 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1978 Kurdistanîyên hêja, di sala 1978 de, di 19 Kanunê de hetanê 23 Kanunê, li bajarê Gurgumê (Mareþê), Faþîstên Tirkên hov, êriþê Kurdan kirin, bi gorî daxuyaniyên fermî di nava 7 rojan de tenê 150 kes hatine kujtin lê tê texmînkirin ku zêdetirî 2500 kes jiyana xwe jidest dane û bi sedan kesên Kurd jî birîndar bune. Gelek malbatên Kurda, ji ber êriþên hovane, koçberê bajarên curbecur bun.2016 Li li Berlîn a paytexta Almanya wesayîtek barhilgir derbasî nav bazareke firotina kelûpelên Noelê bibû û di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dabû û zêdetirî 50 kesan birîndar bibû.
|
|
|
 |
| |
DÝLEKÎ BÝ WÊREK XELATA NOBELÊ WERGÝRT
(483 gotin) (4738 car hat xwendin) 
DÝLEKÎ BÝ WÊREK XELATA NOBELÊ WERGÝRT Almanya, 13. 10. 2006 - Bê þik û guman Xelat wergirtina Nobelê ya wêjeyî ( edebiyatê ) ji bo birêz Orhan Pamuk bersiveke siyasî li dijî dewleta leþker û dagiker e. Her wiha ev Xelata Nobelê ji bo hemû gel û hindikayiyên li Tirkiyê û Kurdistanê gaveke dîrokî ye. Ev Xelat li dijî zilm û zora rejima Kemalîst e. Ev Xelat ji bo doza mafê mirovatiyê ye. Ez bawerim dê bi vê Xelatê çerxa ji holê rakirina pergala Kemalîzimê dê bi leztir bike. Heger mirov dîroka rejimên totalîter bide ber çavên xwe, dê baþ bibîne ku wêrekiya hin rewþenbrên wek Orhan Pamuk hemû rejimên dîktator di bin erdê re kirine. Mirov dikare birêz Nelson Mandela, Vaslav Havel û hwd. wek nimûne bide. Êdî leþkerên Tirk çiqas jî bixwezin xwe bi wê pargala kalên xwe Mistoyê Beton ve girê bidin, dê nikaribin pêþiya jihevketina sîstemê bigirin.
Çawa rejimên wek Sovyeta Berê ketine çopa cîhanê, dê Kemalîzim jî bikeve wê çopê. Ti hêz êdî nikare vê çerxê þûn de vegerîne.
Ez bi kûrahiya dilan di wê baweriyê de me ku rojên rizgarkirina Bakurê Kurdistanê pir nêzîktir bûn, dê pergala Kemalîzmê hilbiweþe û Orhan Pamuk jî dê bibe serok dewletê Tirkiya demokirat ya yekem. Xelat layîq dîtina birêz Orhan Pamuk e, ji bilî rejimê peyaman dide pir kesan jî. Ev peyam bi taybetî ji bo kesên wek Yaþar Kemal ku bi felsefe û mantiqa bila “þîþ jî neþewite, kibap jî neþewite” tevdikerin û naxwazin têkilî sabûn û avê bibin ku navbera xwe û dewleta faþîst xerab bibe. Gotineke Tirkan heye ku dibêjin ; “Tostlar alýþveriþte görsün“ ( Bila dost di dan û standinê de bibînin ) Belê tiþtên ku heta niha Yaþar Kemal li ser Kurdan gotine yan jî nivîsandine eynî ew e ku bila dost di dan û standinê de bibînin.
Hêvîdarim ku ev bûyera Xelatstendina Orhan Pamuk ji mirovên wek Yaþar Kemal re jî bibe þîret ku bedela wêrektiyê, mêr û mêrxasiyê rûmet e. Jixwe Xelata Nobelê jî ji bo wê rûmetê têye dayîn.
Ez dixwezim di dawî de ji birêz Orhan Pamuk re bibêjim, baþ e ku mirovên wek Te bi rûmet hene. Pêwîstiya mirovatiyê dê her dem bi mirovên wek Te hebin. Birêz Orhan Pamuk spas ji bo wêrektî, cesaret û qelema Te.
Almanya, 13. 10. 2006 -
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR ) fuadsipan@yahoo.de http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Fûad SÎPAN | Indeksa Beþan ] |
|
|