LÝ BAÞÛR DAXWAZA SERXWEBÛNA KURDÝSTANÊ Û LÝ BAKÛR BELA ÊÞA ZÝRAV !
(1166 gotin) (4551 car hat xwendin)
M. Þerif MÜÞTAK
LÝ BAÞÛR DAXWAZA SERXWEBÛNA KURDÝSTANÊ Û LÝ BAKÛR BELA ÊÞA ZÝRAV !
Wexta ko bêçaretî û þepirzetî ji bo insanekê çêdibê an jê çêbû, wê got „qedera xûda ye hatîye pêþya me“ Wexta ko taqet di merivan de xilas dibê û pêde, gotin ji bê gazî û bê hawarî ji devê insan derdikevê.
Îro wexta ko ez dinêrim rewþa Bakûrê Kurdistanê, di wêne de weke bêçaretîyê tê ber çavan, û gotina jor tê xwîya kirin. Vêca ko rastî tê nîqaþkirin, gelek kes û derdor vê kêmasîyê li ser xwe qebûl nakin û di bêjin ne raste.
Ev çi wateye û ji çi wateyê tê ?
Gelê kurd bi gelenperî welatparêze, di xizmeta xwe de amadeye, bi maddî, manewî fedekare û bê pa fedekarî kirîye. Dewletên dagirker, ji vê rewþa gelê kurd agahdarin û ji vê rewþê bawerin. Lê ji bo ko gel xwedîyê rêxistineke netewe û demoqrat bê, ji alîyê rêxistinên sîyasî ve pir kêmasî çêbûne û kêmasî hatine kirin. Pêvajoya muzakere destpêkirina Tirkîyê û YE, ji bo çareserîya vê kêmasîyê bilez û bez anîye danîye pêþya me. Ji ber ko îro li Kurdistan a Bakûr tevgera ko karibê daxwaza gelê xwe bi germayî hembêz bikê nîne. Dîrokê sala ye tevayê rêxistinên sîyaseta kurd, herkes dibêjê “ezim ne kesêdîye”. Di zanin ko ev gotin neraste û ji bo gel nabê bersiv.
Rastîya sedeman bi bawerîya mi 2 niqteyên herî esas hene, nav û nîþan jî evin.
1 - Li Baþûrê Kurdistanê kîjan tevgerên sîyasî hatibin damezrandin, perspektîfa þerê çekdarî qebûl kirîye. Xwe li hember dewlet û rejîmê bi çek û silehan parastine. Ko naqokî di navbera herekên kurd de jî derdiketin, li hemberî hev bi çeka xwe di paristin. Sîyasetên kurd li Baþûrê Kurdistanê xwe bi gelê xwe dane fêhmkirin , êrîþ ji kûve werin, ew amadene ko xwe bi çeka xwe bi parêzin. Tevayê herekan qebul dikirin ko xûna hemû tevgerên sîyasî bi hevre tê rijandin. Tevgerên sîyasî xwe bi çeka xwe, li hamber hev, hemberî dewleta dagirker û rejîmê azad hesdikir. Ji ber vê sedemê sîyasî li hember hev bi sînor bûn. Wexta ko ji bo wan sînoran bê rûmetî cêdibûn, hingê di bû sedema þer. Kesekê ne dikarî mineta þehîdên xwe li hev bikê, herkes xwedî þehîd bû û bi hevre ji sehîdan re rêz di girtin. Kîtla sîyasetên kurd ferehtir di bû. Ji bo karê sîyasî alternatîf ne yek alî bû. Wexta ko li hember þexsîyeta, malbata, gunda û eþîra þaþîyeke sîyasî çêdi bû, altenatîf hebû, ew diçûn bi partîke dî re, tevlî kar û xebatê dî bûn. Ji ber alternatîfa sîyasî ne yek alî bû, rûmeta partîyên sîyasî bi kîtla kurd re bi xwe derdiket holê.
Partîyên sîyasî weke KONGRA GEL(PKK-KADEK) ji xelkê re ne digotin“alçak, xayîn…) û ji bo pera kes tehdît ne dikirin û bi keyfî kes nedihat kûþtin an cezakirin. Çiqas wextê xebatê bi pêþ de di çû, di nav Hereketên kurd, dewlet û rejîmê de, kûrtir û bêhtir cida bûn derdiket holê.
Îro jî li Baþûrê Kurdistanê kavên sîyasî ne ji jor, ber jêr de, ji jêr ber bi jor de hildikiþê. Ji hikmê zatî ( Otonomî ) ber bi jor de Kurdistaneke bi Iraq re Federe bûye fermî û îro jî bi berhev kirina 2 milyon imze ji bo NY daxwazîya dewleteke azad û serbixwe hatîye daxwazkirin.
Ez hêvîdarim ko NY rûmetê bidin vê daxwaza gelê kurd.
2 - Bakûrê Kurdistanê ne mîna baþûr sîyaset bi rêk û pêk kir. Kîjan partîya sîyasî a kurd, hate damezrandin“Go ez ne kese kê dî“ Çendî bêhtirîn tevgerên kurd, perspektîfa þerê çekdarî qebûl kiribin jî, lê ne bi îstiqrar xwe dane ber bar. Weke genimê li ser werîs bê rêzkirin, derketin pêþya gel. Kîjan partîya sîyasî 2 sloganên bi hiþkî avêtin, ji ber zor û zilma Roma Reþ kirî, gûhê kîtla welatperwer ma li ser wa. Ji bo pêþdetir ti hazirî ne hate kirin. Wexta ko „gerandina awarte“ hat, tevayê herekên sîyasî weke nehk a li ber ketî tert û belabûn. Hêvîya gel li wan nema. Ji xwe ew bi xwe jî ketibûn qirika hev. Em hevalbendên wa ê ko ketîn zêndana, di zêndana de mabûn bê xwedî, zarokên wa birçî mabûn.
Alîgirên partîya bi îmkanên xwe þehreza bi bûn. Partîzan ji pêþengîya partîyan bêhtir pêþ de çobûn. Gelekên partîya ji hev qet bûn. Xûna nû ne kete nav partîya, bi tevayî îro jîya wan di ser 45 re ye. Di bê ko li zora hinka bê lê ezê bi bêjim ko, ew kesên ne dikarîn xwe bi meþênin, bûne asteng nehiþtin rêxistin xwe nû bikin. Dewleta Româ Reþ ji vê rizî bûnê gelek feydekir. Berya gerandina awarte werê û heya niha, ji derveyê KONGRA GEL(KADEK-PKK)di nav sîyasetên Kurdistana bakûr de nîqaþa tifaqan, yekêtîyan, Platforman…….hv tê nîqaþkirin, lê hê jî negihaye encamekê. Serê sedê not berpirsîyar di cihê xwe dene û gelekên wa ji gûherandina cîhanê jî bi paþ de mane. Ez di zanim ev gotin ji bo kesna weke dijûnaye, lê ezê ji bo mafê gel vê bi bêjim. Rêxistina KONGRA GEL(KADEK-PKK) çawe bû û çawe çêbû ez nakevim vê nîqaþê, lê ev rewþa xirab ji bo xûrt bûna KONGRA GEL bû firseteke mezin. Ji xwe sîyaset radîqal di meþand. Wexta ko valeyî derket holê KONGRA GEL xwest, wê valehîyê jî dagrê. Ji propaganda çekdarî karê xwe dî ti bû.
Ji ber altarnatîfeke dî xwîya nekir, wan çikirin, ew rastî hate xwîyakirin. Çek hilgir weke tevgera Kurdistana Baþûr ji derveyî wan nebûn. Þaþî, xeletî û rastî çi bikiran weke wan bû. Kesên li dijî xeletîyan jî derketan ew „elçax, xayîn, unsûr,..“ bûn. Ez bi xwe di bêjim ko îro þaþîyên ko KONGRA GEL li di jî gelê Kurdistana Bakûr dikê, partîyên ji derveyî wa jî, ne bi qasî wan jî bê, lê ew jî ne hindikî xwedîyê sûcin. Ko xwestin hebê miho dikarê xwe ji þirîkatîya vî sûcî xilaskê.
KONGRA GEL ji jor dest pêkir nivz (elçax) ket. Soz da gelê Kurdistanê got „ezê dewleteke serbixwe, yekbûwî û azad avakim“ Gel li her çar perçên kurdistanê li xwe pêça û îro hêvîya dewleteke azad, dewleteke federe û otonomî jî bi gel re nemaye. Îmralî wergerên (tercûman) xwe girtine, berdane nav gel û di xwazê gelê kurd bikê kemalzade
Gelê Kurd li ber xwe di dê ko, çawe xwe ji vê êþa zirav bi parêzê. Weke 30-40 sal berê gel li benda rêxistinên xwe ye. Lê gelê Kurdistan vê care kesê efo nakê. Firset hêja heye, muzakere destpêkirina di nav Tirkîye û YE de, ko kurd xwe bi rêxistin bikin ji bo Tirkîye gelê kurd astengîya sîyasîye. Kurd alîyê sisêyê ne. Sîyaseta kurd a ber bi jêr di çê, mecbûre dîsa ber bi jor hilkiþê. Ji bo vê yek çareserî heye. Rêxistin û þexsîyetên kurdewarî bi milgirî rabin û li ber xwe bidin.
Bremen, 25.12.2004
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|