Bab N ( nûn ) : Dîwana Melayê Cizîrî 72. Min di ber qalû bela batin vi wê ra bû evîn : ______________________________ Min di ber qalû bela batin vi wê ra bû evîn Hêj li ser ‘ehda elest im ta bi roja axirîn Min divê lê eþkera kim carekê daxa nihîn Guftim ew ra ma du‘ago yî tu em ey hor-i ‘în »E‘redet ‘ennî we-qalet ma du‘au l-kafirîn« Ey þehê ‘alîcenab pir ‘aciz û perkende em Ah ji dest cewra evînê çi bikirim min bende em Sebr û taqet min neman lê bêkes û dermande em Ger bixwanî wer beranî bende em ta zinde em »Wacibun lî imtisalu l-emri maza te'murîn« Sohtim ez pêta evînê têk bûwem gird û heba »Inne lî ayati sidqin kane fî haze n-neba« Horiya roja liqaê nazika mexmûr qeba »Hebbeza rewdatu necdin zurtuha 'ehde s-siba« »Rewdetun yecrî 'ela erca'iha ma'un me'în« Min li ser bedrê munîr mektûb diye neqþê sewad Ser bi yek anî du nûnan xettê reyhanî du sad Hadirî min secde bir lew xerqê xwînê bû fiwad Ber derê baxê wisaleþ hatifê awaz-i dad »Hazihî cennatu 'ednin fe-dxulûha xalidîn« Naêtin gohtin bi qal þerh û beyana husnê tu Dê bi hal û sir binasin dilfesana husnê tu Xweþ Mela amancê tîran kir kemana husnê tu Qisseê 'iþqa celal û dasitana husnê tu »Tilke enba'un yeqûlu n-nasu minna be'de hîn« ***** 76. Îro ji husna dilberê : ____________________ Îro ji husna dilberê Dîsa helak û serxweþ în Remzên di wê þîrînsurê Sohtim bi pêta ateþîn Sohtim bi berqa lami' e Ew necm û bedra tali' e Þemsa semayê rabi' e Lew pir ji þewqê þewwiþîn Pir þewwiþandin wê dil e Zulfên siyah ser dan mil e Tora muxalif silsile Selwa 'eqarib lê meþîn Selwa 'eqarib lê weten Ew nazika nûrînbeden Qendê dirêjin guft û ken Biskan di lê kir baweþîn Biska siyah re'na ye mest Yek dî bi heyran pê ve dest Hemyan bi mestî helqe best Derbendê ew zulfa reþ în Êsîr kirim zulfa çelek Ew horiya þubhet melek Tîr dan ji reþtûzên helek Mecrûhê qewsê pirweþîn Tîr dan ji qewsê malzirav Ew gewhera pir þewq û tav Sotin li min cerg û hinav Lew têk ji cergê heriþîn Cerg û cesed têk sohtine Lew xef xedengan nuhtine Ji qewsê hilalê jih tine Heyranê dêma mehweþ în Hem bedr û hem Zuhra ye dêm Ji wê 'alema kubra ye dêm Xweþ destxet û tuxra ye dêm Herfan ji miskê lê niþîn Lewhê ji nû sîqal bidin Herdem ji nû ve xal bidin Da dil bi yek dî pal bidin Nuqtan ji zêrabê weþîn Zulfa siyah 'enber bike Xemlê ji zêrê zer bike Zerbaf û dîba ber bike Misk û gulavê lê reþîn Mawer ke terh û biþkoyan Cîranê berg û lû'lûyan Ew 'er'er û selwa ciwan Þetrî bi mestî lê xwiþîn Þetrî we tayên sor û zer Bayê nesîm lê da seher Li wê cebhetê hijiyan dû per Lewra sekara bêhiþ în Meþha seher yarê þefîq Da min bi enguþtên 'eqîq Ji wê badeya nûrîn rehîq Mexmûrê xemra bêxiþ în Mexmûrê bê camê ez im Yexmakirê ramê ez im Çavnêrê peyxamê ez im Perwaneyê þem'a geþ în Perwaneyên sotî kebed Dilber ji ber Birca esed Tîr dan ji reþtûzên semed Lew têk ji xwînê neqqiþîn Kuþtim bi qewsê 'enber e Þoxê ji dil mil dan ber e Êxiste dil sed pencere Evrenge em mihnetkeþ în Mihnetkeþên roz û þebê Der firqeta þêrînlebê Zulma ji ber destê te bê Ew 'edl e em pir pê xweþ în Zulma tu kî pir pê xweþ im Sohtîdilê hicrankeþ im Mislê perengê ateþ im Rûhek mucerred bêleþ în Min dî sehergaha elest Camek ji kewser dost di dest Jê da Melê lew maye mest Hetta heyatê serxweþ în ****** 78. Peyweste du ebrû li me mehbûbê kiþandin : ____________________________ Peyweste du ebrû li me mehbûbê kiþandin Sed gezme peyapey li ezê xeste reþandin Tîrek ji kemanê xedebê da cegerê rîþ Mil dane ber û ser ji du goþan veweþandin Cohtê esedan pence li ser sîne nihandin Kullab-i gihandin dil û hestî heriþandin Birhên te ji qudret ko numan goþeyê i'caz Peyweste kemanan li guhan goþe kiþandin Mihra te di canê xwe ji dil xef kiribû min Dil çû ceger û sîne li ser canî ve þandin Nûnên te hilalê bi qeran yek ji sura heq Bê 'eyb-i li dêmê qelema xeybê kiþandin Neqqaþê ezel ismê cemalê ko nivîsî Herfên te mucessem ji surê taze reþandin Reyhanî û dîwanî û hem suls û muselsel Yek yek we hezar reng-i ji husnê neqqiþandin Ev ayeta nûrê ji Mela ra ko nivîsî Katib ji surê nuqte bi zêrabê feþandin ****** 79. Þox û þengê zuhrerengê : __________________________ Þox û þengê zuhrerengê Dil ji min bir dil ji min Awirên heybetpilingê Dil ji min bir dil ji min Wê þepalê miskê xalê Dêmdurê gerdenþemalê Cebheta biskan sema lê Dil ji min bir dil ji min Zulf û xalan nûn û dalan Wan ji min dil bir bi talan Goþeyê qewsê hilalan Dil ji min bir dil ji min Dên nedîrê bo 'ebîrê Xemrî û gîsû herîrê Sîne kir amancê tîrê Dil ji min bir dil ji min Surþirînê nazenînê Kuþtim û nakit yeqînê Wê bi çengala evînê Dil ji min bir dil ji min Fetl û taban da xuraban Ebleq û cohtê þebaban Dame ber pence û kulaban Dil ji min bir dil ji min Xweþxeramê ez xulamê Nazikê þîrînkelamê Tûtiya eywanmeqamê Dil ji min bir dil ji min Mahirûyê miskiboyê Surpilingê þêrixûyê Wê bi zulfa þubhê goyê Dil ji min bir dil ji min Herdu weþman naz û xeþman Kê ji ber wan 'eql û hiþ man Sa'eta min dî bi çeþman Dil ji min bir dil ji min Mahitabê afitabê Dêm ji roj û þeb niqabê Xweþ bi çengal û kulabê Dil ji min bir dil ji min Serwinazê serferazê Þubhê zêr remza mecazê Dame ber çakûç û gazê Dil ji min bir dil ji min Bejn û bala tûx û 'ala Min kirin vêk ra mutala Çîçeka terhîn-i wala Dil ji min bir dil ji min Mîrê xazî þîrê tazî Vêk-i ran min dî bi bazî Kir li me j' xeflet ve gazî Dil ji min bir dil ji min Þîr û xiþt in zulf û qiþt in Hin veþarin hin vehiþtin Pehlewanan dest vemiþtin Dil ji min bir dil ji min Rohniya çehvên Melayî Ew tecellaya te dayî Ya ji Ehmed dil revayî Dil ji min bir dil ji min Melayê Cizîrî ****** |