midaxeleyek Leþkerî di karê li ser bakûrê Iraq bê bi karanîn“.
Erdoxan ko bi kevê nav leyîstokek halo de wê li herêmê istiqrar xirabtir bibê û bawerim Tirkîye wê di derbarê pirsgirêka Neteweya Kurd û Kurdistan de bi kevê tengasîyek mezin
Tevlîhevî di xwîyê û bi bawerîya mi berbi çav e. Ko hikomata AKP bi xwazê bi serkevê divê nehêlê Leþker têkilî sîyaseta sifîl bibin û destên Leþker ji sîyaseta sifîl bê kiþandin. Þansê AKP yê heye ko di li hemberî sîyaseta statukoker, nîjadperest û Leþkerî bi serkevê
Divê AKP li dijî sîyaseta statukoker, derbdar, nîjadperest û þerxwaz bê û teslîmî wan nebê. Reforman, demoqratîzekirinê, karûbarên ji bo endametîya YE berdewam bikê. Bi taybet Kurdistana Federe cîran bibînê, têkilîyên cîrantî û aborî xwirt bikê û statûya wê bi pejirînê.
Ez di xwazim bêjim ko PCD karibê bersiva hest û xeyalên neteweyî bidê, divê ne bi îrada Imralîbê. Divê sîyasetek neteweyî û Kurdistanî bidin domandin. Nebêjin em her tiþtî dizanîn, Bi kêmasî jî bê divê di pisrsgirêka Kurd a mafên çarenûsîde, mafên coxrafya Kurdistan de bê tawîz û bê tirs xweparastin hebê û gruba DTP a Parlementer rastîya gelê Kurd berevajî û beravêtî nekin kêmayî newê kirin.
M.Þerîf Mûþtak
27. 07. 2007
Serif.muestak@gmx.de
Serif.muestak@gmx.de http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: M. Þerif MÜÞTAK | Indeksa Beþan ] |
|
|