DÎKTATOR HEMÛ NEWÊREK Û TIRSONEK IN
(1027 gotin) (4355 car hat xwendin)
FUAT AKPINAR
Email: akpinar@t-online.de
ALMANYA 10.06.2003
Dîktator hemû newêrek û torsonek in, çend mînak bi kurtayî li ser barbarî, newêrekî û tirsonekiya wan.
Mirov dikare li ser dîktatoran bi sed hezar û mîliyon rûpelan binivîsîne. Lê armanca min ne ew e ku di vê gotarê de bi dûr û dirêj li ser vê mijarê binivîsînim, ez dixwazi bi kurtayî gotareke li ser vê babetê binivîsînim û hinek mînakên biçûk bidim da ku dîktatoriya wan dîktatoran baþ bêye fêhm kirin.
Dîktator newêrek in, tirsonek in, ji ber ku baweriya wan ji wan tune ye û di xwe de kêmasiyan dibînin, loma ji gelên xwe û gelên din re dinyayê dikin zîndan û jehrî. Muxalefetê tu car naxwazin û zil û zordarî pîþeya wan e. Dijminê demokrasiyê û mirovatiyê ne. Problemên wan yên pîskolojîk û kompleksên wan yên biçûk hene. Ne îdeolojî û ne jî bîr û baweriya wan heye, bê bawer û bê serî ne.
Dîktatorên wek Adolf Hîtler, Pol Pot, Îdî Amîn, Pînoþet, Çawûþesko, Markos, Peron, Franco, Xumeynî, Stalîn û Kalê Tirka Mistoyê Beton, ewê navê xwe bi biryareke parlamena Tirka di sala 1934 de daniye ”Atatürk” û ji bilî wî tu kes nikare vî navî li Tirkiyê li xwe dayne. Wekî din dîktatorên wek Sadamê tol (ew jî ji holê rabû), Hafis Esad, Fidel Castro û yên din hemû karekterên wan wek hev e, yek e.
Ne hewce ye ku mirov qala Hîtler bike, ji ber ku ew di cîhanê de baþ têye naskirin û ew, wisa tirsonek bû, ku dema þerê cîhanê yê duyemîn winda kir, xwe di heman demê de kuþt, ji ber ku ji tirsan newêribû, ku bersiva barbariya xwe bide, loma bixwe ceza da xwe û wisa ji holê rabû.
Stalîn: Lenîn derheqê Stalin de gotiye bila ew di pê wî re nebe serokê Partiya Komonîst ya Soviyetê ji ber ku Stalîn mirovekî bê teþe ye û eger ew bibe serokê partiyê dê pir tiþtên xerab bike.
Ji ber ku Stalîn di Kongreyeke Partiya Komonîst ya Soviyetê de ji bo hilbijartina serokê Partiyê ji 1200 nûnerî, nêzîkî 200 nûner rayên xwe nedanê, loma wî di nava salekê de nêzîki hezar kes bi destê KGB (istixbarata) Soviyetê daye kuþtin. Stalîn ev tiþt wisa bi profesiyonel daye kirin, ku bila kes nizanibe wan mirovana bi çi awayî hatine kuþtin û sûca qeza tranpêlan daye û hinek jî raste rast ji ser çiya, banî û newalan de daye avêtin. Ewî bi vî awayî nêzîkî 1000 kes ji holê daye rakirin.
Fîdel Castiro yê dîktator ê ku heyranî Kalê Tirka Mistoyê Beton e, ewê navê xwe daniye ”Atatürk” û heyranê fîlmên kapîtalîzmê Marî Mar rêz filmên Birazîlya yên keçikên xweþik tê de dilîzin, dike.
Pir kes, Fîdel Castro wek þoreþger û dijî ”kapîtalîzimê” dibînin û ew bixwe jî xwe wisa dihesibîne. Lê Fîdel Castro ji her kesî zêdetir ji kapîtalîzmê hez dike. Ew gava ne li mala xwe be, ku li rêz fîlmên Marî Mar binêre, wan fîlman digire Videoyê û ku dema wî çêbe, li wan fîlman dinêre. Fîdel Castro hevalê Sadamê tol e, ji ber ku qaþo Sadam dijî ”Emperyalîzimê” derdiket loma. Fîdel Castro ji Sadamê tol hez dikir û bi her awayî alîkariya Sedam dikir.
Fîdel Castro dijî tevgera Kurd û Kurdistanê ye, ewî tu demê ji bo Kurdan daxûyaniywek pozîtîv nedaye û bi destê rayedarên xwe yên Balyozxana Bonê gule barandiye ser Kurdan.
Wek tê zanîn di pê jenosîda di sala 1988an de li Helebçê, Fîdel Castro ev bûyer înkar kir û ji ber vê yekê Kurdan xwestin li pêþiya Balyozxana wan li Bonê protesto bikin, rayedarên Balyozxanê gule berdan ser Kurdan û wê demê kurdekî Baþûr birîndar bû.
Fîdel Castro heyranê kalê Tirka ye û Faþîstên Tirkan (MHP) jî heyranê wî ne. Ewî rûreþiyek bi ser xwe de aniye û di cîhanê de xwe wek þoreþger û dijî ”Emperyalîzmê” daye naskirin û hinek qaþo çepên sextekar jî jê re dibêjin þoreþger.
Kalê Tirkan, ewê navê xwe bi biryara 2587 di parlamena Tirkan de sala 1934an daniye ”Atatürk” û kes nizane bavê wî kî ye. Bilî wî tu kes li Tirkiyê nikare navekî wisa li ser xwe dayne, dîktator bû, dijminê Kurdan bû û em Kurd îro jî ji destê pergala wî ya Kemalîzimê dikiþînin. Ji ber ku wî li ser Kurdan pir birînên kûr hîþtine û di dema jiyana xwe de zilm li gelê Kurd kiribû û Kurd wisa jê nefret dikin û baþ tê bîra min di dema biçûktiya min de, gundiya jê re digotin: ”Atat, ata tu kuçikên ber beratan, van eyd û erefata, emê te bidin ber toqatan” û hwd. Ev çîrok pir dirêj e, mixabin hemû gotin nayên bîra min.
Di dawiyê de piraniya dîktatoran ji welatên xwe direvin û hinek caran jî cîhan li wan wisa teng dibe ku muhtacî qula miþkan jî dibin. Pir mixabin ji wan çend kes jî bi þans bûn ku di dema hukumdariyan xwe de mirin. Ji wan dîktatoran yên bi þans Kalê Tirka, Stalîn, Xumeynî û Hafis Esad in.
Hinek caran gel jî ji ber ku ji nezaniyan xwe alîkariyan dîktatoran dikin û wan tînin ser text. Lê li aliyê din gel wan çawa tîne ser text û wisa jî ji ser text dixîne.
Dîktator an jî serokên partiyan yên dîktator yên wek Pol Pot û yên din, dema serokatiya xwe de þihûran xwe wisa winda dikin ku xwe wek îlahî îlan dikin û dibêjin jîyan bi wan re hebûye û dê bi wan re jî bitemire. Ji ber ku pîskolojiya wan wisa xirabe, ew jî êdî nizanin çi bikin.
Dîktator pir zayîf in, dema dikevin dest dijmin, ji îxanetiyê re jî pir musaît in.
Mirovek 15., 20., an jî 25. salan serokê dewletê an jî partiyekê be, kî dibe bila bibe ew ne normal e, ji ber ku hikumdariya wî ew kiriye rewþeke wisa xerab û þaþiyeke wisa mezin, çavê wî tiþtekî nabîne û ew dewletê an jî partiyê wek malê xwe yê þexsî dibîne û wisa jî tevdigere, êdî nikare ji vê rewþa xerab derê, heta ku gel an jî dewleteke xurt wek Amerîka wî bi destê zorê ji ser text dayne.
Mirovên bi îsrar li ser text an jî serokên partiyê bimîne, ew dîktator e. Hêviya min û her kesên demokrat, bi bîr û bawer, ew e ku dîktatorê bermayî jî ji holê rabin û têkevin çopa cîhanê.
|