Xwendinek di Romana mamoste Sidqiyê Hirorî de. ( Kurê Zinarê Serbilind )
(3245 gotin) (3835 car hat xwendin)
Xwendinek di Romana mamoste Sidqiyê Hirorî de. ( Kurê Zinarê Serbilind )
Elmaniya, 11. 07. 2005 — Kurê Zinarê Serbilind_ navê romaneke kurdî ye. Nivîskarê wê Sidqiyê Hirorî ye. Ew mirovekî kurde ji baþûrê kurdistanê ye. Li gor ko, wî di pêþgotina xwe de aniye zimên, roman di sala 1991ê de bi dawî aniye. Lê çapkirina wê hinekî bi derengî ketiye, ew jî ji ber sedemên aborî ne.
Çapa yekemîn ji aliyê çapxana Nûdem ve pêk hatiye, di pey re bi çapek dîjîtal, ji aliyê weþanxana Nefel ve, di sala 2002ê de, amade bûye. Li ser malpera internêtê, nefel.com, di nav pirtûkên êlêktronîk de, hatiye weþandin. Roman dikevê 133ê rûpelên ji gewdên mezin (A4).
Çaxê, ez wek xwênrekî, min dest bi xwendina vê romanê kir, ez pê ve hatim girêdan. Hestê min lerizand û ez kiþandim nav pêlên deryake kûr. Ez birim nav zik û hinavên mêjûyek avis û veþartî. Li wir nalnala birîndaran bû. Giriyê zarokên sêwî û hawara dayîkên perîþan û birçî bû. Di nav gundên wêrankirî re, ez derbas dibûm.
( Wêne : Welîd Murad )
Ez digihandim geliyê Bazê, nav wî sedhezarê qurbaniyan, ên ji ber zilm û zorê reviya bûn. Ên ji ber top, tank û frokeyên ko, jehra mirinê dibarandin terqiy bûn. Min didît giyanên wan nemiran mîna kulîlkan, ber bi aliyê buhiþta xwedê ve difiriyan. Ez dibûm bîner û gove li ser wê komkujiyê û wê karîsata ko, bi destê sedamê xwînmij û rêjîma bexdayê, ya nejadperest hati bû serê kurdên baþûrê Kurdistanê. Li ser wê wêrankirina nemirovane û afatiya bêhempe, min didît pêxember bêzar dibûn û xwedayan bi þermkirin serî ber bi jêr ditewand in. Êdî ew hawar û nal, nal ji guhê min nema dihat birîn û ew dîmen, ji ber çavên min nema winda dibûn.
Ev Roman gelek Bûyerên dîrokî û girîng di jiyana miletê kurd de, di nav rûpelên xwe de dihêwirînê. Ji destpêka salên heftêyî ji sedsala bîstan, dema ko rêjîma Bees û sedamê xwînmij, bi sextekarî lihevhatineke xapînokî bi þoreþa kurdî re, bi serokatiya nemir Berzanî, bi daxuyaniya 11ê avdara sala1970 yî li dar dixe. Bi wê jî qaþo otonomî ji baþûrê Kurdistanê re hatibû dayîn. Lê dijminê kurdan xinizkariyê li wan dikê. Di wê navberê de, rêjîmê hawil daye ko projeyên xwe di riya xwefiroþan re pêk bînê. Loma rêjîmê xwestiye hêzên kontra û caþan xurt bikê dako, wan bikê altirnatîv ji bizava azadîxwazî kurdî re. Her tiþt êdî li ber þoreþê zelal dibû. Li vir Berzaniyê nemir, serî ji dijminan re nediçimînê, rûmeta xwe bi rûmet û azadiya gelê xwe ve girê didê. Ji ber hindê jî, carek din agirê þoreþê vêdixê. Lê kula mezin û derdê giran ko, li herêmê rêjîmên diktator û dagîrker, nêzîkî hevûdu dibûn. Nemaze rêjîma Iraqê û ya îranê. Tevî ko berê neyarê hev bûn. Herdu welat di avdara sala 1975ê de, li Cezayirê peymanek bi hev re imze kirin. Lihevhatina wan, li ser term û cendekê þoreþa miletê kurd bû. Vêce þoreþ dormador kirin. Rêjîma Îranê û Þah nema piþtgiriya wê kirin. Hêza Pêþmerge di nav sînorê çar welatan de hat dorpêç kirin. Heya þoreþ têk çû û hilweþiye. Kurd koçber dibin, li Îran, Tirkiyê û Sûriyê.
Hin xwe didin dest rêjîma bexdayê, lê gelek ji wan hatin kuþtin. Hin din hatin zindan kirin û tiransfêrî baþûrê Îraqê dikirin. Mîna ajelan ew tavêt in çolên rût. Bê av û xwarin, li ber tavê û sermayê, nexweþî li wan peyda dibû û zarokên wan gelek jê dimrin. Miletê kurd li herçar parçê kurdistanê bi vê karîsatê êþiye û peymana kevneperestan û dagîkeran dibû xaleke reþ, li ser eniya mêjûyê. Çaxê kurd dikevin vê rewþa lawaz de û derbider dimînin, delîve ji leþkerê rêjîma Bexdayê re çêdibe. Ew jî derbasî Kurdistanê dibin û dixin bin kontrola xwe de. Roj bi roj wê wêran dikin û gundan diþewitîn in. Dar û gîha dibirin û diþewitînin. Kehniyên avê diçikîn in û bi batonê devê wan digirin. Setemkariya wan didûmînê ta radeya ko, destdirêjiyan li namûsa kurdan dikin. Leþkerê hov û gurûpê caþikan, kurdan talan dikin. Her û her dixwestin tovê Pêþmerge û partîzaniyê ji nav axa Kurdistanê bibirin.
Wisa bi vî awayî, hovîtî didûmînê. Lê dema ev zordarî her biher dijwartir dibê, dihêlê hestê netewî li cem gelek gêncên kurdan þiyar bibê û bi riyaksonek xurt bersivê bidê. Civata kurdî û gelê Kurdistanê êdî dibê mîna volkanekî nedeykirî. Ew hêzek þoreþgerî mezin di hundirê xwe de kom dikê. Erê ew mite, lê gihaye astekê, hema çirîskek biçûk dikarê wî biteqînê. Hinga wê bibe lehiyek ji êgir û wê dijmin bisotê. Wê wan ji xaka pîroz werînê der. Lehengê romanê jî, ê navê wî þêro ye, bi vî giyanê sax e. Hemû riyaksonên wî erênîne. Çaxê li ber çavên wî, bûyera kuþtina du hevalên wî û dapîra bi navê Zuleyxe dibin, herweha serbazên þofen destên xwe yên bi qirêj dirêjî keça kurd ya navê wê Besna yê dikin. Ev keç neviya wê dapîrê bû. Ew keça þehîdekî þoreþa kurdî bû. Bavê wê bi destê nejadperestên Bexdayê hatibû kuþtin. Diya wê jî, ji hêrsa hinavê xwe, herweha ji birçîbûn û xizaniyê, ji nexweþî û bêdermaniyê, dimre. Besnayê, bi ser kul û derd û sêwîtiya xwe de, barê bextreþiyê û þerma ji ber civatê dikevê ser milê wê de. Ditirsihê ko, kes di vê rewþa wê negihêjê. Li ber pirsgirêka namûsþuþtinê radiwestê. Ji mirovên wê, yên nêzîk, tenê xalê wê ( birayê dayîka wê ) heye. Ew jî zirze û hiþê wî di asoyek teng de dizîvirê. Ka wê kî, wî bighênê baweriyê ko, ev bobelat hatiye serê besna yê, ji destê serbazên rêjîma nejadperste. Kefteleftek mezin di hinavê Besna yê de pêk tê. Dawî bêhêvî dibê û xwe bi kêrekê dikujê.
Dema Þêro dibihîzê ko, Besna yê xwe kuþt, kizûgirî dibe û ev bûyer, wî ji hundir ve dilerizînê. Li vir Þêro biryarê didê ko, êdî þerê çekdarî dijî rêjîmê bikê. Ji bîra wî naçê ko, ew yek ji Pêþmergê þoreþê Êlûnê bû. Ji ber hinek pirinsîpan, ew dûrî rêxistinê keti bû. Wî nedixwest þerê birakujiyê bikê. Nedixwest birayê kurd bi destên wî werin kuþtin. Li vir Þêro naxwazê bibê alternativ ji rêxistinên heyî re jî. Pir dixwazê xebatê bi wan re bikê, lê tenê dijî rêjîma dagîrker. Ew naxwazê rêxistinek serbixweyî jî avabikê, da bihtir milet dûrî hev nekê û derzê di nav de kûr nekê. Di wî çaxî de, pêwîst dît ko çend operasyonan dijî leþkerên rêjîmê bikê dako, lingên xwe bi ser xwe de bikþîn in û setema xwe li ser gelê perîþan sivik bik in. Þêro dijminekî tenê nasdikê, her ew dixwazê lûla tivinga xwe bi aliyê wî de, dirêj bikê. Ew xwe dighînê sê hevalan, da di vê xebatê de, jê re bibin alîkar. Lê astengiyek tê holê, bê wê çekan ji kûderê bînin. Li vir tê bîra Þêro, dema mala wan li bajarê Mûsilê bû, wî di qûnaxa amadeyî de dixwend. Esayiþa rêjîma Bexdayê hinga ew binçav kiri bûn. Demek dirêj di hundirê zindanê de dihêlin. Sedema girtina wî jî, ji ber zimanê kurdî bû. Di nav qutabiyên kurd de, digot ka em ji rêvebiriya dibistanê bixwazin, da mamostayê zimanê kurdî, me hînî zimanê zikmakî bikê. Wî didît ev tiþt mafekî rewa ye, çimkî ew di pilana xwendegehê bixwe de hebû. Ew di peymana otonomiya ji bo Kurdistanê de jî hebû. Li gor sozên desthelatdaran, gereke kurd di dibistanên fermî de, hînî zimanê xwe bibûn e. Tevî ko mamostayê zimanê kurdî li dibistanê amade jî bû, lê wî ne diwêra ji tirsa rêjîmê, dersa zimanê kurdî bibêjê. Þêro di zindanê de, mirovekî kurd dinasê. Wî mirovî di bin iþkencê de, gelek ji hiþ û hêza xwe winda kiribû. Lê ji baweriyên xwe nehatibû xwar. Ev mirovê zindankirî, yek ji Pêþmergeyên þoreþa Îlûna pîroz bû. Dema gelekan çekên xwe dikirin destê rêjîmê de, lê wî ên xwe neda bûn. Çekê xwe û ên çend hevalên din jî, ji wan sitandi bûn û di nav goristanekê de, binax kiri bû. Wî jixwe re gotibû “wê rojekê pêwîstiya me bi vî çekî hebê”. Dema ev mirov li bajarê dihokê dijî, hinek ji guhbel û sîxurên rêjîmê gilhê wî kiribûn. Nîqa bazirganiya çekan pêve kiri bûn. Piþtî vê dema dirêj di zindanê de, piþtî iþkenceyek zor, ew li xwe mukur nehati bû. Niha jî ditirsê di zindanê de bimrê û ew nehînî winda bibê. Çaxê çavên wî li Þêro dikevin, nasdikê ew gêncekî kurd de û dilê wî lê vedibê. Hinga wê nehîniyê di guhê wî de dibêjê.
Þêro ev çîrok jibîr kiribû, hema wek xewnekê dihat bîra wî. Piþtî Þêro ji zindanê rizgar dibê, êdî rêvebiriya xwendegehê nema dihêlin xwendina xwe berdewam bikê. Bavê wî jî dimrê. Lihevkirin di navbera þoreþa kurdî û rêjîmê de hîn berdewam bû, malbata wî vedigerê ser axa bav û kalan li gundê Hirorê. Lê aþitî û ev hêminî gelekî nedidûmand. Dîsa þer destpê dikir. Vê serpêhatiyê ji hersê hevalên xwe re dibêjê. Tev dimîn in behetî. Pêþî matmayî dimînin lê dawî ji wan re dibê meraq ko, herin rastiya wê binasin. Herçar heval dighin nav goristanê û bi ser wê nehîniyê ve dibin. Çek dikevin destê wan de û dest bi xebata xwe dikin. Karê þoreþgeriyê û partîzaniyê bi rêk û pêk didin meþandin. Karê ragihandinê di nav milet dikin. Berbi guhê sîxurên rêjîmê ve tênin ko, ew hejmareke mezin in ji Pêþmerge. Didin xuyanîkirin ko, hejmara wan bihtire ji hezaran. Pêre çend çalakî û operasiyonan dijî serbazên rêjîmê dikin. Nejadperst ji vegera Pêþmerge ditirsin. Her weha xwe firoþ jî, lingên xwe bi alî xwe de dikþînin. Zilm û zora xwe li ser gundan hinekî sivik dikin. Di karê xwe de, wisa serkeftinê dibîn in. Hêviyên xurt di nav gel de jî, vedigerin û vî karî mîna bingeh ji þoreþek nû re dinirxîn in. Bi vê encamê hêvotin bi partiyan re jî, çêdibê û hêzên Pêþmerge xwe didin ser hev. Ew jî bingehên xwe tînin nav axa Kurdistana baþûr û vedigerin meydana xebata çekdarî. Dema rêxistin hatin, Þêro û hevalên xwe, nexwest in dijitiya karê wan bikin. Hersê hevalên Þêro dikevin nav rêxistinan de û xebatê didûmînin. Lê Þêro xwe bi endametî girênadê. Naxwazê yekser têkevê nav rêxistinê de. Lê pêwendiyên wî her dimînin û ji wan re dimînê alîkar dijî rêjîmê. Wî bi hemû hêza xwe wek mirovekî takekesane, þerê rêjîmê û sîxurên wê dikir. Wî piþtgiriya þerê birakujiyê nedikir, ew didît xwekujî ye û ew dibû kul, derd û jan li ser dilê wî. Gelê perîþan jî, di nav bera agirê rêjîmê û þerê birakujiyê de dihat qirkirin. Li vir kesetiya Þêro, dixwazê xwe kesekî nimûneyî destnîþan bikê. Ew ji aliyekî ve dixwazê partîzan û þoreþger bê, lê takekesane bimînê. Ew behana þerê birakujiyê naxwazê bibê endamê partiyên kurdistanî. Ev wî aliyê wî ê veþartî zelal dikê. Dêmekî ew þoreþgere gereke zanî be ko, þoreþ bi kesekî tekmend ber bi pêþ ve naçê. Li vir ew dudiliya hundirê xwe û keysebaziya xweyî rawestiyayî, þanî xwêneran dikê.
Heya hingî cenga di navbera Iraqê û Îranê de, heþt salê xwe diqedînê. Ji niþka ve, rêjîma îranê biryara neteweyên yegirtî bi rawestandina þer, dipejirînê. Delîve ji rêjîma Îraqê re dikeviyê ko , dîse kurda bi dijwarî qir bikê. Radibê hêzek leþkerî û cebilxaneyek giran dikþînê ser axa kurdistanê. Bi top û tenkan êrîþên xwe dajoyê ser miletê kurd. Bi firokeyên cengê jehr û çekê kîmawî bi ser gundan de dibaranînê. Ew nebûbû demek dirêj ko, bajarê Helepçe bi bumbên kîmawî hatibû barandin û bi hezaran kurd têd e hatibûn kuþtin. Hinga cîhan tev korbûyî bû û kesî ko, dilê wî li ser mirovê kurd biêþê tunebû. Êdî niha jî, di qûnaxa piþtî þerî de, rêjîma Bexdayê çekê qedexekirî dijî miletê sîvîl bikar tînê. Lê bi berfirehî. Enfala jî destpê dikin û bi sedhezaran ji kurdên belengaz û perîþan ketin destê rêjîma iraqê de. Gelek komkujî ji wan çêkirin û di goristanên nehînî de veþartin. Ji bilî ên li ser riyên bazdanê, li çolan û di geliyan de. Rêjîmê ew bi firokeyên cengê qir dikirin. Kes li van qurbaniyan xwedî dernediket û ji sedamê xwînmij re nedigot, êdî raweste. Nedigotinê de, tu miletekî ji ser axa bav û kalên wî radikê. Wisa kurd bê parastin dimînin û bi aliyê sînorên dijminan û dagîrkeran ve bazdidin. Dayîk, bav, mindal, kes û karên hev ji ser yek û du winda dibûn. Kesî nedizanî, ka ên din li kû derê ne. An kî saxe û kî mirî ye. Pêlên penaberan, li ser sînorê kurdistana bakur, kom dibûn. Dipengihan û hêrsa wan radibû. Cendirmeyên Tirkan devê riya wan digrtin û dixwstin dîse wan vegerînin nav êgir. Ji bo ev kesên li ser sînor wek ên hundir, bi çekên rêjîma iraqê werin kuþtin. Þêro jî, di nav wî karwanî de bû. Ew birîndar bû ji milekî ve. nema dikarê bi destekî û bi tivingê, þerê firokeyan û çekên giran, mîna top û tengan, yên rêjîmê bikê. Naçar ew jî hêdîhêdî, didê raçengî kesên ji ber mirinê direvin. Li vir pir zelale ko, hemû dijminên kurdan di tengasiya kurdan de, destên xwe dikin ên yek û du de. ji hev re dibin alîkar û kurdan qir dikin.
Hêrsa penaberên li ser sînor radibê. Mîna deryake enirî, pêlên wê radibin. Dibê mîna volkanekî û diteqê. Dibê lehî û cendirmeyên tirkan li ber xwe dibê. Dewleta tirkan naçar dimînê û wan derbasî hundirê sînorê xwe dikê. Lê penaberan dixê kampên dorpêçkirî bi leþker û dormador de. Pêwendiyên wan bi derve re dibirê. Di mercên nemirovantî de wan dihêlê. destpêkê deriyên kampa li ber çapemeniya cîhanî venakin. Birîndarên ko bi çekên kîmawî birîndar bû bûn, herweha ên bi jehrê û çekên qedexekirî, ji ber rojnemevanên azd vediþêrin. Da nehîniya karê rêjîma sedamî, ji azadîxwazan û ji gelê cîhanê re, tazî nebe. Penaberên kurd di bin konên dirihayî de, birçî û bêdermanî dimîn in. Çi alîkariya ko ji derve jî dihat, rêjîma tirk, sê parên wê ji xwe re dibir. Roj nebû ko zarok tê de nedimir in. Astengiyên zor li pêþiya penaberan dihatin danîn. Mîna ko di zindanê de bin. Ger mirovek biçûye qedemgehê ( Tiwalêt ), diviy bû, sê katan di sirê de rawestê. Ji ber van mercên çetin, nema aramî û hêminî diket dilê wan de. Tirkan jî, hew riyek tenê li pêþiya wan hiþti bû. Ew jî dagirtin û imzekirina ser formên penaberiya dûr û dirêj bû. Dako herin riyek bêveger. Da li ewrûpa û derên din ji hevûdu belav bibin û winda bibin. Wisa ew behwerî bi wan re çê dikirin ko, êdî kurdistan nema ji wan re, dibê cih û war.
Wan hejaran jî, bihtirîn ji neçarî, ew armanca tirkan ji wan re, pêk tanîn. Þêro di hinavê xwe de dikizirî. Dilê wî dihat sotin li ber vî dîmenê xemgîn. Li ber vê rewþa serdest û pilanên dagîrkeran dihat piþavtin. Ew mirovekî birîndar bû. birînên wî jî, bê pêçan û derman mabûn. Wisa seqet û bê maf bû. Ji ber zora dijminekî hatiye ber nemirovantiya dijminekî din. Çiyayên kurdistanê, zinarên serbilind, dîmenê hezarên kuþtiyan li geliyê Bazê, gundên þewitî, talan û derbiderbûn dihat bîra wî. Bê Çawa rêjîma bexdayê di 29.08.1988 ê de bi firokeyên cengê û çekên kîmawî êrîþên xwe dajotin ser kurdên sîvîl û bi sed hezaran ji wan dikujtin. Þêro di nav wê komkujiyê re derbas bûbû û ew dîmen dîtibû. Nalnala birîndaran, giriyê zarokên sêwî, hawara pîrejinan û firyada dayîkan. Ev bêhêvîtî û bazdana bi aliyê rewrewkê de, ewrekî reþ di serê þêro de kom dikir. Ji xwe re dibêjê, ma ko ez venegerim meydana xebatê, wê kî tolê ji xwînxwaran vegerînê. Hêrsa wî radibê, bilind dibê, biryara dawî distînê û ji kampê direvê. Berê xwe didiê baþûrê kurdistanê û êdî berê wî li zinarê bilind e û nema bi þûn xwe de dizîvirê.
Wisa roman û lehengê xwe tiracîdiya baþûrê kurdistanê destnîþan dikê, lê berê wê ber bi erêniyê de diçê. Þêro hertim xemxurê gelê xwe ye. naxwazê dûrî meydana xebatê herê. Mercên dijwar û çetin dikevin pêþiya xebatê de, lê ew ranawestê. awayên xebatê netenê þerê çekdariye. Lê belê hezkirin e, hizr e, raman û çand jî. Ev hemû li cem wî girîng û bi nirxin. Loma ew vê romanê mîna serpêhatiyên xweyî taybetî dinivisînê. Da xwênerê xwe bighînê baweriyê, ko ew ne di xeyalê de ye. Da bibêjê ko ew di rastiyê dijî. dibêjê û mêjûyê tomar dikê. Dîroka zulm û zorê nîþan dikê. Hizrê rewþenbîr û siyastmedarekî zîrek di serê wî de ye. Dibe carna vîna nivîskar serdestî ye. Loma li vir rastî hinekî ji mafê xeyalê dixwê û astê hunerî ji romanê re dadixînê xwar. Þêro xebata di ber zimên û çanda kurdî de jî, jibîr nakê. Ji ber wê jî tê zindankirin. Bi beþên têvel, yên tore mijûl dibê. Helbestan ji bo hezkirinê dixwînê, srpêhatiyên xwe dinevîsênê û dikê Roman. Du aliyan diyar dikê, çawa gelê kurd binpê dibê û mafê wî tê xwarin. Ji aliyê din ve jî, berxwedana miletî, di ber mafê xwe û da di xaka xwe de azad bimînê, dinirxînê. Diyar dikê ko, ev miletê rehê wî di mêjûyê de kûrin, wê her û her li pey azadiya xwe bibezê. Tevî ko, bihayê wê gelekî girane û gelek qurbanî tên dayîn.
Zimanê romanê petî ye, kurdmanciya wê zelale û resen e, lê bihtir nêzîkî devoka badîna ye. Nedûrî kirasê herêmkî ye. Lê di þêweyê jixwebehwer de diherikê. Her xwendekarekî kurd, li çi cihî û herêmê be, dikarê bixwînê û têbighêjê. Mirov li vir nikarê çavê xwe ji kêmasiyekê bigrê. Ew jî ewe, ko nivîskar nikarê cihêwaziyê têxê nav axivtina romanbêj û axivtina qehremanên romanê de. Li vir rengê tevna romanê yekrengî dibe. Harmonî û mozayîk tê de kêm dibê.
Bêguman her karê nivîsandinê, ji destpêkê heya dawî, di erêniyê re derbas nabê. Nivîskar dikevê hinek çewtiyan de, bêyî ko mebesta wî ew be. Hinek alavên ne dicihê xwe de bikar tînê. Bi vî awayê hinek ji babetên karê xwe xav dikê û berbi sistiyê ve dibê. Romana di nav destê me de jî, lawaziyê sîka xwe bavêjê ser hinek babetên wê. Ew jî þêweyê valakirina hizrê nivîskar, li ser kaxezê û bi zimanê lehengê romanê þêroyî ye. Li vir barê þêro pir giran dibê. Dighê radeyekê ko, tê girêdan. Êdî nivîskar þûna wî digrê û bi rola wî radibê. Carna dighê qûnaxekê, tevlîhevî di navbera nivîskar û qehremanê wî de çêdibê. Ev jî bandorek neyênî ( nigatîv ) li kesetiya Þêro dikê. Ew ji aliyekî ve, nehiþtiye piskoliciya wî, ya rasteqîn zelal bibê. Hinek ji kerekter û þêweyê wî, ê derveyî jî, dimênê di tariyê de. Ji ber ko, zimanê axivtinê û bizav bû ye, ya nivîskar bixwe. Dibê þêweyê dîrêkt û rasterast, dûrî hûnana hunerî dikevê. Heger hizrê nivîskar xwe carna bi dehfdan dixê nav tevna bûyeran de û ji romanê re dibê gewd û laþ, lê nabê çirisandin jê re. Lê di gelek cihên din de, nivîskar bi bijartina alavên xwe serkeftî ye. Çimkî ew bînerê gelek bûyera ye. Dibê di nav de mezin bû be, yan bihîzti bin. Lê bi her hal ew dikarê mîna wênkêþekî li ber rûnê û tabloyên ciwan ji me re saz bikê. Ew di wan dîmenên tabetî de, dibê serdestî bizava wêne û tabloyên wan. Ew dibê lehengê gelek ji wan efsaneyên tê de derbas dibin. Bi vê jî serkeftî ye û dikarê gelek quncikên tarî, ji xebata miletê kurd ronî bikê. Herweha kirarên dijmin ên dijî mirovantiyê, riswa û þermezar bikê.
Elmaniya, 10. 09. 2004
Welîd Murad
Nivîskar: WELÎD MURAD
http://www.pdk-xoybun.com
|