 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1939
Zelzela Ezirganê. 40 hezar kes mirin.2011 Di encema êriþên Balafiren Þerî, yên Tirkan de, yên li nîzikê Gundê Roboskê (Ortasuyê), li ser sinorê Herema Kurdistan ê, di êvara 28.12.2011' de, komek Civanên Kurd Þehîd bun, piranîya wan, 15 û 20 salîbun... 0 Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), Ya 27—28—29 ê Berfenberê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), Cejneke kurdan e. Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), her sal, di 27—28—29 ê Berfenberê) de, tê pîroz kirin.
Kurdên Zerdûþtî, Êzidî, Alevî, Misliman û hinek Gelên Arî jî, Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Pîroz dikin...
Cure bi cure coþ û þahî bi niman û þanoyê bi navê 'Glor a Sîr' Xewreyan ji firûnan bi Sênî yan tê derxistin , di nav Sênî yan de xewre tê hûrkirin dûre Dew ê bi sîr û rûn ê nivîþkê qelandî tevde li ser tê rijandin. Piþtre tê belavkirin. Ji pêve 'Gaxend' tê wate ya "Sifre ya Dewlemendan". Roja dotir, ango roja dawî yê, Hebikên Hinarê li der û dor tê reþandin, ji bo bibe sal e ke biderahmetî ( bi bereketî ).
Di vê roj û þevê de, ji sal a bihurî merivekî kal rîberdayî û ji bo sal a nû, jî keçeke ciwan, bi milê hev de digerin û di çin derîyên malbatan. Ji bo hin pere û kelûmel berhevkin. Roja dotirê, ango roja dawî yê, bi wan hemûyan, bi hevdû re, mîhrîcanekê amade bikin.
|
|
|
 |
| |
TIRKIYE KETE DAFIKA YEKÎTIYA EWROPA
(561 gotin) (4958 car hat xwendin) 
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )
TIRKIYE KETE DAFIKA YEKÎTIYA EWROPA
Almanya, 20.12.2004 - Tirk pesna xwe didin û ger bi gotina wan be, ew li Brûkselê di 17.12.2004an de ji her alî ve di siyaset û daxwazên xwe yên ku dermafê YE de bi ser ketine. Û Tirkan serokwezîrê xwe qubedeyî (kabadayi) yê Kasim Paþa Recep Tayyip Erdoðan wek qehreman îlan kirin.
Lê bi bîr û baweriya min Tirkan vê carê lingê Dîk di tawê de dîtin, çumkî ew wisa ji xwe bawer bûn, ku dê her tiþt bi daxwaz û gotina wan be. Ji ber ku ew pol û poþman ji Brûkselê vegeriyan, ew niha di vê teqe reqê de li ber dilê xwe didin, moralê didin xwe û dibêjin, Tirkiye êdî ne Tiriya doh û pêr e.
Rast e, Tirkiye êdî ne Tirkiya doh û pêr e, vê carê hesabê wan tevlihev bû, Tirk ketin dafika Ewropiyan û êdî veger ji wan re dê ne hêsan be. Çumkî tiþtên ku Tirkan qet hesab ne dikirin, kete pêþiya wan. Dewletên Ewropa heta niha pîvanên Kopenhagen dabûn pêþiya Tirkan, lê naskirina Qibrisê di hesab de li ba Tirkan tune bû. Tirk di destpêkê de wisa ji xwe têr bûn, ku wan bawer dikir, dê herin Brûkselê ji xwe re sêv û hirmiyan berhev bikin û vegerin.
Belê siyaseta Ewropiyan wiha ye, ku ew her dem gotin û niyeta xwe ya dawîn ji mirovan re heta roja dawîn nabêjin. Niha Tirkan bi vî þertî tarîxa muzakerê ji YE girt, ku heta 03.10.2005an Qibrisê nas bike. Ger Tirkiye Qibrisê nasneke, dê mecbûr be, ku tarîxa muzakeran jî ji bîr bike.
Eger di 03.10.2005an de muzakere bi Tirkan re dest pê bike jî YE ji bo endametiyê 10-15, yan jî bîst sal daye ber Tirkan, ku ew sedî sed bibin endam. Eger þert hemû bi daxwaza YE be, dê wê hingê endametî bêye pejirandin. Gotineke Tirkan heye wiha dibêjin, ”Ölme eþeðim yaz gelir” (Kera min nemire, havînê bê). Ez bawer dikim, ku YE temenê jiholêrakirina dewleta Tirkan baþ tespît kiriye. Lê ez dibêjim 5 an jî 10 sal temenê dewleta Tirkan heye. Dewletek ku hêj gotina Kurdistanê tehemûl nake, ew mecbûrî têkçûyînê ye.
Ji bo me Kurdan çi hat guhertin?
Ji bo me Kurdan qet tiþtek nehat guhertin. Di civîna YE de li Brûkselê dîsa jî hate eþkere kirin, ku Kurd ji YE Ewropa re qet tiþtekî îfade nake. Çumkî:
1.Lobiya Kurdan tune ye yan jî qels e.
2.Kurd di daxwazên xwe de ne yek in.
3.Yekîtiya Kurdan tune ye.
Enstîtûta Kurdî li Parîs xizmetek gelek delal û qedir bi qîmet ji bo Kurdan kir, ku daxwazên Kurdan bi îmzeya bi sedan rewþenbîrên Kurd li welat û li derveyî welat di çapemeniya Ewropa de rêz kir. Lê îmze-þûnde-kiþandina Leyla Zana û hevalên wê wek aveke sar li Kurdan kirin.
Belengazên wek (an jî Kurmên darê) Leyla Zana siyasetmedar/ên Kurdan be, ez ancax vî tiþtî dikarim ji wan re bibêjim, tew lo lo, tew lê lê.....
Bila Kurmên darê ji van gotinên serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdoðan yên li jêrê fedî bikin!!!!!!!
Serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdoðan li gel rojnameya erebî “Hawadîs”, ya ku li Beyrûtê tête weþandin, di meha yekê ya sala 2004-an de wiha dibêje: “Eger li Arjantînê jî dewleteke Kurdan bête damezirandin, emê li dijî wê jî þer bikin.”
Almanya, 20.12.2004
FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )
|
[ Vegere: Fûad SÎPAN | Indeksa Beþan ] |
|
|