Helbestên curbe cur - 2 Êvar e... : ___________ Êvar e ro dereng e, haynim na Haynim naynim naynim na Êvar e ro derenge, de gidî de Yalla bûkê tanzara Sî daket ser kereng e, haynim na Haynim naynim naynim na Sî daket ser kerenge, de gidî de Yalla bûkê tanzara Êvar e Muxrebe ye Dengê dîkan qebbe ye Herêm : Serhed ****** Lo lawo : ___________ Lo lawo lawo lawo Serê bozê berdaho Boz li Bîngolê avdaho Lo lawo lawo lawo Kurmalo gede lawo Lo lawo layê metê Pez berda devê xetê Heyrana merîfetê Lo lawo derewîno Te dikura memik dîno Ser sorin kok spîno Herêm: Serhed ****** Welatê min : ___________ Welatê min welatê min Xortê hêja pilingê çîyan Mêrxasê min Tu nemirî lê tu her heyî Di dîrokê de bi tîpên zêrîn Þervanê min Qada þer da tu wek Egît bû Bû tirs ketî zikê dijmin Wek birûsk bû Erez li Bîngolê Husê li Tekmanê Tekîn li Xinûsê tev wek þêr bûn Bi te re bûn Li ser çiya û baniyên Kurdistan Wek çeleng bûn keleþ û mawzer Li destan Tekoþînek dan bê westan Ne disekinîn ne havîn Ne jî zivistan Gotin : Aydýn Korkmaz ******* Rêwîyo : _________ Lo rêwîyo tu li ku mayî Çavê min li rê nexwîyayî Dilê dayka te bi hisret e Derbas nabe ji te dûr vayî Weyla li min korê nemayê Ji rêwýyê min xeber nayê Bi derba dijmin hatîye kuþtin Cinazê Mazlûm wenda ye Hela binêrin li vî karî Li ecêbên vî neyarî Bêbextî Mazlûmê min kuþtin Wendakirin bi xeddarî Gotin : Aydýn Korkmaz ***** Miþkê kor : ___________ Miþkê kor mal xerabkir Teyþta nan ji hev belakir Di mal da xela rakir Welleh ez pê nikarim Nikarim ha nikarim Bi miþkê kor nikarim Li rast min e, li çep min e, Li paþ min e, li pêþ min e, Bilind dike, xwe qil dike Xwe kil dike xwe çin dike Peee…... Ûûûû…. Xwe hildike davêje ser min Welleh ez pê nikarim Nikarim ha nikarim Bi miþkê kor nikarim Min sivnik avêt pêþyê Miþkê kor banzda hewþe Bûye wekî hespê þê Welleh ez pê nikarim Miþkê kor banzda ser tar Xwe qil kir avêt piþt bar Stêrên nivîna anî xwar Welleh ez pê nikarim Gotin : Aydýn Korkmaz ***** Çima nayê : ___________ Çima nayê çima nayê Bûka delal çima nayê Xwezgîniyê te siwar bûne Tu xeyîdî ji malê dernayê Bejna delal bihejîne Xwe bixemlîne reþ li te nayê Ser bilindî bi Agirî û Xelat Gulyên dirêj Dîcle û Ferat Siwarên azadiyê qor bi qor Çi xweþ li gerdena te hat Tu Zîn î Mem evîna te Xwîna Þehîdan xemla te Serfirazî tu yê biwelidînî Azadî be wê humla te Gotin Aydýn Korkmaz ******** Zîlan : ________ Ji baxçên bi gul Ji peyva bilbil Ji germaya dil Silav li te Zîlan Bû arek bi tîn Bi heybet û kîn Ket dilê dujmin Perçekir ji bin Haza kû tu þêrî Li bîrî nemirî Nû jîyanî tu Ji mere bawerî Gotin Aydýn Korkmaz ******* Bira mirin hebûya kalbûn tunebûya : ________________________________ Bira... Bira li dunyayê mirin hebya, kalbun tunebya limin, limin, limin... ax û felek. Keçikê belkî mala bavê te mîrat be, agir li mala bavê te rabe… Rabe ji îro esrê pê ve te ewqas bi çavê xayîn li min mêzekir, Min zanîbû tiþtekî dilê te da heye... Minê serê xwe li ser çoka te danî... Tu ji Xwedê natirsî derd û kulan ez kalkirim... Te takî spî li rûyê min dîtiye, tu ji min re dibêjî heyran tu kalî... Welle ez ne kalim... bîlle ez ne kalim Ez koçerim,xirab mal im bê pergal im, Heyran wez rêwî me bê heval im, ka ji kul û derdên tene ez pê dinalim dilo dilo... Ez dimirim lêlê yadê...Welle dawîya me mirine ez ditirsim bimirim, Kula çavên reþ û belek bi min re here gor û qebristanê. Bira... Bira ez îro bala xwe didimê; Hela rabin,dibêjin îro qirika kewa mina gozel... Zirave,dirêje,mîna qirika qaz û betê li min, li min, li min...ax û felek. Qirika kewa mina gozel zirave dirêje mîna qirika qaz û betê... Tûka ji devê vê qîza malmîratê dibare mîna hubra li ser kaxetê. Ezê dibêm li ber rûnêm ji êvarê heyanî sibê ji xwera bixwînim vê xal û xetê. De lê lê...lê dîlber mala te mîratê… Hela sêr bike ez mame li welatê xerîb çima tu ji min xeyîdî... Heyran bi xwedê sebr û tebata dilê min bi te tê li min, li min, li min… Ez dimirim lêlê yadê…Welle dawîya me mirine ez ditirsim bimirin, Kula çavên reþ û belek bi min re here gor û qebristanê. Herêm: Serhed - Çavkanî: Dengbêj ZAHARO ****** De bêje : _________ Ay de bê…lê dayê… Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê de bê…ax de bêje de bêje. Buhare li welatê dûrî xerîb dîsa xeberekî reþ ji min re hatiye, Agir û pête xistiye nava cerg û dilane lê ax lê dayê… Sal nodûçar sîhê gulanê,heyjde rêhevalên xweþmêr,þoreþgerên Kurdistanê, Li deþta þewitîya Ezirganê, li çemê Sansarê;de tu xerabî mal wêranê. Leþkerê dijminên xwînxwarin weke gurê harin çember girtine li dora hevalane Yek jê di navda piçûkê çar xwîçk û du birane Hevalê Rêzan,çavbelekê min xortê cîwan mabû di nav lepên xwînxwaran Canê cîwan dabûn ber gullan û bombane. Ax de bêje dayê… rebenê, porkurê, gulîbirê nemayê Ez çawa ji bîr bikim van kul û keserên giran Heyanî saxbim li dewrana vê dunyayê lê dayê. Ay de bê…ax lê dayê… Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê de bê… ax de bêje, de bêje. Dema sal nodûdu meha Adar ê, ez dihatim xerîbîyê min xatirê xwe dixwest, Ji der û cînaran ji gundîyane ax lê dayê, Min ji hevalê Rêzan çav û biryên reþ û belek nestandibû tu ramûsane Lê min çizanîbû ez nabînim ji vir û wa da xortê cîwan bi ronîkê çavane lê dayê. Ez çibikim îro jî xebera reþ limin bûye mêvane, Wek xinçerekî tûj e tal e li serê sînga min dane, agirekî nava dilê min dadane, Dunya min reþbûye, jiyan li min bûye wêrane lê dayê. Ax de bêje dayê… Gotin : Aydýn Korkmaz *********** Keçê were nav zebeþan : _______________________ Keçê were were nav zebeþan Yadê were were nav zebeþan Ez qurbana çavreþan Ez heyrana çavreþan Were keçê keçê wez nexweþ im Were yadê yadê wez nexweþ im Nexweþê çavên reþ im Nexweþê çavên reþ im Keçê were were nav kelekan Yadê were were nav kelekan Ez qurbana çavbelekan Ez heyrana çavbelekan Neke keçê keçê van henekan Neke yadê yadê van henekan Ez qurbana çavbelekan Ez heyrana çavbelekan Keçê were were nav tît û nan Yadê were were nav tît û nan Ez qurbane çavxatûnan Ez qurbane çavxatûnan ******** Gul gulî : ___________ Ezim gula gul gulî Nav welat xemilî Li her derê dijî me Li çiya li nav gellî Ezim gula gul gulî Ezim gula kurda me Þêrîn wek zaxo me Nav stran û qeyda me Ezim dengê saza me Ezim gula afrînim Þêrîn wek hewlêrim Rihana qamuþlo Ez nêrgiza merdînim Helbest: Perîþan Aranje: Besam Hemdoþ ******* Bûkê : ___________ Bûkê rindê ciwanê Kevoka kurdistanê Gava Çavê min lê ket Dilê min Agir pêket Zava xortekî Kurd e Çeleng û pir lewend e Bejin tayê Rihanê Can daye Kurdistanê Rabin Bûka me bi rêkin Xemla Bûka me çêkin Ava Gula pir lêkin Bejin tayê Rîhanê Helbest : Bangîn ****** Ne razî me : ___________ Ne razî, ne razî me Bi van tiþtên hûn dibêjin Ne razame me payî me Bi Agir min dipêjin Qamiþlo û Hewlêra min Çawa wusa davêjin Mahabad u Wana min Bi zor birêne ji destê min Bese bi serve me bikûjin Guh vekin min bibhîsîn Nema bi agir bilîzin Hewlêr û Zaxoka min Cwanên hîna Qîzên Gulên þermokên belê Ji kokta dara guzên Þêst û yekê jibîr nakim Li Amûde hawarkim Bi komirê Sînema wê Bablîsokê li we rakim Giyanên wan bicivînim Ser rûka we biçirînim Sûlav li ser sûlave Tu yî Efrîna rengîn Sonda me bi ax û ave Tu car tu nabe xemgîn Sûlave li ser sûlave Tu yî serdeþta þêrîn Sonda me bi ax û ave Tu car tu nabî dilþîn Rondikek ji çavên we Birîndar dike Bangîn Helbest: Kerîmo ***** Newroz : ___________ Hat newroza xemgîn Bi bihara rengîn Bi dengê bilbilan Bi helbestên cotaran Bi bilurê þivanan binêre li çiyan gellek ar dadan mizgîna newrozê pirozbe li cîhan cejna Newrozê li kurd û kurdistan bi zanîn û bi heþ bi heybeta þoreþ wek ar û tîrej kawa kir erîþ ser dehekê caþ dehak kir kuþtî bin lingan hêþtî zilmê kir helweþ azad da bextreþ Helbest: Perîþan ***** Þehîd : ___________ Bu þehîd xwendevanên delal Bi xwîna sor ve bûne heval Keç û xortên me ber mal þehîdên ji bo me û al Bi xwînê tarîh nivîsan din Bihar berdan þoreþ nadin Dil birîn xwîn rijandin Bi kuþtin dibistan qedandin Hemu zarok dibên herî Dest qöt bun kanê serî Can þewötî nakin gîrî Rika wan bighînên serî Helbest: Perîþan ***** Derdên kevên : ___________ Derdên kevên kulên giran Eriþdikin mîna guran Xwe ber didên binê dilan Wiran dikin can û rewan Mirên nebu li bi durketim Ji mala xwe bi derketim Nîva þevê bi rêketim Wekî tija ez ji hev ketim Li þun min man dost û heval Bav û bira û xwuþkên delal Riya çiyan deþ û newal Mêwên tirî welat û al Ji bîrmeke lo bi derketî Ji niþtiman bi durketî Wek sêvekî ji dar ketî Ser vehesî tu raketî Helbest: Cankurd ****** Afrîn : ___________ Nav baxça dimeþim Bê halim bê heþ im Delala min dure Birîna min kure Delala min þêrîne Navê xwe afrîne Afrîna bangîne Ji bo min ew evîne Ez bûme pîr xemciwîn Mest û bi hest çar nevîn Li dil vebune sed birîn Ji derdê wê gula þêrîn Helbest : Bangîn ******* Kalo : ___________ Kalek hebû li bajar Kulfet li ser wî bûne deh Dilê mirov bi wana Diþewite way guneh Kurê kalo yê mezin Di gotine wî salar Tu kar nema nekiriye Heta li dawî bu cotkar Kalo barkir ji bajar Tev kurê wî salar Vegeriya gundê xwe Li dil þikestî û hêjar Helbest: Cigerxwîn ****** |