DE RABE NEXOSTEWO, MA TÝ JÝ QELEFETA XWE JÎ FÝHÊT NAKÎ ?
(787 gotin) (4676 car hat xwendin)
M. Þerif MÜÞTAK
DE RABE NEXOSTEWO, MA TÝ JÝ QELEFETA XWE JÎ FÝHÊT NAKÎ ?
Êrîþên Tirko bê sînor bûne, exlaq, tebîet û tiþtên ko dibin wasita danstandina kultura sîyasî nemane. Kîjan sîyasîyên wa taxivin tipkên xwûnê ji devê wan di pekin. Kurd û Kurdistanê bi devê tivingê tehdît dikin. Êvara di razin di nav nivînê de, xwe bi leþkerên xwe ve li Baþûrê Kurdistanê di bînin. Di xew de serokên Kurda li Selahadîn, Silêmanî, Hewlêr û Kerkuk li sêpîyê didin. Li dora sêpîyê þahînetê dikin. Di bêjin vêcarê jî me nehiþt Tirkîye qet bibê. Wexta ko ji xew di rabin herdu destên xwe bi hev e di gemirênin ko çima xwen bû , ne rast bû û pir hêrs dibin.
Vêca ev bê exlaqî, bê tehemülî û êrîþên Tirko li ser gelê Kurd û Kurdistan di vê çawa çareser bi bê?
Pêþnîyarîya mi bi çar beþên li jor hatine rêzkirîn :
1 - Heyîna leþkerên Emerîqan û hevpeymanên wî li Kurdistanê bi peyman bi domê.
2 - Kurd li herçar parçên Kurdistanê, li dijî va êrîþên li ser Baþûr ( bi taybet li ser tevayê gelê Kurd û Kurdistanê ), altanatîfeke Kurdewar û Kurdistanî derxin holê.
3 - Tevgerên Bakûrê Kurdistanê di nav xwe de dev ji hesabên piçûk berdin, ber bi hev hatina xwe ber dewam bikin.. Platformên ko heya niha hatîn ava kirin bila bên domandin heya pêwistîya wan platforma heye.
4 - Ji derveyî KONGRA GEL, tevayê rêxistinên Bakûrê Kurdistanê têde bi kesayetîyên Kurd re avakirina cepheyekê Kurdistanî bê dest pêkirin, bi lez û bez gav bên avêtin.
Ko Kurd karibin va pêwistîyan bi lez û bez bi kar bînin, polîtîqa Emerîqan jî nefesê distênê, moralê tevgera azadî û serxwebûna li Baþûr jî bi vê û nevê zindîtir dibê. Gelê Kurd û Emerîqan dikarê bi hev re sîyaseteke dewletbûnê derxin holê. Ev sîyaset di karê her çar perçên Kurdistanê têxê bin çeng û bazkên xwe.
Lê bê xîretî û meznatîyê hêja rê neda ye. Hêrs bûn hebê, pirs jî heye, ko kes xwe ji kesê mestir negrê û nebînê lê kî li benda kîye?
Ji kerema xwe firsetên îro derketîn holê em lê bi xweyî derkevin, em weke mesela jinik û zilamê malxwê nekin. Ezê bi kurtayî vê serborîyê li bûyerê siwar bi kim.
Malbatek hebû malxwê bê xiret bû, li hev ne di rabû. sibeha zû gund radibû yê di çûn cotê werza, paleyî ya nîsk, ceh, xepara zerzewatên avîyan, kesê ko bi çûwan aþ û bajarên xwe. Zilamê bê xîret li ser erzêlekê di raza, xwe di nav cihên xwe de dirêþdikir, di bin kûjê nivîna xwe re li gûndîya temaþedikir, heya gûndî hemû herin ser karên xwe. Ew bi xwe dima di nav cihên xwe de heya ji ber tava dijwar nekarî ya, vêca xwe berdida xwar alyê nav malê. Kebanîya malê di halê xwe de di fetisî lê çare nebû.Rojekê zaroka malê bi zikêþê ketibû, kebanîyê go ezê îro zarokê bêxim nav cihên zilam de, wexta ko zarokê xwe þilkir mecbûre ji nav ciha rabê. Gote mêrik zarok teslîmî te, ezê herim Çêleka xwe bi doþim, lê garan derdikevê çolê, de çêlek ji garanê nemînê, mêrik got bila. Zarok xist nav cihên mêrik pênc deqiqe borîn ne borîn, zarokê xwe lewitand. Mêrik ji bo mineta xwe li jinikê bikê, bakir hermet zaroka te xwe þilkir. Jinikê jêre got, nava wî çowe rabe serxwe. Mêrik go ne pêwiste ti dikarî çêleka xwe bi doþî û bêhna fereh werî zarokê bibî paqij bikî tiþt nabê, lê bila çêlek nemînê ne dohtî. Kebanî hingî hêrs bû sînorên jin û mêranîyê keti bû tengasîyê, rahiþte sitila þîrê xwe û bezî ser cihên mêrik li ser serbanî li ber Çavên tevayê Gund, Sitil bilindkir û bi jor de berda ser mêrik û cihnivînên wî. Got „
Te divê ez di ser rewþa xwe re Çêlekê jî bi doþim, de ti vexwî, ma bê xîretî behra te ye, de rabe nexoste, ma ti ji qelefeta xwe jî fihêtnakî?“
Divê em cebheyekê bi jîr bûn û zanistî derxin holê, di neynikê re xwe bi bînin, dev ji bê xîretîyê berdin, mihanên xwe li hev nekin, em kes xwe ji kesê mestir negrin, herkes ji alîyê xwe rabê û hevdo vexwendinî milgirtina Kurdewar û Kurdistanî bikê. Bila zûbê ne derng. Em derkevin ser kolan û sûkên bajara qîrî cîhanêkin, dîplomasîya navnetewweyî xwirt tir bikin.
Hêrsbûna dagirker û dijminên Kurdistanê ji lewazketina wî ye. Destpêk dîrokî ye, firset heroj nayên ber deryê gelê Kurd û Kurdistanê.
18. 02. 2005
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|