PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Helbestên curbe cur - 5


b>Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir :
______________________________

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Gava ku stêrk
Li esmana stûxwar,
Gava ku ney û blûr û tembûr
Û dehol û zirna
sar bûn, sar bûn

Bi giyanek pola
Min navê xwe kola
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir.

Ez welatparêz im,
Ez mirovperwer im,
Ez Bavê Tûjo me lo!...
Þoreþger im Þoreþger im

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir.
Ez Þêx Seîdê kal,
Bijîþk Fuad im
Pêþmergekî bê nav û bê nîþan
Ez duh þehîd bûm
Îro, nûhat im.

Helbest: Rojen Barnas


*******



Gulek :
________

Guleka min hebû yek gul
Min neqand bû ji were ji dil
Min avda bû bi hêstirê çavan
Min dîtibû li nav baxan
Gul gula min, daxwazya min
Gul gula min, brîndar a min
Çi guleke rind û ciwan
Perîþan bû li cihan
Jêre bibinin hun derman
Ewji weki me her insan
Gul gula min, daxwazya min
Gul gula min, brîndar a min


Ger ez bimrim ger bêm kuþtin
Hun li gulê hun bipirsin
Daxwaza wê hun bibînin
Heyfa gulê hun hilînin
Gul gula min, daxwazya min
Gul gula min, brîndar a min

Gotin:Dîlber Haco


******



Nikarim :
_______________

Nikarim xunaveke rondika bim
li gorina þehîd bibarim
Çariya reþ nakirim
Bisk û keziyan nabirim
Rûyê xwe nadirim,rûyê xwe nadirim

Ez ji bilbilê xemgîn re ne bihar im
Ji bûka çarireþ re ne guhar im
Ji konê þînê re ne sitûn im
Ji kalê poþman re ne qelûn im!
Na na nikarim, na na nikarim

Gula binefþê xemgin e ez na çinim!
Di cihê þahiyê de þinê nabînim!

Þehid canê xwe didin erdê ji bo ala
Þahiyê hildin, þahiyê hildin

Ala þahiyê govend û dilane
Çepk û lîlandin e û strane...

Gotin: Feysel Xiznewî


*******



Li þarê jînê Nikarim :
_______________

Li þarê jînê xort û ciwan bûm
Çeleng siwar bûm
Xweþ pêlewan bûm
Çeleng siwar bûm
Xweþ pêlewan bûm
Li þarê jînê xort û ciwan bûm
Çeleng siwar bûm
Xweþ pêlewan bûm

Kî ez didîtim jimin ditirsî
Nav û niþanêm ji hev dipirsî
Nav û niþanêm ji hev dipirsî
Li þarê jînê xort û ciwan bûm
Çeleng siwar bûm
Xweþ pêlewan bûm
Çeleng siwar bûm
Xweþ pêlewan bûm

Camek nenoþîm ji herdu lêvan
Daxwaz neznaim ji herdu sêvan
Daxwaz neznaim ji herdu sêvan
Li þarê jînê xort û ciwan bûm
Çeleng siwar bûm
Xweþ pêlewan bûm
Çeleng siwar bûm
Xweþ pêlewan bûm

Helbest: Cegerxwîn


*******



Diyarbekir :
_____________

Diyarbekir warê min e
Diyarbekir cihê min e
Cihê bav û kalê min e
Ew mesken û paytaxta min e
Ew xumxuma ava mezin
Diherike û pêl bilezin
Kulê dilêm pê re dibezin
Civat û seyrana min e

Li ser surhê singa te bû ferman
Hatin bi te re xortên ciwan
Bi hêbet û bi qehreman
êdî ne ma tirsa giran
Li ser birca te yê bilind
Mij û dûman her girtine
Gul û Sosin pel weþandin

Bimrim bijîm li vê dinyayê
Li te divegerim carek dine

Gotin: Dîber Haco


*******



Torîna min :
____________

Torina min ez dizanim
Tu nehati buyî dîtnamin
Li ser nexweþiya min
Li ser nexweþiya min
Torinam min delala min

Can dilhê xwe ji te nahêlim
Tu cara xwe ji te silnakim
Ji ber ku bextê me huya
Feleka me þikestiya

Lê can sond dixum te nahêlim
ger çend sala li min biburînin
Pirça serê min sipi bikin
çend qunaxa me ji her dur bikin
evina ma dê pêtirbitin

Gotin: Remezan Zaxolî


******



Behra Wanê :
______________

Behra Wanê Behra Wanê
Nav û dengê Kurdistanê
Rengek delal li ser te ye
Niwan rengan em dinalin
Behra Wanê Behra Wanê
Nav û dengê Kurdistanê
Bi çavan daye min mizgîn
Te limin can û ceger kir xwîn

Alîk Sîpan, alîk Tetwan
Alîk zîv e, alîk zêr e

Gotin : Ciwan Haco


*******



Limin lêlê :
___________

Heval ez bilûrvan im, delê lêlê de lêlê
Dengê saza xozan im delê lêlê de lêlê
Li we ez dilgiranim delê lêlê de lêlê
De delê de delê de lêlê lê de lêlê


Nakin dengê saza min delê lêlê de lêlê
Guh nadin awaza min delê lêlê de lêlê
Hûn nizanin doza min delê lêlê de lêlê
De delê de delê de lêlê lê de lêlê

Sivik çû bihara min delê lêlê de lêlê
Zer bûn pelê dara min delê lêlê de lêlê
Dûr dûr diçî yaramin delê lêlê de lêlê
De delê de delê de lêlê lê de lêlê

Gotin : Cegerxwîn


******



Hoy zemano :
_____________

Ev çi rîs e ev çi þaþ e
Ya me berda ya bi teras e
Ev çiya per daye paþe
Hoy zemano lo zemano
Hoy bêbexto lo zemano
Ez biçûk im nûciwan im
Pir bi van êþan nizanim
Lê ji wan ez dilgiran im

Wer me bêje ez siyar im
Wek bizot im pêt û ar im
Ez di vî warî li karim

Gotin: Cegerxwîn



******



Tu ciwan î :
____________

Meçe bêrîyê keçê tu ciwan î
Xortên gundê me hemî þivan in
Zanin tu rind î, finda baxan î
Bayê evînê te nû hilanî
Tu rinda gund î, herkes bi te zanî
Hê tu nezan î sorgul mefroþe

Dinya bihar e, nû gul hatine
Ji vê mêrya mezin sorgul ya min e
Xortên gundê me li ser mirî ne
Hê tu nezan î gulan neçine
Hê tu nezan î sorgul mefroþe

Ji nav bêrîvana gul hat ji bêrîyê
Zavek ji gundê me kete pêþîyê
Da ber singa xwe gula bêrîyê
Hê gul zarok bû dil ketibûyê
Lê’z îro çibkim gul noþa noþa

Gotin: Çelebî Haco


******



Dîlbera Qeþeng :
_______________

Dîlbera qeþeng terhîn û ciwan
Li serî zerzeng di dest de piyan
Pêþkêþî min kir, mayî ji lêvan
Bi vexwarin da kirim netîwan

Pênûs kiþabû birhên kevanî
Çavên þîn neqþîn rengê çîmanî
Lêvên roj û dirûv hiþ û giyanî
Hilkir hilkiþa ji laþ deranî

Dîlbera nazdar tak ji rihana
Buharên rengîn mîhên gulana
Gîyanên kovî dan ser zîndana
Hilkir hilkiþa xist nav însana

Gotin: Rojen Barnas


*******



Gula Sor :
___________

Gula sor, hilbû jor, bîn da dor
Li paþ Çiyayê Kaf þîn bû
Alem jêre evîn bû
Bi me xweþ, da me heþ
Em bi bîna wê sermest
Emê pê þa bin serbest
Nezanîn, xemrevîn, xemilîn
Pê zemîn
Gula bi kelemê di nav baxê îrema
Hey gula sor, alem li dor
Bicivin û bînbikin dor bi dor

Hey gula sor, hilbû jor, bîn da dor
Gula sor gula sor
Hay gul, gula sor gul
Gul gula sor, gula sor gula sor

Gotin: Qedrîcan


******



Pir xweþ e :
____________

Pir xweþ e pir xweþ e
Ev dinya min pir xweþ e
Pir xweþ e pir xweþ e
Kurdistana min xweþ e


Dev li ken in sorgul
Ser dihejin sumbul
Xurxur ji avê tê
Hilm û sira pê tê

Gul destê evînê
Pêlên derya jînê
Gîhane em serbestî
Sed tuf li bindestî

Em saza hebûnê
Doza peydebûnê
Dengê saza rindî
Rewþa serbilindî

Gotin: Cegerxwin


*******



Giryanim bese :
______________

Ez ji xew rabûm welatim
Ez bi qurbanim bese
Tevde rabûn Rojhilatim
Sebr û samanim bese

Ev dema serbestîye
Bindestî êdî çû nema
Þad û dilxoþ û bilind bim
Heps û zîndanim bese

Em hemî dost û bira bin
Da bibî bax û bihiþt
Min ji nêv baxê cîhanê
Bax û bistanim bese

Omrê min çû tev di vê rê
Roj û þev nalî û girî
Das û çakuç wa me hildan
Qîr û giryanim bese

Gotin: Cegerxwin


*******



Yêrivanê Yêrivan :
__________________

Peyv in, deng in, awaz in
Ceng in, leyz in, tinaz in
Yêrivana min
Yêrivanê Yêrivan
Peyv in, deng in, awaz in
Ceng in, leyz in, tinaz in
Yêrivana min


Dengê te hilbûye jor
Bîna xwe wê daye dor
Yêrivana min

Yêrivanê Yêrivan
Peyv in, deng in, awaz in
Ceng in, leyz in, tinaz in
Yêrivana min

Evîna me belavkin
Car carna silavkin
Yêrivana min
Yêrivanê Yêrivan
Peyv in, deng in, awaz in
Ceng in, leyz in, tinaz in
Yêrivana min

Gotin : Ciwan Haco


*****



Eman heylê :
_____________

Tu þêrîn î pir ciwan î
Lêv ji sorê erxewanî
Kê bi vî rengî tu anî
Wer di nav destêm danî
Heylê heylê heylê
Þev û rojan ez di meylê


Çavên belek çi mêrkuj in
Lêvên sor çi xwînmij in
Bisk û kezî çi xwînrij in
Dêm û enî pir paqij in
Heylê heylê heylê
Þev û rojan ez di meylê

Rista mina ji gewhera
Ronî dide rengê çira
Bira nadî destê bira
Min rêkire ji dosta xwera
Heylê heylê heylê
Þev û rojan ez di meylê

Rabe ser xwe bi dilovanî
Em derkevin ji zindanê
Dest bi destê te hozanê
Da em herin Kurdistanê
Heylê heylê heylê
Þev û rojan ez di meylê

Gotin: Cegerxwîn


*******



Esmerê bêrîvanê :
_______________

Canê canê canê
Kulîlka li mala Xanê
Canê canê canê
Esmerê bêrîvanê


Min b’qurbanê rebenê
Danî derdê qelenê
Canê canê canê
Kulîlka li mala Xanê
Canê canê canê
Esmerê bêrîvanê

Navê lawik nizanim
Navê keçkê Siltanê
Canê canê canê
Kulîlka li mala Xanê
Canê canê canê
Esmerê bêrîvanê

Poz gulê xizim zerê
Kesera ser keserê
Canê canê canê
Kulîlka li mala Xanê
Canê canê canê
Esmerê bêrîvanê

******



Can te çi bimin kir :
_______________

Can te çi biminkir
Can te çi ji xwe kir
Te çi b’serê min kir
Te çi bi soza me kir
Can te çi biminkir
Can te çi ji xwe kir

Te ez xistime xeyala
Xeyalne kûr, ne vala
Ez ji xwe re difikirîm
Fikirne dûr, ne vala

Sebir ji min re nîne
Ez ji kerba mirî me
Xew bi çava nakeve
Hêsir ji xwere tên xwara

Gotin : Ciwan Haco


******



Leyla :
________

Þêr þêr e, mêr e yan jin e
Nîþan bi destê Leyla min e
Pola ye dil, wek hesin e
Leyla kî ye, Leyla çi ye, Leyla min e

Leyla keça Mîd û Med e
Canê xwe da di ber me de
Bijîn heçî ku can jî da
Xweþ bin ji ter jar û geda

Divêm li pey te bêm ez jî
Çib’kim bi vê jîna rijî
Xwînê nerijî nabijî
Leyla bijî Leyla bijî

Gotin : Cegerxwîn


******



Ey hevala evîndar :
_______________

Ey hevala evîndar evîndar
Tu jî wek min brîndar brîndar
Hene gelek wekî me
Belkî zêdetir ji me zêdetir ji me
Hene gelek wekî me wekî me
Belkî zêdetir ji me zêdetir ji me

Evîn bûn rêberê me
Çi hanîne serê me
Dûrist nakin evînê
Bê mirês dikin civînê

Çiya bilind dibin jor
Cîhan dibit keska sor
Herdu rewþa vê jînê
Dengê saza evînê

Gotin: Cegerxwin


******



Lê dînê :
_________

Tu miraza xortan î lê dînê
Lêlê dînê lê dînê tew dînê
Gerden sî û sê qor mircan lê dînê
Lêlê dînê lê dînê tew dînê

Tu ciwata xortan î lê dînê
Lêlê dînê lê dînê tew dînê
Destê wxe bide destê min lê dînê
Lêlê dînê lê dînê tew dînê

*******



Sira Sibê :
___________

Sira sibê li bab û dara hewrê Veciniqî û hiþyar bû
Tevziyek da xwe tevziyek kûr û rahiþt
Bilûre danî ser diranê
Ji sedsaliyên dûr û ji kezeba kûr sitira

Kaniya bin dara hewrê
Bi dengê bilurê re nehwirand
Hêstir werwirand melûl melûl
Dilê heyvaji kovanên xwere
Kerî bi kerî kezext û dirand

Bilbilek firî ji hêlîne
Çu danî li gulya gulê
Xonçeyan mijand ji pêsîra xwe
Berda dilê wan ji xuriyê
Dilop dilop niqutî û xurî
Niqut niqut nýzilî û xurî

Di dilopa paþî de sefeq beyan bû
Ji bilûrê his birî kanî xayiþ ket
Li bine kema gulê bilbil ji can bû
Jînek nû dest pêkir bi sira sibe
Þefeq zelal xuza xuyan bûn

Gotin: Rojen BARNAS


******



Na na :
__________

Nebêje min ez nikarim
Werim ez cem te
Þeva tarî ez dinalim
Meme li hêviya te

Ez dimrim, ez sax dimam
Ji bona xatirê te
Na na, keçê na
Bes e ji derdê te

Ez bi tenê, li min sar e
Li hêviya te me
Þev tarî ye, ewr û mij e
Ne xema te ye

Ez rihêlîm, dilê min lê da
Ji bona xatirê te
Na na, keçê na
Bes e ji derdê te
Ez dimrim, ez sax dimam
Ji bona xatirê te
Na na, keçê na
Bes e ji derdê te

Ez rihêlîm, dilê min lê da
Ji bona xatirê te
Na na, keçê na
Bes e ji derdê te

Gotin : Ciwan Haco


******



Sê sê :
_________

Da min, da min, da min
Cotê memikan wê da min
Ketime ser sinê wê
Ketime xêra Xwedê da

Sê sê sisê
Sê sê sisê
Hê hê hê hêy
Hê hê hê hêy

Ba kir ban kir ban kir
Got hele hele tu were
Bi qedrê rebê xwe bike
Ji kesî re behs meke

Rûnê rûnê rûnê
Di rex min da wer tu rûnê
Bi çavan li min mêyzîne
Min bixwe û bihelîne

Sê sê sisê
Sê sê sisê
Sê sê sisê
Sê sê sisê

Gotin : Ciwan Haco


******



Ax û eman :
___________

Ax û eman
Êþ û derdê vê dinyayê
Çendî ez kuþtim
Çendî ez kirime vê belayê

Çi dinyake pûç û vala
Ax eman, eman eman

Brîndar kirim
Ez pîr kirim vê zeriyê
Hiþê min dibir
Gava ew çû wê bêriyê

Ne silavek ne dinêrî
Ax eman, eman eman

Evîndar im
Dîtina te ji min re keder e
Hêvîdar im
Dilê min tu bibî ji xwe re

Bêje were derman ji te re
Ax eman, eman eman

Gotin: Ciwan haco


*****



Pero :
________

Nizanim çima ji min hez dikî
Çiyê min heye te þa dikî
Ji vî dilê tirsonek yar
Çi hêviyê texmîn dikî

Ew çavên min î girs û bedew
Gelek caran þikestî ne
Ew dilê ku tu dixwazî
Ji singa min derxistine

Ka binêre li çavê min
Mêranî tê de kuþtine
Newestîne wan çavên xwe
û dilê xwe nexapîne
Ez nikarim ji te hez bikim

Ma tu halê min nabîne
Rêka min dûr û dirêj e
Ne min ne xwe nexapîne

Gotin : Hekîm Sefkan


*******



Kezîzer :
___________

Kezîzer û kezîzer
Xulam memikê gilover

Kezîzerên min çar in
Er çar bi dost û yar in
Weka tava biharê
Awirê wan dijwar in

Girêda li bejnê kember
Li ser wî kirasê sor û zer

Hawar sed car hawar
Ji derdê van dost û yaran
Aþiqê kezîzerê

Gotin : Ciwan Haco


*******



Hez dikim :
__________

Ji te hez dikim
Ji te hez dikim

Weleh bîleh ji te hez dikim
Ez bêheval im
Ez bi tenê me li vê dinyayê

Lê wexta ez te dibînim
Kêfxweþ im, serxweþ im

Ji te hez dikim
Ji te hez dikim

Gotin : Ciwan Haco


******



Feqîro :
_________

Careke din min
Bêriya te kiriye
Careke din min
Bêriya dengê te kiriye
û careke din min
Bêriya te kiriye

Feqîro lo lo, belengazo lo lo
Ay ay ay ay.....

Lê stêrê, stêra min
Lê gulê, gulþîrîna min
Ay delala min, delala min

Gotin : Ciwan Haco


******



Xweþ e :
_________

Were lê were lê
Were were qurban were
Were were dilê min were

Were were çavreþ were
Ev çend sala li hêviya te
û ez li hêviya dîtina te

Gotin : Ciwan Haco


******



Xeyal :
_________

Sal diçin navegerin
Emrê xwe li ser te kirim
Nehêle ez pîr bibi
Li nav wan destên te

Kenê te ji bîr nabe
Lêvên te mustehîl in
Porê te, oh xemgîn in
Weka þeva tarî nin

Ez dimirim
Ez diþewitim
Dibim xwelî
Di nav cixara te da

Gotin : Ciwan Haco


*******



Pere :
________

Pere pere pere
Þîrîn û zêrê zer e
Pere pere pere

Însan hemu bi te re
Ne halo ye ez bêjim
Ne ker û gêj im
Lê bêjim nebêjim
însan hemu bi te ra

Çima wilo þîrîn î
Dinya te dibînî
Lê tu heyî û tu nîn î
însan hemu bi te re

Te yara min ji min stend
Te bir û nevegerand
Lê tu wilo þîrîn î
Dinya hemû bi te re

Gotin : Ciwan Haco


*****



Seyro :
_________

Seyranê wayê wayê
Seyranê hayê hayê
Gava Seyro dibînim
Gava Seyro nabînim

Gava Seyro dibînim
Mala min xerab dike
Gava Seyro nabînim
Mala min ava dike

Þevreþ e va êvar e
Were pepûkê were
Wey Seyro

Gotin : Ciwan Haco


*****



Lêv :
_______

Lêvþîrîna min
Çavreþa min
Nayê ba min
Ew delala min

Min ser bire ser xaç
Min jê stend sed maç
Ji min veda awir
Got tu bûyî gawir
Wê ez kirim evdal
Xwîn ji dilê min bû rêz
Zor wê da girî
Ji xwe re kuþtim bêhtir

Gava maç da min
Ji wan lêvên qelew
Mala min xerab kir
Wê keçka delal

Gotin : Ciwan Haco


*****



Serxweþ :
__________

Aþiqê te aþiqê çavên te
Miriyê te me, ez ji bo te me
Were qurban were were
Ax tu were were
Were heyran were were
Were zalim were
Aþiqê te me heyran
Aþiqê te me qurban
Were qurban were were
Berî ez bimirim carekî tu were

Nayê bîra te þeva li mala te
Serxweþê te bûm
Qedeh li ber te bû
Çavên te li nav çavên min bûn
Awirên te ne ji dilê te bûn
Ji bona xatirê te
Nemam li cem te
Dûr ketim ji bo te
Digiriyam li ser te

Gotin : Ciwan Haco


******



Qamiþlo :
__________

Xweziya yarê tu ya min mana
Yara xwe min rizgar kiribana
Em li Deþta Qamiþlo bana
Hingî wê dinya ya me bana

Yarê hêsran mebarîne
Nebêje min kuro ev xewn e
Rastî ev e li ber çavan e

Yarê yarê yara minê
Ez te nadim bi malê dinê

Gotin : Ciwan Haco
________________

******



Bese dinale welat :
_______________

Bese dinale welat, ji van kul û derdan
Refe keçê te rabûn, ji çîya û deþtan

Axa Kurdistan welat, þên û þirîn e
Ji bo Kurdistan emê xwînê birjînin

Serê xwe rakir welat, karker û cotkar
Ewê derinin dijmin, ji axa Kurdistan

Em ji gelê xwe welat, em bi hevî ne
Emê mafê xwe bi lez, bi zor bistînin

Bese dinale welat, ji van kul û derdan
Refê xortê tev rabun, ji çîyan û deþtan

*******



Kezîzera min :
_____________

Nav bexçan rê heye kezî zera min
Îþev civatê meye çav xezala min
Têr nebûm ji vê keserê çavreþa min
Kesera mêrê berê çav xezala min

Ber perdê derkeve çav reþa min
Belkî çav bi te bikevê çav xezala min
Bihna aþqê ji te tê kezî zera min
Bihna sêva ji te tê çav xezala min

Gotin : Ciwan Haco


******



Maçek :
__________

Maçekê tu bi min bidî
Hey tu dosta min
Derdê dilêm derman dikî
Hey tu gula min
Çi bikim ji gul gul sebir gul
Heyran gul qurban gul
Gul gula min, þêrîna min
Delala min

Sed kul di dil de kirin
Hey tu dosta min
Can û ceger tev xwîn kirin
Hey tu gula min

Çi bikim ji gul gul sebir gul
Heyran gul qurban gul
Gul gula min, þêrîna min
Delala min

G otin : Ciwan Haco
_________________

*******



Qamiþlo :
__________

Bi dengê xewnê te þiyar dikim
Bi lêvên tirsê te maç dikim
Bi singa agir te himbêz dikim
Qamiþlo dîlbera min

Di mirina evinê de em evîndar in
Xewnê min û te bi weris ve bi dar in
Kevoka spi li dor te mar in
Ez û te kevokên bi der meþext man e
Þev li me tari ye û derya talan e
Qeyka me þikestiye û qerax winda ne

Ka destê xwe bide min
Da hêvi pêl bide
Roj li ser geya
Disa rewþen bide
Ka destê xwe da kehnî din bibe
Qamiþlo dîlbera min

Gotin: Osman hemo
________________

******



Were were :
__________

Were were were were
Te ez helandim keçkê ji xwere
Ev çend salan ez li heviya te me
Ez li hêviya dîtina te me

Ez dinalim bê heval im
Ez dinalim bo maçekî
Dil bijê dêmên te ma
Rû sipî sor û zer e

Ey hevalê çav xezalê
Ax û ahîn û sed hewar
Min bi sed lav û qêrinê
Dest gihande zînga wê

Aþiqê wan çavên te me
Aþiqê wan lêvên te me
Aferîn sed aferîn
Maçek da min çiqas xwes e

Berhevkar : Ciwan Haco
___________________

******



Zingil :
__________

Zinge zinga zingilê min vaye dîsa deng veda
Va ye dîsa deng veda va ye dîsa deng veda
Dengê doza welatê min dinya girt û berneda
Dinya girt û berneda dinya girt û berneda

Peyman soza mêran e geþ dikin buhara me
Xebata qîz û lawan e Newroz û Adara me

Nîþana yekbûna meye Newroza kurdên keleþ
Bi yekbûna van gula ye ev buhara xweþ û geþ

Zinge zinga zingilê min xweþ hawar û gazi ye
Xweþ hawar û gazi ye xweþ hawar û gazi ye
Awaza vê zinge-zingê ji ferhenga Qazî yê

Helbest: Sebrî Botanî
__________________

******



Welat :
__________

Welat welat kawa mirovayetî
Law û latî sitûnrawî le meywisî hêjmiyunû
Le nav þalawî grû lav û ma wî sirixwûna
Çontika ey baran dibarî waha marg divêt xwarê
Welat welat ka mirovayetî

Hava çetnarê kêman bû wa birêþê we kuidan
Ew car ez destê faþîstan ganî hezara mirovan
La Helebçe didom soza
La Helebçe didom soza
Welat welat ka mirovayetî
Ka destê neteweyeti wa asîmanî warê

Xwekanî bajar kurduwî mal de te pê wî xwe betî
Ka destê þeref wîjdan
Ba çarey ez zarî zan

Jin û peya û zarokanî lê pê nasnameyî kurdistan
Welat welat ka mirovayetî
Ka destê neteweyetî wa asîmanî warî

*******



Te zû têderanî :
_____________

Hate ber derî
Min lê nenêrî
Lê gava ew çû
Min dil daye dû

Ka ew çavên reþ
Ka ew dêmên geþ
Ka ew bîna xweþ
Ka ew reng û rû

Yara min bakir
Ey bilbilê dîn
Li ser çi digrî
Qêrîn û nalîn

Yara te wa ye
Li ber çava ye
Ev deþt û çiya
Tev xweþ kir bi bîn

Bilbil tu zanî
Gelo ez kime?
Tu tim serbest î
Lê ez girtî me

Bê lîs û hêlîn
Bê ol û bê dîn
Ez im Cegerxwîn
Xortê Kurdî me

Helbest : Cegerxwîn


******



Kurd in serbilind in :
_________________

Kurd in serbilind in naxwazin bindestî
Em azadîxwaz in, divên tim serbestî
Êdî em hestan, nîne rawestan
Xencer bi destan bigrin Kurdistan

Kurdistana me ye li bin destê dijmin
Bi riz û rêzanî divê ku em derxin
Êriþ êriþ ey gelê Kurdan
Divê em bigrin bi zor Kurdistan

Gelek xweþ û rind e pak û serbilind e
Tev bajar û gund e gelek dewlemend e
Dijmin pê da ser divên derxin der
Bigrin em tola Kurd û Kurdistan

Kurd þêr e li dijmin zencîr li mil pêçan
Gernas û mêrxas e lê teng bûye meydan
Zencîra biþkên derkevin meydan
Bigrin em tola Kurd û Kurdistan

Helbest : Cegerxwîn


******



Em Kurd in Kurd in :
__________________

Em Kurd in Kurd in em serbilind in
Çend hezar sal e bindestê dijmin
Lê hê em mêr in, lê hê em þêr in
Ma ne bes e ko em þiyarbin
Bi destê hev bigrin em herin dijmin
Xwîna þehîdan li erdê nehêlin

Em Kurd in Kurd in em serbilind in
Tucar ji bîr nekin ko em Kurd in
Çiqas bibînin zilm û zorê


******



Hawar e hawar e :
________________

Hawar e hawar e birano hawar e
Kurdistan rizgarkin j’bindestên neyar e
Lay lay, lay lay, lay lay.......

Kurdistan ay welat, roja te va ye hat
Va hene xortên baþ, dikin ceng û þer e
Hawar e hawar e birano hawar e
Kurdistan rizgarkin j’bindestên neyar e
Lay lay, lay lay, lay lay.......

Dijminê me yê mezin, nizane ko em hene
Hev bigrin mêr û jin, Kurd hêsîr û jar e
Hawar e hawar e birano hawar e
Kurdistan rizgarkin j’bindestên neyar e
Lay lay, lay lay, lay lay.......


******



Navêm jiyan bê Kurdistan :
______________________

Bo çi dijîm ez
Navêm jiyan ez
Bê Kurdistan im ez
Ax... ax….ax

Bo çi dijîm li vê cîhan
Bo çi dikim kêf û seyran
Bo çi ev þahî û dîlan
Bo çi dijîm ez
Navêm jiyan ez
Bê Kurdistan im ez
Ax... ax….ax

Ew welatê minî rengîn
Dinale ji êþ û birîn
Bang dike bi gazî û girîn
Bo çi dijîm ez
Navêm jiyan ez
Bê Kurdistan im ez
Ax... ax….ax

Dijmin dikuje bi roj û þev
Êrîþ dikin bi xavên qirêj
Lê nav welat derd û bihiþt
Bo çi dijîm ez
Navêm jiyan ez
Bê Kurdistan im ez
Ax... ax….ax


******



Kurdistana Kurdan :
__________________

Kurdistana xweþ î, Kurdistan Kurdistan
Ma kî te difroþî, Kurdistan Kurdistan
Pir þêrîn û rind î, Kurdistan Kurdistan
Tev bajar û gund î, Kurdistana Kurdan

Eger wusa mest bibî, Kurdistan Kurdistan
Hejar û bindest bî, Kurdistan Kurdistan
Her tu hin hin bibî, Kurdistan Kurdistan
Berdestê dijmin bî, Kurdistana Kurdan

Divê tev bira bin, Kurdistan Kurdistan
Weke mêra bin, Kurdistan Kurdistan
Destê hevdu bigrin, Kurdistan Kurdistan
Bi mêranî bimrin Kurdistana Kurdan

Em aþtîxwaz in, Kurdistan Kurdistan
Bi þev û ro ranazin, Kurdistan Kurdistan
Dijminê koledar Kurdistan Kurdistan
Bijî her Kurdistan…


******



Xoþewîstim çît naw binêm :
___________________

Xoþewîstim çît naw binêm
Katê eþqit wek agire û
Hemû satê esûtênê, diley bê cêm
Rêbiwarêkî mandû nenas
Wêl û tenya bo kiwê eroy
Be þiwênta dêm
Ger win bît lêm egrim þiwên pêt
Wek perwane be þiwênta egerêm
Be þewanîþ wek xermane
Dewrî mangî gonat egrim
Weku karwançyekî wêl
Berew lat dêm
Hewargey min çawekante
Katê hatim mepirse lêm
Min çîm û kêm
Belê gulim be tenya to
Çawekanit bo min bote
Hewarge û cêm
Ger win bît lêm egrim þiwên pêt
Wek perwane be þiwênta egerêm
Katê hatim
Romanî xoþewîstîmit bo bas dekem
Ne ruî xotim lê wergêre
Ne dergaî dillit daxe lêm
Hênde witim giwê bigre lêm
Ziman þika
Mang û xor û ta estêreþ
Hatne tika
Heta key le dût bigerêm
Bese çî tir
Çawim bote gomî xiwên û
Le culeþ kewtin dest û pêm
Ger win bît lêm egrim þiwênpêt
Wek perwane be þiwênta egerêm
Ta key, ta kiwê be þiwêntan dêm

Honrawey : Mofaq Kamal
Awazî: Ako



******



Serçawey awêk :
________

Serçawey awêk kelekêk le ser
Jinêk têy eçê, jinêk dête der
Emeþ le dêda kanî jinane,
Qîbley dildarî her zekarane

Siyaçemane... Siyaçemane
Beheþtî eþqe em hewramane
Siyaçemane... Siyaçemane
Hewraman cêgay siya çemane

Êwaran pol pol lawî kakol lûl
sererê egrin, sergerm û ecûl,
herçend harey dê heyasey cwanêk,
le hêlaney dem efrê amanêk

siyaçemane... Siyaçemane
beheþtî eþqe em hewramane
siyaçemane... Siyaçemane
hewraman cêgay siya çemane

eþqî êwarey sererêy kanî,
ber edate çem kilpey goranî
roj awa ebê, çem tarîk daye
dengî (kina leyl) her dwayî naye

siyaçemane... Siyaçemane
beheþtî eþqe em hewramane
siyaçemane... Siyaçemane
hewraman cêgay siya çemane

Honrawey : Goran
Awazî : Burhan Muftî



******



Legel xem bûme hawdem :
___________________

Legel xem bûme hawdem, dem be dem her þîne kirdarim
neka bawer nekeyt, tuxwa bibîne reng û ruxsarim

jiyanim wek nemane,bezm û þayîm þîwenî germe
be dîmen aqil û jîrim, belam dêwane reftarim

be corê derdî durît karî kirde benbenî cestem
hemîþe mat û xemgîn û zelîl û dîl û bîmarim

nexwazella le katêka le batî mujdeyî weslit
welamekî fîraqit daye dest cestey birîndarim

deba îtir tehemul kem nebunî nurî du çawit
le rêgey þax û daxî dirk û dalî weslî dildarim

Honrawey : Bêwey
Awazî: Burhan Muftî



******



Yara min :
________

yara min ê bedew e çavreþa nava gund e yar Melekê
bejna Narê sorgulî deþt û zozan xemilî
agirê dilêm visîne de tu were cem min

yara min a bilind e kulîlka nava gund e yar Melekê
bejna Narê sorgulî deþt û zozan xemilî
agirê dilêm visîne de tu were cem min


******



Kirasê te meles e :
_______________

kirasê te meles e hawar lê hawar lê hawar lê
min da bû ber meqes e can û can can qurban
iro min dosta xwe dît hawar lê hawar lê hawar lê
porsorê çavî reþ ê can û can can qurban

kirasê te medrûm e hawar lê hawar lê hawar lê
hûrik hûrik didrûme can û can can qurban
heçî yara wî tune hawar lê hawar lê hawar lê
ji her du dinya mehrum e can û can can qurban

Awaz u honrawe: folklor


******



Le mehzunan :
____________

Le mehzunan bela dur bê bipirse
le azîzan xeterbare wek pirse
wefadarbuy eger mawî wek caran
bipirse le haletî þewqî yaran
ke min lêre bo hezî dilî reqîb
bibme Îsa û bibme qurbanî selîb
be yek nameþ du`iy dilit binêre
berqîþ bo Yusifî gumbu her xêre
xoþî kilafey gherîbî badawe
bêxeber em dile þête wa mawe
desa ey mehbûbî dilim metirse
le halî eþqî þêtêk bipirse.

Honrawe: Serkewt Resul
Awazî : Wrya Ahmed



******



Xoþewîstekem :
_____________

Xoþewîstekem egerêtewe
her le êstawe bexêr bêtewe
lew rojewe yarekem ruîþtuwe
xew lew du çawey min nekewtuwe
xwaye to bîkey aw helnesabê
lafaw rêgakey lê têk nedabê
nazanim katê eçime pêþwazî
bekam diyarî ciwan bikêþim nazî
gul be pêþkeþî þermezar ebê
ruy ew derkewê key gul dyar ebê
ger bilêm fermu ewe çawanim
bêçawb îm be çî le ruy birwanim
ewe çawerêm yar bigerêtewe
bexêrbêtewe yar bexêrbêtewe

Honrawey: Medhoþ
Awazî: Burhan Muftî



******



Hevala min :
________

Hevala min saz çu ser karêda
delala min saz çu ser karêda
bûk xemilandin bin darêda
bûk xemilandin bin darêda
hevala min megri melorine
delala min megri melorine
zava delale gelek þirine
zava delale gelek þirine


******



Dêre sorê :
________

Dêre sorê biçûkê lê lê lê lê lê
dêre sorê biçûkê der bihinav neynûkê
par qîz bû îsal bûk ê lê lê lê lê lê
par qîz bû îsal bûk ê
berxê sebra mala minê lê lê lê lê

dêre sorê mezin e lê lê lê lê
dêre sorê mezin e ber bi hine û bazin e
par qîz bû îsal jin e lê lê lê lê
par qîz bû îsal jin e
berxê sebra mala minê lê lê lê lê
Narê
Narê narê hoy narê narê
rû sorê wek henarê narê
min çave belek xwarê narê
sibe nîvro êvarê narê

narê biske xwe þekir narê
hine lê destê xwe kir narê
desmala xwe lê barkir narê
serê govende xweþ kir narê

Awaz û honrawe : Folklor


******



Xemî dûrî to :
___________

Xemî dûrî to away lêkirdûm
her be zindûyî elêyî mirdûm
kesê neybû bê îderd durî yar
tênage le hal gherîbî dilzar
dil gherîb wekû dîwexan xeme
gherîb mîwandar derd u esteme
þewanim talle rojanim tare
jînî gherîbî le rûm diyare
hal niye zartir le halî min bêt
mal niye wêran wek malî min bêt
pêwîstîm pête ta hest bikem hem
bê to gherqim min le deryay matem
to nebî min her leþê bê giynim
ewînî toye nyazî jyanim

Honrawey: Aþna
Awazî: Burhan Muftî



********



De wer were :
____________

De wer were wer were lawuko dîno zû were
De wer were wer were keçikê dînê zû were
De wer were wer were ax û ezman min ji tere
De wer were wer were deþt û zozanê min ji tere

Hozanekî dîn û har im evîndarê pesina teme
Evîndarim evîndarim evîndarê doza teme
Serdor

Can fîdayê qehreman im li ber pala çiyayê te me
Wek masîkê gulank zer im li nav av û kanîyê te me
Serdor

Xweda þahid ez soz didim ruhê min pêþkeþî te be
Tu cennetê bawer nakim cîhê min hembêza teye
Serdor

Gotin: Cemalê Miraz


******



Car caran :
____________

Car caran ji bo Xweda ketin Kerbela
Car cara ji bo însan ketin çarmixa îsa
Yek caran hember Dehaq bûn hesinkar Kawa
îro li ser Zagrosan bûn mîhraca insan
Roja Þahmerdanim çar alîyê Kurdistan
Destpêk welatê xwe jîn bikin hemû cîhan
Bûn þefeqa insan ber erd û ezman da
Em þêr Elîþêrin Sêwas û Dêrsim da
Neqþa ewlîyanan ser erdê Kurdan da
Em soz û peymanin îqrara merdan da
Car caran Zerdeþtim yekem min dît Xweda
Pir caran em darxistin barbarê romiyan
Em bûn Þêx Bedreddîn û Halacê Mansûr
Îro li ser Cudî da bûn murþîdê insan
Þehîd in serwer in çar aliyê Kurdistan
Tîr in em tîrêj in ronîkin hemû cîhan
Em bûn Spartakus ne yek bi hezaran
Ref û ref belav bûn çar parçê Kurdistan
Em tevgerin tevger tev Qazî Muhemmed
Em bûne perspektîf þoreþa insan da
Ezim Kurdistanim Dêrsim û Botanim
Serhed û Behdînan Amed û Berzanim
Munzor û Dicleme Xabûr û Firatim
Îro li ser Ararat Galîleyê insanim
Ji mirinan derxistim yekî jiyan da min
Her bijî bi hezaran serokê gelê min
Bûn Che Guevara sedan bi hezaran
Þêr û teyrên bazin þervanên Kurdistan
Çêbûne bi agiran jîn bûn bi þehîdan
Rakirin ala sor danîn li textê cîhan

Gotin : Comerd


*******



De wayî :
___________

De wayî wayî ha wayî wayî keko bira wayî
Bira Xidirvano kurekê marê amê ma çekê xu top kerdê mê
Berdê Nazmîyay dê teslîm kerdê dayî
Vano osirêdê têdê jiyaru darî mara herê diyayî
Wexta ku jiyaru darî hona marê hasbî
Marê amênê têdê destmal û sayî
De wayî wayî ha wayî wayî keko bira wayî
Vano milîs qeyd biyo mecalê ma nedano
Ax çê wêsayî tornê Memed Axayê
Sanayê xwe ver berdî têdê qir kerdê
Memed Alîyê Qulî Musaye Belkijî
Welê balê banicî Hesenê Seydê jî
Mezra þest malê de çê alê arêyî jî
Jiyara paçikan de xurtê Kurêsi jî
Çê Hesen Axay Alîyê Gaxî
Osfonê Sewtê Malî dê çi Murtê Ojî
De wayî wayî ha wayî wayî keko bira wayî
Vano no zalmûnê ma qir kerdimê
Cendekê ma têdê kerdê verva tijî
Bira Xidir vano nakelepûre ma
Ortê Kirmanciyê dê çira huntê biyê ucuzî
De wayî wayî serê koyê jelê binê Lingonê dismen dê
Kerdê duz û rastê pîlê Dersim zokê
Qir kerdê nekerdê tê de qiþle û qereqolê virastê
De wayî wayî ha wayî wayî keko bira wayî

Herêm: Dêrsim


*******



Qozoxlî :
___________

Nêla lawo Qozoxlî amo pozvang roseno
Qozoxlî amo pozvang roseno
Baba vano law qirxanê sima pozvang henenê
Senet anê babayê minê kokimîrê savanê
Wax le minê wayê le minê wayê
Nêla lawo Sotoglî Selman Axa pusla wanceno
Satoxlî Selman Axa pusla wanceno ( Pusula onceno)
Vano qefilê insanî nawo corîdê yêno babayê verdê
Satoglî vano heqo tu qebûl nêkerê
Caro biyak Kirmanc kirmancê werdê dewo talkero
Way le minê wayê leminê weyê
Satoglî vano heqo tu qebûl nêkerê
Caro biyak Kirmanc kirmancê werdê dewo talkero
Way le minê wayê le minê wayê
Nêla lawo sînê bivêso bi hêgayê
Sînê bivêsû bi hêgayê
Aþîrovanê naxeberê tepîs bikerê
Nêla lawo sono gino namûsê Seyid Rizayî
Way le minê wayê leminê wayê
Seyid Riza vano aþîronê sima mirê sevanê
Nêla lawo ezkê nêwazanû nu namûsizê birazayê
Way leminê wayê leminê wayê
Seyid Riza vano aþîronê sima mirê sevanê
Nêla lawo ezkê nêwazanû Qexpeyê birazayê
Way le minê wayê le minê wayê
Axdat bivêso bi hêgayê
Seyîd Riza vano law baba ti min caverdano sona
Kilîtanê Axdatî dana kamî
Nêla lawo biko kilîtanê Dêrsimî dana kamî
Terso kuto zerê min ez tora tepîya bimanî di warê werdê
De wayê wayê wayê çerxa dinya gewrê biruzyû
Ez tora tepîya bêmanî di warê werdê lawo biko di warê werdê

Herêm: Dêrsim


********



Ha þilore :
____________

Ha þilore þilore kuro dîno genimê bêdera
Ca þilore þilore kuro gede genimê bêdera
Biskê zeriya min kuro dîno bûne sê kêra
Guliyê bedewê kuro gede bûne sê kêrea
Bigirin ramûsin kuro dîno wan xizim zêra

Ha þilore þilore kuro dîno genimê gidîþa
Ca þilore þilore kuro dîno genimê gidîþa
Biskê tolbavê kuro dîno bûne sê tîþa
Guliyê bedewê kuro dîno bûne sê tîþa
Bigirin ramûsin kuro dîno dayikê dergûþa
Bigirin ramûsin kuro dîno dayikê dergûþa
Bigirin ramûsin kuro gede dayikê dergûþa

Ha þilore þilore kuro dîno genimê þovêyo
Ca þilore þilore kuro dîno genimê þovêyo
Gulîyê tolbavê kuro dîno ketiye kovêyo
Gulîyê bedewê kuro dîno ketine kovêyo
Bigirin ramûsin kuro dîno delala dêyo
Bigirin ramûsin kuro gede delala dêyo

Herêm: Serhed


*******



Meyger :
__________

Meygera ava heyatê mest û heyranê te me
Sorgula baxê xelatê nirx û bistanê te me
Sosin î ya çîçek î yan heyran î yan yasemîn
Bilbilê mest û hezînim der û gulistanê te me

Horiya reþ kakilî erb û kewan û rojê rû
Xweþ perîþanî wele ez tim perîþanê teme
Ger tu zîn û þahê xuban text û bext û eþq û dil
Ger tu þêrîna welatî mulkê îranê teme

Ger can û dilê Cîgerxwîn þahê Selahedînê Kurd
Ger tu Bêtlîsa welatî ez Þerefxanê te me
Sosin î yan çîçek î yan reyhan î yan yasemîn
Bilbilê mest hezînim der gulîstanê teme

Helbest: Cîgerxwîn


****************