SERXWEBÛNA KURDISTANÊ LI BAÞÛR ÎLANKIRINA WÊ ÇIMA NA?
(3004 gotin) (4586 car hat xwendin)
FUAT AKPINAR
Email: akpinar@t-online.de
ALMANYA 14.05.2003
Dema îlankirina serxwebûna dewleta Baþûrê Kurdistanê ye an, na?. Gelo serxwebûna Kurdistanê îlan bibe, dewletên der û dorê dê çi bikin? Dê ji me re tengasiyan derxin, êriþ bikin Kurdistanê û pêþiya tevgera me bigirin an, na? Dewletên din ê di pirsa Kurdistanê de alîkariya me ya siyasî bikin an, na? Û gelo em di sedsala bîst û yekê de êdî li ser serxwebûna Kurdistanê û ew dê çêbibe an na, an jî em îlan bikin an, na dipeyivin? Ev pirsên han ji bo me hemû kurdan li her çar perçên Kurdistanê pirsine pir sirûþtî ne.
Ez bawer dikim, pirs ne ew e, ku dem,- dema îlankirina serxwebûna Kurdistanê ye an, na? Pirsa her mezin ji bo me kurdan bi taybetî program û konsepteke baþ e!.
Bi bîr û baweriya min, min jî nedizanîbû û tu kesî jî ne dizanîbû ku demên dawîn ji bo me kurdan dê wisa zû û pozîtîv bigerin, loma ne hewce ye, ku em êdî li ser van tiþtan zêde bisekinin. Tiþtê niha ji me kurdan re herî girîng wek min li jorê got program û konsepteke baþ e.
Wekî din bi baweriya min serxwebûna Kuristanê ji bo me kurdan hatiye ber derî û li hêviya me û cesareta me sekiniye. Lê em gava ji îro þûnde hên li ser van pirsana bifikirin û bêjin dem hatiye an, na?, emê pir demên vala derbas bikin.
Ez di wî baweriyê de me, ku divêt hazirî ji bona îlankirina Serxwebûna Kurdistanêbêye kirin. Ev jî heqê meye, tu kes ji me re nikare ji îro þûnde bêje, hûn çima tiþtekî wisa dixwazin an jî dikin. Ewên bêjin, na û serên xwe li der û dora bixin, ne xêrxwaz in.
Kurd êdî quweteke mezin in û dikarin roleke pir girîng bilîzin. Baþûrê Kurdistanê dikare ji îro þûnde ji geostratejiya xwe baþtir îstîfade bike.
Siyaset berî her tiþtî bi zanebûn, dîplomasî û cesaretê dimeþe. Siyaseta ku cesareta wê tune be, jixwe ew siyaset ji duh de mahkum bûye û tenê dikare ji hember de bi tirs binêre.
Belê rast e divê mirov di pirsan de, bi taybetî pirsa serxwebûna Kurdistanê de, objektîv be û wisa jî tevbigere. Lê belê divê programa mirov bi daxwaz û dîtinên gel be.
Vîna (îrade) gelan pir girîng e û di ser her tiþtî re ye. Yanê vîna (îrade) gel di ser her partî û di ser her serok û rayadarên dewlet û miletan re ye. Mirov nikare keda partî û rêxistinan înkar bike, lê belê divê partî û rêxistin jî bizanin, ew di saya gel de dikarin li ser piyan bimînin.
Niha li Iraqê rewþ ber bi avakirina siyasî û civakî dimeþe, gelê kurd û yên din hêdî, hêdî birînên xwe derman dikin û rewþ baþ tê xuyakirin. Dê di pêþerojê de hukumetek bê avakirin. Lê em hê nizanin dê ji kurdan re di dawiyê de çi derêkeve holê?.
Çi dibe bila bibe, eger ew di nava Iraqê de bimînin û ji aliyê navneteweyî de neyên naskirin û pejirandin, wê çaxê ji me kurdan re garantiyeke sedî sed nîne.
Gava Kurd di nava Iraqê de bimînin û dewleteke federal bêye avakirin û di raya giþtî de jî bêye naskirin, dîsa jî garantî tuneye, ku paþê hukumetên li Iraqê werin ser text ji kurdan re tengasiyan dernexin, mafên ku ji kurdan re hatiye dayîn þûnde neyên girtin û êriþî baþûrê Kurdistanê neyê kirin.
Em Kurd mecbûr in îro van pirsan, pirs bikin, ji ber ku mentalîta dewletên ku Kurdistan dagirkirine mentalîteke ne demokratîk e. Li Rojhilata Navîn hemû dewlet bi dîktatorî têne îdarekirin. Ne tenê dewlet, lê belê pêþengên (elîtên) gelên Rojhilata Navîn jî bi giþtî di pirsa Kurdistanê de pir teng difikirin û mentalîta wan ya demokrasiyê tuneye.
Em Kurd soz û peymanên dagirkeran baþ dizanin. Di Rojhilata Navîn de dewleteke ku mirov di pirsa kurd û Kurdistanê de bi soz û peymanên wan baweriya xwe bîne tuneye. Di dawiya soz û peymanên wan de jenosîd, qirkirin, talanî, înkarî û barbarî heye. Ev jî ne bi dizî ye, eþkereye û diya-alem jî baþ dizane.
Kurd çiqas jî bi niyeta xwe ya baþ û durist qala biratî û dostaniya gelan bike, ev di piratîkê de li Tirkiyê, Îranê, Iraqê û Sûriyê wisa nîne. Em bixwezin an jî nexwezin, ji destê zilma zordaran di nava gelê kurd û gelên din de dijminahî heye û dijminahiyeke kûr e.
Divê Kurd ji niha de tedbîrên xwe yên serxwebûna Kurdistanê bigirin. Kurd ancax dikarin di Kurdistaneke Serbixwe de bê tirs û bi garantî di welatê xwe de bijîn. Wek din dê her demê pirsgirêk û astengî di nava Kurd, Tirk, Ereb û Farisan de hebe. Dê her dem tirs hebe, ku dagirker li dijî me tawanbariyên mezin bikin.
Niha di destpêkê de tiþtên herî mihîm li Iraqê avakirina zagoneke bingehîn û demokratîk e û têde garantî ji kurdan re hebe. Dema Amerîka jî vê zagona bingehîn bipejirîne, wê çaxê ji kurdan re di qada navneteweyî de rola statuyekê çêdibe û ew ji bo pêþerojê garantiyek e jî.
Di pirsa olî (dînî) de li Iraqê û Kurdistanê divê PDK û YNK rola xwe baþ bilîzin û bila pirsa olî û ya dewletê ji hev cida be. Heta bandora olî li ser dewletekê hebe, ew dewlet ji tengasiyan û þaþiyan xelas nabe. Welatê ku di nava dewletê de tiliya olî hebe, ew dewlet nikare bibe dewleteke demokrat.
Polîtîk li ser bingeha berjewendiyên hevbeþ dimeþe. Divê polîtîkeke baþ di dema xwe de ji bo berjewendiyên gel rola xwe bilîze û ji qelsiyên dijminan baþ îsîfade bê kirin.
Niha rewþ wisane ku Iraq pir qels bûye, divê Kurd ji qelsiya wan baþ îsîfade bikin û bi Amerîka re têkiliyên xwe pêþde bibin û çima,- îmkan ji bona îlankirina serxwebûna Kurdistanê li Baþûr tinebe?.
DYA niha li Iraqê Paul Bremer anî dewsa Jay Garner û hêdî, hêdî ber bi riya siyaseta Colin Powell dimeþe û tê gotin ku Polonya bibe desthilatdara Kurdistanê. Eger ne mumkun be Kurd pêþiya girtina desthilatên DYA an jî Polonya bigirin û ne mumkun be bi serên xwe Kurdistanê di vî demê de îdare bikin, wê çaxê baweriya min desthilatiya Polonya ji ya Amerîka çêtir û baþtir e, ji ber ku Polonya welatekî Ewropayê ye û wê çaxê Ewropa jî dîrekt an jî îndîrekt di nava pirsgirêka Kurdistan û Iraqê de ye, û li aliyê din, dê ji Tirkan re pir zor be, ku bi Polonya daxwaz û gotinên xwe bidin xebûlkirin.
Hewceye ku ez li vir çend gotinan li ser rola Polonya bêjim. Pir kes bawer dikin ku çima Polonya 200 leþkerên xwe yên bi taybet þand þerê Iraqê, loma Amerîka rolek wiha baþ di qada navnetewî de daye Polonya û Polonya bi vî awayî xelat dike. Raste ku Amerîka ji bona van tiþtan qîmeteke mezin dide Polonya, lê belê li aliyê din pirsgirêk ne tenê þandina leþkerên Polonya ji bo þerê Iraqê bû. Polonya ji aliyê îstixbaratê de gelek alîkariya Amerîka kir. Ji ber ku Polonya di dema Pakta Warþovayê de bi rejima Baas re û bi mixaberata Iraqê re têkiliyên wan yên baþ û xurt hebûn û ew înformasyonên wan yên di derheqê îstixbarata Iraqê de dan Amerîka. Niha rola Polonya di navbera Amerîka û UNO de bûye stratejiyek wek kevir ji bona tevgera manewrayê.
Wek tê zanîn, beriya þerê Iraqê û di dema þer de Almanya û hin welatên din li dijî þer derketin û rayedarên Amerîka Ewropa rexne kirin û pirsa ”Ewropa kevin” avêtin holê. Ez bawer dikim ne tenê ”Ewropa kevin” em dikarin qala ”Amerîka kevin” jî bikin, ji ber ku Amerîka di pirsa gelê kur de êdî ne wek berê difikire û hêviya min ew e ku Amerîka careke din bi gelê kurd re îxanetiyê neke.
Amerîka þerê dijî Sedam, ne tenê bi çek û sîlahan û teknolojiyê, bi telekominîkasyonê, bi taybetî bi e-mailan jî qezenç kir. Ji ber ku di dema þer de herroj ji General û Subayên mezin re bi dehan û sedan e-mail diþandin û ew dikirin bin pîskolojîyek xerab, loma ev þer zû bi ser ket.
Dinya-alem niha di pirsa Iraqê de hiþyare û li wê derê çi dibe di heman demê de li seranserê cîhanê belav dibe û eger kurd serxwebûna xwe îlan bikin dê ne mumkun be dewletên derdorê êriþ bikin baþûrê Kurdistanê û wek berê çi bixwezin bi kurdan bikin.
Di navbera Tirkiyê û Amerîka de nakokî û pirsgirêkên pir mezin hene û roj bi roj eþkere dibe û ber xerabiyê ve dihere. Heypevîna rojnamegerê navdar M. Ali Bîrand bi rayedarên Amerîka, Paul Wolfowitz û Marc Grossman re jî baþ nîþan dide, ku nakokiya di navbera wan de pir mezin e. M. Ali Birand di nivîsên xwe yên di 7, 8 û 9. Gulanê de li ser vê babetê pir berbifireh disekine û di nivîsa xwe ya di 9. Gulanê de bi awayekî dijwar rexnan li hukumeta AKP di pirsa teskerê û bazariya di navbera Amerîka û Tirkiyê de û hwd. dike û wiha dibêje: ”Em ji ser kerê de ketin û niha li xwe werqilîn” (Eþekten düþtük yeni farkýna varýyoruz)
Girîng e em Kurd bizanibin ji van tiþtan baþ îstîfade bikin, di qada navnetewî de ji xwe re dostan zêde bikin û rola geostratejiya Kurdistanê baþ bidin naskirin.
Tu kes nikare garantî bide ku çend salên din þûnde rewþ dê ji kurdan re baþ be, an, na? Ez bawer dikim bersivdayîna, vê pirsê pir zore.
Li aliyê din ne belûye ku di hilbijartina ku li Amerîka çêbe, Georg W. Bush vê carê jî di hilbijartinan de bi ser bikeve. Gelo desthilatiya demokratan di pirsa kurd û Kurdistanê de dê vê carê çawa be? û partiya demokratan vê carê bi kîjan fabrîqên aqil û fikir re (Enstitutên siyasî) bixebite em nizanin û nikarin niha bersiva van pirsan jî bidin.
Bi bîr û baweriya min, vê carê Georg W. Bush dê di hilbijartinan de li Amerîka bi ser nekeve, ji ber ku li Amerîka ji niha de gelek pirsgirêkên aborî hene. Yanê her çiqas jî Bush dixwaze þerê Iraqê ji xwe re di hilbijartinan de bike malzeme, dê dîsa jî bi ser nekeve.
Eger DYA dixwaze demeke dûr û dirêj li Rojhilata Navîn de bimîne û li wê derê demokrasiyeke xurt bide avakirin û daku aþîtî di nava gelên Rojhilata Navîn de çêbe û bi taybetî peymanên aþîtî di navbera dewletên Ereb û Îsraîl de çêbe, hewceya wan jî bi Kurdistaneke serbixwe heye.
Ew argûmanên dewlet û rayadarên di raya giþtî de û kesên dibêjin Kurd ne yek in û di navbera wan de pirsgirêk hene û Kurd nikarin yekîtiya xwe ava bikin û hwd, bi bîr û baweriya min, rastiyê nabêjin, bi realîte tevnagerin û gotinên wiha jî pir pilakatîv in, ji ber ku ne di navbera gelê Kurd de, di navbera partiyên kurdan de pirsgirêk hene. Mirov dikare bi taybetî bêje di navbera serokên partiyên kurdan de pirsgirêk hene, loma heta niha yekîtiyeke xurt di navbera partiyên kurdan de li Baþûr, Bakur, Rojhilat û Baþûrê biçûk çênebûye.
Pirsgirêk di navbera gelê kurd de li her çar perçên Kurdistanê tune û gelê kurd pir baþ dizane ku çi? ji bo xwe dixwaze!. Daxwaz û ramanên gelê kurd pir eþkere ne. Gelê kurd Kurdistaneke serbixwe, azad û demokratîk dixweze.
Tu partî û rêxistineke Kurdistan nikare niha bersivê bide vê daxwaza gelê kurd. Problem divirdeye. Di dinyayê de her dewlet û partiyên wan bi dîtin û daxwazên gelên xwe tevdigerin. Çima partî û rêxistinên kurdan wisa tevnagerin?
Gava qala dewleteke serbixwe ji bo Kurdistan tê kirin, herkes dibêje ev ne realîte ye. Gelo ew dewlet an jî kesên dibêjin Kurdistaneke serbixwe ne realîteye, ew ji realîtê çiqas fêhm dikin? Û bi xwe çiqas realîst in? Realîte gelê kurd e!, gelê kurd çi bixweze realîte ew e! Kesên raya gelê kurd li ber çav nebîne û negire, realîtê nasnake, tenê di kêleka realîtê re derbas dibe. Tu hêz û quwet êdî nikare daxwazên gelê kurd li ber çavan negire.
Ew dewletên Kurdistan dagirkirine çima pirsa gelê kurd heta niha çareser nekirine û nakin?
Ji ber ku mentalîte û kevneþopiya wan ya demokrasiyê tuneye, loma ditirsin.
Ji ber ku bi salane ji gelên xwe re di pirsa kurd û Kurdistanê de derew kirin û dek û dolab gerandine, loma ditirsin û naxwazin seltanata wan hilweþe, loma ew dijminên demokrasiyê ne.
Rewþa cîhanê êdî hatiye guhertin û ev ji dema þerê Iraqê vir de pir eþkere bû. Kurd jî mecbûr in xwe li gorî demê amade bikin û bi dîtin û ramanên gelê kurd tevbigerin. Eger partiyên kurdan di partîkê de li gorî daxwaz û dîtinên gelê kurd tevnegerin, wî çaxî dê ji partiyên kurdan re yên niha hene pir zorbe xwe di pêþerojê de di nava gelê kurd de bidin qebûlkirin.
Ji ber ku hemû partî û rêxistinên kurdan pirsa serxwebûna Kurdistanê ji programa xwe derxistine, loma wê ji wan re zor be. Dibe ku partiyek an dudu di programa xwe de qala serxwebûna Kurdistanê bikin, lê pir mixabin ew partî jî, ji ber ku ji zû de hene û heta niha pêþde neçûne û xwe ji îdeolojiyên biyanî xelas nekirine, bi realîte tevnegeriyane û di nava gel de pêþde neçûne, ji îro pêve dê ji wan re jî pir zor be programa xwe bi gelê kurd bidin xebûlkirin.
Gava dewletên dagirker hazir bûn ku bi me re di pirsa Kurdistanê de biaxivin, wê çaxê bazarî dest pê dike û kî baqil û jêhatî be dê serbikeve û wê çaxê mirov dikare li ser daxwazên maksîmûm û mînîmûm bisekine. Belê divê mirov bi daxwazên xwe jî realîst be, lê li aliyê din girîng e, ku daxwazên partiyên kurdan pir zelal û vekirî bin û gel jî bizane partiyên kurdan çi dixwazin.
Lê mirov nikare rewþa Baþûr û perçên din niha wek hev bibîne. Ji ber ku li Baþûr rewþ ne wek perçên Kurdistanê yên din e û kurdên Baþûr serê gelê kurd bi gotinên wala tijî nekirine, li gor rewþa xwe tevgeriyane û neketine nava þaþiyên mezin û kopîkirina îdeolojîyan nekirine.
Eger kurdên Bakur xwe (ev gotin ne ji hemû partiyan re ye) ji bin bandora qaþo çepên Tirkan û xwe ji bin bandora îdeolojiya Kemalîzmê, û ji gotinên antî Amerîka, Antî Îsraîl û hwd. xelas bikin û baweriya xwe bi gelê kurd bînin, dê serxwebûna Kurdistanê ji me kurda re di pêþerojê de ne zorbe.
Ew Kurdên îdeolojiya Kemalîzmê û þêweyên Kemalîzmê diparêzin û di bin bandora wan de ne, divê ne bi qirnaziyan û gundîtî, lê bi siyaseteke durist û raste rast ji gelê kurd re bêjin, ew çi dixwezin.
Bila ew jî baþ bizanin gelê kurd tucarî Kemalîzimê xebûl nake û ji wan re nabe kole.
Piraniya rewþenbîrên kurd pir belengaz in û pir mixabin, an xwe kirine bin bandora îdeolojîyan û yan jî di bin tesîra kesên ji siyasetê fêhm nakin de mane û yan jî navên xwe kirine rewþenbîr.
Rewþenbîrtî di nava gelekî de mertebeyeke pir bilind û mezine. Bi baweriya min rewþenbîrî ronahî ye, rastî ye, zanebûne, duristî ye, ji her fikrê re vekirî ye û bi taybetî realîste, ango li gor rewþa gel û welatê xwe tevdigere. Ne fedî ye ku mirov di partî û rêxistinan de kar bike, lê tiþtê herî fedî û þerm ew e, ku mirov rastiyê nebîne û realîtan înkar bike.
Hinek partî û kesên ji xwe re dibêjin em rewþenbîrên kurdan in, hê negihîþtîne, ji siyaseta cîhanê fêhmnekirine, tenê wek nêçîrvanan di pûsiyê de li ber nêçîrê sekinîne û li hêviya þaþiyên partiyên din yên kurdan sekinîne, ku ew ji þaþiyên partiyên din îstîfade bikin, jixwe re wek malzeme pê siyasetê bikin û bi vî awayî siyaseta xwe bimeþînin. Ji ber ku partî û kesên wisa bi vî awayî difikirin û li pê hesabên pir biçûk in, loma pêþde neçûne, xwe bi gelê kurd nedane xebûl kirin û bi ser neketine. Mirov dikare her tiþtî rexne bike. Tiþtê herî muhîm di vir de niyet e. Eger partî û rêxistinên kurdan bi niyeteke baþ li pirsa yekîtiyê binêrin, hevdû qebûl bikin û bixwezin diyalog di navbera wan de berdewam be, wê çaxê divê bi gotinên xwe bi hev re nerm bin, heriyê neavêjin hevdû, ji hevdû re çêran nekin û agir gur nekin, bi zimanekî nerm ji hevdû gilî û gazinên xwe bikin. Gava mirov tiþtên xerab ji hevdû re bêje, dilê hevdû biþkîne û di tevgera xwe de ne durist be, wê çaxê mirov di gotinên xwe de çiqas jî baþ be, bi hevdû nikare bide xebûl kirin. Pir mixabin qanûn û biryarên dinyayê wisa ne.
Pir mihîme ku ez li vir tiþtekî aktuel bêjim. Em çend rewþenbîr, me Bangewaziyek ji bo yekgirtina hemû hêz û rêxistinên niþtimanperwer li seranserê Kurdistan kir û armanca me ewe, ku hemû partî û rêxistinên kurdan û bi taybetî partiyên mezin werin cem hev û di vê dema baþ de yekîtiyekê di nava hevde çêbikin û bila êdî þaþî û nebaþî ji nava partiyên kurdan rabin. Lê pir mixabin hên hinek rewþenbîr dibêjin çima bangewazî ji KADEK ê re çêbûye, em qebûl nakin. Ev mantiq ji bona rewþenbîran gelekî mantiqeke þaþe. Niha em qebûl bikin an jî qebûl nekin û em jê hez bikin an jî hez nekin, KADEK heye an na? Rola wê di tevgera Kurdistanê de heye an na? Yanê realîteye an na? Mirov nikare wisa çav kor be û realîteyê înkar bike an jî di kêleka realîtê re derbas bibe.
Siyaset ji bona çav û rûyan nameþe. Siyaset navê wê li sere, siyasete. Yan em realîteyan qebûl û nasdikin an jî heqê me nîne em gelê xwe bi gotinên rewþenbîriyê û welatparêziyê bixapînin.
Kesên bixwazin alîkariya vê Bangawaziyê bikin, dikarin di malpera PEN’a Kurd de bixwînin û bi riya e-mailê piþtgiriyê bikin. Adresa malpera kurd ev e-: http://www.pen-kurd.org
Nîþe (Not):
Bang û tika (rica) min ew e ku kesên vê gotara min bixwînin bi kurtayî dîtin û ramanên xwe ji min re binivîsin e, ezê pir kêfxweþ bim. Mirov nikare di gotarekê de bersiva her tiþtî bide, hêviya min ew e, ku her xwendevan û rewþenbîr, nivîskar û hwd. keda xwe têke nava vê babetê û bîr û baweriyên xwe binivîsîn e.
|