PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Helbestên curbe cur - 1


Nergiza Zînê :
______________

Þepal û Nêrgiza lê Zînê
Qeþengî bi nazî þêrînê
Hem gulî rihanî bi bîhnê
Tu melhema ser birînê

Dîlber were tu çi kubarî
Memik ji sêvan û hinarî
Nêzî min be were bi diyarî
Tu weke birûsk û arî

Ew dev û lêvên te yî qirmisî ne
Rûkên te yî sor weke hingivî ne
Nav bexçê me weke gula þîne
Ber êvarê boyî min þîvîne
Te hîv û roj li min kire tarî
Li ser min teyrok û baran barî
Çima nêzîk dibî bi dilsarî
Dil û ceger þikand bi yek carî

Gotin: D. Mîdî


*********



Sebra dila :
___________

Sebra dila, dêm ji gula
Derî veke xanima min
Nekeve pey derd û kula
Derî veke canima min

Sebra dila, dêm ji gula
Derî veke xanima min
Nekeve pey derd û kula
Derî veke canima min

Ez kêfxweþim, ne serxweþim
Derî veke xanima min
Bûyî evîna te dilxweþim
Derî veke canima min

Doz û gazinan ji min neke
Derî veke xanima min
Derd û kulê min geleke
Derî veke canima min

Derd kulê min nayên jimar
Derî veke xanima min
Þev û ro mam bê cî bê war
Derî veke canima min

Gotin: Cegerxwîn


******



Xemilî Zozan :
___________

Xemilî zozan û min re keniyan
Tavê ezmanan, þewqa xwe dayê
Gulê gazîkir, min hate manya
Ez dikim herim yar bi min re nayê

Kanî xulxulîn, orta çiyan de
Dunya bû zaynet û textê þahiyê
Dikim ku herim tebyeta seyra
Ez dikim herim yar bi min re nayê

Yara min bedew, nola van gulan
Kîjan rewþ daye, emrê dunyayê
Gul gelek hene, çav reþa dila
Ez dikim herim yar bi min re nayê

Gotin: Kurdekî Ermenistanê


*******



Te ez kalkirim :
________________

Te kalkirim bi ciwanî
Lê ez xort, bûm tu baþ zanî
Pelê dara min te weþand
Buher çû, te payîz anî

Hêviya min nema di jînê de
Bê kes mame vê dinê de
Gula dilê min çilmisî
Qe þîn naba ji îro pêde

Ka tu biner li halê min
Te çi aniye li serê min
Birînê zor daye ser min
Mirin gelek nêzîk bû li min

Birîn kûre cebar nabe
Bi dermanan rehet nabe
Heyfa min tê li wê heyfê
Ku li mirinê çare nabe

Gotin: Ebdulmesîh Efrînî


*******



Bilbilo :
___________

Hey lê, lê wayê gidî bilbilo
Wê bayê lêxist, hêlîn tev xerakiro
Perîþano, de sêwîyo, mihaciro
Tu bi hasrera hêlîna keviro

Bilbilê reben guneye na lîlîne
De xema þalûl e, ji xwe re xweþ dixwîne
De derdê bilibil ne qefesa zêrîne
Meqsedê wî wetenê xwe bibîne

Hey lê le wayê gidî bilibilo ax û ax
Tu çima mayî wisa bê dar û þax
Tu rebenî guneyî, sêwîyî
Stara te tune tu bê ciyî

Gotin: Dîkran Melîkyan


*******



Wexta zeryam niþan kirin :
___________

Wexta Zerya min niþan kirin
Davê birîna min vekirin
Birîn tije xwê dikirin
Derman çare pê nedikirin

Çi zinarek teqeteq e
Min gul çinî te kir baqe
Kê dîtiye kê bînaye
Qîz ser kuran bûê aþiqe

Çi kanîke wê qiçqiçî
Cotê kawa lê xaricî
Xwezla min li wî xortî bûye
Ew bidilê xwe zewicî

Gotin: Kurdekekî Ermenistanê


*******



Þev çû :
_________

Þev çû ma tu êdî hew têyî lo
Ez ranazêm kengî bêyî te xew tê lo
Xanî buye zîndan, tê de renazêm
Tev seher qîr û nalîn tew tê lo

Tenê hiþtim ay dil îþev çima çû
Wî ez kuþtim ay dil îþev çima çû
Rabe pey kev ay dil zû wê werîne
Tez biriþtim ay dil îþev çima çû

Ay dil ay ma kes nîne mîna wê (na welle)
Ji boyî çi tim dilxwazê dîna wî
Ax dema destâ wê li bin serê min
Bi min xweþ tê gelek hilm û bîhna wî

Te ji min dil bir carek min ji ter nedgo na
Te rû kûl kir carek min ji ter nedgo na
Çima îro tu ji min xeyidî ye
Te bi min çi dikir carek min ji ter nedgo na

Dilê min jî te dixwazê bibîne
Ti bi dûr ketî çavê min te nabîne
Çima roja eþqa hevqa kin bûne
Lê ev þîna dil jî her tim namîne

Gotin: Cegerxwîn


*******



Bêbextî :
__________

Li min bihorîn gelek sal û dem
Li min kom bûn gelek derd û xem
Emir diçe bi êþ û alem
Tenê hiþtim vê bêbextiyê

Zeman û yar li min bûn yek
Li dora min çêkirin xelek
Li min gerandin çerxa felek
Tenê hiþtim vê bêbextiyê

Naçin ava ev roj bûne sal
Sal dirêjin ez kirime kal
Bi ciwanî da destê min gopal
Piþtxûzkirim vê bêbextiyê

Hêsîrê dahfa ber delavim
Qelsim, êdî bê pesn û bê navim
Por çû, çav çilmisî û rû xavim
Ez hejandim vê bêbextiyê

Gotin: Hekîm Sefkan


*******



Lolo Pismamo :
___________

Lolo Pismamo çima deng nakî
Serê xwe carek bilind ranakî
Leþkerê dujmin li çiyayê jor in
Weke xweþmêra j’hev bela nakî

Lolo Pismamo zanim xweþmêr î
Pismamê Ristem yan Êzdîn Þêr î
Roja halanê, roja lêdanê
Mêr û gernas î dotmam bi gorî

Lolo Pismamo haya te j’te bî
Çarika minê reþ li serê te bî
Roja lêdanê mêr be l’meydanê
Kuþtin tim hebî, reva te nebî

Dotmama te me, min çav kildaye
Derefþa Kawe, bo te hildaye
Rojek lêdanê, rojek razanê
îro lêdan e roja Kurda ye

Dengê min zîz e hewar û gazî
Serqot û pêxwas, birçî û tazî
êriþ e lêxe pismamo lêxe
Þerm û fehêt e îro tu razî

Þalê Xerzanî rabe li xwe ke
L’piþta xwe girêde rext û fiþek e
Pisamê min î, dotmama te me
Mi j’te re kil dane çavên belek e

Helbest: Cegerxwîn




Gelo ew kî ye
Gelo ew kî ye, ji wê de têye
Çi bejnek zirav, wek rihanê ye

Gelo ew kî ye, ji çi eslî ye )
Çavî kil dane, keça Kurdan e )dîsgotin

Navê wê Xan e, gula baxçan e
Eslê bavê xwe, keça Kurdan e
(Dîsgotin)

Ew çiqas xweþ e, çavê wê reþ e
Bejna narîn e, bi xwe þêrîn e
(Dîsgotin)

Xwezî min bidîya, têr jê hezbikra
Wê ji dilê min, ecêb xweþ bikra
(Dîsgotin)

Min xew de dîye, dibêm horî ye
Nav lê danîne,dibên Têlî ye
(Dîsgotin)


*******



Bisk bi têl :
___________

Bisk bi têl, bisk bi têl
Her were b’ hêle-mêl
Bisk bi têl, bisk bi têl
Dîsa siba te bi xêr

Sibe ye tavê daye
Bisk û tûncik badaye
Bisk bi têl, bisk bi têl
Muhbeta nav dila ye

Bisk bi têl keça rind e
Çîçeka nava gund e
Bisk bi têl, bisk bi têl
Serê min jî bilind e

Sibe ye ro germijî
Ez û tu tevde bijîn
Bisk bi têl, bisk bi têl
Vê hesretê m’ dikûjî


********



Diçim diçim nema têm :
________________________

Diçim diçim nema têm
Ez heyirîm çi bibêm
Êdî tiþkî nema kêm

Ez aþiqê çavê te
Memnûn im ji bavê te
Lê awirên diya te

Diçim li vir namînim
Bes e derda hilînim
Pel ji te ra biþînim

Tu carek wer mala min
Tu þa bike dilê min
Ewê çi be halê min

Ax û of bê feyde ye
Dem dema min û te ye
Erê xelkê çi ji me ye


********



Leyla :
________

Tu bedew î, tu nazik î Leyla Leyla
Keça Kurda çiqas rind î Leyla Leyla
Leyla Leyla Leyla...
Leyla Leyla bihar e
Dilê min zare-zar e
Leyla Leyla êvar e
Hêvya te me de were
Leyla Leyla bihar e
Dilê min zare-zar e

Tu kulîlka çiyayê Kurda Leyla Leyla
Tu dermanê dilê xorta Leyla Leyla
Leyla Leyla Leyla...
Leyla Leyla bihar e
Dilê min zare-zar e
Leyla Leyla êvar e
Hêvya te me de were
Leyla Leyla bihar e
Dilê min zare-zar e


*******



Newroz e Newroz e :
___________

Newroz e Newroz e
Sibe ye Newroz e
Maçek bide min yar
Cejna te pîroz e

Newroz e bihar e
Bel bûne gul û dar e
Bîna gul û lale
Destê min bi dest yar e

Newroz û mizgîn e
Bihara rengîn e
Kesk û zer û þîn e
Xalîça rengîn e

Helbest: Cegerxwîn