|
Di dirokede iro |
|
|
Rojek wek îro... 0 Li, Qaþo Tirkiyê, Roja Mamosteyan.
|
|
|
|
| |
BÝJÎ CÝWANÊN KURD
(610 gotin) (4928 car hat xwendin)
BÝJÎ CÝWANÊN KURD
NA JÝ ÇANDA TÝRSÊ RE !!
Min di gotatreke xwe de berî demkê hêvî ji Tevgera Kurdên Rojava kiribû ku ciwanên Kurd destek bikin û bibin pir ji wan re û serpêhatiyên xwe têxin xizmeta wan de û wan ji þêwirmendiya xwe dûr nexin û rê li ber wan negirin ! Ji ber ku heger em rê li ber wan bigirin dibe ku ji bin kontrola Tevgerê derkevin û ji ber xwîn germiya xwe zirarên mezin bigihînin xew û MÝLETÊ xwe !!
Bi çanda tirsê û hegerê em nema KARIN rê li ber ciwanên xwe bigirin û emê wan dûrî xwe bibin û dibe ku nezaniyek weha ciwanên me têxe bin bandora kesên ku ji bo berjewendiyên kesayetî û teng dilivin û ew sosretekê bi ser me û xwe de bînin !!!
ÇANDA TÝRSÊ nema rê li ber ciwanên me digire !! Ciwanên me nema ew ciwanên berê ne. Em tev dizanin ku cîhan pir biçûk bû ye û ciwan her tiêþtî dibînin û dibihîsin nemaze ev guherînên mezin ku li rex me li dar dikevin û ji xwe ciwanên me bi her hawî û demî tên çewisandin û riyên hêviyan li ber wan ji zû ve hatine girtin îca di rewþeke we ha de heger ne bi zanebûnek bilind û hestek pir nêzîkî hastên ciwanan em li gel wan bin dibe ku em wan ji dest xwe berdin !!
Lê helbet li vir berpirsyariya CÝWANAN jî pir mezin e ji ber ku ew xwe didin ser riyeke pir dijwar û qedera milletê xwe dihejînin û wê ber bi rewþên nediyar ve dibin , îca ji CÝWANAN tê xwestin ku erkên xwe baþ bizaninbin û bi hest û zanebûnek dîrokî bilivin ! Divê ew çalakiyên xwe bi kontirolkirineke þaristanî û aþityan e li dar xin û di çarçoveya kirinên mirovan e de bin û ji kiryarên zorê û tevdanê dûr bikevin û tu mehnan nedin destên tu kesî ku wan û gelê Kurd ê rojava bikin hedefên sitemkaran û þovinîstan !!
Ji Tevgera Kurd a Rojava tê xwestin ku rê li ciwanan negire û bibe sîdara parastina wan û riya xwîn germiya wan û destên wan ji destê xwe bernede !!
Ingilistan 15. 04. 2005.
Birayê we : Mervanê KELEÞ
mervan111@hotmail.com
mervan112@yahoo.com
|
[ Vegere: Mervanê Keleþ | Indeksa Beþan ] |
|
|