Yekîtiya du xwedayan
(1723 gotin) (4138 car hat xwendin) 
Yekîtiya du xwedayan
Çîroka Welîd Murad Carekê, xwe dît in di nav cemawerekî serxweş û sermest de. Di nav komên jin û mêran de. mîna du kelekên serberdayî, di nav deryake bê sînor de; bi pêlên keseran re, serûbinî hev dibûn.
Tevan bi hev re, berê xwe dan wan çol û beyaran; wê xaka rût, ya ko bê dar û gîha bû. Li gor dûrbûna awirê, heya qûnaxa dîtinê, hew qûmek sade û bê dawî bû. Li ber roka havînî, germ û sincirî bû. Û li ber lingên wan mirovan, ew qûm dibû toz û tirabêlk. Bi fîze fîza bayî re, dibû ecac û bablîsok. Li nav çepil û çîplaqên wan digeriye û diherbilî. Ew bi xwe re dizîvirandin û gêjo-mêjo dikirin. Gihan qûnaxa xwe û li ber wan burcên bilind rawestiyan. Burcên bêdeng, lê bi saw û wek singan di wê xaka zuha de, daçikandî bûn. Mîna dêwên birçî û dev vekirî, li benda nêçîra mirovan bûn. Û li hawîrdora xwe, bihna mirinê belav dikirin.
Çend mirovan mil bi mil, bi pêpelûkan ve hildikişiyan û herdu cendek bi xwe re birin jor. Digihîjt in ser banê burcekê ji wan. Li wir ew di ber hev de, dirêj dikir in. Hinga tirs û saw dikete hinavê wan de. Dibû gupe gupa dilên wan; di hundirê sebta sînga wan de. Bi bayê bezê re, dadiketin xwar û xwe ji hembêza wî dêwî vedikişand in. Çaxê ji nav dev û lepên wî rizgar dibûn, bi ewleyîyê hest dibûn.
Herdu termên rep û mîna du beştên hişkirî jî, dixwestin xwe bilivînin, û bidin ser şopa saxan û zindîyan. Lê bizav ji wan çê nedibû. Hewildanên wan diqurmiçîn û nediçûn serî. Ji heval û hogiran diman. Mikûs dikişand in. Bihnekê, bi mirûzên kemitî û helisî, diman bê deng.
Ew li ser pişta xwe bûn û berê wan li rojê bû. Roj jî dibişirî û haya wan ji jiyana bêdengiyê çê dikir. Awirên wanî yekser, hêdî hêdî diçilmisîn û xilmaşiyê riya xwe vedikir. Pişt re dibû morana mirinê û rêwîtiya jiyana nû destpê dikir. Kaniya bizava wan çikiye û roniya çavan vemirî. Lê haya wan ji hev hebû û wek xewnekê li bîra hevûdu dihatin. Nîgarok mîna zincîrek sorî sincirî, di kakilê mêjiyên wan re, digeriyan. Nemaze, çaxê li ser destên cemawerên xwe; rawestiyayî bûn. Di nav penceyên dilovan û Qêrîn û Hawarê de li ber ba dibûn. Bi daweşandina bayî re jî, hinga, libên xweliyê û qûmê dipekîn ser çavên wan. Hinek diketin dev û nav dinanên wan de, dikeritîn û dihatin hêrandin.
Roj di ser serê wan re, û di nîvê kezeba asmên de, radiwestiye. Êdî rewşa wan, nema ya girnijînê bû. Loma, roj bi kelek germ, berê tîrêjên xwe dida wan. zik li wan pif dida û dev li wan qîç dikir.
Neçar, cendekê yekem bi ê din re dipeyivî :
“Te dizanî loo..? Rojekê ez û te, li vî cihê bê deng ko, ne li ser perê gerdûnê ye, ne jî li ser rûkê zemînê ye, wilo em dê li ba hevûdû bin. Di nav kelaşan de, di nav mij û morana bê reng de, û wê ev bihna nesaxiyê me ji hemî aliyan ve, dorpêç bike ? ”
“Bêguman, min ev hêvî ji wan hevalên xwe nedikir. tevî ko, min bixwe jî, gelek cendek bi destên xwe anîne vî cîgehî. Min ew davêt in vir. Ne girîng bû, ger li ser piştê bikev in, yan li ser devê xwe. Îro, hevalên min jî ez li vir avêt im. Li ba mirovekî wek te. Bi vê jî, ti rifte ji min re negirtin. Ez nizanim, çima bin min paqij nekir in? Xwiya ye, hinek din di bin min de hene. Ez hest dibim ko, hîna hestiyên wan hişk in. Û mîna kêran di pişta min de tên, daçikand in.”,
Cendekê duyem rewşa xwe wisa zelal kir.
“Ev gazindên te, ji min re ne gelekî pêwîst in. Ji ber ya di nav min û te de, yek teybete. Ew nakokî û bobelatên ko, te bi serê gelek camêran de, anî bûn. Çi zû qidûmên te şikest in? Kanî ew payebûn û mêraniya te ? Tiştek jê nediyare. !!!!”,
Cendekê yekem zirt û qeşmeriyên xwe kirin.
“Mafê te tune ye ko, tu min bi vî şêweyî şermezar bikî. Ez tê nagihêjim, çima ez û te li ser yek burcê hatine danîn ? Ji roja roj de, riya min û te ne yeke. Ti caran mîza min û te, di yek cokê de, naherikê.”, cendekê duyem li ber xwe da.
“Bi rastî, heger ne li vir be, ezê li kû derê bi te re civîn bibûm e ? Ev derfeteke, bi asanî li ser maseya min hatiye raxistin. Îro jî li civata min û te, wê AhoraMezda û Ahrîmen beşdar bibin. Li hawîrdora me, wê bibin xelek. Ew kelaşên jihevûdudeketî, hestiyên belawela, seriyên bê laş, laşên bê serî, mişk û mar, Lawirên hov, ajelên kedî, gornebaş û balindeyên goştxwerê kelaşan. Tev wê guhdariya min û te bikin.”, cendekê yekem gef danê.
“Ez û ev cih ?. Ma ne ev bûn dostên te ?. Ez tê nagihêjim” cendekê duyem, bi matbûn bersiva ê din da.
“Pir nekeve gumanan de. Li vir kes nikare kesî bixapîne. em wek kurên îro dikarin bazarê bi hev re, deynin.”,
Cendekê yekem awayê axaftinê hinekî nermtir kir.
“Tê çi bazarê bi min re bikî ? Ma ne goştê nav milên te ji keda mine ? Û hevîrê çêbûn û hebûna te, bi destên min hatiye sitrehandin ? Heger tu çend sêwelekan li hawîrdora xwe dibînî, ew bi xwe ji berê de, ji min re negerek bûn. Tu aniha wan ji xwe re bikar tînê, heya roja te jî were.”,
Cendekê duyem bergirî di ber xwe de, kir.
“Serhişkiyê zora te biriye ! Tu bi şêweyê mirovê jixwebawer, hemî riyan li ber min digrî. Ez îro vê keysê ji dest xwe bernadim. Rastiyê bibêje, ti bayis ji veşartinê re nîn in.”
Cendekê yekem dîse êrîş kir.
“Ta vê radeyê û hew bireye ! Mîna segê har . Berberiyê bi min re hew bike. Tu ne di wê asteyê de yî ko, wek dozgêr bersiva ji min bikşînî. Tu mirovekî ezezî yî û dexesî ser pileya min dibî. Her bi çavnebarbûn, te ew bizav dijî min kir. Bi fêlbazî, te ew xizan li dor xwe kom kirin. Ger ne ji ên wek te be, ez jî li derba wan şaş nedibûm. Niha, tu xwe pêşkêş dikî wek nûnerê doza wan, lê xweş zanibe; ez xwe nabînim qels li ber te. Gelek çeperên min hene û dikarin min ji çavpehnên mîna te, biparêzin.”, Cendekê duyem bi hêrs bersiva xwe da.
Vê qirênê dûmand û nakokî çareser nebû. Yekî gotin bi serê ê din de, nebir. Mala çerxa felekê ko, nedikari bûn xwe bilivîn in. zirt û pozbilindiya wan, çirûk bûbû. Tîrêjên rojê ew bi agirê dojehê dorpêç kiribûn. Delîve bi vî dilqî li ber devjenk û gengeşeya wan hatibû girtin. Hinga, AhoraMezda û Ahrîmen derbasî civînê dibûn. Wek du şervanan û evserên leşkerî, bi cil û çekên cengê, bi şûr û mertal û çirax. Yek ji wan li ber cendekekî rawestiye. Di serî de AhoraMezda lingê giran tevlî potînê; danî ser sînga wî kelaşê li pêşberî xwe. Ahrîmen jî wek wî kir, bi kelaşê din re. Herdu xwedayan bi dijminatî li hevûdu temaşe kirin. Çaxê awira wan li hev ket, çirîqîniya birûskê encam da û belediyan vedan. Wek ko ew cendek werin guvaştin, bihnek genî ji devê wan derket. Ew bihn bû sedema zîzbûna dilên herdu xwedayan û deriyê axivtinê di nav bera wan de vekir.
Ahora Mezda ji Ahrîmen pirsî :
“ev çi mirovên genî ne lo ? Navê wan li ba min ne diyar e. Gelo tu wan nas dikî ? Ez pir meraqliyê pêvajoya wan im. Hêvî dikim tu min serwextî wê bikî.”
“Erê, ew pir çalak in, di rêza min de. Wan gelek rûpel di lênûska min de, dagirtin e. Her wan xwe wek nûnerên xizan û bindestan pêşkêş kiriye. Lê hertim li berjewendiyên xwe geriyan e. Miletê xwe di xewnerojkan de, hiştine. Netewa wan jî, li bendê dadmendiya xwedayekî mîna te, ma ye. Qaşo ji erkê te ye ko, tu azadî û serxwebûna mirovan biparêzî. Sed mixabin tu di xewnek kûr de, razayî ma ye û haya te ji bayê felekê çê nabe.”, bi şirovekirina vê rastiyê re, xwêdan ji ser eniya Ehrîmen herikî.
Dema AhoraMezda ev şor û qerf ji Ahrîmen bihîstin, di cihê xwe de sar ma. Di pey re, bi xwînek tewirî û bi bejnek xiloxavî, bi çend gavên neberbihev e, ber bi Ahrîmen ve çû. Şûr û Mertalên xwe ji xwe danîn û li kêlekê, li ser wê lata pan danîn. Bi perestin xwe tewand.
Bi melûlî peyivî û gazî kir :
“bibexşîne Ahrîmenê mezin ! Îro, te rastiyek li ber min raxist. Li vir jî, dijminatiya min ji te re, kuta dibe. Ez dixwazim zûtirîn kêlîkê, bi te re bibim yek. Da em bingeha yek zagonê li seranserî gerdûnê, damezirîn in. Dako, ew xwedayê tekmend, li ser hîmên asê bijî. Lê sed xwezî, berî tu di derheqê pêşniyaza min de, tiştekî bibêjî, û ji bo gava me kirdarî be, ka em biryareke hevbeş, di derheqê van herdu mirovên xinizî de bidin.”
Ahrîmen bişirî, bi gotina “ min pejirand” re, rahêjt şûr û mertalê AhoraMezda. Ji erdê rakir û hilda ser milê wî. AhoraMezda jî bi hêrs rabû û vegerî cihê berê. Lingekî xwe, dîse danî ser sînga wî kelaşî.
Ew mirovên mirî, zik li wan bihtir mezin bûbû. Ew zikên werimî, mîna du konan li ser serê wan rawestiyayî hatibûn vedan. Herdu xwedayan, bi hev re, çiraxên xwe di wan zikên werimî de, daçikandin. Zik jî peqîn û bi gurmêniyê re, peşk û çimên genî li her derî belav bûn. Dengê gurmêniyê bû nîşana serkevtinê. Loma herdu xwedayan, xwe avêtin himbêza hev.
Bi yek qîr û fîxanê bang kir in :
“ Yekîtîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîî.....î ”
Belediyan vedan. Li dor hev zîvirîn. Mij û dûman bi wan ket. Di nav hev de, wek mast û şîr wenda bûn. Ji hev re bûn heyvan û meyîn. Di yek laşî de hatin pêşaftin. Bi yek gewdî ber bi asmên ve firîn. Çûn jor. Her dûr diket in, bihtir diçurisîn. Ronî belav dikirin, ta radeyek bê pîvan.
Elmaniya, 26. 11. 2003
Çîroka :
Welîd Murad
|