Çîroka; Ciwanê Abdal : Ziya-marê Xakî
(1924 gotin) (4393 car hat xwendin) 
Ziya-marê Xakî 1 - Ji nişkave, gumînî bi wê derê ket, û gel rabûn ser tapana, day li hev dikirin û zarokê xwe dan hev û dixistin bin çengê xwe.. çiye û ne çiye, ku ziyakî mara di vir de derbas bûye, an hîna li van dera ye, û divê em wî bikujin berî bi me kesan vede, û qewirandin bê kêre, tev rabûn ser piya li dijminê kevnar digerin, dijminê bav û kalan, ew dijminê suriştî.
- Kanî.. û ka bi kuve çûye..?
Yekî pirsî û yê dî got :
- Ehva ye şopa wî di tirabêlkê de xuya dike, ku ji hêla baûşr ve hatiye û ber bi bakur de çûye ..
Raste, min bi çavê xwe ew dît: vaye dewsa wî li ser qiraxa çem ku bûriya xweş xuyanê dike, şop û dewsa wî xwar û vêle.
2 - Li tenişta çemê "Hem-demê" nîv çîmene û nîv çole, ku giha û tûmir, stirî û xerûb lê şînhati ye, dar û ber jî hene ku tev bi xêr û bêrin, ev der bi şîn û şîngahiya xwe, bi av û siya xwe sewdake hênik bûye xweş dide.
Û dem bi xwe dema êvarî ye, dema demsalî ya payizî ye, geh perçe ewre, geh sade sayiye.. û gel wek hev-çaxê xwe derketine geşt û seyranê tev ziç û zarokên xwe..
3 - Min jî weke tevan da dû şopa xwaromar û min day kir û got :
- Bi kuve dere şopa wî, qene xwe li nav giha veşartiye an li pişt tûmirekî, an xwe berdaye nav avê û bi pêlê wê re çûye ..?
Yekî bihn-çikandî li min vegerand û got :
- Na.. bi rastî vaye derketiye ser darê...
- Çilo û çawa derketiye ..?
Got wekî yek ji dest here :
- Ku bi dizî şemitye ji nav gel û teban, û derketiye ser dara çinarê û di nav pel û şaxên wê de xwe rapêçaye.
Belê.. min nerî ku darek mezin û heşîn heye, darek çinarê mezin û ber bi jor de kişiya ye, ev dara ku gel li bin dijî mîna seyrana vê "Dema Heşîn" û gel vê darê bi navê "Dara Jiyanê" nas dikin.
4 - Li dera rohilata navîn û li hirêma "Natsîd-rokê" em wê êvarê kom bibûn tev de, mîna çend kesên malane, ku her yek bi kar û xebata xwe ve mijûle, ji bayê ahinga xwe dijî, tu dibêje; qene vê dera cihê geşt û seyrana meye, tev jin û zarokê xwe jî hene, an belav bûne ji xwe re, yê paldayî û yê ji xwe re dilîzin.
Hin jî hene rûniştî ji xwe re dinêrin, û hin jî hene mitale dikin piştî dema firavîna nîvro kirne.
Belê.. darek heşîn li wê rastê heye, darek çinarê mezin û dirêj rabû ye.
Ev dara ku gel navê "Dara Jiyan"ê lê kirine.. xwe xemilandi ye bi pelên kesk û şîn, ji rengê cûn û şîrkî, axî û xakî, bi xwe jiyana xwe dike bi şînahiya xwe, ku bûye nîşana jînê, pel û pelîk ji tîrêja rokê dimije, û ji ba rewanê xwe digire, reh û çiqila xwe berdaye ser avê û qurmê xwe pê radike ber bi jor de.
Ev dara kevnar; ya şîn û kat dibe, ya kesk û jîndar, ev ziya-mar derketiye ser û xwe li nav himêza wê veşartiye, li nav pel û şaxan, gelo bo hêlînê çûk û şalûlan, an hêk û çêlîkan wan bixue, devê bi jehrî têxe laşê tiloran.
Ez jî weke tevan bazdam hewarê, ku bibînim çi ziya-mar xwe berdaye nîvê damarê jîna me, gava min tiştek ne dît min pirsî ;
- Kuro, bavo kanî.. ez tiştekî nabînim, qene raste ev bûyer ..?
- Erê raste, qene tu nabîne, waye xwe li nav şax û pelga ramidandiye, li ser wê şaxê binêre, ahwaye ..? !
Bi rastî min çavê xwe gerand li binî û li jor, lê mixabin tiştek ji min xuya ne bû, a li vir, a li tenişta din, ne li hêla çepê û ne li hêla rastê, tiştek tune ji bilî cihê xwe.
Gel, her û her bêhtir bû, yê ku meyze dike an alîkar dike, kom bûn li derdora wê dara çinarê, ew dara jiyanê, û wîrwîr bi wan ket, hin ji tirsa û hin ji pirsa, ku temaş û meyze bikin an nêzîkî bivê bibin baştire ku di bin sawa wê de bin û tu bazdan li wan tu keys nede.
Piştî kom bûnê.. xwstin ji bivikê zû xilas bin, rabûn rahiştin kevir û dara ku wî ziya-marê kirêt bikujin, û bi gotina :
- Ahwaye.. çi ziya markî dirêj û qalind ..!
Û na welleh.. bû virvira kevira.. yêdî lê vegerand;
- Bavo, hêdî ewê kevrê we bi ser serê me de bikeve.
Belê min jî nuha ew dît, li nav şax û taxa çeqelekî xwe pêçaye, lê gava kevir hatinê û hin lêketin, xwe dahişt bi jor de, piştî wilo.. ku dûrketî ji şaxa dara ya ew lê bû, an gava laşê wî kişiya, ziya-mar bihtir laşê wê xuyakir, avêtina keviran lê bihtir bû, kevirên biçûk û gilover, kevirên çarqozî û şeşkuç û li laşê wî diketin, lê ew ziya-marê dijwar nelbitî û ji cih xwe ne dihat xwar.
Belê.. raste - rast zext lêdiketin, wê hingê min ew xweş didît, bê çi ziya-marek mezine, ne reng cûne, ne xakî ye an rengê xakê ye, û pitikên sor li ser hev li çerm. wiye daye mîna lemê xwînê, an di mînaka rengê şaxê darê de ye û bi perçê sor mor-kiriye, her bihosteke movik gerfeke sor têheye, serê ziya biçûke li gor qilafetê wî, bi xwe dirêjahiya wî bi pokî derdora çar-deh bihostan e, bi çardeh bostên dirêj û qirêj, serê biçûke û her dere qalind dibe, belê.. weke tê zinîn ku ew devê biçûk û ziman dirêj dikare mindalekî daqurtîne wek vireke av, wek hevçaxê xwe..
5 - Bi rastî.. tiştî pir balkêş min dîtibû, bê çawa xwe li nav şaxê dara çinarê rapêça bû bi pehnî.
Belê... ji hêleke din ve, gel dipirsîn ku ev ziya ji kuve hatiye, pir matmayî di man û pira digotin min :
- Na.. ev ji hêla deşt û beybana hêla başûr de hatiye, xwedê giravî, ku wir xakekî hişkolaye, ziwa û bê bire, û ev tebayê hov ji wan dera tên cihê heşîn, cihê bi av û çem û kanî, cihê bi giha û çîmen.
Ew li cihê wiha digirin ta tevî dagir dikin, ew bi pêgên hevirmêşî tên ta gel û cemawer bi saw û tirs û bezdan ditirsînin û saw xwe têxin dilê wan, nexasim wan bibezdînin û sawa xwe bi ser wan de dixînin, û piştî bi cih dibin û awan bi serî dibe, cilê xwe ji xwe datînin û riwê xwe yê kirêt û qirêj derdixînin, a li vir û a li wir û zarok û çêliya ditirqînin bi çav-sorî..
Û yê diprsîn: tu bi xwedkî çawa ewqas dirêj û stûr bû ye.. lo.
6 - Her wiha gel bihtir dibû, çiye law.. çi heye ..? Hewar zêdetir dihat. lê kesekî nikarî bû xwe bide pêş an bi darê ve hilkişe û wî ziya-marî dawerke erdê, binî û mebest ew ku wî bikujin û jê xilas bin an ku bi xwe mar bûye dijminekî resenî ji dema bav û bapîran, bi wê jehr û xapa her gav jê tê, ji dema çêbûna wî, nexasim ku nuha êrîşî sînorê wan dike..
Belê... ew li deşt û çola dijî, lê wê hingê tu ziyan jê nayê, lê gava dadikeve şînahiya nav-bajara, ser dara çinara jiyanê, dara jînê ya heşîn û zeviyê rengîn ku tevî dagir bike bi ramanê jehrkirî..
Gel ji her alî ve dihatin, û bazdidan her alî, da meyzebikin vê bûyera bê tebat û hedan, lê yek mirov li vê nêzîkê rûşniştî bû, an bi rastî raketî bû hay ji bayê felekê tune bû, pişta xwe dabû kendalek, an talda latekî kevirî, ne ev bi tenê, û şop û dewsa derbasbûna ziya-mar di ber wî de xuyaye, ku di ber wî re derbas bibû û pê hay nebû ye, lê xuyaye bi deng û hewarê jî ne hisya ye, tev vê jî ta nuha di xew û xayiz bûna xwe ya şêrîn de ye, tevî terprepa şop û gavê xelkê, tew mitala dike û li perê xewn û hêviyan diçêre..
Ev mirov bi xwe bi navê Çiyan tê nasîn, çimkî ku ez ji mêjve wî xweş nasdikim, ji ber em bi hev re mezin bûne li taxa navîn, belê.. rûniştiye diponije, serê wî bi ser singa wî de daliqiyaye, û herdo destên wî di himêza wî de raketîne, razaye tev çekê xwe, û tev haletê karê xwe, lê.. xuyaye ku sola xwe ji lingê xwe daniye, daniye bin paqê xwe..
7 - Belê.. piştî gel pir bûn û hewar gûrtir bû an gazî mezintir bû, û yên avêtkerê keviran pirbûn çep û rast û na weleh yek ji wêde hat û şifeke dirêj bi dest xwe ve anî ye û li şaxê darê da xist ku şax û çeqelê wan bihejîne, geh li vî alî dixîne û geh li wî alî dixîne.
Neyse.. ez serê we pir, na-êşînim, an dûvdirêj nakim, ziya ji ser şax. jorîn ve hate yê binî û her wiha şemitî ya xwarî ta ket erda repin nav riçik û gihayê çimena heşîn ber tûmir û stiriya.. gel pengizî, bazda û ji hev belawela bû an şêlûbêl bûn, reviyan bê dûzan, yê bazdan û yê ketin, rabûn dîsa reviyan bê hedan.
Di vê helkeftinê de, Çiyan ji xew şiyar bû, çiye û ne çiye..
- Çi ye ev tevger ..?
- Vaye ziyakî mara.. kuro bireve ku bi te venede.
- Çi bela we ye.. bireve û ne reve ..! ?
Çiyan divê rabe jiber pêgên xelkê yan wê liber lingên wan here, xwe engirand û bi xeyd got :
- Ev çiye, çima ewqas hûn ruh şêrînin, bêjîno..
Yek rawesta û jê re got :
- Vaye ziya li warê me şînhati ye û xwe berdaye nav zeviyê me yê heşîn..
Çiyan rabû ser xwe û bi zirzî digot :
- Kanî.. wî şanî min bidin..
Sola xwe li xwekir û dewa xwe xist devê xwe û bi lez çû cih jêre nîşan dan..
8 - Gel ji hev belawela bû, û her yek bi hêlekê ve çû, yê ku li ser xwe ditirse û li zarokê xwe dipirse.. ku xwe bi ser hev de bidin teyaxî..
Dibêjin.. yê ku bûyerê dinasin, bê çawa Çiyan berê xwe da cihê ketina ziya û ziya bi hunera xwe kuşt.. lê çawa kuşt, hin dib.jin li nav giha yê heşîn ku ziya xwe kiribû gulor ew kuşt, û hina digot ku li nav tûmirê stiriyê beloq ku ziya xwe rapêçayî bû ew kuşt, û hina got na -ne ev û ne ew- ya rast ewe ku gava ziya xwe berda nav ava çem ji nav gil û giha, nav ava jîn û wekhercarî, Çiyan cilê xwe danî û xwe avêt bi dû de, û li nîvê avê ew kuşt.
15. 03. 2006
* Ciwanê ABDAL * Ciw@nê ABDAL http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|