Çîroka, Ciwanê Abdal : PÝRA RÝYA RAST
(2375 gotin) (4463 car hat xwendin)
PÝRA RÝYA RAST
- 1 - Sê Kuçik
- Welleh.. divê rê bê girtin, ev riya di nava gund re derbas dibe.. ev bû deh car em dibêjin û tu kes guhdar nake..!!
Çar-pênc mêr li ber siya diwarekî rûniþtîne, piþtî danê nîro ber êvarî, yekî ji wan bi navê Mihad digot û ji ser rû yê xwe bi destan dibaweþand toza e'llor bûyî ji derbasbûna terktorek xerxope dibûrîya wê gavê, an ji tîne-germbûna wexma dawîya meha havînê hilbûye.
- Pir caran me got û kesî guh me neda,
- De ji xwe re tiþtekî din bêjin.. bavo..
Yêdin -bi navê Hocî- qutîya tûtinê bi deste çixarakê ji xwe re dipêçe lê vegerand, û paþê qutîya xwe da destê yê kêleka xwe.. Sîno û got :
- Tu çixarakê ji xwe re bipêçe.. lo ! û dev ji vê peyvê berde. Û destê xwe jê re hilda û daxist, mîna yekî peyva yê din nekeve serê wî.
- Çima gotina min bi te nexweþe !?
Mihad li yêdin vegerand..:
- Kuro, çima tiþtekî rast ji qirika te der nayê..?
Hocî lê vegerand bê lê binêre, hesta li hev dixîne.
- Welleh.. ev sê çar salê me û em li virin, û her havîn û payiz ev icac û toz li me ellor dibe û datîne.. jê vedixun jê dixun, jinê me nikarin xwarina bê mekeb kêlîkê bi tenê bihêlin, þîrê me bi toze, mastê me bi toze, gepek nan duxun kiz-kiz jê tê, û bi ser vî tiþtî de, gava zaroyên me -jin û qîzên me- þiwa xwe dikin yan cilên þil radixînin li rista hewþê tev dibin herrî û nizanim çi..? tu bi xwedêkî ma ne rast dibêje, yan ez ziman dirêjim ? !.
- Ê bi xwedê Mihad rast dibêje Hocî..?! îca çima na, em di bin tozê de man û man.
Yekî bi navê Mîras li wan herdûwa vegerand :
- ( Ker di ca xwe ne ) Mîhad li tevlevî yê digere , ev gunde ma tu li ku ye.. lo ?! Mîhad ji roja em hatine vir, û erd li me par û belakirin , piþtî hatina me ji bin sedema avakirina seddê Ratê, û ev rê li vire, pêþî.. tê bîra we hemiyan.. rê li bakurî me bû, û hino hino li alîyê dinê, hina çavê xwe berdayê û li wêre xanî û kozik lêkirin, ta rê kete ber û ev rê ji wê çaxê bû riya nava gund û toz û icac li me barî ya, Welleh.. wek neletekê li me hat.
Bi van gotina Hocî li wan zilama vegerand.
- Dawî.. bi rastî Hocî, me çend caran ev rê ya xaçerêka, me xwest em bigirin, pêþî me qurmê daran û kevirin mezin datanî ber, û vê dawî yê me sikak lê xist û kola jî, lê bê sûde bû.. her çû rê firehtir dibû, toz û tirabêlk pirtir dibû, ajota xwe jê didan alîkî.. û her wiha pan û firehtir dibû.
Sînî li çakûçê Hocî dixîne û pêre wiha lê zêde gûrdikir.
- 2 - Çar Goþe
Dengê qirqira mirîþkan tê û zura kera û yek dengê orîna ga û çêlekan tevî, û ya e'fte-e'fta kûçikan jî di nav re, bi serde li jor perçak toz û mij hev girtîye û bi ser wan de dibare, kome-lîskek kelmêþ difirin û divinvinin, siya diwar û xanî ya dirêj dibe, û vedizele, tarîk bi tenî dibare.
Yê dawîn, ê ta nuha deng nekirî ye.. bi navê Þiwêþî, bi dest xwe hin piþkol û hin pîsî ye hiþk dida alîkî bi axê re, dest xist bin serê xwe û ser kêleka xwey din palda û dipêre got :
- Kuro, hûn çi dibêjin, hûn mijûl ya xwe tînin an hûn ji dil dibêjin..! serê sedema delava çeme, ê wan xerabî ye.. yên me anîne vir, ji alîkî din jî me li ber vî çemî û li ber pira delava çem danîne bo çi ?!.. yan em nobetdarin ji wan re, ango nobetdarê vê riyê û vî çemî ne, û vî erdî û van xelkên berê li virin.
- Bese lo.. yan tu na peyve û yan tu dibêje deve , ji ku hat û li ku danî, çiman aqilê te waha tiþta dibê ?..
Mîhad bi qirþekî xêz li erdê bi axa hûr dikir, lê vegerand û got :
- Divê em jê xilas bin û yan çarakê ji xwe re bibînin, ma ta kengî emê bi vê tozê biçêrin?.
Mîras dibêje û þiva xwe li qada ber xwe dixîne..
- Welleh û tu sûnda we li min tune ye..
Þiwaþî rast dibêje Hocî, çima na ..? !
Wiha Sînî digot û rabû meþîya, ger jina wî day lê kir.
- Erê keçê va ez hatim , qîza yadê ..bes bireh..! vaye ez çûm û ez bi raya we re me..
Mîhad piþtî dît ku du-sê kes li alî wî ne, ber bi Hocî de hat.. û got :
- Emê delava rîya çem ji vir rakin, emê pirê ji binî de xirakin û ji min nepirsin çilo û çawa ? !..
- Mala te wêran be, tu çi dibêjî, tu dizane tu çi dixwaze.? !
Sînî jêre got bi dengekî hêdî :
- Di nav me tenê de her çar pêncan de, heta em ji siya xwe re jî nabêjin vê babetê, kar bikin û siya xwe jî bi xwe re nabin.
- Kuro çawa..? dîsa Mîhad dest bi çirandinê kir ha..
Mîras jê pirsî û li hevalê xwe nerî û ji wan dipirse ka ji wan bawere û naxwaze hertim bi a xwe bike.. timî li dû hina ye bi xwe re.
- 3 - Gulover
Roj ber bi ava de dere, sih li merovan dirêj dibe mîna ramanên wan, reng dibin yeke reng.. Hocî ji cih xwe pengizî û ber bi Mîhad de hat û jêre got :
- Ê neke.. bênamûs be, çarika jina wî li serê wî be..
Û li yê kêleka xwe vegerîya û got :
- Kuro, ma ez zanim derewe, ev deh carin dibêje, wek ya - bîye dil heye lê ji avis bûnê ditirse - her çendakî bakî ji ber serê xwe berdide.
- Na Welleh.. ne derewe, û birê Þiwêþî got ev babet raste, ev rê girêdaye pira çem û delavê ye, ger em vê pirê wêran bikin, wê cihê rê bêguhertin..
Mîhad wiha digot û li Þiwaþî dimeyzand ku alîkarî ya wî bike, û gava dît tu deng ji Þiwaþî nayê, lê bi tenê serî dihejîne, got wekî tiþtin dihatin bîra wî :
- Îþev.. erê çima na, îþev emê herin avê li dû pirê biqulêpin.. avê li dû pirê bigirin ta ava pir lê bicive wê pirê bi xwe re bibe - ango wê li ber xwe bibe, ne kesî dît û ne kesî bîna .
Hocî dev ji hev çû û matmayî rabû pirsî :
- Erê jîrik, tê çawa avê li dû pirê bigire.. û çima nuha bi þevê.. ? ?
- Bi þev, tarî mêvane li me.. bo xelkê din bi mere ne xeydin, kuro.. pira avê çiye..? û çem bi xwe cihokeke pehne deh duwazdeh gavin, û qam û nîvekê kûre, hinek av li dû bi cive, ewê biherifîne.. ew beþt û mirdiyaqên li ser û herdû pîkên kendal li ber, wê li ber xwe wê bavêje..
Mîhad bersiva Hocî dida..
- Ê.. baþe, piþtî biherife, wê sibehê xelkê herêmê bên wê dîsan lêkin wek berê û çêtir jî.. ne ev bes bi tenê, wê li me gilî bikin, û dawî çi fêda wê li me bibe.. ha. { Hocî ev pirs dikir bi germî :
- Erê .. avê û pira li ber xwe bir; yek jê û ya didû yan, ger bixwazin careke din ava bikin û pirê lêkin ji nûve, kê destê wan girtî ye.. lê vê carê wê dûrî gund lêkin, û em nema qebûldikin wekî berê.. ma bera toz wan bi ser me de bê îcan.. û xirîna þopa wan bi ser me de herin û bên.. xirî mirî, ma ta bi kengî emê li ber toz û icacê bin.. ha..? !
- Lê.. dest bi dest pirê em bigirin yan biwêrînin û biherifînin, wê çaxê wê li me gilî bikin, û belkî jî ji nûve.. ji kîsê me lêkin..
- Û em xweþ dizanin ku Þurta(polîs) ji destê mene, wê babeta wan wê bibûrînin bi çend pere û quriþan, û dawî tiþtekî din divê em bihêlin av li dû pirê bicive wek ji ber xwe ve û tu hayê me jê tune ye.. ê me çi bavo pira ji zora avê xerabû ye , û ger hûn ji min dipirsin çawa, ez vê nabêjim nuha ta em rabin tev de û herin di vê tarîkê de û karê xwe bikin, temam.. bêjin bi min re temam.!
Û de rabin em bimeþin.. anuha emê herin mal û piþtî þev piçkî zîz bibe, emê vegerin û bicivin li rexê pira çemê Nastadirokê..
Çenekî li hev nêrîn û ya xwe kirin yek ku ev bûyer divê bi serî bibe, îdî tu mefer tune ye.. her wiha û li ser vê çalakê peyva xwe kirin yek, xwîn li xwe sar kirin û rabûn û çûn yeka yeka û cota cota bi qelafîska, bê kes li wan bi þek be ku wê çi bikin.
Þevê tarî ya xwe bi giranî berda bû erdê, piþt ku ro çenekî li aso yê dûr rawesta û navbera erd û ezman xêzek sor hiþtibû.
- 4 - Xêz
Dem, çaxa payizê ye, þev zîz bû.. meha çiryê pêþîne, hinekî þev cemidî ye, ne heyv-stêrek û ne çirak.. þevê perda xwe berda bû xwar, dengê nuqnuqa beqan dihat bihîstin û dengê çîrçîra çirçirkan jî pêre, û çimkî qiraxa çem bi þînahî û giha ye hin dewar girêdayî bûn li wir çêra xwe dikirin, ji dûr de dengê rehya kûçik û wawîka li hev vedigerîya.
Yeka yek hatin, her yek ji alîkî derket, Mîras û Hocî pêþî hatin û bi dû de Mîhad hat, Sînî tenê yê dawî dihat, wê gavê zarwa dest bi kar-finasî ya xwe kiribûn. Wek xweþ tê zanîn li qiraxa çem pembo çandibûn, û berya neh-deh rojan dest bi çinînê kiribûn, þel li wê rastê kom bûn, û qirþ û zilê devê dora çem jî çinî bûn.. her wiha.. Mîhad xistibû serê xwe ku neh-deh þela dafdin û bigindirînin ku top-kom bikin li ber devê pirê ku avê li dûv xwe bigre,- û hin kes ji me ne xweþin ( neyarin ) ev finas kirine, zarone, xortin hêza xwe diseridînin, an dizin û nizanim çi ?.. her wiha bû ew pîlana wan-:
- Binêrin gelî hevala, tu zehmetî tune, ji ber xwe de wê biherife..
- 5 - Xal
Ev pira li hirêmê Nastedirokê li ser çemê Çetelê hatî avakirin, kes nizane ji kengî, xelkê hirêmê her wiha ew dîne, ji bo herdû rexên çem bi hev bêne girêdan piþtî lehîya buharê ku çem miþt av dibe ji piþavtina berfên serê çiyan, wekî her çaxê xwe, bi rastî ev pira lêbûye ji bo rêwî û peya tev dewarê xwe di ser re derbas-bibin, çimkî hirêm yeke bi xelkê xwe, û bi tiþtin hêsan hatîye avakirin, hin beþtin dirêj avêtin ser - bi pehnahî û bi dirêjahî - di hev de derbas kirine ku bibe watek dûz.. Bi rastê hinek hiner û zanîn tê heye, lê ez nizamin bînim ziman, belê pir cara wêradibû - çi lehîya avê li ber xwe dibir, çi bi destên wêradibû.. û her wiha ta dawî dima simbola hirêma Nastedirokê.
* * *
Wek wawîka bû wîtwîta wan bi hêdîka dipeyvin, belavbûn li hawîrdor û her dido bi guþê þelekî dagirtî pembo girtin û dan ber xwe û gindirandin wek wan kêzikan - bela teþabîh - ser ber jêr de, ber bi çem ve, ku li perrê pira bisekine, cihokê li avê teng bikin. Zil û qamiþ li ber devê çem bejnekê bilind bû, gava þelê giran berdan bi jêrî ji qiraxê de li wan sekinî..
çare nebû û ku pîlana wan zû bi zû ve neçû serî, rabû Hocî dey li wan zamota kir û got :
- Ka emê xwe hilkin û xwe day nav avê bikin û þela rast bikin ku xweþik devê rîya avê bigre.. de zû bikin, a xerab di we de bê ?..
Nava xwe hilkirin û hina dawa xwe xistin devê xwe û xwe hêdî hêdî dahiþtin nav avê.. û bû birbira wan çimkî av piçekî cemidî û sar bû, dan nav ta bi çogê û hêdî hêdî sobakirin, her yek ji alî xwe de bi guþê çewalê wan þela girtin û circirandin bi alîyê devê perrê pirê de. Bi rastî av cih lê teng bû û lav-lav bi avê ket wek yekî dest têkeve qirikê, xirfizîn xweþ deng pê dihat.
- Ka dafdin ber bi jor de.. ka hildin van du-sê þelan, xweþ bidin ber jibo zû em xelasbin.
- Tu bi xwedêkî ew çi nalîne tê guhê min, ew kî ye lo.. xirîne an heware kesî ji meye.. ?
Av li dû perrê pirê werimî û cihê pir fireh teng bû, erê bi rastî bar dibin avê de sivik dibe lê mixabin ev þel bi xwe giran bû, giran bû deh-sed carî.. û na Welleh.. barê jorîn hate xwarê û av pijiqî ber bi jor de, û çar- pênc kesên me di bin de man, Mîras bandikir:
- Haho.. we di ca xwe niya.. we çikir ? !
- Buq buq, kuro kê bi nigê min girtî ye..? !
- Kuro em çûn.. Welleh, yek ji me nafilite !
Her av li dû pirê mezin û giran dibû, pirê yek nekir dido û cokê rê da avê mîna ji xwe re rêk dît.. û li bayê xwe çû wekî berê..
- Baboo.. yabê ev çi bû?, xweda ez dibextê te da.
***
Þev zîz bû wekî hercar.. û pêre hildihatin û dadihatin.. deng hêdî hêdî rawistyan li dû ava civiya bû, beqan dîsan xwe avêtin nav avê û bû niqniqa wan tevî çirçira çirçirkan bi xweþîna ava çem re.
Ciwanê Abdal http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|