WÊNEYÊ MESUD BERZANÎ HAT ÞEWTANDÝN Û KEMALÊ SOR HAT KÛÞTÝN !
(1096 gotin) (4634 car hat xwendin)
M. Þerif MÜÞTAK
WÊNEYÊ MESUD BERZANÎ HAT ÞEWTANDÝN Û KEMALÊ SOR HAT KÛÞTÝN !
Ko li dagirkerên Kurdistan teng dibê rûwê wa ji ber zor, zilm a kirîn û bi hevre dayîn kirin sor û reþ dibê. Lêvên wa di çilmisin, çavên wa û serê wa nizim dibin, dûvikên xwe têxin nav ranên xwe, xwe tavêjin ser çokên xwe û xwe tavêjin ber lingên xwirta. Weke ne ew bûn ko meydan di xwestin di gotin „ABD û qewetên hevpeymanan beyî me nika tibikin“ Tirko heroj xetên sor zêde dikirin.
KONGRA GEL jî di got „Baþûrê kurdistanê dewleta emerîqan avakirî ye û Emerîqan kengê ji Iraqê derkevê Kurd wê dîsa hilweþin.“ Weke ko li benda barkirina Emerîqan bûn dîsa þerê Kurd û Kurdistanê bikin. DEHAP û DTH jî mafên sîyasî ko gelê Kurd di xwazê pê rabê red dikin, bi çepên Tirk re heya Xabûr li dijî Emerîqan protesto çêkirin û þerê Emerîqan dikin.
Niha DEHAP daxwîyanîk da çapemenîyê di bê jê „Li Tirkîye nîqaþên li dijî Emerîqan, bi xwe li dijî Kurdaye.“ Kengê tirk di sîyaseta hovane de teqinîn, destên xwe ji mecbûrî di xwazin dirêjî Kurda bikin, ji nûve DEHAP,DTH û KONGRA GEL jî di xwazin sîyaseta xwe li hemberî baþûr nerm bikin belkî webê. KONGRA GEL jî weke dagirkera heroj xwe texlît dikê, dûhî bû li baþûr Kemalê Sor kûþtin.
Vêca hemû „Nêçîrvan neyarê Kewin, Kew bi xwe jî neyarê hevin.“ Dewletên herêma rojhilata navîn ê herî xwirt dagirkerên gelê Kurd û Kurdistanin, di paça zilmê re di nêrin gelê Kurd û Kurdistan.
Sala 1639 bi peymana Qesrê Þirîn cara yekê Kûrdistan bû di perçe. Perçek ma dibin destê Osmanîya de û perçek ma dibin destê Firsê de. Herdû dagirker di þiban hev Kurd îdare dikirin. Vê rewþê berdewamkir heta wextê ko Bedirxan Beg Mîrê Bota li dijî Osmanîy serî hilda, sînorên xwe heya bi Tebrîzê ferehkirin, dergehê ber bajarê Tebrîz anî li ber Xwendegeha Cizîr`a Bota da, ew dergeh hêja heye. Sekehê pera çêkir, dest bi kerxane a çek çêkirinê kir, li ser gola Wanê kiþtî çêkirin, ji bo feqîrîyê weqif avakir, þelandin, pêxwasî da rakirin, xwendevan ji bo xwendinê rêkirin ewrupa, dadgeh çêkirin û hêza leþkerî da damezrandin, ferq di nav gelê Kurdistan û ola de çêne dibû. Bedirxan Beg serana Osmanîya redkir. Di nav Osmanî û Firsê de pêxwasî, þelandin, talankirin, dizî weke rewþa Ereb, Faris, Tirko û îro heroj zêdetir dibû, dê weledên xwe tavêtin, serê insana bi mecîdîkî bû.
Rewþa Mîrê Bota ji bo herdo împeretorîya bi bû tirseke mezin, tesîra xwe li ser tevayê herêmên Kurdistan`ê zêdetirdikir, gelên di nav împeretorî a Firsê û Osmanî de jî akam digirtin. Herdo împeratorî ji tesîra îdara Bedirxan Beg pir bê çar mabûn, ew di tirsan ko peymana qesra Þirîn bi berxwedana Bedirxan Beg Mîrê Bota bê rûxandin. Ji wê bonetê herdo dagirker weke rewþa îro li hev di gerân û bi hev di þêwîrîn. Þêwirmend û dostê dagirkera yek jê qiralê wê wextê ê Îtalya bû. Qiralê Îtalî ji bo tifaq xirakirina gelê Kurdistan, mîsyoner þîyandin nav Asûrîya. Asûrî li hember Bedirxan Beg bi kar anîn, þer dan dest pêkirin. Pistî xûn rijandineke pir Asûrî teslim bûn, lê þerê di nav bera Asûrî û Bedirxan Beg de bû nîqaþ. Ew nîqaþ tesîra xwe da nav bine mala Bedirxan Beg. Bi gelek sebebên dî îdara Bedirxan Beg hate roxandin
Piþtî herba cîhanê a yekemîn rojhilata navîn bi destê Ewrûpîya hate levakirin, Sala 1926 dewleta Iraq hate avakirin, Kurdistan kirin sê parçe, di sala 1948 de bi damezrandina dewleta Surî Kurdistan bû çar parçe. Hejmar a dagirkeran jî bû çar. Dagirkera dostên xwe û hevalbendên xwe jî hebûn. Wexta herba cîhanê a yekemîn ko ros kete Kurdistanê gelek Kurd derbasî nav Ros bûn. Di wextê Stalîn de gelek ji wa Kurda hatin kûþtin, gelek jê bi alî yê rojhilat û alîyê sibirya ve hatin sirgonkirin, gelek jê ji bircîbûn mirin û perîþan man. Bi texmîn îro jî li dor 1.5-2 milyon Kurd li welatên ji yekîtîya sovyet mayîn dijîn. Li ser Kultur, dîrok a Kurd û Kurdistan xwedîyê roleka bilindin, xizmetên wa pirin.
Ji Roja ko Kurdistan ji alîyê Firsê, Tirko û Ereban ve hate dagirkirin û virde roj bi roj rewþa gelê Kurd û Kurdistanê xirabtir di bê, ji hemû mafê xwe ê sîyasî û neteweyî tên dûrkirin. Di cîhana insan de û cîhana insan zimanê dayin û bavê ye, dîrokên salaye zimanê gelê Kurd jî qedexe ye.
Navê cografya Kurdistan, herêm, bajar, gûnd û mezre ha hatin gûherandin.
Navê bi Kurdî hatin qexekirin ko miho zarokên xwe bikê. Dewlemendîya ser erd û bin erdê Kurdistanê heya niha tê talankirin û ji Kurdistanê diçê metropolên dagirkeran. Metropolên dagirkera bi tevayî bûne karxane, erdê berav hemû bûne cûwên avdanê, rê, elektrîk, nexweþxane, dibistan, xizmeta erdê ziraî û paqiþkirinê bi serketîye, bazringanî û þehristanî ketîye metropola. Hêja li sê perçên Kurdistanê jarî û perîþanî heya bi kana insana ye. Lê bi slogan û vira em birayê hevên, ji bo gelê Kurd lawaz bimînê dagirker bi hevre kar dikin, xetên dagirkerîyê sitûrtir dikin. Jîya 366 salîya dagirkerîya xwe di xwazin hêja dirêjtir bikin…
Ji roja Emerîqan hatî Iraq û vir de, dagirkerên gelê Kurd û Kurdistanê li hev di gerin, bi hevre peymana çêdikin, gefa dikin, terorîstan bi hevre perwerde dikin, peymanên dewletbûn ê navneteweyî êdî nasnakin. Carna hinek dagirker ji bo xwe ji destê Emerîqan xilas bikin, hevdo tînin ber mezatê, hev di firoþin bi çerxîkî. Ji ber ko dagirkerên Kurdistanê bê çare mane, sîyasetê tevlîhev dikin, çapemenîya wa exlaq û terbîya windakirîye, di þibin weke gûra êrîþî ser dewleta Emerîqan û Kurda dikin, gelê xwe ji sedî 80 xistine pêþberî Emerîqan de.
Dagirker di bêjin „Emerîqan dagirker e.“ Ji roja qewetên Emerîqana yekbûwî û peymanan daketin nav Iraq, rê li dîktatorê Sedam girtin, xewnên þev û roja li Tirko, Firsê û Ereban herîmîn e rê li dagirkera di xetimê. Gelê Kurdistan li baþûr gavên azadî û serxwebûnê tavêjê, herêmên bindestê Ereba gelek jê azadbûne, zimanê Kurdî tê perwerdekirin, nexweþxane tên avakirin, zêndan tên hilweþandin, xizmeta rê, av û zîraî tê kirin, malbatên þehîda dibin xwedî xanî û binemal. Kurd bûne xwedîyê welatê xwe.
Ez bi xwe dagirkerîya Emerîqan qebûl dikim, di bêjim ser çava. Ev 366 salin dagirker Kurda di kûjin, ez di xwazim siba Emerîqan bi kevê tevayê Kurdistanê. Ma bê þermên dagirker heya niha gûla didin dest Kurda ?
05. 03. 2005
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|