PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



06. SEBEBÊ NEZMA KITAB E BI VÎ EZMANÎ - Ehmedê Xanî - Memozîn


06. SEBEBÊ NEZMA KITAB E BI VÎ EZMANÎ
DI SÛRETÊ ÞEKWAYA JI DEWRANÎ
Û GILIYA JI EBNAYÊ DI ZEMANÎ
KO LI BAL WAN YEKSANE
HINERA DANAYÎ DIGEL ‘EYBA NADANÎ

__________________________________________________

Xanî ji kemalê bêkemalî
Meydana kemalê dîte xalî

Ye‘nî ne ji qabil û xebîrî
Belkî bi te‘essub û ‘eþîrî

Hasil ji ‘inad eger ji bêdad
Ev bid‘ete kir xilafê mu‘tad

Safî þemirand vexwar-i durdî
Manendê derê lisanê kurdî

Înaye nizam û intizamê
Kêþaye cefa ji boyî ‘amê

Da xelq nebêjitin ko ekrad
Bême‘rifet in, bêesl û bunyad

Enwa‘ê milel xwidankitêb in
Kirmanc-i tenê di bêhesêb in

Hem ehlê nezer nebên ko kirmanc
‘Iþq-i nekirin ji bo xwe amanc

Têk da ne di talib in, ne metlûb
Vêk ra ne muhibb in ew, ne mehbûb

Bêbehre ne ew ji ‘iþqibazî
Farix ji heqîqî û mecazî

Kirmanc ne pir di bêkemal in
Emma di yetîm û bêmecal in

Fi l-cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bêxwidan in

Ger dê hebûya me jî xwidanek
‘Alîkeremek, letîfedanek

‘Ilm û hiner û kemal û iz‘an
Þi‘ir û xezel û kitab û dîwan

Ev cins biba li ba wî me‘mûl
Ev neqd biba li nik wî meqbûl

Min dê ‘elema kelamê mewzûn
‘Alî bikira li banê gerdûn

Bîna ve rûha Melê Cizîrî
Pê hey bikira ‘Elî Herîrî

Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran

Çi b’kim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qumaþ-i ra xerîdar

Xasma di vê ‘esrê da ko himyan
Me‘þûq û hebîb e bo me hemiyan

Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar
Heryek ji me ra we bûne dildar

Ger ‘ilm temam bidî bi polek
Bifroþî tu hikmetê bi solek

Kes nakite meyterê xwe Camî
Ranagiritin kesek Nizamî

Weqtê ko me dî zeman e evreng
Fi l-cumle li ser diravî bû ceng

Hez kir me bibîne kîmiyager
Gava ko me dî nebû muyesser

Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir
Tesfiyyeê cewher dexel kir

Qelbê me nekir qebûl-i hîle
Qet bo xeredê nebû wesîle

Dîn çû û neket bi dest me dînar
Paþê ji neçarî bûyîne seffar

Sifrê xwe yê xef me eþkera kir
Qirtasiye bû me lê du‘a kir

De‘wet geriya bi sidq icabet
Bû wasiteê qezayê hacet

Ev pol egerçi bêbeha ne
Yekrû ne û saf û bêbeha ne

Bêhîle û xurde û temam in
Meqbûlê mu‘amela ‘ewam in

Kirmancî ye sirf e, bêguman e
Zêr nîne bibîn sipîdeman e

Sifrê me yê sor e, aþikar e
Zîv nîne bibîn ko kem‘eyar e

Neqdê me mebêje kembeha ye
Bê sikkeyê þahê þehrewa ye

Ger dê bibûya bi ùerb-i menqûþ
Nedima wehe bêrewac û mexþûþ

Mehbûb e, bi kes ne namizad e
Lew bextsiyah û namurad e

Qirtasiyeya me bêpenahan
Bê derb-i qebûl-i padiþahan

Me‘lûl e li ba gelek ‘elîman
Meqbûl e li ba gelek hekîman

Lê hakimê weqt-i me‘rifetnak
Mesmû‘ nekir bi sem‘i idrak

Mîrê ko bi navê Mîrza ye
Mehza nezera wî kîmya ye

Qelbê di zexel dikit bilorî
Polê di dexel dikit filorî

Sed bar hebin filûsê ehmer
Derhal-i dikit bi yek nezer zer

E‘layî dikit bi qehrê edna
Ednayî dikit bi lutfê e‘la

Paþan digirit wekî esîran
Aza dikitin wekî feqîran

Herroj hezar bênewayan
Herlehze bi lutf sed gedayan

Zengîn dikitin bi destê himmet
Hikmet ew e nakitin çu minnet

Ger dê wî nezer bida me carek
Iksîrê teweccuha mubarek

Ev qewl hemî dikirne eþ‘ar
Ev pol hemî dibûne dînar

Emma nezera wî zêde ‘am e
Lew xas-i nezer ji dil neda me

Ew rehmet xas e bo ‘ewamî
Ya Reb, tu bidî wî her dewamî



Ehmedê Xanî



*****