KURDISTAN – TV
(592 gotin) (5123 car hat xwendin)
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )
KURDISTAN – TV
Almanya, 19. 01. 2005 - Ji bo vekirina studiyoya nû û salvegera heftan ya damezrandina KURDISTAN-TV, li Almanya di êvara 17.01.2005an de þahiyeke gelek delal li bajarê Kleve, ku li nêzîkî Düsseldorf e pêkhat. Di pê xwarina êvarê re bernameyeke zindî him bi axaftinên siyasî û him jî bi hunera gelek hozan û dengbêjên ji her çar perçeyên Kurdistanê, heta nîvê þevê di Kurdistan-TV de hate weþandin. Bername ji aliyê xanim Hêvîdar Zana, û birêzan Dana Alî Seîd û Xalid ve hate pêþkêþkirin. Di bernama zindî de hozan Canê, Fatê, dengbêj Birader, Delîl Dîlanar, Yilmaz, û gelekên din beþdar bûn. Wan bi dengên xwe yên xweþ em hemû beþdarvanên studiyo û temaþevanên K-TV bi coþkirin. Þahî di dawiyê de bi lîstikê govendê qediya.
Eger pêþ niha bîst, sî sal berê bigotina, ku dê di sala 1991î de baþûrê Kurdistanê rizgar dibe, di sala 2003an rejîma Sadam Husêyîn ji holê rabibe û di salên 90î de wê çapemeniya Kurdan, ya bi dîtinî, Televîziyon, ku bîst û çar seatan li her çar perçên Kurdistan û li tevaya cîhanê weþanê bike û çapemeniya nivîskî jî her roj dê bê weþandin, dê ti kesî bawer nekira û dê bihata gotin, ku ev daxwaz xewn û xeyal e. Belê xewn û xeyal be jî, xewnên Kurdan êdî roj bi roj bi cih tên.
Hatina van rojan bi hêsanî nebû. Gelê me, ji bo rojên wiha pîroz, bi sed hezaran þehîd dan. Xwezil bi van rojan e, ku gelê me bi saya wan lehengên Kurd, dengê xwe digihîne gelê xwe û tevaya cîhanê. Divê ti carî neyê ji bîrkirin û her dem bê westan bêye gotin, ku ev rojên pîroz ji bo me hemû Kurdan bi saya serê mîlada Kurd û Kurdistanê Melle Mistefa Barzanî ye.
Hingiya çapemeniya Kurdan heye û Kurd ne wek berê bê deng in, loma çapemeniya Kurd wek qilçikek di çavê dijmin re dihere. Dijminên me bi zanetî em ji her tiþtî bê par hîþtine. Û loma ew ewqas ji çapemeniya me jî aciz in û ditirsin.
Bi taybetî Televîzyon û çapemeniya nivîskî ji bo ramana dewlet, siyaset û partiyan rola kilîtê dilîze. Çimkî dewlet û partî ancax ramana xwe bi saya çapemeniyê dikarin bigihînin gelê xwe. Bê guman, çapemeniyeke ku sedî sed bê layan û azad be nîne. Ev pirs li tevahiya cîhanê wisa ye. Hemû çapemeniya cîhanê di nav siyaset, îdeolojî û partiyan de hatiye parvekirin û ji aliyê wan ve têye fînansekirin. Eger mirov mînak ji Amerîka bide, ku di dema hilbijartinên sala par de jî baþ eþkere bû, ku dubendî ne tenê di nav partiyên Amerîka û herwiha di çapemeniya Amerîka de jî çêbû. Ez dixwezim mînakekê ji Almaniya jî bidim, ku mirov ji nav û naverokên rojnaman dizane, ka ew siyaseta kîjan partiyên Almanan diparêzin. Wek mînak Frankfurter Allgemeine Zeitung nêzîkî partiya CDU û Frankfurter Rundschau jî nêzîkî partiya SPD ye. Divê di vir de pirsa herî girîng ji bo me Kurdan ne ew be, ku çapemenî ji aliyê kîjan partiyên Kurdan ve têye pêkanîn û fînansekirin, pirsa herî girîng divêt ew be, ku netewe û berjewendiyên Kurd û Kurdistan têne parastin an na?. Gava em di vê mijarê de hemraman (hemfikir) bin, ku di çapemeniya Kurdan de hest û hîsê neteweya Kurd û Kurdistan têye parastin, wê hingê pirs namîne. Ji bo min jî ev niqte ya herî girîng e.
Almanya, 19. 01. 2005
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )
fuadsipan@yahoo.de
|