PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bab M ( mîm ) : Dîwana Melayê Cizîrî


68. Daneyên ‘enber li nisrînan reþandin xalê xam :
____________________________


Daneyên ‘enber li nisrînan reþandin xalê xam
Sosinên nazik li ser xalan çevandin dalê dam

Cebhet û dêmê ji qudret lê nivîsî herf û herf
Kagulan ta ta li ser herfan kiþandî lam û lam

Leyletu l-qedr û berat in zulf û cebhet subhê ‘îd
Dêm weko fesla biharê lê qiyamet qedd û qam

Ew perî weqtê di sundus da ji qundus bit xwiya
Bende dê þah û geda bit Xwisrûyê þîrînkelam

Herkesê carek diye ew zinde ma hetta ebed
Wê nedîtî ew perîrû zindegî lê bit heram

Herkesê camê ji destê wê binoþit noþ-i bit
Ê ji wî destî nenoþî zehr-i bit lê ew medam

Wan di reqsê da ko dîm awir peyapey dane min
Berq û tîrêjan li dil dan cezbeya ‘iþqê revam

‘Umrek e dûr bûm ji canan ketme benda firqetê
Nagihan perde hilanî go Melayêm es-selam




Melayê Cizîrî



*******