MEJÎYÊN JI DARA SÎSEM BÛWÎN ABANOS Û WASHINTON POST
(752 gotin) (4381 car hat xwendin)
M. Þerif MÜÞTAK
MEJÎYÊN JI DARA SÎSEM BÛWÎN ABANOS Û WASHINTON POST
Rojname a Washinton Post bi nûçeyên bi vir û derewan bûwe qatilê þehîdên Hewlêr e. Tecawizî serketina gelê Kurd û Kurdistan dikê. Pêwiste ko hikomata herêma Kurdistan bi lez û bez dozê li rojname a Washinton post vekê. Deqene çapemenîya cihanê jê sudwergirê. Kurdên destên wî di karin pênûsê bigrê, bila bi lez û bez nerazî bûna xwe bi rêya çapemenîyê eþkere bikin. Li ser mejîyên weke washinton post bibin gûrzê Rostemê Zal.
Ez dara sîsemê bi dara tûwê nas dikim. Dara tûwê û dara Tûþêmê binebira ne. Darên tûwa hin jê bêber (sêhr) in. Fêkîyê dara tûwêve sipî, reþ û xemrî ye. Ko bergir bê, berê wê lib libî ye û tama wê ji hev cida ye. Dara Tûþêmê berê wê reþe, tama wê miz e, bi dara Tûwê ve tê fetrûm kirin.
Dara Tûwê û Tûþêmê ko di kevin nav avêde, hingî sal di sere derbas dibin qayîm û xwûrtir dibê. Li ser þet û golên avê ji dara Sîsemê gemî dihatin çêdikirin, bi sala di nava avê de dimînê, narizê. Pez dewar jî lê siwar dibê, têde rîx dike, dîsa na narizê û piþtî sed sala ji nûve dibê Abonos
Mejîyên xebatkarên çapemenî, partîyên sîyasî,…û berpirsîyarên dewleta Tirk weke dara Sîsem mejî li wan bûwe Abanos. Ko di nav qirêj û gemar ê de hingî dimînê, sal di sere derbas dibin hiþktir, genîtir û Kurd kûjtir dibin. Dara Sîsem ko ji Abanosbûnê di kevê, êdî na þewtê, ko di kevê nav agir de di kizirê. Mejîyê rêberên Tirko jî weke Abanosê wextê xwe dadigrê ko bi kêr þewatê jî newê. Rojname a wshinton post jî di þibê fetrum kirina Tûþêmê.
Meqalên mi xwendin, yek jê bi sernivîsa „ Türkmenler zor durumda (Tirkoman di tengasîyêde ne)“ ji pênûsa Fikret Bila di rojnameya Mîllîyet`ê de. Gotîye „li baþûrê Kurdistanê hingê diçê rewþa Tirkomana xirabtir dibê. Li Kerkuk îdare bi tevayî ketîye destê PDK û YNK de, zordarî gihaye heya bi revandina xelkê Ereb û Tirkoman“. Nûçeya ko Rojnama Washinton Post bi vir û derewan weþandî ji bo xwe kirîye belge.
Desthilatdarîya Kurda nabînin, karbarên Pêþmerge xirab nîþandidin, girtina Murat Zîya ko hemwelatî û ajanê Tirka ye dikin mînak. Poste a nefermî ji bo Tirkomana ji Tirkîye diçin, nagihin destên Tirkomanan, weke zordarîyekê pejirandin e û nivîsên xwe pê di xemilînin.
Fîkret bîla û kesên ko weke wî mejîyên wa bûne Abanos, bûne tolên dagirkeran, darkê tevdanê, dûwê fitne û fesadîyê ji dûvkê wan di rêsê. Nivîsên wa hemû bi gelacîyê pêçayî ne. Çalekîyên terorîstî ko li Kerkuk û îro li Hewlêr bûwîn bêhna mejîyê wayê ko genî bûwî jê tê. Dagirker di xwazin rojnamên weke washinton post ji bo xwe bikin qatilê gelê Kurd, di çapemenîyê de gelê Kurd xirab bidin naskirin. Divê rastîya washinton post derkevê.
Washinton Post bi nûçeyên derew û genî çi ji gelê Kurd ko belengaz û bê zerer e di xwazê ?
Rojname a Washinton Post þaþîkir, an pere ji Tirka wergitine vir û derewan li Kurda dikê ?
Rojname a Washinton Post bi nûçeyên bi vir û derewan bûwe qatilê þehîdên Hewlêr e. Tecawizî serketina gelê Kurd û Kurdistan dikê. Pêwiste ko hikomata herêma Kurdistan bi lez û bez dozê li rojname a Washinton post vekê. Deqene çapemenîya cihanê jê sudwergirê. Kurdên ko destên wî pênûsê karê bigrê, bila bi lez û bez nerazî bûna xwe bi rêya çapemenîyê eþkere bikin. Li pêþî û ser mejîyên weke washinton post bibin gûrzê Rostemê Zal.
Dijmin di zanin wexta ko firset bi kevîn dest Kurda, Kurd gelek çeleng û çakin. Murat zîya û gelek kesê ko Tirk hatibin girtin, ji ber kiryarên ne yasayîne. Dest dirêjahîyê bikin, ji mafê Kurdaye ko wan destan karibin biþkînin.
Dûhî li Êrîvanê jî bi navê Yektan Türkyilmaz dest dirêjekê Tirko bi navê lêkolînvanîyê ko çûwî Ermenîstanê, hatîye girtin hûn ji bo vê çi dibêjin?
Yektan Türkyilmaz di Zanîngeha DUKE bakurê Caroline Emerîqan di mînê û li wir di xebitê. Bi wî re gelek belge û dokumentên li ser fermana Ermenîyan xwestîye bi revênê, li firokxana Erîvanê de hatîye girtin. Ermenîyan gotîye ew ajanê Tirko ye, ne lêkolîn vane. Ji bo fermana Ermenîyan ji rastîyan derxin Tirkîye ew rêkirî ye ko Belgên Fermana Ermenîyan bi dizin. Ev plana Roma Reþ jî vale derket.
20. 06. 2005
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|