|
Di dirokede iro |
|
|
Rojek wek îro... 1922 0 Roj dikeve Zayîça Kevan ( 23 Çiriya Paþîn - 21 Çiriya Paþîn ).
|
|
|
|
| |
RADIYOYA TEHRANÊ BI MIN RE HEYPEYWÎN ÇÊ KIR
(847 gotin) (4876 car hat xwendin)
FUAT AKPINAR
Email: akpinar@t-online.de
ALMANYA 24.04.2003
Radiyoya Tehranê ya dewleta Îranê bernama kurdî bi min ra di roja 22.04.2003 da heypeyvînek çê kir û dê ev heypeyvîn di radiyoyê da bi kurdî û Farisî bê weþandin. Pirsên radiyoyê ev bûn:
Hûn derheqê çû yîna wezîrê Firansa li tirkiyê çi difikirin?
Rola tirkan di þerê Iraqê da çawa nirx dikin?
Rola dewleta Almanya çawa dibînin?
Min wiha got: “Ez bawerim ku armanca wezîrê Firansa eve ku ji ber ku ew berya þerê Iraqê ku li dijî derketin û di vî siyaseta xwe ya bi Almanya û Rûsya ve bi ser neketin, loma Firanasa hêvîdare ku bi Tirkiyê ra têkiliyên xwe xweþ bike û bi tirkan ra di avakirina Iraqê da bibin xwedî soz û ew jî ji hêla aborî da îstifade bikin. Lê berî her tiþtî mihîme ku bêjim dewleta Firansa him di warê aborî da û him jî di dîplomasiyê da pir pêþda çûye û bûye motora Ewropayê. Dema mirov li dîroka Firansayê dinêre Firansiz di dîplomasiyê da pir xurtin. Bi înstiyatîfa Almanya Firansa û Rûsya xwestin ku bi hev ra pêþiya þerê li dijî Sedam Huseyîn bê girtin.
Ango agahdariyên rojnameyên Amarîka û Îngilîz van rojana tiþtekî baþ nîþan dide ku ew her sê dewletên ku li dijî siyaseta Amerîka ya þerê Iraqê derketin, ji bona berjewendiyên wan bû.
Di agahdariyê ji înfarmasyonê îstixbarata Iraqê da derketine, tê da dibêje “Eger Almanya, Firansa û Rûsya pêþiya wî þerî bikaribin bigirin û Sedam Huseyîn li ser text bimîne, di pê dijî þer ser ketina van dewletana dê Sedam Huseyîn êdî ji bilî van dewletan Almanya, Firansa û Rûsya, ji bo ava kirina Iraqê û projên di Iraqê da bêne çê kirin, nede tu kesî.” Ev jî vî tiþtî baþ ray dide ku ewan dewletana ne ku ji bona mafên mirovan tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin û dixwestin pasta Iraqê di nav hev da parve bikin.
Ez bawerim ji ber ku dewleta Almanya ev cara yekeme li dijî siyaseta Amarîka derdikeve, dê di pêþerojê da têkevin tengasiyên pir mezin, jixwe aniha li Almanya kirîza aboriyê pir mezin bûye û mumkine hikûmeta Gerhard Schröder di demek pir kurt da bi hilbijartineke nû ji hikûmetê bikeve. Niha li vir tiþtek mihîm heye divê vî jî bêjim, dema mirov li dîroka Almanya dinêre, di tu demê da kevneþopiya Almanya demokrasiyê tuneye. Almanya di pê þerê cîhanê duwemîn dema Hîtler þûnda bi saya Amerîka û bisaya Marshall Plan nûva ava bû û li Almanya qanûn û dezgehê demokrasiyê hate avêtin. Yanî Almanya muhtacî Amerîka ye, ew di saya Amerîak da wisa dewlemend bûne û pêþda çûne. Lewma dewleta Amerîka niha li diji Hikûmeta Almanya pir bi hêrse û bawerim Almanya dê fatûra vî tiþtî pir bi bedelê giran bide.
Mesela rola Tirkiyê eve ku Tirkiye bawer dikir ku Amerîka wê daxwazên wan qebûl bike û ew jî bi kêfa dilê xwe bikevin baþûrê Kurdistanê û welatê me yê Baþûr talan û wêran bike û bixwaze pêþiya tevgera baþûrê Kurdistanê bigire. Ji ber ku Amerîka di destpêkê da nedixwest ku Tirkiye ji bîst an jî sî kîlometre zêdetir di sînorê Iraqê da (baþûrê Kurdistanê) derbas nebe, loma tezkere di parlemena tirkan da derbas nebû û ew xewn û xeyal û planên tirkan tevli hev bû û kete çopê.
Lê belê tiþta herî mihîm ew bû ku gelê me yê baþûrê Kurdistanê bi bîr,bawerî û dilsozî û bi înat li dijî dagirkerên tirk derketin, ber xwe dan û rabûn ser piyan û nehiþtin ew plan û proja dewleta tirk bi kar bê. Gelê me yê baþûrê Kurdistanê ev duzdeh sale bi kar û xebatek bê westan, delal, qerdir û bi qîmet ji bo gelê kurd kar kiriye û di pirsa mînorîtan (hindikahî) da mafê wan daye û bi taybetî azadî ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû mînorîtên ku di Kurdistanê da dijî berfireh heye, ev tiþt jî maqûltiya partî û rêxistinên gelê me yê baþûrê Kurdistanê bi taybetî PDK û YNK nîþan dide.
Divê em vê jî baþ bizanin ku niha dem ji bo kurdan baþ derbas dibe û heviya me ewe ku ev baþî bidome heta ku çareserek fermî ji bo Kurdistan di raya giþtî da bê nas kirin.
Ez bawerim eger vê carê Amerîka xwedî li soza xwe derê û nekeve þaþiya û ne tenê ango berjewlendiyên xwe ango berjewendiyên gelê Iraqê û bi taybetî gelê kurd tevbigere û ew soza wan daye ji Iraqê ra fedralî û demokrasî ji Kurdistanê ra azadî pêk bînin û di van xalan da nekevin þaþiya dê di siyaseta xwe da ser bikevin. Ji xwe hêviya gelê kurd jî eve. Lê li aliyê din divê kurd jî baþ bizanibin ku êdî siyaseta antî Amerîka hatiye îflas kirinê û divê kurd di vî xalî da tu carî nekevin nava þaþiyan û dijîtiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka nekin.
Dawiyê da radyoya Tehranê ji bo nêrînên min sipasiya xwe kir û min jî sipasiya wan kir ku ev îmkan da min ku ji kurdên li Îranê dijîn nêrîn û ramanê xwe bi dengê radyoya wan bigihîjînim gelê kurd û Faris.
Ev heypeyvîn 15 deqe kudand.
|
[ Vegere: Fûad SÎPAN | Indeksa Beþan ] |
|
|