KOMKUJIYA LI KURDISTAN Ê BI DESTÊ KALÊ TC.M.K. HATE PÊKANÎN Û A.Ö. JÎ KEMALÎZIMÊ DIPARÊZE
(2119 gotin) (4505 car hat xwendin)
SABÝHA GÖKÇEN KOMKUJIYA DERSIMÊ BI PILAN Û PIROJEYÊN KALÊ TIRKAN MISTO KEMAL HATE PÊK ANÎN Û ABDULLAH ÖCALAN JÎ KEMALÎZIMÊ DIPARÊZE
FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
Almanya, 09.03.2004
Armanca min ne ew e, ku li ser esl û meslên Sabiha Gökçen bisekinim. Sabiha Gökçen kî dibe, çi û koka wê ji kûderê dibe bila bibe, ew eleqederî me Kurdan nake. Ev kar û pîþeya Tirkan e, bila ew herin li ser esl û mesilên Sabîha xwe bisekinin. Lê ev nayê wê wateyê, ku Sabiha Gökçen eleqederî me Kurdan nake. Çumkî destê Sabiha Gökçen ketiye xwîna Kurdan û Sabiha Gökçen ji wan kesan e, ku sûcdarê komkujiya Dersimê ye.
Ev cara yekem e, ku qunciknivîsên Tirkan yên wek Emin Çölaþan, Fatih Altaylý û rayadarên dewletê nizanin di pirsa eslê Sabiha Gökçen de êdî çi bibêjin. Di daxuyaniyê wan de baþ eþkere dibe, ku ew di mijara eslê Sabiha Gökçen de pir ketine tengeasiyê û þuphe li ser eslê wê heye.
Ji ber ku niha pirsa aslê wê kete rojeva Tirkiyê, loma ez jî dixwezim bi hin çavkaniyên Tirkan eþkere bikim, ku kalê Tirkan çawa bi pilan û proje komkujî li Dersimê pêk anî û Sabiha Gökçen jî di vê komkujiyê de çawa? Rola xwe ya bi bêxêrî û alaçaxî lîst.
Dêrsim
Birîna Dêrsim pir kûr e, dewleta contirk di pê komkujiyên (qetlîamên) Þêx Saîd, Agirî û Gelîyê Zîlan, pêre jî hate ser Dêrsimê. Li ser komkujiya Dêrsimê heta niha gelek tiþt hatine nivîsandin, lê wek komkujiyên dewleta Tirk li welatê me kirine pir hindik çavkanî hatine rayê dan. Mirov bona ku di cîhanê de jenosîd, komkujî, tiþtan an jî bûyeran îspat û zelal bike, çavkanî pir girîng in. Bê çavkanî mirov ne dikare kesî îqna bike û ne jî meselan zelal bike. Lê pir caran ne hêsan e, ku mirov çavkaniyan bibîne û li ser bûyeran binivîsîne. Ji ber ku dewlet ditirsin, ku ew jenosîd, komkujî û xerabiyên wan li ser gelan kirine aþkere bibin û ji lew re her tiþtî dizî dihêlin û vediþêrin.
Di cîhanê de dewletek wek dewleta Tirkan tuneye, ku ewqas ji dîroka xwe bitirse. Tirk Arþîvên xwe ji kesekî re venakin û tiþtên ku neyên hêsabê wan yan vediþêrin, yan jî pir bi hêsanî înkar dikin. Lê ew çiqwas xerabiyên xwe veþêrin jî, ji ber ku ew pir caran bi xerabiyên xwe difirin û kêfa xwe bêperwa pê tînin, loma xwe bi gotinên xwe didin dest. Komkujiya Dêrsim ewqas eþkere ye, ku Tirk jî êdî nikarin veþêrin. Rojnameyên wan yên wê demê jî pir tiþt li ser komkujiya Dêrsimê nivîsîne. Komkujiya Dêrsimê jî wek komkujiyên din li Kurdistanê bi pilan, proje û daxwaza kalê Tirkan Misto Kemal hatine bikaranîn. Lê di vir de tiþtekî girîng heye, ku divê bê gotin. Di komkujiya Dêrsimê de Tirkan heta niha gelek kes (ji wan kesan piranî jî kesên Alewî) bi vî awayî îqna kirine û dewleta Tirk dibêje, ”Dema komkujiya Dêrsimê hate bikaranîn kalê me nexweþ bû û bîr û haya wî ji tiþtekî tune bû”. Lê ev rastiyê nîþan nade. Rastî ew e, ku komkujiya li dijî serhildana Þêx Saîd, Agirî, Gelyê Zîlan û Dêrsimê û yên din bi gotin, daxwaz û pilanên kalê Tirkan Misto Kemal hatine kirin. Ji ber ku di dema jiyana wî de bêyî gotina wî tu tiþtek ne li Tirkiyê dihat meþandin û ne jî çêkirin.
Ez bawer dikim, ku Kurd dikarin bi vê çavkaniya ku ez li jêr didim, li dijî Tirkan li Ewropa û Amerîka dadê vekin û bi karekî dîplomatîk û lobî vê komkujiya Dersimê bikin rojevê û li dijî dewleta Tirk dadigehên mezin vebikin. Ev kar jî bi taybetî dikeve ser milên Dersimiyan. Ez loma dibêjim Dêrsimî, çumkî yên ku yekemîn stembar in (mexdûr) ew in. Ger ew dadê li dijî Tirkan vebikin, dê ne hêsan be, lê bi bîr û baweriya min dê serbikevin.
Ji ber ku pirsa Sabiha Gökçen dîsa kete rojevê û ez dixwezim vê çavkaniya ku bi piþadî di sala 1998an de kete destê min ji gelê Kurd re bidim naskirin. Ez bi balafirê wê salê çûme Stenbolê û ev çavkanî pirtûkek ku ji aliyê Vakiflar Bankasi li Tirkiyê him bi zimanê Tirkî û him jî bi zimanê Îngilîzî ve di balafirê de hatibû belav kirin. Min jî pirtûkek girt û di heman demê de xwend. Vê pirtûkê pir bala min kiþand, çumkî di vê pirtûkê de Sabiha Gökçen sirên dewletê bi nezanî der mafê Dêrsimê de dide. Yanê bi taybetî sirên Misto Kemal dide. Çumkî dewleta Tirk heta niha bi taybetî piraniya Alewiyan di pirsa Dersimê de xapandine û ew dibêje, dema dewletê li Dersimê komkujî dikir, Misto Kemal nexweþ bû û haya wî ji tiþtekî nebû. Lê Sabiha Gökçen derewên wan pir bi eþkere dertîne holê.
Ev çavkaniya ku ez qal dikim, Halit Kivanç rojnamegerê Tirk di sala 1956an de bi Sabiha Gökçen re heypevînek pêk aniye û ev heypeyvîn di wê demê de di rojnama Milliyet de hatiye weþandin. Rojnamegerê Tirk Halit Kivanç di pêþgotina vê pirtûka de dibêje, ku di sala 1998an de di kokteylek de ji bo 75 saliya komara Tirk ez dîsa rastî Sabiha Gökçen hatim û min jê rica kir, ku ew destûrê bide min, ez careke din vê heypeyvîna ku wî bi wê re di sala 1956an de kiriye dîsa biweþîne. Sabiha Gökçen jî vê daxwaza Halit Kivanç li ser serê xwe qebûl dike û Midûrê Banka Vakiflar Bankasi jî li cem wan bûye û wî jî gotiye, ku ew jî amade ne vê heypeyvînê wek pirtûk çap bikin û mesref jî ayîdê wan e.
Rojnamegerê Tirk Halit Kivanç di hevpeyvîna xwe de, ku li gel Sabiha Gökçen, di sala 1956an de çêkiriye û Sabiha Gökçen der mafê çûyina xwe ya destûrgiritinê ji kalê xwe Misto Kemal û komkujiya Dersimê de wiha dibêje:
Eskiþehir'de Tayyare Alayý'nda staj gördüðüm günlerden birinde, uçuþtan indiðimde bölükteki fevkaledelik dikkatimi çekti. Hemen sordum. Bizim bölüðün Dersim Harekatý'na katýlma emrinin geldiðini söylediler. Kalbim küt küt atmaya baþlamýþtý. Derhal bölük kumandanýmýza koþtum. O bölükten olduðuma göre, elbette ben de gidecektim. Ancak kumandan hiç de beklediðim cevabý vermedi. Alay kumandanýna baþvurmamý söyledi sadece... Bu sefer alay kumandanýna koþtum. Evet, gidebilirdim. Ama özel müsaade lazýmdý. Bir kadýn pilotun askeri harekata katýlmasýna tek baþýna karar veremiyordu. Bunun için de vakit yoktu. Çünkü bölük ertesi gün gidecekti. O zamanýn tayyareleri bir kalkýþta çok uzun mesafeyi katedemedikleri için arada inecek, yeniden havalanacaklardý. Bunu bir fýrsat saydým ve benim de Ankara'ya kadar arkadaþlarýmla uçabilmem için izin istedim. Bu masum isteðim kabul edilince ben de bölükle birlikte yola çýktým.
Ankara'ya vardýðýmda hava kararýyordu. Hemen Çankaya'ya koþtum.
Atatürk beni karþýsýnda görünce, önce hayret etti. Arzumu anlamýþtý. Daha doðrusu kendisine isteðim iletilmiþti. Bu bakýmdan ben daha bir þey söylemeden Atatürk konuþmaya baþladý. Benim böyle bir harekata katýlmamýn güçlüðünü dile getiriyordu.
(Di rojekê de, ku min li Eskiþehirê di alaya teyaran de staj didît, dema ku ez ji firandinê vegeriyam piraniyan kesan li ber qewteyê (alayê) bala min kiþand. Min di heman demê de pirsî. Ji min re hate gotin, ku emir hatiye, liqê leþkeriya (Bölük) me dê tevayî tevgera (hareketa) Dersimê bibe. Bû kulpe kulpa dilê min. Ez di heman demê de reviyam cem fermandarê liqê leþkeriya (Bölük) me. Ji ber ku ez di wî liqî de bûm, helbet ezê jî biçûyama. Lê belê bersiva ku min ji fermandar dixwest nehate dayîn. Ewî jî daxwaz kir, ku ez ji fermandarê alayê re bêjim. Vê carê ez reviyam cem fermandarê alayê. Belê, ez dikarim herim. Lê pêwîstiya destûra taybet heye. Jineke pîlot nikare bi serê xwe ji bo tevayiya tevgera leþkeriyê biryarê bide. Ji bo vê keyê dem nemabû. Çunkî roja din dê liqê leþkeriyê biçûya. Ji ber ku teyarên wê demê nikaribûn bi yekcarî navberên (mesafên) dirêj bibirin, bi rê de peya dibûn û dîsa bi hewa diketin. Min jî ev ji xwe re wek derfet (firsat) dît û ji bo çûyîna Enqerê bi hevalên xwe re destûr xwest. Dema ev daxwaza min ya mesûm hate qebûlkirin, ez jî bi liq re bi rê ketim.
Dema min xwe gihand Enqerê hewa jî reþ dibû. Ez di heman demê de reviyam Çankayayê. Dema kalê me ez li hember xwe dîtim, berê matmayî ma. Daxwaza min fêhm kiribû. Bi rastî daxwaza min jêre hatibû gotin. Loma min hê tiþtek ne gotibû, kalê me dest bi axaftinê kir. Hêsaniya beþdarbûna min ji bo tevgereke wiha dianî ziman.)
Û Halit Kivanç di vê heypevînê de li ser Sabiha Gökçen dibêje, ku kalê wê Misto Kemal ji xwesteka wê re nikaribû bêje na. Lê belê kalê wê ji bîr nekiriye, ku wê þiyar bike û Sabiha Gökçen wiha berdewam dike û dibêje, kalê min ji min re wiha got:
Bak Gökçen' demiþ, 'seni çok takdir ederim. Orada da görevini baþaracaðýna inancým tam. Ancak çarpýþacaðýn insanlarýn eline düþersen, sana fena muamele etmelerinden korkarým. Buna çok üzüleceðimi bilirsin.' Sabiha Gökçen birden gürlemiþ, 'emin olunuz' demiþ, 'kendimi onlara diri diri teslim etmem.' Ýþte bu anda Atatürk birden tabancasýný uzatmýþ hiçbir þey söylemeden... Þimdi Sabiha Gökçen o aný yeniden yaþýyor gibiydi. Elindeki tabancayý gösteriyor ve þöyle diyordu: 'Ýþte o tabanca...
(Gotiye binêre Gökçen, ez te pir diecibînim (teqdîr) dikim. Baweriya min tam e, ku tu yê erkên xwe li wê derê bi ser bixî. Tenê mirovên ku tu bi wan re þer dikî, bikevî destê wan, ez ditirsim, ku dê libatên neçê bi te bikin. Tu dizanî, ezê bi vî pir bi kesirî bim. ’Sabiha Gökçen bi yekcar gurîn kiriye û gotiye ’pê bawer bin, ku ez xwe zindî teslîmî wan nakim.’ Di wê demê de kalê Tirkan yekcar debança xwe dirêj kiriye. Qet gotinek jî negotiye... Niha Sabiha Gökçen wê demê wek dîsa ji nû ve dijiya. Debança ku di dest de bû, wiha digot: Va ye ew debança...)
Wekî din Sabiha Gökçen bi kêf û eþqa xwe qala bombebarana Dersimê dike û dibêje, ku wê mehekê Dersim bombe kir û ji zewqa êdî nizane, ku ji Halit Kivanç re çi bêje. Sabiha Gökçen bi çav sorî û hovîtiya xwe berdewam dike û wiha dibêje:
inanýn, tavuk kesilirken bakamam. Fakat böylesine bir vatan görevi alýnca, ben de erkek arkadaþlarým gibi, uçaðýma binip havalanýyordum.
( bawer bikin mirîþkekê ser jê bikin, ez nikarin lê binêrim. Lê belê bi girtina erkek wiha welatî, ez jî wek hevalên xwe yên mêr, li teyarê siwar dibûm û bi hewa diketim.)
Sabiha Gökçen qatîla zarokên dergûþên Kurdan yên Dersimê ye. Sabiha Gökçen qatîla jinên ku bi zaro bûn. Sabiha Gökçen qatîla Kurdan e û ev karê bê rûmetî, vê komkujiyê ji Tirkan re ji bo xwe wek þeref dibîne.
Kurdistaniyên hêja! Ez dixwazim di dawî de gotinên Abdullal Öcalan, ewê ku wek qaþo serokê gelê Kurd ji aliyê Kongira gel ve hatiye hilbijartin mînakek bidim, ku ew der mafê kalê tirkan de çi dibêje.
Abdulah Öcalan dibêje:
Atatürk'ün özü tanýnmalý
( Divê kalê Tirkan baþ bêye fêhm kirin, naskirin )
Yanê bi kurtayî, Abdullah Öcalan di pirsa kalê Tirkan de ji Kurdan re dibêje, we kalê Tirkan baþ fêhm nekiriye, ew mirovekî baþ e, hêja ye, zana ye û tu zerara wî ji Kurdan re çênebûye. Û di dawiya vê nivîsa ku di rojnama Özgür Politika de hatiye weþandin de wiha berdewam dike û dibêje:
Atatürk'ün hareketlerini Kürt düþmanlýðý olarak yorumlamamak gerekir
( Divê mirov tevgerên kalê Tirkan li dijî Kurdan þîrove neke )
Apocî jî ji van gotinên Abdullah Öacalan re dibêjin, ”ev taktîk” e. Ez jî dibêjim, hey xwelî li serê we û taktîka we be. Ma hûn tenê bi vê kêmaqiliya siyaseta xwe dizanin taktîkan çê bikin!
Gotinên wiha, ku Abdullah Öcalan di zîndanê de li Îmralî taktîka çê dike, ji kokê de derew in. Rastî ew e, ku Abdullah Öcalan li dijî gelê Kurd taktîkan çêdike, çawa tevgera Kurd û Kurdistanê bi tevayî teslîmî Kemalîzimê bike.
Kurdistaniyên Hêja! Hûn dikarin van gotinên Abdullah Öcalan di rojnama Özgür Politika de, ku li Ewropa têye weþandin bixwînin. Min ev gotinên Abdullah Öcalan wek mînak dan. Wekî din Abdullah Öcalan hingiya li Îmraliyê ye, bi dehan û sedan caran dubare kiriye û ev polîtîka xwe ya ji qaþo komara demokratîk re, Kemalîzim parastiye û di hemû daxuyaniyên wî de bîna Kemalîzimê ya bi genî û gemar jê tê.
http://www.ozgurpolitika.org/2001/11/09/hab01.html
Û ne bêjin, kes nizane, ku Abdullah Öcalan di xizmeta Kemalîzimê de ye. Hemû dewlet û rayadarên wê dizanin, ku Abdullah Öcalan di nava þaþiyek pir mezinday e. Min bi gelek wezîr û mepûsên Ewropiyan re li ser mijara Abdullah Öcalan û xizmeta wî ya ji bo Kemalîzimê bi siyasetmedarên ewropî re axivîme. Ew li ser Abdullah Öcalan matmayî ne û dibêjin, mirov çawa bi vî awayî dûrî pirensîpên xwe disekine.
Nîþe: Min berê ev çavkaniya dabû rojnameger Mehmet Özgül û wî jî ev gotinên Sabiha Gökçen di 23.05.2001an de di rojnama Özgür Politika de weþandibû. (çavkanî heypevîna Halit Kicanç bi Sabiha Gökçen re dubare di sala 1998an de bi navê Bulutlarala Yarýþan Kadýn, di meha dehan de hatiye weþanên. YAPI KREDI Ekim 1998 rûpel 57-63)
http://www.ozgurpolitika.org/2001/05/25/hab18.html
|