ROJEK XWEÞ Û XEBEREK REÞ
(714 gotin) (4964 car hat xwendin)
FÛAD SÎPAN
(FUAT AKPINAR)
Almanya, 02.02.2004
Dijminên Kurdan rojên xweþ, cejn û þahiyan jî layîqî gelê Kurd nabînin. Qetlîama di 01.02.2004an de jî rayê dide, ku tahlûke li ser Kurdan berdewam e. Gelê Kurd dîsa li Hewlêr bi sedan þehîd dan.
Li gor agahiyan heta niha, Samî Ebdulrehman, sekreterê polîtbîroyê û cîgirê serokwezîrên herêma Kurdistanê, Þewket Þêx Yezdîn, wezîrê karê civata wezîran û endamê komiteya navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistanê, Seîd Ebdella, wezîrê çandî û avdêranê, endamê polîtbîroya Partiyê, Ekrem Mentik parêzerê Hewlêrê, Mehmûd Halo þûnkarê wezareta darayî û aborî, Mehdî Xoþnav, cîgirê parêzerê Hewlêr û serokê tayê Hewlêr yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Ehmed Rojbeyanî, qaymeqamê bajarê Hewlêr û Emîd Nerîman birêvebirê polîsên Hewlêrê, herwiha jî hejmareke din ya kadro û endamên Partiyê û welatî þehîd û birîndar bûne.
Di heman demê de, ku welatî diçûne pîrozkirina cejnê, teqîneke mezin li baregehê melbenda Yekîtî Niþtiman ya Kurdistanê jî li Hewlêrê çêbû tê çendîn endamên serokatiya Yekîtî Niþtiman ya Kurdistanê û hejmareke kadro û welatiyan jî birîndar bûn. (çavkanî daxuyaniya Kek Mesûd Barzanî)
Ez ji van þehîdên Kurdistan Kek Mehdî Xoþnav nas dikim. Kek Mehdî cîgirê parêzerê Hewlêr û serokê nivîskarên Hewlêr bû. Þehîdên Kurdistanê ji bo min hemû yek in. Bê guman kesên mirov bi þexsî naz dike, bi wan re axivîbe û bi wan re geriya be, êþa mirovan diha kûr dibe.
Belê gotinên, yan jî senaryoya Güneri Cývaoðlu ya yekem derket holê. Lê nîþan (hedef) tam îsabet nekir. Çumkî armanc Kek Mesûd Barzanî bû. Lê bedel ji bo gelê Kurd pir giran e. Rast e ku mirov bêje, senaryoya Güneri Cývaoðlu ne ji ber wî derketiye, ew senaryoya ku wî di gotara xwe de aniye ziman senaryoya serleþkeriya Tirkan e. Gotara Güneri Cývaoðlu 31.12 2003 bi zimanê Tirkî:
http://www.milliyet.com.tr/2003/12/31/yazar/civaoglu.html
Güneri Cývaoðlu qunciknivîsê rojnama Milliyet e û ew jî wek Fatîh Altayli, Oktay Ekþi, Ertuðrul Özkök, Sedat Ergin, Emin Çölaþan û yên din þagirtên Akademiya serleþkeriya Tirkan e, wan dersa xwe di hêlîna serleþkeriyê de girtine û haya wan ji hemû senaryoyên dewleta wan ya nehênî (kûr) heye û ew dizane, dewleta wan dê kîngê û li kûderê çi bike?.
Güneri Cývaoðlu di gotara xwe ya di 31.12.2003an de li pê hev rêz dike û dibêje, ku dê di sala 2004an de li Iraqê û Kurdistanê çi bibe. Ew dibêje, ku dê Mesûd Barzanî di meha yekan de bi sûîqastî bêye kuþtin.
Û serokkomarê Tirkan qubedeyî (kabadayi) yê Kasim Paþa Recep Tayip Erdoðan di gel rojnama ereban bi navê Havadîs ku li Beyrûdê têye weþandin, di meha yekem sala 2004an de wiha dibêje, “Eger li Arjantînê jî dewletek Kurdan bêye damezirandin, emê dijî wê jî þer bikin”
Ji ber ku dewleta Tirk a cinawiran (Haydut Türk Devleti) di pirsa Kurdistanê û Iraqê de bi siyaseta xwe ya fen û fûtî bi ser neket, loma dîsa dest avêtiye mîrasê bav û kalên xwe yê Osmaniyan. Ev bûyera bi destê kê dibe, bila bibe, tecrûbên me Kurdan baþ rayê didin, ku tiliya Tirkan, Faris û Ereban di nav de ye.
Kurdistaniyên hêja! Birîna me pir kûr e û êþa me giran e. Lê em mecbûr in di bûyerên wiha de bi xwînsarî tevbigerin. Çumkî dijminên me pir in û dostên me hindik in. Û divê heta ku ji Kurdistanê re statûyeke fermî di hiqûqa navnetewî de neyê pejirandin, Kurd þaþiyan nekin. Çumkî di demên wiha hesas û dîrokî de ji bo Kurdan þaþîkirin luxek pir mezin e û dê bedelê wê jî pir giran be.
Loma ez daxuyaniya Kek Mesûd Barzanî pir bi zana û di cih de dibînim û divê gelê Kurd û Kurdistan neyê provakasyonên dijminan.
Ev qetliyama li Hewlêr dijî gelê Kurd dîsa baþ rayê dide, ku ji bilî serxwebûna Kurdistanê tu garantiyek di Rojhilata Navîn de ji bo Kurdan tuneye. Kurd ancax dikarin di welatekî serbixwe de di aramî û aþtiyê de bijîn.
Û bila ev qetliyama terorîstan ji Kurdan re carek din bibe þîret, da ku ew yekîtiyek xurt di nav hev de, li her çar perçên Kurdistanê çê bikin û ala serxwebûnê bi hev re bilind bikin.
Kurd ancax dikarin bi yekîtîyek xurt dijî dijminan di berxwe bidin. Alternatîvek din ji Kurdan re tune ye.
Hey terorîstên roma reþ, hey terorîstên melayên kevneperest û hey terorîstên erebên nijandperest û þovenîst, van xerabiyên hûn bi navê îslametiyê bi Kurdan dikin ji we re namînin, ewê rojekê di qirika we de bimînin.
|