  | 
Di dirokede iro | 
  |   
 |  
Rojek wek îro... 0  Bayê baþurê tê.1946  UNESKO ava bû.
 |   
 |   
 |  
  |   
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 |   | 
Nameyek vekirî ji bo Kek Mesûd Barzanî û Mam Celal Talbanî ! 
  (391 gotin) (4995 car hat xwendin)    
 
 
  
      
 
   Nameyek vekirî ji bo Kek Mesûd Barzanî û Mam Celal Talbanî !   
 
 SILAV BERÊZAN, ez bi dilekî pir xemgîn vê nameyê bo we dinivîsim , ez dizanim ku vê demê hûn pir mijûlin ji ber ku ev demeke dîrokiye ku hûn û gelê KURD di nav de ne ! 
 
 Lê dîsan jî min dît ku gereke ez vê kurtenameyê diyarî we bikim ! 
 
 EM Kurdên Rojavayê Kurdistanê her dem bi xwîn û mal li hemû kurdan xwedî derketine û me tu carî qurbaniyên xwe ji bo perçên din ên Kurdistanê ranewestandiye û me ev qurbanî mîna erkeke xwe dîtiyê ! 
 
 Berêzan ji 18 / 1 / 2005 de helbestvan û siyastemedarê Kurdê Rojava MERWAN OSMAN ( ROYARÊ AMEDÎ ) ketiye greva birçîbûnê li dijî çewisadinên ku dewleta Sûrî li ser Kurdên Rojava bi kar tîne ! û bi þûnde çend rewþenbîrên Kurd û kesine din jî bi mebesta piþtgiriya MERWAN ew jî ketine greva birçîbûnê lê bedaxewa ew di nav bêdengiyê de mane ! 
 
 BERÊZAN hûn baþ dizanin ku serhildana 12 Avdarê a sala 2004 ku li Qamiþlo rû da sedma Wê a mûbaþer ew bû ku hinek EREBÊN SEDDAMÎ bi piþtgiriya DEWLETA SÛRÎ xwestên bi sixêfên li dijî navên we herdiwan Kurdan îhane bikin û ji wir de serhildanê Dest pê kir ! 
 Ev zêdî / 25 / rojane ku MERWAN di çalakiya xwede berdewame û ji du rojan û vir de tenduristya wî xerab dibe û ew rakirine nexwþxaneyê û jiyana wî dikeve xeterê ! 
 
 BERÊZAN ez wek Kurdekî ji we tika dikim hûn li MERWAN û piþtgirên wî xwedî Derkevin Û bi awakî dengê xwe bigihînin MERWAN û piþtgirên wî bila bizanibin ku ew ne bê xwedîne û bila bi vî dengê we ji bo parastina jiyana MERWAN, dijminên Kurdan jî bizanibin ku êdî Kurd li hev xwedî derdikevin û ew bizanibin ku êdî ev rewþ nema tê qebûl kirin ! 
 
 EM KURDÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ birayên we yên biçûkin me bêxwedî nehêlin ! 
 
 Gelew wê ev name bigihê we û hûnê bixwînin ? ez hêvîdarim ez hêvîdarim ! 
 
 Hûn her bextewar bin tev li silavên KURDAYETÎ . 
 
  12 / 2 / 2005 
 ………………………………………………………………………
 
   Birayê we : Mervanê  Keleþ   
 
   mervan111@hotmail.com   
   mervan112@yahoo.com   
 
  |      
  [ Vegere: Mervanê Keleþ | Indeksa Beþan ] |  
  |   
 |