TIRKAN ROVÎ Û RIWEKÊN KURDISTANÊ JÎ KIRIN CUDAKER
(1307 gotin) (4940 car hat xwendin)
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )
TIRK Û EWROPA WÊ BI HEV KEVIN
Almanya, 12.03.2005 - Rovî û riwekên Kurdistanê jî bûne bela serê dewleta Tirkan. Her tiþtên ku bîhna Kurdayetiyê jê tê û her tiþtên ku navê wan Kurdî be, hemû li ber çavên Tirkan cudaker e, ku Tirk jê re ”bölücü” dibêjin. Ji ber ku qaþo rojnamegerekî Tirkan bi navê Yalçin Dogan (ez loma gotina qaþo bikar tînim, çimkî piraniya rojnamegerên Tirkan di pirsa Kurd û Kurdistanê de xwe di dewsa dewlet, hukumet, dadê, polês, leþker û hwd. dibînin.) ji rojnama Hurriyet di gotara xwe ya di 01.03.2005an de li ser nameyên di navbera komel û weqfên Tirkan û rêxistina Neteweyên Yekbûyê (UNDP) de li ser roviyên Kurdistanê yên sor disekine û wiha dinivîsîne:
Vulpes Vulpes Kürdistanicum
BÜTÜN dünyada kýzýl tilki diye biliniyor. Hayvan biliminde baþka bir adý yok. Uluslararasý, hem de, BM etiketindeki bir kuruluþ, bin yýllýk kýzýl tilkinin adýný deðiþtiriyor
( Vulpes Vulpes Kuristanicum li tevaya cîhanê wek roviyê sor têye naskirin. Di zanyariya heywanan de navek din tine ye. Di Navneteweyî de, him jî bi etîketa saziya Neteweyên Yekbûyî navê roviyê sor ê ku hezar salî ye diguherînin. )
Û Yalçin Dogan di gotara xwe de wiha berdewam dike :
Aðrý ve çevresinde kendi türünde dünyanýn nadide hayvanlarýndan biri olan kýzýl tilki yaþýyor. Av ve Yaban Hayatý Koruma Vakfý Aðrý’daki Aðrý Güzelleþtirme Derneði ile baðlantýya geçiyor. Vakýf ve dernek elele vererek kýzýl tilkinin korunmasýný saðlamak üzere, UNDP ile diyalog kuruyor.
( Li der û dora Agirî di cîhanê de kêmdîtî ji heywanan çeþîdek dijî ku jê re roviyê sor dibêjin. Weqfa nêçîrvan û hêviþandina jiyana koviyan ji Agirî pêwendî bi komela bedewkirina Agirî pêk tîne. Weqf û komel ji bo hêviþîna roviyê sor peyde bikin bi destên hev digirn, bi UNDP re dikevin diyalogê. )
http://www.hurriyetim.com.tr/archive_articledisplay/0,,authorid~91@sid~9@nvid~543478,00.asp
Di pê vî nivîsa Yalçin Dogan de wezareta Tirkan ya hawirnasî(ekolojî) û daristanî radibe ser pîya û bi operasyonekê navên Vulpes Vulpes Kurdistanica dighurîne û di daxuyaniya wezaretê de ku di 05.03.2005an di rojnama Hurriyet de hatiye belav kirin wiha dinivîsîne:
Bakanlýktan ‘bölücü hayvan’ operasyonu
( Ji wezaretê operasyona heywanên cudaker )
Û berdewam dike :
Çevre ve Orman Bakanlýðý, ‘Türkiye’nin üniter yapýsýný bozucu, kasýtlý adlandýrma yapýldýðý’ gerekçesiyle, içinde Kürdistan ve Ermeni kelimeleri geçen hayvanlarýn adlarýný deðiþtirdi:
( Wezareta derdor û daristanî ‘ji ber sedemên ku bi qest ji bo xerakirina yekgirtiya( unîter ) Tirkiyê hatine bi navkirin’ di nav de gotinên Kurdistan û Ermenî derbas dibe, navê heywanan hate guhertin )
http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~2@tarih~2005-03-05-m@nvid~545503,00.asp
Zanyarê Zanîngeha Enqerê di 06.03.2005an de bersiva pirsên rojnama Hurriyetê wiha dide:
Bush’un adýný deðiþtirmek gibi bir þey
( Dibe mînanî ku mirov bixweze navê Bush biguhrîne )
Û berdewam dike :
Ankara Üniversitesi öðretim üyesi Prof. Dr. Nuri Yiðit, ‘Vulpes vulpes Kurdistanica’ adýnýn 1905 yýlýnda Rus araþtýrmacý Satunin tarafýndan verildiðini belirterek, Hürriyet’e, ‘Bu isim literatüre böyle girmiþtir. Deðiþtirilmesi mümkün deðildir. Bakanlýðýn yaptýðý çok komik birþey’ dedi. Bilimsel bir ismi deðiþtirmenin ABD Baþkaný George Bush’un ismini deðiþtirmeye kalkmak gibi birþey olduðunu vurgulayan Yiðit, verilen ismin bilimsel dergilerde yayýnlanarak, literatüre girdiðini söyledi.
( Endamê hîndekariya Zaningeha Enqerê Prof. Dr. Nuri Yigit got, ku navê ‘Vulpes Vulpes Kurdistanica’ di sala 1905an de ji hêla lêkolînerê Rûs Satunin hatiye dayîn, û ji Hurriyetê re got, ev nava wiha derbasî lîteratûrê bûye. Guhertina wê ne mimkûn e. Got, tiþtê wezaretê kiriye pir komîk e. Yigit bal kiþand û got, guhertina navek bi ilmî dibe mînanî ku mirov lê bixebite navê George Bush biguhrîne. Ev nav bi ilmî di kovaran de hatiye weþandin û derbasî lîteratûrê bûye )
http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~2@tarih~2005-03-06-m@nvid~545724,00.asp
Ez bawer dikim, ne hewce ye, ku mirov zêde van gotinên zanyarê Tirk Prof. Dr. Nuri Yigit ku bi awayekî ilmî bersiv daye wezareta Tirkan þîrove bike. Gotineke Tirkan ku dibêjin, ”Anlayana sivri sinek saz, anlamayana davul-zurna az”
( Kesên bixwezin fêhm bikin, jê re dengê vizikê wek saz e, kesên nexwezin fêhm bikin dengê def û zirnê jê re hindike )
Hurriyet vê carê di 07.03.2005an de li ser riwekên Kurdistanê wiha dinivîsîne :
Bölücü bitkiler de varmýþ
( Riwekên cudaker jî hene )
Û berdewam dike :
Türkiye’nin zengin doðal yapýsýnda yetiþen binlerce bitki türü arasýnda yapýlan yeni keþiflerin çoðunun yabancý bilim adamlarýn tarafýndan maksatlý olarak isimlendirilmesine, Türk bilim adamlarý tepki gösteriyor.
( Zanyarên Tirkan reaksiyon rayê didin, ku ji dewlemendiya siruþtiya Tirkiyê di nav têgihîþtina bi hezaran rêwikan keþfkirina piraniya nû ji hêla zanyarên biyanî bi qest têne bi nav kirin. )
http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~2@tarih~2005-03-07-m@nvid~546078,00.asp
Þovenîzim û nijandperestiya Tirkan, Tirk ji bê çaretî di pirsa Kurd û Kurdistanê de çavsorî kirine û Tirk dixwezin devê herkesî mor bikin, lê nizanin dê rojekê dev û derê mala wan mor bibe. Serê gotina Tirkan di pirsa Kurdan de “Bölücü“ ye ( cudaker ) û binê gotina wan jî di pirsa Komkujiya Ermeniyan de “sözde” ye ( qaþo ).
Bila Tirk êdî ti carî û ti demê ji bîr nekin, ku dem êdî ne dema berê ye û em bi saya teknolojî û telekomînîkasyonê di pêvajoyek nû de derbas dibin û cîhan bûye gundek ku êdî derfetên me Kurdan jî hene û em hemû xerabiyên wan diþopînin û qeyd dikin. Eger dewran bigere û bibe dora me, emê jî bizanibin bi wan kesên ku gelê me li ser hêsabên biçûk qetil û birîndar kirine hesaban bipirsin!!!
Min di dawiya gotara xwe ya bi navê ” RÊWÎTIYEKE BI ZILIM Û REZALET LI NAV DEWLETA EL-MIXABERAT Û DEWLETA DEVRÛT” de ku di 03.09.2003an de belav kiribû, li ser gotara Yalçin Dogan ku di 30.07.2003an de di rojnama Hurriyet de weþiya bû û ez dixwezim li jêr ji gotaran xwe beþek dubare biweþînim, ku Yalçin Dogan li ser dewleta xwe ya talanker çi gotibû. Lê hêjayî gotinêye, ku bêjim, di pê weþana gotara Yalçin Dogan di rojnama Hurriyet de malpera Hurriyetê ya înternetê hin sansûr daye ser gotara wî û min wê demê jê re bi rêya mailê namek birê kir ku online’a Huryetê sansûr daye ser gotara wî, lê wî bersiva min neda. Gotara min li jê re :
Li Silopî di pê xwarina nîvro re, min bi teksiyeke din berê xwe da sînorê Xabûr. Lê hên pirs di serê min de hene, ku ka Tirk bihêlin, ez derbasî Baþûrê Kurdistanê bibim an na? Bi rê de gotara Yalçin Doðan hate bîra min. Yalçin Doðan rojnamegerekî Tirk e û ji rojnameya Hurriyetê re dinivîsîne. Yalçin Doðan ji vir demek berê bi rojnamegerekî din re, yê bi navê Özdemi Ýnce, çûbû Baþûrê Kurdistanê û Iraqê û li ser bûyerên li wê derê nivîsîn. Di sernivîsa xwe ya 30.07.2003an de dibêje, ”Deriyê zilmê Xebûr” (Zulüm kapýsý Habur). Yalçin Doðan di nivîsa xwe de gelek rexneyên tûj li dewlet û hukumeta xwe dike û di dawiya nivîsê de dibêje 20 deqe û 2 saet. Yalçin Doðan berdewam dike û dibêje, polêsê taybet û paseport, çûyîn yan jî hatin, di dawî de hemû 2 Saet. Çimkî paþê fîþê teqîbê, nimreya fîþê, destûr, sicîl, îmza, mohr, nimreya mohrê, fîþê sicîlê, fîþê îmza, dînê diya wî!...wekî din biçûkkirin û binxistina mirovan jî di ser de. Li aliyê Bakurê Iraqê hemû 20 deqe. Çay têye îkramkirin û di heman demê de jî kar xelas dibe. Yalçin Doðan di dawî de wiha berdewam dike û dibêje, hezar sal li ser kevneþopiya Împarator, heþtê sal siyaseta komarê li ser Xebûr. Li hember dewleteke nû ava dibe. Ew Kurdên ku em naecibînin (begen nakin)!...Deriyê zerarê, deriyê îþkencê, deriyê þermê, di dawî de deriyê zilmê.
Van gotinên Yalçin Doðan hemû rast in. Ez jî heta ji sînorê Xabûr derbas bûm û ketime sînorê Îbrahîm Xelîl; li ber tava havînê ya nîvro pijiyam. Li aliyê Baþûrê Kurdistanê, mirovan didin rûniþtin, çay û avê bê pere îkram dikin û mirov xwe wek li mala xwe dibîne û tevdigere.
http://www.pen-kurd.org/kurdi/fuatakpinar/dewleta-elmixaberat.html
http://www.hurriyetim.com.tr/archive_articledisplay/0,,authorid~91@sid~9@nvid~296323,00.asp
Almanya, 12. 03. 2005
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )
fuadsipan@yahoo.de
|