TIRAJEDIYA SIYASETA KURDÊN BAKUR -III-
(637 gotin) (4456 car hat xwendin)
FÛAD SÎPAN
(FUAT AKPINAR)
Almanya, 27.12.2003
Xwendevanên hêja! Berya ku ez dîsa li ser mijarê dîtin û nêrînên xwe binivîsînim, dixwazim li ser e-maila yanê tehdîda Ferda Çetin çend gotinan bêjim. Ferda Çetin di pê belavkirina nivîsa min re, ya li ser tirajediya siyaseta Kurdên Bakur -II- ji min re di roja 23.12.2003an di saet 17:07an de emailek þandiye û di destpêka emaila xwe de bi zimanê Tirkî wiha dibêje; “Uyarý ve talep Ferda Çetîn” (þiyarî, îhtar û daxwaz) û di dosya de jî nameyek ji bo min nivîsiye, di nameya xwe de tehdît û þîretan li min dike û dibêje, tu mecbûrî li ser her tiþtî binivîsîne, tu gotinên ji xwe mezintir dibêjî û hwd.
Min jî di heman rojê de jê re bersiv da û wiha got:
Birêz Ferda Çetin,
ez jî wek we xwe perçek ji tevgera Kurd û Kurdistanê dibînim û loma her tiþtên we eleqeder dike, min jî eleqeder dike û loma li ser mijarên cida, dîtin û nêrînên xwe dinîvîsînim. Ez naxwazim bi we re têkevim gengeþiyeke wiha erzan, ku kî? Zane ye û kî? Nezan e û hewceyî gotinên wiha jî nakim.
Lê dixwezim ji we re tiþtekî bêjim, ku hûn jî vî tiþtî baþ guhdar bikin. Dema tehdîdan ji zû de rabûye. Ne hûn, ne hêzek û ne jî tu kes, nikare min tehdîd bike. Tiþtên ez pê bawer im û dizanim dê binivîsînim. Ez kolê tu kesî nînim û der mafê nivîsên xwe de ji kesî jî emir nagirim. Ezê di gotarên xwe de tehdîdên we jî bînim ziman, da ku mirov bizanibin, ku hûn ne dikarin xwe bi guhrînin û ne jî ji guhertinê re amade ne. Ji bo min ne diyar e, ku hûn van þîret û tehdîdên xwe bi serê xwe dikin an jî bi navê tevgerekê? Yan jî bi navê medya xwe dikin? Divê hûn vê pirsê zelal bikin.
Silav û rêz
Fûad Sîpan
(Fuat Akpinar)
Belê ji bilî sedemên ku min heta niha ji bo tirajediya siyaseta Bakurê Kurdistanê dane, sedemeke din jî pir girîng e, ku ezê vê carê li ser bisekinim.
Yên ku naxwazin tevgera gelê Kurd xwe biguhrîne û gorî rewþa cihanê ya nû siyaseteke bi aqil û mantiq bimeþîne, bi taybetî rantçî û malperestên di nav siyaseta PKK/KADEK û an jî di nav KGK de û di medya Kurdê Bakur de kok girtine. Ji ber ku bi salan e di nav tevgera Kurdan de rantçî xwedî gotin in, loma ew naxwazin guhertin çêbibin. Çumkî çiqas guhertinên pozîtîv çêbin, ewqas jî rola rantçiyan ji dest dihere. Loma rantçî ji pêþeroja xwe ditirsin. Rantçî rexneyan qebûl nakin û naxwazin jî xwe biguherînin. Dema ew rastiyê qebûl bikin, êdî qîmet û tesîra gotinên wan namîne. Rantçiyan heta niha serê pir welatparêzan xwarine.
Lê bila rantçî tiþtekî baþ bizanibin û van gotinan baþ fêhm bikin, ku êdî hêdî hêdî be jî dawiya wan ê were. Ez dîsa dibêjim, ku gelê Kurd bira kesî nîne, ku heta hetayê gotina rantçî û derewçînan bike.
Tehdîtkirin û biçûkxistin ne karê camêran e, kesên bi bîr û bawer û xwedî pirensîb, kesî tehdît nakin, dertên meydanê û wek camêran bi camêran re gengeþiyê dikin. Lê pir mixabin, ku îdeolojiya Kemalîzim û Stalînîzmê ji bilî tehdît û þantajan tiþtek rayê belengazan nedaye. Ew dema dikevin tengasiyê û nikarin xwe biparêzin, yek metodek wan tenê heye, ew jî tehdîd e.
Min di jiyana xwe de ji bilî kara gelê Kurd qasî qirþekî zerar nedaye tevgera Kurdistanê. Ewên zerar dane Kurdan bila hêsabên xwe baþ bikin. Destê welatparêzan êdî ji paskura wan dernayê.
Ez ji rantçî û tehdîtkeran re dibêjim, we hên fêhm nekiriye, ku ez çiqas bi bîr û bawer ji bo gelê Kurd û Kurdistanê me. Ez quweta xwe ji vê bîr û baweriyê digirim, loma ez ji tehdîdên tu kesî re ê welah nabêjim.
Jiyaneke bi rûmet, rast û durist, ji bo min ji jiyaneke bê rûmet çêtir e. Hodrî meydan.
|