PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Melayê Cizîrî kî ye ? - Celadet Alî Bedir-Xan


Melayê Cizîrî kî ye?

Celadet Alî Bedir-Xan :

_______________


Mela li cem hemî kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewçend nas e ko ne hewce ye ez wesfê wî bidim. Mela þahirekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petresbûrgê jî hati bû çap kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li Þamê di taxa kurdmancan de dîtiye. Çapa Petresbûrgê çapeke lîtografîk e.

Melayê Jaba di heqê Melayê Cizerî de dibêje:

»Þahirê diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bihtan e. Navê wî Þêx Ehmed e. Di tarîxa pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev Þêx Ehmed li xweha mîr aþiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û dîwançeyek tertîb kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û zehf li nik ekradan meqbûl e. Paþê, Mîr Imadedîn ew Þêx Ehmed ceribandiye ko aþiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. Þêx Ehmed qebûl ne kiriye. Ev Þêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî û þeþê de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xelkê ye.«

Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizerî ziyaretgah e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber þetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdîniþt û þihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piþtî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin.