Bab T ( tê ) : Dîwana Melayê Cizîrî 53. Mey nenoþî Þeyxê Sen‘anî xelet : _______________________________ Mey nenoþî Þeyxê Sen‘anî xelet Ew neçû nêv Ermenistanê xelet Mislê Mûsa wî tecellaya te dî Ê tu dî kanî xeta hanî xelet Wî nedî bejna te û dayê qiyas Hikmetê lew çûye burhanê xelet Setweta Leylê yeqîn Mecnûn tepand Wer ne qeys naket beyabanê xelet Wek Niþanî neqþ û nîþanek te dî Ê ko nîþanek te dî kanî xelet Ez giham ava heyatê xef ji dil Xudr-i vajî çûye heywanê xelet Þahniþînên nazikan dayi‘ mekin Da nebînî dil bi vê xanê xelet Ellah Ellah çerx û dolabê dinê Nuqte qet nakit di dewranê xelet Roz û þeb her seyrê dîdara te tên Nakirin ew dewr û seyranê xelet Hon nebên meþþateyê xef daniye Hemqeran kir xal û nîþanê xelet Dê bi ser canê me murwet da me êx Biþkowên benda girîbanê xelet Ser nebî ber kufrê zulfê ‘aqibet Ez ditirsim lê ji îmanê xelet Pehniya vê çerx û dolabê dinê Nisbeta erbabê ‘urfanê xelet Nusxe’ê ‘alem hemî ‘unwanek e Nuqteyek nabit di ‘unwanê xelet Qulzum û bayên muxalif tê pir in Da nekelþên darê sukkanê xelet Da bizanî pehlewanî mûyekê Dest nedî li-l-lahi mîzanê xelet Wî di destê min gula geþ pir xwinav Heyf-i bilbil çû gulistanê xelet Hêj-i sehwa xame’ê bû werne min Ev xelet nakir di dîwanê xelet Wî li ser bejna te ev seywan veda Wer ne nada roj-i seywanê xelet Geh dil û geh can dibin tirkên te tên Nakirin yexma û talanê xelet Meþrebê tirkan Firat û Nîl-i kir Teþneleb çû terfê ‘Ummanê xelet Pîrê hikmetbîn li wifqa meþreban Kes nedî mey rêhte fincanê xelet Rast e yek qanûn seraser nîne tê Xwehrî û pêçên perîþanî xelet Pakiteb‘ û quwwetek mewzûn divêt Da nedit sen‘et bi idmanê xelet Merdimên çehvên Melê ‘eksa xwe dî Wek Niþanî ma li nîþanê xelet Melayê Cizîrî ****** |