MA BULENT ECEVÎT JÎ WÊ BÝMRÊ ! ..
(1544 gotin) (4824 car hat xwendin)
Ji ber hin sedemên minê tendirûstî bi qewîtîyên bijîsk ( Dr. ) an, ev wextekê dirêj bû ko mi ne dikarî binivîsînim. Di serîda, ji xwendevanan û bi taybetî ji rûpelên internetan ko firset dabûn min û ez têde beþdar di bûm ji wan lê borînê di xwazim. Êdî tendirûstîya mi baþe, nivîsên mi wê ji îro û pêde berdewam bin.
MA BULENT ECEVÎT JÎ WÊ BÝMRÊ ! .. Gûrên zûrzûroyî di pirsin, ma Bulent Ecevit jî wê bimrê ?
Wê bimrê, ma Atatürk û Erdal Înönü bi artê§a xwe a nîjadperest, serhildana Dîyarbekir, Dêrsim, Agirî..... û hw. ne hilweþandin?
Kemo û Kero Þêx Seîdê Pîran, Seyîd Riza û bi hezaran Kûrê Kurda li sêpîyê dan ne kûþtin û ew dîsa ne Mirin ?
Ecevîtê ko bi kultûra wan mezin bûwî jî divîya bû ko rojekî bimrê ...... karaoglan.
Lê Mirina wî gelek bi dereng ket, bila mirina Ecevîtê xwe ne nas, berya „Peymana Cezayîr`ê“ û dagirkirina Qibrisê ba !
Ecewît jî weke gelek xwe inkarkeran di sîyaseta komara Roma Reþ de kete dijî gelê Kurd, dest bi fen, fît, dolab gerandinan kir, di sîyaseta dagirker û inkarker de bilind bû.
Bi taybet di sîstema komara dagirker a Tirk de, kî eslê xwe inkar bikê, di karê bibê wezîr, serok wezîr û heya bibê serok dewlet jî. Ecevît yek ji wanê ko bi germî xwe inkar dikir.
Bulent Ecevit rojnemevan bû sala 1956 li Enqere ew û jina wî Rahþan bi hevre bibûn endamê CHP. Gelek di bêjin Ecevit bi Rehþan xwirt bû û Rahþan þêwirmendîya wî dikir. Di salên piþtî 1960 de bibû þehbenderê Tirkîyê li Ingilîstanê - Londra.
Bulent Ecevit bi eslê xwe Kurd e, di sala borî de bi wêne û çapemenî gotibû li ser kêlên tirba bapîrê wî di nivîsê „Mustafa KURDZADE“ Ew bi xwe di bin akam( tesîr ) a sîyaseta Kemalîst de bû, ticaran li eslê xwe bi xwedî derneket. Lê eþkere kir ko bi eslê xwe Kurd e û li ser kêla bapîrê wî nivîsîye „ Mustafa Kurdzade“.
Ismet Inönü Ecevit vexwendinî sîyaseta aktîf kir, ji Londra vegereha, dest bi sîyaseta aktîf kir. Bibû sekreterê partîya CHP. Lê di nav bera Ecevit û Ismet Inönü de nakqokî derketin, yekemîn car Ecevît karî Ismet Inönü ji berpirsîyarîya partîya Atatürk paþ bêxê. Ecevit ji 1973 - 12. Êlûn. 1980 derba Leþkerî serokatîya CHP kir. Ecevit piþtî referandûma zagona esasî a 1982 dev ji partîya CHP berda û partîya DSP ava kir. Ecevit gelek caran bibû serok wezîr, lê Ji ber ko zanîngeh ne xwendibû, yasayî ne karîbû bibê serok dewlet.
Ecewit salên 1973 - 80 bi hestên nîjad perestî, bi hin gotinên global weke kesekê sosyal demoqrat xwe da naskirin, lê rûwê sexte bû. Di nav gelê bakurê Kurdistanê de bi navê „Kara Oglan“ bi zimanê Kurdî „Kûrê reþ„ hate perû kirin. Bi wan gotinên global piþt girîyeke baþ ji gelê Kurdistana Bakûr girt. Di dîrokê de weke gelek caran ev piþt girîya gelê Kurd, li serê gelê Kurd bû gûrîya pêla agirê sor.
Sedema piþt girtina partîya Ecewît ko bû hikûmet, bû egera me§rû kirina þexsîyeta Bulent Ecevit, dagirkirina Qibris û hilweþandina Otonomîya Baþûrê Kurdistan.
Perûwa Ecevit Ji bo gelê Kurd bû hilweþandina Otonomîya baþûrê Kurdistan. Ev peyman di sala 1975 heyva Adarê de, Serok vezîrê Komara Tirk Bulent Ecevit, Qiralê Komara Îranê Þah Riza Elî Pehlewî, serok Komara behs Iraq Ehmed Hesen El Bekir, serok Komara behs Surî Hafiz El Esad û serok Komarê Cezayîr Bumedîyen li Cezayir bi hevra peymana „Cezayîr“ imze kirin. Otonomîya Baþûrê Kurdistan hilweþandin.
Ev peyman bû egera bi sed hezaran penabirbûn, talab kirin, girtin û kûþtina gelê Kurd.
Ji serok wezîr û serok dewletên ko peymana Cezayîr imze kiribûn, Otonomîya Baþûrê Kurdistan dabûn hilweþandin, Bulen Ecevit tenê mabû sax.
Bi bawerîya mi ko peymana „Cezayîir“ cêneba, rewþa tevayê Kurdistan û rojhilata navîn wê îro di rewþeke ber bi jordetirbaye.
Di hilweþandina rejîma Îran de gengaz ( mimkûn ) bû ko herêma Kurdistan`a Îran îro bi Baþûr re bi yek ba, an li ser coxrafya Kurdistan xwedî parleman ba û îro sîstema rejîma Islamî wê ne xwedî desthilftdar ba.
Wê îro winda kirina 182 hezar Kurdên Feylî, kîmyabaran kirina Helepce, 8500 Berzanîyên winda kirî, kûþtina bi hezaran Kurdên Bakûr, Baþûrê Rojava û Rohilatê Kurdistan wê neba. Wê pêþî li penabirî, talab kirin, girtin birîndar kirin û kûþtina gelê Kurd bi hata girtin. Wê îro hejmara gelê Kurd bi milyonan zêdetirba.
Belkî ev sîyaseta bêmerês li bakûrê Kurdistan neba, A. Öcalan ne nîqaþa gelê Kurd ba.
Jîya rejîma komara Iraq, Surî û Tirkîye wê ne hefqas dirêj ba, gengaz bû ko îro Kurdistana mezin heba , an xîyala Kurdistana mezin nêzîktir ba.
Hêvîdarim ko Bulent Ecevit jî rojeke zû herê bighê xwedîyên imza „Peymana Cezayir“ ji rehma xûda dûr bi kevê û rehmet ne li ser gora Atatürk, Ismet Inönü û gora wan kesên ko „Peymana Cezayîr“ imze kirîn jî bê.
Dibê ko ez vegerim welat Komara dagirker mi bi yasayên xweyê inkarê ji bo vê nivîsa mi, ko mi heqaret li „ þexsîya mirîyên komarên dagirker ko kesên bi nav û deng“ kirîye mi giriftdar bikê. Ez ji îro de di bêjim ko ez hêj ne hatîm girîftar kirin, ez ne poþmanim û ez gotinên xwe di bare sed bare dikim.
SEDEM ( sebeb ) A DÝA NE XÊRÊ ÇÝMA ?
Atatürk û Ýsmet Ýnönü dijminê bapîrê Mîr Bedir - Xan Beg û mal bata wî bi taybet bûn. Ji bo malbata Mîr Bedir - Xan venegerê welatê xwe Kurdistan`ê zagon cêkirin zagon berdewamin.
Inkarkirina gelê Kurd dan pêþ, Peymana Sewrê bi fen û fîtan kirin Peymana Lozanê. Heyîna gelê Kurd di nav „Sînorên Mîsakê - Millî“ de dane winda kirin.
Serî hildana Dîyarbekir, Dêrsim, Ererat.... bi navê „Þakî, cete, ajanên Ingilîztanê û hw.“ tawanbar kiribûn fetisandin. Þêx Seîd, Seyîd Riza û gelek giriftar kirin li sê pîyan dan.
Komara ko wan damezirandîye ji bo gelê Kurd qesepxane ye û zêndana sînor kirîyê.
Di hilweþandina Komara Mihabat de rola Ismetê Ker gelek bû.
Bulent Ecevit Feqe û desthilatê Kemo û Kero bû.
Nêrînên Ecevit berdewamîya dagirkirina Kurdistanê di parêzê, bûwe neynika inkar û dagirkerîyê. Hebûna gelê Kurd înkar dikê, rê li kûstin, girtin, talan kirin û penabirîya Kurdan vedikê, bûwe sembola nîjad perestîyê li dijî gelê Kurd.
Bulent Ecevit dest ketinên gelê Kurd li ba§ûrê Kurdistan, bi „Peymana Cezayîr“ hilweþandiye û imza wî li binê peymanê de ye.
Ji bo Kurd bi sernekevin Bulent Ecevit bi dewletên cîran re gelek peyman imze kirin e.
Kultura bêhn pê ketî a sîyasîyên Tirka ji dîroka hezar salan tê. Di vê rêyê de hêjî gelek nîjadperestên di rûpelên dîrokê de reþbûyîn hene û xwedî feqehin.
Cumhurrîyeta Mistoyê selanîkî û Ýsmetê Ker Ava kirî bi kûltûra hovane dane pêcandin.
Wexta Dewleta Elî Osman di kevê ber têk çunê, Misto li ser bingeha derew, vir û teþqelan bi Kurdare di kevê nav têkilîyan, civîna dest pêdikê, gelek soza didê, nîyeta Kurda ya gelek paqij istismar dikê, li ser Kurda dizîya sîyasî û polîtka kirîye.
Ýsmetê Ker berpirsîyarê dîzîya masa sîyasî bû. Peymana Sewr`ê qeliband peymana Lozan`ê. Gelên dibin destên Împaretorîya Dewleta Elî Osmande tev azad bûn, lê esaret û dagirkerî ya ( iþgala ) li ser gelê Kurd û welatê wî hêjî berdewam dikê .............................................
* * * * *
Bulent Ecevit mîrat xwerê Atapût û Ýnönü bû, ew jî ji roja 19. 05. 2006 seet di 04 : 45 de kete bin kêrê, piþtî 66 Sehetan bi dermanan jî li xwe ne vegereha ye, ketîye ber mirinê. Ecevit di perên dîroka reþ de cih digrê, nava wî dikê kûte kût, dengê xûpe xûpa singowên roma reþ kû di zikên dayîk, keç û kalên Kurda re derbas dikirin, di gûhên Bulent Ecevit de weke dengê derf, dahol, zirne gum gum û wîqe wîqê dikê.
Bulent Ecevit niha ji xwere mitalan dikê.
Lê gelê Kurd wî efo nakê. Leyla Qasim, Ýdrîsê nemir,....... Hemû Þehîdên ciyayê Metîna,.... Li benda dengê naqosa mirina Bulent Ecevitin.
* * * * *
Gelo kesên bi peymana Cezayîr hatîn gule baran kirin, li sêpîyan xistîn, îro hatîye bîra çend Kurda ?
Ecevit Li ber sêkeratê ye, ji bo xatirê Þehîdên Kurd û Kurdistan çend Kurda ne razîbûna xwe li dij wî dîsa dibare kirin ?
Bi imza Ecevit a peymana Cezayir Qîrênî û nalêna ji ber gulên di ketin nav kezeba wan cuwan, kalên Kurd, karîye îro rondikekî ji çavên hewe bi dê barandin û gindirandin ?
* * * * *
Ko kengî Bulent Ecevit bimrê bila rehma xûda bi hezar km dûrî qebra wî bê. Bila rehma xûda Li hemû Þehîdên gelê Kurd û Kurdistan bê. Ewên li Dersim, Palo, Agirî, Dîyarbekir, Cizîra Bota, Mahabat, Þîno, Sine, Barzan, Helepçe, Dihok, Gelîyê Zîlan, Qoçgîrî, Qamîlokê û Amûdê !
Fatîha ji qebra Mîrê Bota Bedirxan beg, Celadet Alî Bedirxan, Mustafa Berzanî, Qadî Mihemed, Þêx Seîd, Þêx Riza, Dr. Qasemlo, Seref Kendî...................... hw ji hemu Þehîdên gelê Kurd û Kurdistan re !
Bijî gelê kurdistan, bijî kurd û kurdistan !!
Almanya : Bajarê Biremen, 01. 06. 2006
M. Þerîf Mûþtak Serif.muestak@gmx.de http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|