PÊWÎSTE KO BEYANA PARÎS`Ê DÝ ROJEVÊ DE BÝ GERMAYÎ BÎMÊNÊ Û SARNEBÊ !
(1029 gotin) (4952 car hat xwendin)
M. Þerif MÜÞTAK
PÊWÎSTE KO BEYANA PARÎS`Ê DÝ ROJEVÊ DE BÝ GERMAYÎ BÎMÊNÊ Û SARNEBÊ !
Bremen, 27.12.2004 - Ji bo çareserîyek demoqratîk, adil ji pirsa sîyasî a kurd û Kuristan re bi taybet ji bo bakurê Kurdistan`ê li paytexta Fransa bajarê PARÎS partîyên sîyasî û kesatîyên kurd hatibûn ba hev. Di vê civînê de li ser pirsgirêka kurd beyanek derket, navê wê beyanê bi bû „Beyana Parisê“
Ji bo çareserîya sîyasî ya pirsa kurd û Kurdistanê li Tirkîyê „Beyana Parisê“ pêþkêþî Serokatîya Yekêtîya Ewruppayê Komîsyona Ewrupayê û Parlemena Ewrupayê hatibû kirin. Encam ji bo biryagirtina destpêka muzakera di navbeyna YE û Tirkîye de bû.
Armanca „Beyana Parisê“ ko kurd karibin pirsgirêka sîyasî a kurd û kurdistanê bêxin rojeva YE. Di civînê de YE ji bo destpêkirina muzakera biryar girt, di biryara xwe de pirsgirêka sîyasî a kurd û Kurdistanê dîsa weke hercar bi nav nekir. Ev ne cara yekemînê ko Ewropî pirsgirêka kurd û Kurdistan di nav lepên Roma Reþ de perîþan û Sepirze dikin.
Lê þertên îro ji bo kurda pozitîfin. Ev gûherandina þerta ji derveyî hemu gelên cîhanêye. Herikandineke dîyalektîk e. Cîhan ji tevayî insanîyetê re piçûk bûwe. Ev gûherîn û piçûk bûna cîhanê ji bo pirsgirêka gelê kurd û kurdistanê firseteke giring e.
Bi bawerîya mi biryara destpêka muzakeran jî firseteke dîrokîye. Ji îro pêde serketin û binketin di destê gelê kurd deye, bi taybet kurdên li Ewrupa berpirsîyarîya wan ji her wextê bêhtire. Divê rengekê xebata xwe weke netewe eþkera bikin, bi alternatîfek zanyarî û kurdewarî derkevin pêþya muzakerên YE.
Xebatek bi çi rengî ?
Divê kurd karibin nîþan bidin ko ji bo muzakeran astenga sîyasîne. Piþtgirên „Beyana Parisê“ bi rêk û pêkin. Rastî çibê, meriv ji bo wê bi xebitê û bi meþê. Destpêkirina her tiþtê ji bo xaka kurd û Kurdistanê bê.Ev bizav ji bo bi serkevê, di vê di vê konaxê de yekgirtî, aktîf, hiþyar, bi zanistî û realîst bin. Piþtgirên „Beyana Paris“ rê li pêþya xwe vekin, de karibin beþdarî hemû platformên fermî û ne fermî a YE bi bin. Kêmasîyeke mezine ko heyîna 40 milyon kurd, nûka nîqaþa kêm netewetîyê bê. Ev nîþana xebata lawaze. Ahenga kar û xebatê çiqas hilkiþê jor, þexsîyeta Îmralî ya kemalîst wê bêhtir dakevê jêr. Kurd wê ji tirk kirinê dûr bi kevin. Lê nexwe roj bi roj birîna kurda kûr dibê û tedawî zortir di bê. Sibê berpirsîyarê vê birîna ko kûr dibê di bin, tevgerên sîyasî û kesayetîyên kurdewar.
Bila bê zanîn ko YE xebata kurd a sîyasî ji nezîk ve di þopînê. Wexta ko Tirkîye têxin nav YE, ne ji bo problemên Tirkîye bêxin nav xwe, ji bo aborî û istiqrara xweya sîyasî xwirt tir bikin. Divê tevayê hereketên kurdistanê û kesayetîyên serbixwe ko kurdewarin, ji her wextê hiþyartir û aqtîftir bin. Kurd bila tev bi zanibin ko YE ne razaye û ew bi hiþyarî gûhdarê tevgera sîyaseta gelê Kurd û Kurdistanê ye. Ji ber vêye ko berpirsîyarên YE konaxa gera xweya didoya kirinê serlêdana Paytexta Kurdistan AMED. Bi rêve birina sîyaseteke Kurdistanî ko bi istqrar bê, wê karibê cîhanê li xwe hiþyar kê û doza xweya sîyasî xwirt tir bikê.
Bizava „Beyana Paris“ divê menfîetên gelê xwe danê pêþîya menfîetên partîyên xwe. Tevayê partî û kesayetîyên kurd ko hatine ba hev di xizmeta tevgera neteweyî de amade bin.Xetên sorê ko dewleta dagirker a Roma Reþ danîn pêþya tevgera sîyasî a kurd û Kurdistanê, divê bê tirs em herin ser, wa xetên sor, bêxin bin zorîyê û yek bi yek bê tesîr bikin. Em tevgerên sîyasî û þexsîyetên kurd divê polîtîka generalan ne meþînin, giranîyê bidin polîtîqa û sîyaseta siwîl. Sîyaset û polîtîqa me ilmî, kurdewarî û li gor meþruyeta qada navnetewî bê, bê westandin lê bi rûmet bê.
Di destpêka muzakerên YE û Tirkîye de heya xilasekê, ji bo endamên partîyên sîyasî û kesayetîyên sîyasî kê karibê çi bikê, li gorî qeweta wan kesa kar bi din ser milên wa, bi lez û bez qomîtên dîplomasî bên damezirandin. Hejmara qomîtan çiqas gelek bê ew qas serketine. Divê programa karkirinê hebê û qolektîf kar bi bê. Endamên qomîtan bi hevre bi rumet û bi sîyanet bin. Her endam xwe karbendekê gelê xwe bi bînê. Armanc kar û xebateke bi rastemal, sîyaseteke bi sempatî û bi coþî bê.
Ji bo coþîyek bi rûmet çêbê, divê çawa bê ?
1 - Partî û kesayetîyên bi „Beyana Paris“ rabûwîn ser xwe, li tevayê Ewrûpa, derveyî Ewrupa û li welat ( li gor þert û mercan ) bi hemû endamên xwe, bi hevre civînên merkezî li darxin. Ji bo hevnaskirin û germîyeke kurdewarî derkevê holê. Ev germî di karê bi bê lihêmek a nav gel û hevalbendên „Beyana Parîs“
2 - Di van civînên merkezî de qomîtên navdewletî û herêmî bên hilbijartin.
3 - Di van civînên merkezî de biryara civînên merkezî ko bi kîtla re bên li dar xistin jî bi bê biryar.
4 - Biryara meþên merkezî bê wergirtin.Alîgirên „Beyana Paris“ divê bê iltimaz bi hevre karibin bi xebitin.
5 - Biryara þevên merkezî bê wergirtin. „ „ „ „ „ „ „ „ „ „ „
6 - Bizava „Beyana Paris“ divê bi hersê perçên dîyê kurdistan re dîyalogan germtir bikê. Arîkarîyê ji tevayê tevgerên kurdewarî bi xwazê, ko ji bo destpêka nû piþtgir û arîkarbin. Ji ber pêvajoya îro her çar peçên Kurdistanê eleqedar dikê
7 - Pêvajoya îro ji bo gelê Kurdistanê pir giringe. Di xalên sîyasî di rojevê de sekinîne. Destpêka muzakera ko di navbera Tirkîye û YE de. Xala didoya, gavên serketinên ko li Baþûrê Kurdistanê tên avitin. Ev herdu niqte ji bo gelê kurd û kurdistan nîþana serketin û binketinê ne.
Dewleta Tirkîye vê gelek baþ di zanê. Tedbîra bi lez û bez distînê. Ecewîtê dewþîrme vê di zanê, ne rihetîya xwe dûhî jî bi serokvezîrê tirkan re gihand. KONGRA GEL û serokê xwe ketine lez û bezê, wê çawe karibin rê li tevgera kurdewarî bigrin û bidin aþkera kirin ko kemalîzm rêça waye!
Bremen, 27.12.2004
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
|