BAJARÊ SILÊMANIYÊ EWROPAYA KURDISTANÊ YE
(1802 gotin) (5470 car hat xwendin)
28.08.2003 min berê xwe li ser rêya Kerkûkê da Silêmaniyê. Ez di nava bajarê Kerkûkê re derbas bûm û tiþtên ku cara yekem li Kerkûkê ber bi çavên mirovan dikevin, piraniya Alên Kurdistanê ye. Kerkûk bi rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin. Gelê me li Kerkûkê jî di pê diwanzdeh salan re bi coþeke mezin tama rizgarbûn û azadiyê derdixe. Lê pir mixabin ku ji ber sedemên zeman, ez li Kerkûkê nesekinîm.
Heta mirov bi çavên xwe nebîne, belkî bawer neke, ku li Rojhilata Navîn bajarek bi navê Silêmanî heye û ev bajar cidahiya wî ji bajarên Ewropa nîne. Silêmanî ne tenê Ewropaya Kurdistanê ye, Silêmanî li Rojhilata Navîn bajarê medeniyet û þaristaniyê ye.
Ev cara diwemîn e, ku ez Silêmaniyê dibînim. Dema ez îcar nêzîkî bajar bûm û þoforê teksiyê ji min re li ser Silêmanî ji strana stranbêj Saleh Dewdeh wiha got :
Xweþ Silêmanî, qesr û dukanî li gel ser çinar, asr û beyanî
Min li Hewlêr bihîst, ku Hotela herî baþ Hotela Silêmanî Palas e. Ez jî li Silêmaniyê raste rast çûme Hotela Silêmanî Palas. Lê pir mixabin, ji min re hate gotin, ku cih tuneye. Ji ber ku Hotel wisa nûjen û baþ e, dilê min nexwest, ku ji Hotelê derêm. Hotela Silêmanî Palas di sala 2000î de hatiye çêkirin. Erdê ku Hotela Silêmanî Palas li ser hatiye çêkirin di pê sala 1991î de cihekî xerab bû û wê demê di vî cihî de penaberên Kurd yên ji Kerkûkê ji ber rejîma Iraqê hatibûn, têde diman. Dema ez di sala 1993an de çûme Silêmanî, min perîþanî û belengaziya wan penaberên ji Kerkûkê, ku mal û erdên xwe berdabûn û canê xwe xelas kiribûn û hatibûn di feqîriyê de jiyana xwe didomandin.
Min ji Kekê Fetah Zaxoyî re telefon kir û ew agahdar kir, ku ez hatime Silêmaniyê û ji bo wî ji Almanya name û hin pirtûk aniye. Kekê Fetah Zaxoyî li Silêmaniyê wezîrê rewþenbîriyê ye (Ministry of Culture). Ew ji Partiya Zahmetkêþan e.
Li Silêmanî hin tiþt ji bajarên din diha baþ hatine amadekirin. Pirsa telekomînîkasyonê li Silêmanî pêþdatir e. Mirov dikare ne tenê li Silêmaniyê, li her derê Kurdistanê têkeve înternetê. Înternet Cafê li Kurdistanê êdî bûne cihê lîstokên ji bo keç û xortan.
Roja din, kekê Fafah Zaxoyî, nivîskar Mihemed Hemo û þaîrekî ji baþûrê biçûk bi navê Hozanê Hinda, em li Hotela Aþtî hatine ba hev û me gelek bi hev re li ser rewþa Kurdistan û hin li ser babetên cida qise kir. Kek Fatah Zaxoyî di axaftina xwe de hinek henek û pêkenok jî kirin û qala rojnameya bi navê Cemawir, ku di heftê de carekî li Hewlêrê dertê kir, ku di vê rojnamê de tiþtên karîkatûr jî hene û wan li ser serokwezîrê Tirkan yê berê Bülent Ecevit nivîsîne, ku Ecevît derbarê dewleta Kurdan de wiha dibêje ”Ez ditirsim nemirim, dewleta Kurd bibînim”
Di pê vê hevdîtinê re nivîskarê hêja kekê Mihemed Hemo, ez li Silêmaniyê li gelek deran gerandim. Li nêzîkî Hotela Aþtî avahiyeke ku beriya sala 1991î di destê Saddam de cihê Emniyetê bû û niha Kurdan ev cih kirine wek mûze, rayê min da. Di Mûzê de wêneyên þehîdan yên di dema rejima Baas de þehîd ketine hene.
Parka Azad
Erdê ku niha li ser Parka Azad çê bûye, beriya sala 1991î cihê leþkerên Iraqê bû. Ev park li ser 210 donim erd hatiye avakirin. Di nava parkê de hewzeke ku jin û mêr bi hev re dikarin bikevin avê û xwe biþon heye. Ez bawer dikim, ku tiþtekî wiha þaristanî di Rojhilata Navîn de ji bilî rojavayê Tirkiyê li tu derê tuneye. Ev jî baþ xuya dike, ku gelê me yê Silêmanî di warê medenî û þaristaniyê de gelek pêþde ye.
Di nava parkê de cihek heye, keç û xort li wir dikarin hevdu bibînin, nas bikin û evîndariya xwe ji hev re îlan bikin. Navê vî cihî eþqa evîna dildariyê ye. Ji xwe park pir baþ hatiye xemilandin û her kes dikare bi malbat û zarokên xwe re werin bi kêfa xwe di nava parkê de bigerin û zarokên xwe bi hêlekanan û bi tiþtên kirmîsê yên pêleyîstik bidin þakirin.
Di nava parkê de Þanoyeke vekirî, ku jêre dibêjin, Þanoya Romî (Amfî Tiyatro) heye û patenta bûzê jî niha têye avakirin. (ew cihê ku zarok, jin û mêr xwe li ser bûzê xûþ dikin, diþiqitînin) Kekê Mihemed Hemo ji min re got, ku li Rojhilata Navîn ji bilî Kuweyt û Tirkiyê di herêmê de li tu derê patenta bûzê tuneye. Wekî din di nava parkê de gelek Restorant, qahwe û cihên bihnvedanê hene.
Tiþtê bi taybetî bala min kiþand, niha di nava parkê de cihekî çê dibe û ev cih wek platformeke Azad e, her kes dikare here wir û çi bê aqilê wî û kêfa wî çi bixwaze bêje. Mînak wiha di cîhanê de ji bilî Londonê li tu derê tuneye. Kesên çûne Londonê û çûne Hyde Park dizanin, ku her kesekî here wir dikare ji qiralîça Birîtanya re jî çêran bike, ceza jêre tuneye. Yanê ev platforma Azad, ku li Silêmaniyê di nava paraka Azad de têye çêkirin wek Hyde Park li Londonê ye. Mînakek, mirovek ji mam Celal Talabanî aciz be, dikare here di parkê de kela dilê xwe bireþîne û tu kes nikare jê hêsap bixwaze. Bi baweriya min ev jî demokirasî ye. Baþ têye xuya kirin, ku Yekîtî Niþtiman û bi taybetî Mam Celal Talabanî qîmeteke pir bilind didin demokirasiyê û ji raya gel re rêz digirin.
KurdSat
Di pê vî gera di nava Parka Azad de kek Mihemed Hemo, ez birim di navenda Televîzyona KurdSat de li hemû ode û studyoyên KurdSat de gerandim. Min li wê derê rêvebirê KurdSat birêz Awat Necmedîn û jina Mam Celal Talamanî, Hîro Xan Talabanî jî nas kir. Avahî û hemû materiyalên di navenda Televîzyona KurdSat de him nû hatine çêkirin û him jî nûjen in.
Çiyayê Ezmir û Ser Çinar
Çiyayê Ezmir li jora cihê ku Televîzyona KurdSat lêye ye. Gava dibe êvar, çiyayê Ezmir jî ji Silêmaniyan re dibe cihê þox û þengê. Him ser çiya, him jêr û him jî aliyê din ji hatina û çûyîna ereban (seyar) îzdiham çêdibe. Ji ber piranîna erebeyan û þox û þenga gel li herdû aliyên rê, çûyîn û hatina me ya ser çiya jî gelek dirêj kudand. Li vegerê, em di ber Hotela çiyayê Ezmir re derbas bûn û kekê Mihemed Hemo got, were ez Hotelê jî rayê te bidim. Em çûne Hotêlê û derbasî baxçê Hotelê bûn. Min bala xwe dayê, ku li baxçê Hotêla Ezmir kek Nasrullah Surchî bi sekreterê partiyan zahmetkêþan Qadir Azîz û bi berpirsiyarê mekteba siyasî re rûniþtî ne û suhbet dikin. Ez kek Nasrullah Surchî li bajarê Bielefeld, li Almanya nas dikim. Dema ew hate Almanya û serîlêdan ji bo penaberiyê da, me hev du nas kir.
Hewceyî gotinê ye, ku li ser îxdamkirina kek Nasrullah li Bexdayê di sala 1990î de jî çend gotinan bêjim.
Kek Nasrûlah di salên 1989an heta 1992an de ji aliyê rêjima Baas ve li Baxdayê di zîndanên dijimnde maye û di wê demê de rêjima Bexdayê derheqê wî de biryara îdamê dide û paþê di navbera rêjîma Iraqê û Kurdan de li ser dîlan (hêsîr) dan û standin çêdibe, pevguherîn (goran) di navbera Kurdan û rêjimê de çêdibe û kek Nasrûllah jî bi þanseke pîþadî têye berdan.
Kek Nasrullah di PDK de dest bi siyaseta Kurdî kiriye û di sala 1972an de bavê xwe þehîd daye. Di sala 1972an de ku kek Nasrullah 19 salî ye û ji ber ku havîna li Hewlêr gel li ser avahiyan radizên, rojekê caþên ku wê demê bi rêjima Baas re kar dikin, têne ku kek Nasrullah bikujin, lê wê rojê jî bi piþadî bavê wî li dewsa wî li ser avahiyê razaye û nokerên Saddam bavê wî þehîd dikin.
Kek Nasrullah Surchî, niha li Bexdayê berpirsiyarê liqê Partiya Zahmetkêþan e.
Li Silêmaniyê ji bo þox û þengê ji bilî Çiyayê Ezmir Ser Çinar heye. Li ser Ser Çinar bi qiyametan restorant, qahwe, gazîno û cihê kêfê hene. Silêmanî bi malbatên xwe û bi zarokên xwe ve li ser Ser Çinar, bi taybetî rojên vala wek ser Çiyayê Ezmir bi kêfa dilên xwe heng û þahiyê dikin.
Wezareta Rewþenbîrî
http://www.roshnbiri.org
Wek min li jor jî got wezîrê rewþenbîrî Kekê Fetah Zaxoyî ye. Ew ji Partiya Zahmetkêþan e. Min di 30.08.2003an de kekê Fatah li wezareta rewþenbîrî ziyaret kir û ez di pê vê ziyaretê re çûme Mûzeya Silêmanî. Kek Fetah Zaxoyî ez bi dilekî pir germîn silav kirim û kirime mêvanê xwe. Ez jêre sipas dikim û ji karê wî yê bi rûmet re serkeftinê dixwazim.
Mûze li Silêmanî
Di Mûzeya Silêmaniyê de gelek eserên kevin û giranbiha hene. Lê pir mixabin, ku ji ber sedemên kêmbûna demê, min nikaribû bi kêfa dilê xwe li hemû eseran binêriya.
Zanînhega Silêmanî (Zanko)
Zanîngeha Silêmanî nêzîkî 8000 hezar xwendekarên wê hene. Ji 8000 hezar xwendekar ji 54% keç in û yên din jî xort in. Di zanîngehê de 18 collage, 54 beþ hene û 320 mamoste, endamên hîndekariyê hene. Biraderekî ji Zanîngeha Silêmanî kek Mihemed Hemo û ez di nava Zanîngehê de gerandin û pirtûkxana Zanîngehê rayê me da. Pirtûkxana Zanîngeha Silêmaniyê gelek dewlemend e.
Hevdîtineke digel þaîrê navdar birêz Þerko Bêkes
Birêz Þerko Bêkes di salên 1992-1993an de, ku cara yekemîn gelê me yê Baþûr li Hewlêrê di pê hilbijartina de di parlamena Kurdistanê de bi koalîsyoneke hukumet hate damezirandin bû wezîrê rewþenbîrî. Birêz Þerko Bêkes, ez hinek derheqê karên xwe de agahdar kirim û got, dezgeha me ku ji bo çap û serdem 5 sal berê hate avakirin. Min biryar da, ku êdî wezifên hukumetî nekim û em kovarên ji bo edeb, felsefe, rexne, raman û hwd derdixînin. Navên van kovaran Ahînde û Serdem e, du an jî sê mehan carê dertên. Wekî din kovareke din bi navê Rovar dertê. Rovar ji du gotinên Kurdî wek rojname û kovar hatiye girtin û bûye Rovar. Rovar du mehan carê dertê û bi taybetî li ser þexsên di nava Kurdan û di Navnetewî de navdar in û her wiha bi zimanekî ilmî dertê. Wekî din li ser zarokan (minalan) jî pirtûk dertên.
Di pê vê serdana birêz Þerko Bêkes re, min xatirê xwe ji wî û kekê Mihemed Hemo xwest û berê xwe da Hotelê; û ji Silêmaniyê jî berê xwe da Hewlêrê.
Xwendevanên hêja! Ezê di nivîsa xwe ya ku derheqê baþûrê Kurdistanê de analîzeke berbifireh bikim û her wiha dîtin, nêrîn û pêþniyariyên xwe binivîsînim. Babet dê bi taybetî ev bin.
Dewlet û elementên wî
Pirsa serxwebûnê
Pirsa demokirasiyê li Kurdistanê
Rola herdu hukumetên herêmên Kurdistanê
Rola Pena-Kurd di qada Navnetewî de
Daristanî li Kurdistanê
Pirsa zimanê Kurdî Kurmancî û pirsa alfabeya Kurdî
Ala Iraqê û ya Kurdistanê
Li herêma Soran û herêma Behdînan federasyon
Hukumeta navendî
Û hwd.
FUAT AKPINAR
Almanya, 20.10.2003 |