SİYASETA ÇİRTO Û VİRTO Lİ TİRKİYÊ BERDEWAM E
(950 gotin) (4361 car hat xwendin) 
SİYASETA ÇİRTO Û VİRTO Lİ TİRKİYÊ BERDEWAM E
Almanya, 12. 08. 2005 — Beriya ku Serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdoğan di 12.08.2005an de here Amedê, wî di 10.08.2005an de di wezareta xwe de bi qaşo hinek rewşenbîrên Tirk re civiya û di pê re daxuyaniyek da û wiha got, “Evet bir Kürt sorunumuz var” ( Erê pirsgirêkeke me ya Kurdî heye ). Recep Tayyip Erdoğan li Amedê jî gotinên xwe dubare kirin û wiha got, ”Kürt sorunu benim sorunum” ( Pirsgirêka Kurdî pirsgirêka min e )
http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~1@w~2@nvid~616646,00.asp
Ka em guh bidin nîniyên Recep Tayyip Erdoğan yên berê ku min di gotarên xwe yên berê de nivîsîbûn û ezê paşê dîsa vegerim ser mijara jor :
URIS - Moskow dem 24. 12. 2002
Pir zêde zeman derbas nebû di roja 24.12.2002 Erdogan li Moskovayê bi karkerê Kurd Zülikar Boran re, yê ku ji Qersê ye, li ser kêşeya Kurd kete nava nîqaşan û got: "Ez dibêjim kêşeyake wiha tune ye." Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Hürriyetê ( Genel Yayin Yönetmeni ) Ertugrul ÖZKÖK di nivîsa xwe ya roja 26.12.2002'yan de der heqê Erdogan de wiha dinivîsîne: Erdogan'ın "yakın çevresinden" bir kişi şunu söylemiş: "Genelkurmay ne derse hükümet olarak biz ona uyarız, onun ötesinde bir davranış tarzımız ve sözümüz olmaz. "Kesekî ji derdora" Erdogan ku zêde nêzîkî wî ye wiha gotiye : "Serleşker çi bibêje em wekî hikûmet pêk tînin. Ji bilî wê, em nikarin bi awayekî din tevbigerin û em tiştekî jî nabêjin." Belê eger Erdogan ji niha ve, vê yekê bike, ewê di demeke pir kurt de felaketeke mezin bîne serê xwe û serê partiya xwe. Gotineke Tirkan heye, dibêjin: "Herkes gider Mersine, bizimki gider tersine." Niha jî tifaqa Erdogan û hikûmeta wî ye, herkes dihere Mersînê, Erdogan û hikûmeta wî jî diherin tersînê. Dewlet û hikûmet ji bo ku ji gelê xwe re xizmetên baş bikin li ser îktidarê ( desthilatdariyê ) ne. Dema şaşiyan û nebaşiyan bikin, dibe ku ji îktidarê bikevin û kesên diha baş siyasetê dikin werin ser îktidarê. Dewlet bi çirtotî û virtotî her dem nameşe. Di dîrokê de gelek dewletên li gelê xwe û gelên din neheqî, xirabî, nebaşî û înkarî kirine, ji holê rabûn; çûn ketin çopa dîrokê.
http://www.pen-kurd.org
BEYRÛT-ROJNAMA HAVADIS meha yek 2004
Ka binêrin qubedeyî ( kabadayı ) yê Kasim Paşa Recep Tayip Erdoğan ji vir demek berê di der mafên Kurdan de di rojnameya ereban de, ya bi navê ”Havadîs”, ku li Beyrûtê têye weşandin, di meha yekem a sala 2004an de çi? Dibêje, ew derbarê mafên Kurdan de wiha dibêje, “Eger li Arjantînê jî dewletek Kurdan bêye damezirandin, emê li dijî wê jî şer bikin”.
http://www.pen-kurd.org
NORVEÇ - Oslo dem 11. 04. 2005
Recep Tayyip Erdoğan di serdaneke xwe de li baytextê Norveç, li Oslo, di pirsa Kurdî de wiha dibêje:
Kürt azınlığı kavramı yok ( têgehek hindikahî bi navê Kurdî tine ye )
http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~1@w~2@tarih~2005-04-11-m@nvid~561948,00.asp
Sedemên guhertinê çi ne ?
1 - Amerîka zorê li Tirkan dike, ku Tirk di siyaseta xwe de di pirsa gelê Kurd de guhertinan çê bikin.
2 - Ji ber ku dema muzakerê bi Yekîtiya Erwopa re hindik maye, Tirk dixwezin bi van daxwiyaniyan devê Ewropiyan di pirsa Kurdî de bigirin.
Ji ber ku serleşkeriyê ji Recep Tayyip Erdoğan re gotiye erê, loma hukumeta Tirk ji bo van sedemên li jor dixwaze çavên xelkê di pirsa Kurdî de bigire. Jixwe hên ne belû ye, ku Tirk di 03.10.2005an de dest bi muzakerê bikin yan na. Ji dewletên Ewropa, bi taybetî Firansa, ji niha ve bi dîplomasiya xwe dest pê kiriye, ew li dijî muzakera di meha dehan de bi Tirkan re dertê û Firansa ji 25 dewletên YE re name bi rê kiriye, ku li dijî dan û standina Tirkan bi YE re derkevin.
Niha çi bû, ku Serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdoğan helwesta xwe guherand.
Jixwe di gotara Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Hürriyetê Ertugrul ÖZKÖK de baş tê xuyakirin, ku Recep Tayyip Erdoğan bê destûra serleşkeriyê nikare ti tiştekî jî bibêje. Çimkî Recep Tayyip Erdoğan bi daxwaza serleşkeriya Tirkan hate ser text, ger wisa nebûya, wî serokwezîrtî di xewna xwe de jî nedidît.
Ev gotinên Recep Tayyip Erdoğan, ku ew pirsgirêka Kurdî dipejirînin qet ti tiştekî jî îfade nake, heta dewleta Tirk bê sînor mafê gelê Kurd qebûl neke, binê van gotinan hemû jî vala ye, tenê ji bo demê ji bilî çivanokiyê ji ti tiştekî re jî nabe û ti kes jî li ser van gotinan nayê xapandin. Serokwezîrê Tirkan yê kevin Sulêyman Demirel jî di sala 1991an de li Amedê got, ku goya ew realîta Kurdî nasdikin. Di dema Demirel de ji bo Kurdan çi hatibe guhertin, wê di dema Recep Tayyip Erdoğan de jî ew bêne kirin. Belkî di vê demê de tiştên diha talûke li dijî Kurdan li Bakur bêne ceribandin. Lê ji ber ku dewlet ne durist e û di tengasiyeke pir mezin de maye, loma ew her carê ceribandineke nû dikin. Nasredîn Xoce rojekê dihere ber golê, hinek mast wek havên davêje nava golê, ku bimeyîne. Mirovek jê dipirse, dibêje Xoce ! Tu çi dikî ? Ew dibêje, ez golê dimeyînim. Ew mirova jî jêre dibêje, Xoce ev gol dê çawa bi vî mastî bimeye ?. Xoce jî dibêje, lê belkî meyî !. Niha tifaqa Tirkan û Pirsa Kurdî ye. Tirk dê her carê tiştekî biceribûnin.
Almanya, 12. 08. 2005
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )
fuadsipan@yahoo.de
|