ÇEND GOTIN LI SER GUHERTINA PAŞNAVÊ MIN Û SEDEMÊN WÊ
(626 gotin) (4813 car hat xwendin) 
FÛAD SÎPAN
(FUAT AKPINAR)
Xwendevanên hêja! Hewceyê gotinê ye, ku li ser pirsa guhertina navê xwe çend gotinan bêjim û li ser tengasiyên navên Kurdan li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê hinek mînakan bidim. Belê ji vir û pêve navê min êdî Fûad Sîpan ne.
Sedema guhertina paşnavê min ya herî girîng ew e, ku Akpinar gotineke Tirkî ye û komara Tirkan di 21.07 1934an de biryarek bi navê "Soyadı Kanunu" (qanûna paşnavan) ji parlamena komarê derdixe û bi taybetî paşnavên Kurdan hemû diguherînin û Tirk bi kêfa dilê xwe paşnavên Tirkî li Kurdan dikin. Ji ber ku ev 80 sal e nav û paşnavên Kurdan li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê qedexe ne, loma Kurd nikarin nav an jî paşnavên Kurdî li xwe bikin. Ez dixwezim bi vê guhertina paşnavê xwe bi taybetî naletê li nava paşnavê Tirkan bikim û paşnavê wan li ser çav û rûyê wan, û biryara wan ya sextekar ji bo Kurdan bikim û navê ku wan bi destê zorê li min, û bi mîlyonan Kurdan kirine, ji ser xwe rakim.
Sedema duwemîn jî ew e, ku li perçên Kurdistanê yên din Kurd di pêkanîna axaftina gotina Akpinar û gotinên Tirkî de tengasiyê dibînin, loma ez paşnavê xwe Akpinar diguherînim û dikim Sîpan.
Çima Sîpan? Ji ber ku ez ji herêma Serhedê nêzîkî çiyayê Sîpanê me û Çiyayê Sîpan diwanzdeh mehên salwextê ji berfê spî ye.
Ezê lê bixebitim, ku navê xwe yê nû Fûad Sîpan di demeke kurt de bi biryara dadegehê jî bidim guhertin. Lê heta navê min wek fermî neyê guhertin ez mecbûr im di bin navê xwe yê nû de navê xwe yê kevin di nava kevanê de binivîsînim. Ji bo vê ez lêborînê dixwezim.
Tirkan bi zanistî paşnavên xwe li Kurdan kirin, ku kok û hebûna Kurdan biqelînin. Îcar paşnavên wisa xerab û komîk li Kurdan kirine, ku mirov mat(acêb) dimîne. Ez dikarim di pirsa paşnavê xwe de bêjim, di vê mijarê de hinekê şansa malbata min hebûye, ku paşnavê me bûye Akpinar. Akpinar, ji du gotinên Tirkî tê, 1. Ak, têye wateya “spî” an jî zelal, 2. Pinar jî têye wateya kanî (cihê ku av jê dertê), yanê eger paşnavê min, Akpinar bi Kurdî bêye wergerandin, dibe Kaniya Spî. Lê dîsa jî - tevî xweşikbûna vî navî - ji ber ku bi Tirkî ye, ez nema dipejirînim.
Lê hin nav hene, wek navê Türk (Tirk), Öztürk (yanê bi asil û koka xwe Tirk e) an jî navên rawil û dewaran, wek Kurt (gur), Bozkurt (gurê boz) Başboğa (ser ga ) û hwd., ku li Kurdan kirine
Hewceyê gotinê ye, ku du mînakan jî ji jor bidim, da ku babet baş bêye fêmkirin. Birêz Ahmet Türk siyasetmedarekî Kurd e, bi salan e li Tirkiyê û Kurdistanê siyasetê dike û di demekî de jî mebûsê DEPê di parlamena Tirkan de bû. Û Birêz Maşalah Öztürk jî siyasetmedar û nivîskarekî Kurd e û bi salan e di nava siyaset û tevgera Kurdan de ye.
Paşnavên van herdu Kurdên siyasetmedar wek paşnavê min heta niha bi Tirkî ye. Bê guman ne sûcê min e û ne jî sûcê Kurdên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dijîn e, ku paşnavên wan bi Tirkî ne. Lê em êdî divêt ji vê rewşê re bêjin NA û vê rewşê biguherînin.
Îro li Kurdistanê Kurd bi îsrar navên Kurdî li zarokên xwe dikin. Divê bi taybetî ji îro û pêve hemû Kurdên rewşenbîr, bi guhertina paşnavên xwe yên Tirkî bersiveke siyasî jî bidin Tirkan û paşnavên xwe biguherînin. Heta niha gelek Kurdan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xwestiye, ku navên Kurdî li zarokên xwe bikin, lê li ser pirsa paşnavên Tirkan ku bi destê zorê li me kirine, nehatiye sekinandin.
Bang û tika (rica) min ji hemû Kurdên Bakur ew e, ku dest pê bikin, paşnavên xwe yên Tirkî biguherînin. Ma emê heya kengê rawestin?
Almanya, 02.11.2003
|