KURDINO MERDINO PIR XWEŞ SERXWEBÛN
(655 gotin) (4478 car hat xwendin) 
FUAT AKPINAR
E-mail: akpinar@t-online.de
ALMANYA 09.04.2003
Wesyetê Barzaniyê mezin û daxwaza gelê kurd hindik maye bêyî cîh. Rojên girtina Kerkûkê ne
dûre û rojên Sexwebûna Kurdîstanê jî ne dûre, ez bawerim ku deh sal jî ne kudîne, gelê kurd li her çar perçê Kurdistanê de dê serbixwe be. Ez li vir li rûpelên dîrokê dinivîsin.
Di çapemenîya cîhanê de pirsa gelê kurd bi aweke pir bi fireh û pozîtif tê giftûgoh kirin. Êdî tu ke nikare pêşiya vî bigire.
Ev bûyerên pozîtîf ji bo kurdan, Dewleta tirk û çapemeniya devrût xistiye xerabîkî pir mezin. Êdî nizanin çibikin, tenê bi siyaseta xwe ya bi qirêj û gemar êriş dikin kurdan û bi derew, dek û dolaban dixwezin tevgera gelê me piçûk bixînin.
Dewleta tirka devrût, çapemeniya wî û serleşkeriya romê di pirsa kurd û Kurdistanê da ta girtî ye, serê wan gêj bûye, bûne gurên har û nizane çi bikin.
Eger Amerîka vê carê li kurda hîltiyê neke, êdî tu hêz û quwet nikare pêşiya tekoşîna tevgera Kurdistanê bigire.
Çapemeniya tirk roj tuneye di nûçe û xeberên xweda êrişî kurdan bi taybetî, kurdên Başûr PDK di bin serokatiya Mesût Barzanî û partiya YNK di bin serokatiya Celal Talabanî dikin û dibêjin: ”Kurda Amerîka xapand, loma Amerîka di şerê Iraqêda zû serneket” Misyona derewa çapemeniya tirk bi taybetî TRT û Medya Dogan daye ser milê xwe.
Tiştên ku êdî nikarin binivîsîn, di ‘Televîzona Küstaha’ Kanal D da wek nûçeyan didin û serê gotina wan ”Küstah” û binê gotona wan ”Küstah” e. Televîzyona Kanal D di nûçeyên navendî de (Gerînendeyê Navenda Nûçya Fatih Altayli yê devrûtê, bê edeb û çaqal e) her roj ji kurdara, Amerîka û ji kesên Tirkiyê rexne dikin çêra dike û wan piçûk dixîne.
Televîzyona Kanal D di nûçeyên roja 31.03.2003 wiha dibêje:
“Teklîfeke bêexlaq ji Amerîkayê. Li aliyekî ku Amerîak komên kurdan, Kerkûk û Mûsilê qarantî dike ji bo Tirkiyê, li aliyê din derkete holê ku teklifeke bêexlaq ji bo tirkeman kiriye . Li gorî îdîayê nûnerê wî yê li herêmê Zalman Halîlzad li hemberî desteka ji bo eniya tirkmenan ji wan xwestiye ku navê Kurdistana Iraqê bi lêv bikin. (Amerika'dan ahlaksız teklif Amerika, Türkiye'ye kürt gruplar Musul ve Kerkük'e güvence verirken, özel temsilcisinin Türkmen cephesine ahlaksız bir teklif yaptığı ortaya çıktı. İddiaya göre özel temsilci Zalman Halilzad, destek karşılığında Türkmen cephesinden Irak kürdistanı söylemini kullanmasını istedi.” Li berçavê Televîzyona Kanal D wan kesên ku bêje Kurdistan miroveke ‘Ahlaksız’e yanê Kanal D ji welatê me, Kurdistanê re dibêje ahlaksız. Evan gotinana bi daxwaz û destûra Fatih Altayli yê zimandirêj û qancix di nûçeyên Kanal D ê de têne gotin.
Ji ber ku êdî nizanin çi bêjin di nûçeyên roja 27.03.2003 de vê carê qala başûrê Kurdistanê dike û di bêje: ”Pêşmerge Barzanî” bi vî gotinê jî dixwazin malbata barzanî û kurdan piçûk bixînin, lê belê ewqas bê famin ku nizanin ev gotin pêşmegetiyê nabe nesîbê her kurdekî. Pêşmergetî qehremanên gelê kurde li her çar perçên Kurdistanê serê wan ji bo welatê wan pir bilinde. Lê belê qancixên mînanî Fatih Altayli vî tiştî ne dikare fam bike û nejî dikare hazim bike.
Ji ber ku Dewleta tirk û Amerîka di pirsa şerê Iraqê da li hev nehatin, niha dewleta devrût bi hemû hêza xwe alîkarî Sedamê kerê vehşî dike û naxweze Amerîka û Ingilîz bi ser bikevin û kurd bibin xwedî sitatûyek û azadbin.
Dewleta Tirka meymûna van rojana vehşetiya xwe ji her demê daha baştir rayê kurda dide, ji ber ku neçar mane êdî nizanin di pirsa kurd da çibikin, niha jî dixwazin bi dewletên barbar yên din wek dewleta Îranê û Sûriyê pêşiya tevgera kurd bigirin. Lê bila dijminên gelê kurd êdî tiştekî baş bizanibin ku, wana zû da di pirsa Kurdistanê da tîren dane revandin. Tenê êdî bi kevir û kuçikan bi pey tirenê ketine û davêjin tirenê.
BIJÎ KURDISTAN
HERNE PÊŞ, HERNE PÊŞ, DEWR Û DERYA MEYE
BIJÎ PÊŞMERGÊN QEHREMAN
YAN KURDISTAN YAN NEMAN
|