Dilopek Ked ! Dilopek ji keda te, bi keve Derya jînê. Dibe her wek Kanîyên, ku tên ji Þerefdînê. Feyda wê dighê her kes heta ku Dinya hebe. Bo te derê seadet zu ya derenk dê vebe. Dara insanîyetê, ger hindik jî Av dabe. Parat e ji beri wî, bê jimar û hesabe. Tû cara xelas nabe, her tim ew ber dimîne. Ba û bagar û serma, berêwê na weþîne. Qancî bi gor fayda xwe, biçuk û mezin dibe. Ne bi gorî gewda xwe, jê ra qîmet çê dibe. Giramekî menfîat, bighîje Milletekî. Pir meztire ji Tonek, bighîje yek kesekî. Ne xasim ew Milletê, ne azad û mezlum be. Bin desti dagir kera, bê cî û wer û þûn be. Xerebî wek qencîyê , navça wijî fireye. Bi Milletê bindest ra, xerebî pir zêdeye. Yek giramek xirabî, bi Milletek wihara. Ji tona zêde tire, di zirara merfa ra. Zerre her tim zerreye, tu cara nebe çîya. Îlla di du cîyanda, di qencî û xerabîya. Bi milletê mezlum ra, zerre wisa gir dibe. Dikarim bêjim zerre, ji ciyê mestir dibe. Wek kiryarê mam calal, yê Qasim bekê pelîd. Bi milletê Kürdara, bi Þêx Seîd ê þehîd. Mella Nobîhttp://www.pdk-xoybun.com |