 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0 15 Tebaxê : Roja, Ji Dayikbuna Meryem a, Dayika Îsa Mesîh, Pîroz Be. 2006 Tororîstek, pêþ dergeha serekîya baregeha tayê Mûsilê yê Yekitiya Niþtimanî Kurdistan ( YNKê ), bombeyên bi xwara xwe peqand. 9 welatîyan jîyana xwe ji dest dan û 39 ê din jî birîndar bûn.1942 Di 15.08.1942'de, Serokê Rizgarîyê, Muntaz Kotan, Ji Dayik Bu. Roja ji dayikbuyîna, Mumtaz Kotan, pîroz be !
1984 15.08.1984, roja destpêka þerê Çekdarî ya PKK'ê ye. 15 Tebaxê Pîroz Be !
|
|
|
 |
| |
REAKSIYONÊN LÝ SER BELENGAZÝYA GRÛBA XEBATA NETEWEYÎ Û DEMOKIRATÎK A KURD
(683 gotin) (4846 car hat xwendin) 
REAKSIYONÊN LÝ SER BELENGAZÝYA GRÛBA XEBATA NETEWEYÎ Û DEMOKIRATÎK A KURD Kurdistaniyên hêja ! Almanya, 28. 06. 2006 — Min gotareke bi navê ”Sosireteke giran û nedîtî” di 26. 06. 2006an de li ser civîna Grûpa Xebata Neteweyî û Demokratîk a Kurd li bajarê Bielefeldê weþandibû. Li ser vê niheqiya li dijî þexsê min pir mail û reaksiyonên pozîtîv ji bo min hatin. Ez dixwezim li jêr bêyî ku navê du camêran binivîsînim mailên wan yên ku ji min re hatine li jêr biweþînim.
Camêrek wiha dibêje : Birayê delal Fûad, min nivîsa Te ya nû xwend û ez bi rastî li ber ketim. Min bawer nedikir ku bîrewerên Kurd li Ewrûpa hê di dema KEVIR de mane.
Çûyina mîrovayetî binêre û ya " bîrewerên Kurd li Ewrûpa ".
Bibexþîne ev bûyer gotinekî Kurdan anî bîra min : " Kerê me çû seferê, hat ji seferê , dîsa kerê berê ".... - Malesef transplantasiyona me jî hê nemimkin e ku ew kes werin guhertin û jiyana xwe wê wek leylegê bi teketekan bidominîn. Çi dibe ji enerjî û wextê te re dibe....
Bi silavên xemgînî
Camêrê din jî wiha dibêje : Keko ev bû çar sal ez Te nasdikim. Nivîsê Te, fikra Te, yanê Welle karim bêjim sedî sed xweþa min û bi xweþa mîlyonan Kurdan diçe. Têkiliya me berê jî çend cara çêbûbû. Dîsa dubare bikim tu di nivisên xwe de dilê me hênik dikî. Ev nîvisa Te ya ku min di malpera www.avestakurd.com û www.lotikxane.com de dît, ez di nava heyretê de hîþtim. Yan ev zarok in yan Te zarok dibînin ku tên Te ji civînê derdixin ???
Welle keko ez ne Apocî me, kêfa min ji wan re jî nayê, hema ez dimêzînim ku xeynî Apociyan yê ku li Bakur tiþkî bikin nînin. Yê din hemû kevin bûne û gennî(kokuþmuþ) bûne û hinek ji xwe re ne, li berjewendiyên xwe dinêrin. Qaþo maþo ev dikin bibin alternatif û Kurdan hemêz kin. Maþela hezar carî maþale. Serkeftin ji wan re dixwazim. Hema bila berî Kurdayetî û xebata siyasî hînî insanetiyê zilamtî û Kurdbûnê bibin. Bi þeref wek ku þûna Te wan ez qewurandibim zora min çû û ya wan kirî ji mala xwe, li ser kulavên xwe 'mêvan qewurandine'. Keko bimîn bi xweþî û hêviya rojeke hevditinê....
Xwendekarekî ji Cerrahpaþa tipê.
( Cerrahpaþa Zanîngeha-Zankoya medîkal li Stenbolê ye. F. S. )
Kurdistaniyên hêja !
Wek camêrê dudiyan jî dibêje, van belengazana terbiye û edetên civata Kurdan jî lewitandine. Civata Kurd civateke birûmet e, bi þan û terbiye ye. Di civata Kurdan de dujiminên dujminan jî here mala dujminê xwe, ew ji wê malê nayê avêtin, ji wî mirovî re rêz tê girtin. Lê mixabin van belengazana siyaseta Stalînîzim û Kemalîzimê ya bi kirêt xistine nava Kurdan.
Li welatên paþverû û dîktator jî mixalefet heye, lê van belengazana ji xwe re demokrasî kirine benîþt û di devên xwe de dicûn, li aliyê din dixwezin kilîtê li devê mirovên ku þaþiyên wan dibêjin bixînin. Ne tenê li ser gotara min ya bi navê ” Sosireteke giran û nedîtî” heta niha pir caran PSK-Komkar û hin çavnebarên din ji malperên înternetê, ji televîziyon û radyoyên bi zimanê Kurdî re li ser min name û mailan birê dikin û dibêjin cîh nedin Fûad Sîpan.
Almanya, 28. 06. 2006
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR ) fuadsipan@yahoo.de http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Fûad SÎPAN | Indeksa Beþan ] |
|
|