 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1991 Kurdê Başur, ji ber êrişên Sedam kocber bun
|
|
|
 |
| |
WEK GUFTÛGOYEKÊ LI GEL NÎZAR AGRÎ:
(787 gotin) (4739 car hat xwendin) 
WEK GUFTÛGOYEKÊ LI GEL NÎZAR AGRÎ:
REWŞENBÎR LÊBORÎNÊ DIXWAZE
DEMA KU BAWER BE KU EW ŞAŞ E
NE JI BO KU XWE CELID BIKE !!! ş
Belê rewşenbîrê rast ji cegerdariya xwestina lêborînê diyar dibe lê cegerdariya lêborînxwestinê nayê wê wateyê ku ew xwe celid bike û bigihê sînorên xwekuştina ramanî û xwedayina ser riyên xwe bidarvekirinê û giriyê li ser bermayan !!??
Rewşenbîr gotina xwe ya pêbawer dibêje û dihêle ji dîrokê re !!!
Rewşenbîr li bende namîne ku xelk jê re piştî her gotarekê li çebka xin û bêjin eferim te tariya me ronî kir !!!
Gotina rewşenbîr ya rast cihê xwe bi hêminî li nav rûpelên dîrokê dikole !!!
Encama gotina rast ne adinî rojê diyar dibe !!!???
Rewşenbîr mîna siwaran pênûsê – şûrê – xwe di firtona yekem de û bi hêsanî ji destê xwe bernade û ji ser pişta hespê xwe nayê xwar !!!
Nîzar Agrî ez jî ne bi pir nerînê te re bûm û ta radeykê min hin nerînên te şaş didîtin û ji min re cê pirsên mezin bûn lê her dem cegerdariya nerînên te li cem min cê rêzê bûn !!! Û tucarî guman li cem min li ser te çênebû ye ku tu dixwaze masiyan di ava girikî de bigire !!!
Helbet mafê te ye ger tu ji nerînên xwe ên “şaş” ( dema tu ji şaşbûnê bawer be ) vegerî lê ne ji mafê te ye ku tu pênûsê xwe ji destê xwe bavêje ji ber ku ew ji sermiyanê miletê te ye , di dîrokê de gotina rasteqîn buhayê wê bilind e û tu bi xwe zane ku pir rewşenbîran çendîn qelenê giran dane ji ber ku gotina ku ew pê bawer bûn gotine û li benda tu qezencan nemane û her û her ji gotina ku ew pê bawerin ji ferhenga cîhana afirndina xwe ne avêtine !!!
KESÊ siyasetmedar dikare reşbîn be lê tucar û tucar ne ji mafê kesê rewşenbîr e ku reşbîn be ji ber kesê kewşenbîr çavê gelê xwe ye dikare carna rwerewkê bibîne lê riyên reş û xitimî ne cîwarê wî ne !!!
Dema yekî rewşenbîr gotina ku rast dibîne dibêje ne ji ber ku ew li taç û serayan digere dibêje ji ber ku bi destxistina taç û serayan pir hêsantire ger mirov gotina çewt bibêje !!!
Mane tenê kesê bi xwe nebawer dikare ji cirîda rewşenbîrî bireve û bixwebawerî qet ne ewe ku mirov ji “ şaşiya “ xwe venegere lê “ rev “ jî ne çareye û ne jî ji mafê kesê rewşenbîre !!!
Tev li ku ez baþ dizanim ku gotara te rengek ji rengê tiracîdiya ken e lê dîsan min mat dihêle !!
::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::
TÊBÎNÎ : Ev gotar bersiva gotara EZ ŞAŞ BÛN ya N.Agrî ya ku bi zimanê Erebî di Afaq Kurdistan , Amûdê.com de weşya ye !!
Ingilistan 16. 05. 2005.
Birayê we : Mervanê KELEŞ
mervan111@hotmail.com
mervan112@yahoo.com
|
[ Vegere: Mervanê Keleş | Indeksa Beşan ] |
|
|