RÊYA BEXDAYÊ ÊDÎ DÝ HEWLÊRÊ RE DERBAS DÝBE
(659 gotin) (4228 car hat xwendin)
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )
RÊYA BEXDAYÊ ÊDÎ DÝ HEWLÊRÊ RE DERBAS DÝBE
Almanya, 17.05.2005 - Bi vê serdana wezîra karê derve ya Amerîka birêz Xanima Condoleezza Rice di 15.05.2005an de li Kurdistana Azad, pêwendiyên Kurdan û DYA êdî ketin qonaxeke nû. Nirx û kalîta pêwendiyên Kurd û Amerîka jî roj bi roj zêdetir û bilindtir dibe. Hewlêr êdî him di siyaseta Iraqê de, him jî di pêwendiyên bi DYA û dewletên din re xwedî gotineke taybet e. Serdana birêz Xanima Condoleezza Rice li Selhadînê bi kek Mesûd Barzanî re xuya dike, ku siyasetmedarên Amerîka baþ fêhm kirine, êdî rêya Bexdayê di Hewlêrê re derbas dibe. Bê guman rola kek Mesûd di vir de roleke sereke ye û Amerîka jî vî tiþtî baþ dizane. Jixwe ji vir demek berê jî birêz Xanima Condoleezza Rice ji bo ku hukumeta Iraqê ya nû zûtir ava bibe, ji kek Mesûd re bi têkiliya telefonê tika-rica kiribû, ku ew alîkar be, da ku hukumet ava bibe. Van bûyerên dawîn hemû nîþan didin, ku bêyî gotina Kurdan êdî siyaset li Rojhilata Navîn nameþe û Amerîka jî li gorî vê realîtê tevdigere. Êdî ne mimkun e, ku Amerîka careke din bi Kurdan re bêbextiyê bike û Kurdan bike qurbana siyaseta menfiat û berjewendiyên xwe. Çimkî berjewendiyên Amerîka di Kurdistanê de jî hene. Amerîka dibîne, ku Kurd ne tenê bi desthilat in, herwisa bi desthilatiyeke demokratîk in û Kurdistan jî cihê herî aramî û bi emniyet e. Lê bi qasî ku berjewendiyên Amerîka ji wan re girîng in, berjewendiyên Kurdan jî ewqas ji Kurdan re girîng in. Siyaset dan û standin e.
Ji bilî Kurdan ti kes xwediyê baþûrê Kurdistanê nîne. Hukumeta Iraqê jî dê nikaribe li Kurdistanê bi desthilat be. Desthilatiya Kurdan dê li ser Iraqê hebe û jixwe bi serokkomariya mam Celal Talabanî û hukumeta bi koalîsiyon di navbera Kurd û Þiîyan de hîmê desthilatiya Kurdan hate avêtin. Amerîka jî vê rastiyê dibîne, loma ew jî dizanin, ku bêyî riza Hewlêrê dê li Bexdayê ti tiþtekî siyasî nemeþe. Amerîka jî li gorî van þertan dîplomasî û stratejiya xwe amade dike û dide meþandin.
Ji ber ku berê ti perçeyekî Kurdistanê Azad nebû, loma gotina dijminên Kurdan li ba Amerîka û li ba dewletên din derbas dibû. Bi taybetî jî gotina Tirkan li ba Amerîka derbas dibû, çimkî Tirkiye endama NATO ye û Tirkan ji Amerîka çi dixwestin, di heman demê de gotina wan dihate cih. Amerîka jî ji Tirkan re bigota þeq Tirkan jî digotin teq û her daxwazên Amerîka bêyî li ber rabûn dihatin pejirandin.
Tirkan bawer dikir, ku dê heta hetayê bi siyaseta xwe ya çirto û virto bidomînin. Lê di dema þer û di pê þerê Iraqê re û heta niha navbera Tirkan û Amerîka xerab bûye û ne mimkûn e, ku pêwendiyên wan wisa bi hêsanî bê veherandin, temîr bibin; çimkî Tirkan hilweþandinên, tehrîbatên mezin li hemberî Amerîka kirin, ku selihandin û çêkirin jî êdî wek xeyal têye xuyakirin. Tirkan kap avêt û bawer dikir, ku dê bi siyaseta xwe ya fort û zirtî (blöf) Amerîka bîne ser xêza xwe, lê hêsabên wan yên malê li yê derve li hev nehatin.
Eger Kurd berdewamiya serkeftina siyaseta xwe dixwazin, divêt saniyekê jî dem derbas nekin, zûtir hukumeta xwe çêbikin. Heta hukumeta Kurdistana Azad ava nebe û serokê wê belû nebe, nikare behsa federasiyonê jî bike. Þert û þirûtên federasiyonê jî hene, tenê bi gotinan û bi niyetan nabe. Divêt Kurdistana Azad, parlamen û hukumeta Kurdistanê bi kirinên xwe ve cîhanê îqna bikin, ne bi gotinên xwe. Kesên nikribin pirsên xwe yên malê çareser bikin, nikarin dersan jî bidin xelkê. Niha serê gotina siyasetmedarên Kurdistana azad federasiyon e û binê gotina wan federasiyon e. Lê kanî hukumeta Kurdistanê? Kanî serokê Kurdistanê ?
Almanya, 17. 05. 2005
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )
fuadsipan@yahoo.de
|