QUL MEZÝN Ý Û REQA BÝÇÛK Ý
(514 gotin) (4656 car hat xwendin)
QUL MEZÝN Ý Û REQA BÝÇÛK Ý
Çêroka Netewê kurd di neqeba Tirkan, Farisan û Ereban di, bûyi wek çêroka ko dibêjin “qul mezin i û reqa biçûk i.” Her ko wext jî derbasdibi qul mezintir û reqa jî bçûktir dibi. Saddam ji holê rabû, kurd bûn xwedîyê desthilata federalî. Turkîyê li xwe xist, Îranê li xwe xist, û Sûrîyê li xwe xist û hîn jî li xwe dixin. Çiqasî li xwe dixin, xwe têþînin û dikin û nakin nikarin reqakî ligor qula kirasên xwe bibînin. Jiber hêzên ko hatinin deverê hevsarê gera çerxa cîhanê û gema di devên van dewletan di, di destên wan deyi.
Ev hêz YEKITIYA DEWLETÊN AMERIKA û alîgirên wê nin. YDA û alîgirên xwe nema dihêlin ko Turk, Faris û Ereb hespên xwe, di vê deverê di, wek ko dixwazin bibezînin. Berî ko YDA û alîgi rên xwe bên deverê, van hersî dewletan û Iraqê, ligor dilên xwe û ligor wext û derfetên ko ji wan ri baþbûn her tiþt dikirin.
Timamê xerabîya ko Turkîiyê, Iranê, Sûrîyê Iraqê dikirin, bê çilo di sere Iraqê ri derket, wê bi wextê ri, di serê van ên di ri jî derkevi. Ji ber xerabîyên ko van dewletan heta niha kirinin, nema tên veþartin. Kirasên ko li van nebaþîyên xwe dikirin fetiqîyi, dirîyayi û qulên ko nema reqa dibin di wan di bûnin. Bi kurtî qul mezin i û reqa bi çûk i. Dîsi dibêjin rim di çewalan di nayên feþartin. Rimên Turkîyê, Iranê û Sûrîyê jî di çewalên wan di nema tên veþartin. Ev rim jî axa Kurdistanê yi, cografya Kurdistanê yi, zimanê kurdî yi, kultura kurdî yi. Bi kurtî mafên neteweyî nin. Bê çilo mafê her netewî li ser axa wî jê ri heyi û di mafê xwe di azad i, mafê netewê kurd jî li ser axa wî jê ri heyi. Bidestxwexistina her mafê netewî û parastina wî mafî biserketin i.
Ji bo ko em wek kurd karibin li her çar alîyên Kurdistanê mafên xwe yên netewî bidest xwe xin, têkoþîn û tevgera me, divê zelal bi. Em organîzekirîbin, organîzasyona me, Ji bo kar û xebata fêdên netewî bi. Demokrasî bingehê organîzasyonê bi û organîzasyon jî karibi li gor hel û mercan xwe binuh veki.
Formên partî û organîzasyonên kilasîk bersiva dema îro nema karin bidin. Bêhêzbûna me, ji doh û heta îro jî nebûn û nepêkhatina rêkxirawek demokratîk, hemdemî û çalak i. Heta roja îro jî marîfet, qedigirtin û naskirina partîyekê, bi serok an jî bi sekreterê wê partîyê vi girêdayî mayi. Heger psîkolojîya xelkekî ketibi formek wisa, divê ko ronakbîrên wî xelkî hewil bidin û li çarakê bigerin. Madem çare ji çûna ser mrîxê ri hatîyi dîtin, madem mirov bi tîrêjan bi hevri di peyivin û bi tîrêjan hevdû dibînin, teqize çarak ji bo vî tiþtî jî heyi. Heger em karibin rêkxiravên xwe yên heyî têxin hundirê formek çalak, modern, netwî û demokratîk, qula ko di kirasên Turkîyê, Iranê û Sûrîyê di pêkhatîyi wê hîn mezintir bibi û reqa jî wê hîn biçûktir bibi.
03. 10. 2004, Swêd,
Felemez Akad
|