Sedema Belengazîyê, Talana Li Kurdistane
(773 gotin) (4570 car hat xwendin) 
Salên hezar û heysid û nehsidane.
Li me xirav hat, ev çi sal û devrane.
Zingîna heytehola dagirkerane.
Derî û pacê wan, ji darê Guzane.
Li Kurdistanê jî, derî ji Şirtane.
Sewaxa derîya, bi Ka û Rêxane.
Ger bêjin ev çi hele, hun paşta mane ?
Bêjin sedem, talana li Kurdistane.
Erd û hustunê mala wan, ji Mermerane.
Xanîyên me, ji Keviran, wek holikane.
Ban bi axa şor, fermana dilopane.
Berf barane, nexwaşê me, bê dermane.
Çi wêranîye ? ne xane, ne dikane.
Dizê hebuna Kurdistanê, bi palxane.
Mîrê Kurda kuştin, kêyf û şahîya Axane.
Lê şervanên Kurd, bi Rim, Şur û Zirxane.
Kujerê Mîran, devleta Osmanîyane.
Axatî yê danîn, li dewsa Mîrane.
Axa wekê, Ga'yên baran, li ber, nîrane.
Zarokên Wahdetîn, mir, reş, girê dane.
Ên, di şahî ya wan da, xwe, di hejîne.
Ên, di şînên wan da, Tehzayî da tîne.
Ên, di dîlanên wan da, xwe, di reqîsîne.
Ew Axa yen, sazî ya Osmanîyane.
Ji wan rabu, yek Mêrxasek, ji Axane.
Xalit begê, hevalê, Mîrê Kurdane.
Dem, dema, Zîlan, Mîlan, Kîkan, Cibrane...
Konfederasyona, eşîrên Kurdane...
Ên, li ber Pêxîrînga, dagirkerane.
Ên, birçî yê, ser text û aşxanane.
Kurê Rehya, dujminê kurê Mîrane.
Bi kirasê Kurdî, Şêrê Îslamêne.
Hemu, derbas bu, Axa jî, ji bîr bune.
Zarokên wan, wekê, Ala Rengîn mane.
Jin, Qîz û Bukên wan, bi tilîlîyane.
Kurdistan, bi Artêşî û Polêsane.
29. 07. 2006
Têkilî : alicahitkirac@yahoo.de & mirezdin@hotmail.com
PDK Slide Show 9 : http://www.pdk-xoybun.com/images/alicahitkirac_pdk.htm
PDK Slide Show 10 : http://www.pdk-xoybun.com/images/xoybun12.html
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
Nexşê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )
Nexşê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )
Nexşê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )
Nexşê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )
Nexşê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )
Nexşê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )
|