PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Kilamên Meresê - 2


Ev Derman e :
_____________

Yane yane rindê yane, yane yane rindê yane
Çavê reþê oy oy, kikil da ne, çavê reþê oy oy kikil da ne
Derdê dilan bêderman e, derdî dilan oy oy bêderman e
Doxtor-hekîm pê nizan e, doxtor-hekîm oy oy pê nizan e

Ev derman e, ev derman e, ev çavreþa oy oy gi derman e
Here mal oy oy ev derman e, ev çavreþa lê lê, lê lê ev derman e
Yanê walê, mere yadê, desmal þûþtîye oy oy ava sarê
Yanê malê mere canê, desmal þûþtî ava sarê

Destî xwe bi destî min de, destî xwe bi destî min de
Çî çi diwê bira biwê, salê îsal oy oy bû ye modê
Ev derman e, ev derman e, ev çavreþa ku derman e

Virda virda, zalim virda, dirûnîne oy oy di konê gir da
Destî xwe bi destî min de, destî xwe bi destî min de
Qeder bibûya lê lê, belkî çê diba
Lê lê, lê lê tu delal î, lê lê, lê lê tu delal î
Zalim gêncan emrêm xarî


******



Were Delal :
_____________

Were delal delal, ax delal delalo , min têr nedî
Anê mala lawkê delal, lê anê li mehla Gozê, oy lê anê li mehla Gozê
Anê lawikê delal kete nav kon û gundê me, çeketî avêtîye ser gurmê, li nav gundîkî me’y þewitî digerîye delal delal, lê anê digerîye çi delalî, lê anê çi bi poz î ax
Anê sibeda li berîyê birbangê ketîye nav heyþtê-nod malî gundikê me’y þewitî
Belkî li gire girê gundê me’y þewitî digere, anê wîne ser malê bavikê min o
Lê lê anê ew qedir rezîlê Xwedê, lê anê min bixwazi

Lê lê anê min nizanî sibeda berî birbangê tevlî (...) gundikê me þewitî
Lê lê anê, li xêylî xatira gire girê gunikê me þewitî, ji xerîp gurbetîyê ra tim dixwazi
Lê lê anê dibên bajaran gerandine bajarê Enqera þewitî, anê birin e Kela Lûleboxazê
Oy de low low low low, low low low low... kedero lo lo, ûmiro low low low low.... ax

Law law law law, law lawo, law law...oy oy oy oy, oy oy oy min têr nedî
Ez biqurbano ji min ra lo lo delalo pez hezaro
Anê anê sibeda berî virva, ketîye nav pezê delêle çîftek gurê haro
Xeberê dane min, de lê min evdalê, min por weþyayê, min nemayê
Hêy lê anê dibên ji hezarî mane çar o,
Evna jî ji sibêda li berî mirinê ne birîndar in anê, birîndaro lawo, low lawo
Hêy lê anê sibeda berê birbangê, ma kulê çek e delalo, ez biqurbano were k’em herin malo
Low low low, low low low, delal delal, low carkê min têr nadî

Lo were law law lawo, law law lawo, ax...
Hêy lê anê ez çûme dîyarê, lê anê Borunegê lê anê Borunegê
Anê têye dengê defê, lê anê wê dawetê, lê anê wê dawetê
Dê tu were destê xwe bide destê min, k’emê xelas kin welatê Arabanê
K’emê çêkinî paþ qayixa, li gundê di derîyê da keç keçê rûdinin, keç kêçê min go li gundê wê þkeftê
De were delal, were delal, were delal, were delal, were dealal
Delal delal, lo delalo min têr nedî

Were delal were delal, were delal were delal, were delal...
Delal delal, delal delal, lo delal min têr nedî
Herê bejna te zirav e, lê zalimê tutuna te a Mûþê
Lê lê mal xirabê mîna zema Turgut Ozal ’a zemekê li ser zemekê didî
Çima asil zemanê ne xerabîye, tu ne Arabî ye lê min go li gundê gûmriga þewitî,keç keçê li gundê Adiyamana þewitî, lê lê van þimika, lê zalimê li gundê wê Tûrîþê
Were delal, were delal, were delal, were delal, delal delal, lo delalo min têr nedî


******



Were Were Hêndî Bese - kurdî-Tirkî :
____________________________

Bese feleg yaxam berde, günde düþürdün bîr derde
Were were hêndî bese
Bese feleg yaxam berde, günde düþürdün bîr derde
Were were hêndî bese
Min havalê xwe wenda kirin, herbîrî ayri bîr yerde
Were were hêndî bese
Min kê hez kir gi wenda bûn, herbîrî ayri bîr yerde
Dîgel dîgel biktim artik

Anê ezî ro nedî me, keko ezî ro nedî me,
Qe nakenim tim digrîme
Were were hêndî bese
Gênclixya min ji dest min çû,
Gênclixya min ji dest min çû,
Ezî nizanim niha bibînime
Were were hêndî bese

Oy lo dilo, oy lo dilo, ax lo dilo oy lo dilo oy oy oy...
Çima ez helandim, ez helandim lo lo dilo ez helandim
Kirime sûra Dîyarbekira þewitî,Teyîmê min di bin da, di Þeytan da, bixelandim
Oy lo dilo, oy lo dilo, oy o dilo...
Te kirime xalya bin arguna ji kabûr û qiraca dadireþandim
Ezî kirime guleka, gula Muhemedî lo dilo, lo dilo, lo dilo ...

Aziz Tüzün: :
_____________
Ji Bazarcixê, ji gundê Goçeryan (Gökçayýr) e. Ev kaseta wî a ku min ji ber kilam nivîsîn gellek kevn bû, loma tenê me du kilam jê fêm kirin û nivîsandin.


******



Lêylî Lêylî :
_____________

Sawa çavan le min þev e
Aman, aman
Oy.... miþterîyê te bûne pir e
Ezî be dilî xwe xirabim
Aman, aman
Lê lê ez qurbanê, tu je hemberê min mere
Lêylî lêylî, lêylî lêylî....

Here lê lê obe gezan
Aman, aman
Oy.... xasi meger le firêzan
Wextê tu xasi geryayî
Aman, aman
Be ningî te degirin mêratê kurm û kêzan
Lêylî lêylî, lêylî lêylî....

Çê bang kir tu weçend pezya
Aman, aman
Oy.... pîyê min de bin serî te da tezya
Weçend salê je te çûyî ne
Aman, aman
Je te nema ev bilmezya
Lêylî lêylî, lêylî lêylî....

Eþq derd e lê, eþq derman e
Aman aman
Rûyê keçikê rind mîna sêvane
Ku sal ketine dewçaran
Aman aman
Memik hingivê helyane
Lêylî lêylî, lêylî lêylî....

Ev keçikê Meraþî ye
Aman aman
Derdê eþqan be êþq dermanî ye
Ku keçik ketin dewpêncan
Aman aman
Memik hingivê helyayî ye
Lêylî lêylî, lêylî lêylî

Were junî be rîyan kevim
Aman, aman
Oy.... be tûman bim, de çîyan kevim
Xwezikî tu nixweþ bibûya
Aman, aman
Min bigota, mekin k’ez de bin pîyan kevim.
Lêylî lêylî, lêylî lêylî....

Lê lê were k’ez te naskim
Aman aman
Oy.... lê lê tu ne sêvekî k’ez te gezkim
Tu be min ra herê bibê
Aman, aman
Ez seri bidim te xelas kim
Lêylî lêlî, lêylî lêylî....


******



Qurban :
_____________

Lê lê ku ev bejnê kibar le te bû
Tu nizanî le hendê te kêm nabin gelan û gîdan
Lê lê rezîlê gelan û gîdan
Oy le min yaman, le min yaman, le min yaman....
Ezî bazi mêzi dekem qurban
Tu yê mînê tiþtîrê xame, xaman
Ez je derdê te demirim qurban
Tu çima nakî faman, lê lê rezîlê tu faman....
Hela were le kelekê min rûnî carkê
Be min ra deyn ke qurban
Ezê qurban bim bengê te yî be qiraman, be dîrheman
Oy le min yaman, le min yaman, le min yaman....
Oy heqsizê le min yaman
Lê lê tuyê je min ra bûye, dîsa marîyeke min e, hana mîna kewan
Ez qurbanê le erdê gerîyanê, telesîya minê ketîye
Biliv k’em herin bizanin le hewan, le hewan.....
Na na, min bavikê te kujtibû qurban
Ku te ez kirim gurî hanî, dor hat çewiran
Dilî min je te venaqetîye qurban
Aman, mino nemîni le sebeban, le sebeban
Lê lê dinê, le sebeban, le sebeban.....

Hesenî Îsikê: :
_____________
Ew ji Bazarcixê ye. Em li ser wî tu agahdarîyên din nizanin. Kaseta ku me ji ber kilam nivîsîn, di 8ê Tebaxa 1981ê da hatîye qeyd kirin. Ji ber ku berî dengbêj bistêre ev tarîx tê dayîn. Ew gellek kilaman dibêje, lê ji ber ku dengê kasetê nedihat fêm kirin, tenê ev kilamna me nivîsîn.


*****




Keçê 1 :
_____________

Keçê tu çima min dekujî, keçik tu çima min dekujî
De ber derî me ra wextê çûyîn hatinê, wey wey le min, oy oy...
Hesê min ê nagêhê te, ke carkê werim bang kim
Ezê xalîyekê be serî vî dilî rezîl î ku le nav êl-însan kim
Ezî be birin im, keçê keçê be yar im
Carkê xeber be min de, ke werim birin î te yê çaresiz derman kim
Oy le min wetan ez çir bikim
Keçê keçê ez çir bikim, ezî bîra te dekim
Sewê ku ez de nav merîyan da be can
Dilê min î rezîl çaresiz ma tevî derdan
Bû ye wetan memleket Albistan
(...)
Oy le min qedera reþê
Dilê min î rezîl þewitî, bû ye koz e arpêr e
Keçê keçê dijminîya xwe eþkere biwê, te je min xêr e
Sewê ku ezî le te sevdalî me, keçê keçê degerim mîna dinan
Ezî din bûyîm e denalim, ezî dewêm î hate serî min
Keçê keçê bira nêy serî dijminan


*****




Keçê 2 :
_____________

Wîî.... Keçê te çima ez kirim e vî halî
Keçê te çima ez kirim e vî halî oy oy ......
Hela were çima dilî min î rezîl, rezîl rezîl.....
Ne têr bû ye le nav sedûçel malî oy oy .....
Wîî .... be gotinê, be nalînê, be hêstirê tal
Be gotinê, be nalînê, be cirînê oy oy .....
Sewra minê le dunê nemaye, Besê denalî
Keçê mere, ez de tu kesî mêz nakim
Besê ez de tu kesî din mêz nakim
Keçê keçê le ser dilî te î rezîl ro nedî ra
Nanûxwêsizlixê meke, je kesî dîn ez hez nakim
Ku meri meristanê min le min werin
Heram le ser te ra, je dilî xwe ra kesî dîn nakim
Tu le gurbetê ezî le van deran oy oy ....
Je ber Besan ra deyn dekin
Keçê þev-royan dehejmêrin
Keçê keçê ez çir bikim çaresiz mam
Keçê keçê were, qê mîna apê te î girim
Keçê dijne te qe heye eke min
Were carkê serî xwe deyne le ser pî min
Keçê keçê hetanî ku tu neçû ye mêr
Ez nazewicim qurban, xêr û guney te le ustî min
Meri meristanê te giþtikê girin
Keçê keçê be vî dilî rezîl le gurbetîyê
Emê herdu yê çutolî bizewicin
Ezî mîna dilî xwe bûm qurban, qurban
Min nizanî ku ew qeleþ, ê te je dest min bigirin oy oy .....
Minî sondxwarîye , ezî be ser malê we da danakevim
Keçê keçê ezî je mana te decîrim ranakevim
Keçê keçê ezî mîna dilê xwe bûm
Qeleþ qeleþ te degot ez be ber kesî dîn nakevim
Çima ezî wergîna din im, ezî ke werim le vir nesekinim
Ku îþev rind giþtik top bin werin, ezî ke de nav xelkê da te pêçî kim
De nav ra te hilçinim.

Heydoyê Goçeryanî: :
_____________
Ew ji Bazarcixê ye. Li ser kasetê “Gökçayýrlý Heydo ve Karýsý”(Heydoyê Goçeryan û Jina wî) hatibû nivîsîn. Lê di kasetê da dengê tu jinan tune bû û tenê du kilamên li jêr in hebûn.


*******




Kurmanco Lawo :
_____________

Lo lo k’em be te va hevalê hevin
Ez qurbano, mal be ber yaylan dekevin, oy oy le min
Barê min giran kiro le min, êsîr kirimo le min, pêrîþan kirimo le min

Aman kevirê yaylan çinge gir in
De ser me ra werdekirin
Ezê be qurbane xelkê sadiq
Le boxa Elifê gi demirin
Aman heval aman heval, aman heval aman heval

Lê lê yarim tu je derdê minî dîn e, çûr bîyê tu je derdê minî dîn e
Oy esmerê xwe le rev min mepesîne, oy oy le min
Lê lê yarim sewa ku min je te hezkiri
Te dîsa gundê me je min û xwe ra kirîye dijmin e, oy oy le min
Emê kuva herin le min, ez heyrano le min

Lê lê dorê nalê giþk terle ne
Lê lê min go hevalê huro derdê te çîye teze ne, oy oy le min
Lê lê keçik sewê ku me be te va je hev hezkiri
Ê dîsa le nav malan qalê me dekene, yo oy le min, heval le min

Lê lê banî banî xezal banî
Lê lê yarim sewa ku min be te ra þorek goti, tu çima karþîye dedi be çel zimanî
Ez çi bibêm je qulî vî zemanî, je bozix ra
Çima kesî be halê me nizanî, de lawo lawo ez qurbano

Lê lê min go konê axayê min konekî gir e
Hevalo, delalo temale hewarekî venagire
Hevalo, delalo cemi cûmle alemê weri, siwarê me be hespî gir e
Ewê ku em bangî deken Xozatli Xizir e, lawo lawo

Lê lê yarim çima le qulî vî zemanî me ne dil maye, ne xatir e
Lê lê were xwe be bejnê delal û kibar, xwe mekþîne
Rokê feleka qahpe were dîsa le derê te xwe biêwire
Ev feleka fîlîmcî ye tema ê te bixapîne ê du canike xelkê hilgire
Werin k’em be xweþî û rindîyekê be hevra le hevdû bawer bikin
Ey lawo, Kurmanco lawo, ez qurbano be ber bay xelkê mekeve
(...)

Lê lê yarim were xwe je halan meke halan
Ba þorê me negeri le nav malan
Lê lê were yarim tu eke wijdansiz bîye
Ez be dû te deketim nam çend salan , de lawo lawo
Tu çingê hatî hevalê je te ra go ku nawo, ez qurbano lawo

Lê lê je zêran zêrî gazî
Þivano le vê dunya rezîl be eke xwe nawi razî, ez qurbano
Lê lê yarim were îna bike dilê min je te ra dîsa bûye(...)
Ez çiqas hezdekim je kesî ku berê xêra cîranî xwe dexwazî
De lawo lawo, hevalo lawo oy

Lê lê heval pezê bavê tey le mêþin e
Le hember malan dedoþine, aman heval aman heval
Lê lê hevalê tema k’em be te va le hendê hev rûniþtin
(...)
Aman heval aman heval, aman delal

Lê lê dorê malê me je minra rê ye
Çûr bîye, tu eka xwe belî bike le ser vê ye
Be dengekî bang kir go: ez qurbano te le ser min mohra xwe daye kê ye
Te ezî kirime nav destan le nav xelkêye
Ez qurbano merhemet ke, îþev xeva minê nêye
Oy lawo lawo, sebebê canî min lawo
Xeyalê keçikê xelkê le dû te mawo
Dê lawo, Kurmanco lawo


******




Aman Heval :
_____________

Mere deri derî sar e, hîvê mere deri derî sar e
Ev gundê jar î le me be qar e, oy oy
Qe xeberî te je min heye, lê lê yarim qe xeberî te je min heye
Lawik le ser tey dilkal e, aman heval oy oy

Oda bavê tê be çin e
Min serê xwe danî ketime bine
Ýnsanî ku ewladê xwe le der bû
Tim î poþman e mîna min e
Aman heval, aman heval

Ê dawestîye le ser xêni
Çavê reþin weke sêni
Destî xwe de destî min ke
K’te bigerînim le çîyay jêri
Aman heval, aman heval

Oy ev derdê we çi pir in
Emê ku xwe je çi ra bilin
Emê nizanin mayîn e, emê dekulin
Dê lawno hun kuva terin
Wetanî xwe û kal pîran xwe le ku tilin
Aman heval, aman heval


Ýsmaîl Ýpek: :
_____________
Ji navçeya Albistanê ye. Ew bi profesyonelî jî bi muzîkê va mijûl dibe. Kasetên wî yên Kurdî û Tirkî jî derketin e.


******




Dîyarbaqir :
_____________

Oy le minê way way way , dilê min le yan e
Birawo min go dilê min le yan e
K’em herine kurê çîyan e, ha hayê hayê.....
Hela birawo were k’em be te va herne oy le minê
Deþta gundan e oy le minê oy oy oy .....
Baba le minê, were were, were ......
Ey hevalê min were, lo xortê min were, camêrê min were oy oy .....

Oy lê oy lê oy..... ezê çûme dîyarê Dîyarbaqira þewitî
Ha hayê hayê ......
Hatîye îsal xezala min le serê çîyayê bilind e
Le wî çîyayê Þengalê oy le min derdo, oy le min xorto.....
Hawer hawer, hawer.... oy dilê min pola xorto pola
Ax eman, eman eman.... ez bimirim eman oy......

Oy le minê way way way way, dilê min dilekî mezin e oy....
Ey tu ortaxe dilê min tune ne ey......
Oy le min, ez tim dikime, ez kuda herim be min ra were
Were kekê min were, were birê min were oy......
Lo le minê , oy tu mere je henda mine, lo tu ortaxê dilê minê oy.....
Eman eman, eman eman eman..... oy.....
Ax dilê min eman.... ax dilê min eman.


*******




Husêno :
_____________

Lê lê lê wayê, min go way birawo lê wayê.....
Baranê dibare tav be tav e, min go esker hate
Gencê min , Husênê min tuni li nav e
Bira biþewiti mala wî kafirî, ku Husênê min þehîd kirîye
Le Deþta Kerbelê oy le min......
Husêno le min, bavo le min, ax mazlumo le min......
Were were were were , lo rabe ey birawo rabe, bavê min rabe....

Lê lê lê wayê min go mal xirabê lê wayê.....
Ax le vir dar e, le ber darê têye min hesa karê....
Heval were ‘kem be te ra dilê xwe be yêk kin
Min go bira Hezretî Elî weri çarê......
Lo Husêno, lo mazlumo lo pîro......
Eman eman eman eman, ax eman eman.......

Oy li min , ey li min , ey li min, oy li min.....
Ey were, were pîro were, qe nebe bira yek avek te de
Lo hespê te qir e, zinê xwe zer e
Riya me riya Ýmam Cafer e, bira deh caran be Elî xizir e
Oy oy oy oy ..... Lo Husêno lo lo birawo oy ....
Neman neman, way le min derdo, derdê min yekî giran e

Lê lê lê wayê , lê lê lê wayê......
Min go ezê huro çûme qelê
Min go bira pîrê min jê be derê oy.....
Lo nalet le te be Þingro
Te pîrê min kuþtîye le Deþta Kerbelê oy......
Lo Husêno, lo lo pîro......
Ey le minê ez çirbikim be vî derdî......
Ax eman eman eman, way dilê min eman....
Ez bimirim be vî derdî......
Dê were, were were , ax Husênê min were
Oy le min mazlumo, ax le min derdo.......