Bab Þ ( þîn ) : Dîwana Melayê Cizîrî 46. Îro Mela serapa lew têk-i bû me ateþ : _________________________________ Îro Mela serapa lew têk-i bû me ateþ Min dî seher xeraman neyþekera þirînmeþ Ya reb çi turfe mêwe evrenge mey dibexþet Þi'ra me tê perîþan nezma me tê muþewweþ Dilgeþte min ji dêrê naçim kenîþteyê qet Mihrabê wê bi min ra wer da biçîne Laleþ Mehbûb-i wek stêr e govend û 'iþqibazî Têkil biçîn semayê hiþyar û mest û serxweþ Heywan li kû dimînit em muftiyê zeman în Bêtin ji destê saqî cama zelal-i bê xeþ Wer guh de çeng û nayê þîrîn ko bên semayê Camê binoþe vêran çi sade û çi zerkeþ Tali' ko têt û furset muhlet li nik heram e Min 'umrê Nûh-i nîne wer saqiyo bi lez xweþ Neyþekkera þirînqed me ji dest te mey divêtin Da sîne pê cela dîn rewþen bikîn dilê reþ Camid çi kin bi husnê ko wan nezer li xwar e Xerteb'etên di ebleh çi nêrgiz û çi kerbeþ Kore xwe nasipêrit carek bi dest delîlan Ebleh çi kit tewafê nabînitin Berê reþ Bêzê dikit ji qencan ji remz û naz û xencan Qedrê gulan çi zanit kerbeþ divêt kerê reþ Feyda me þubhê Nîl e em Dicle û Firat in Ger þeyx û wer imam e vê ra ye min keþakeþ Þoxa ko ez di bendê dil girtiye kemendê Letîf e zuhresîma ebrûhilal û mehweþ Birhên ji qewsê qudret nîþane kir Niþanî Lami' ji ber dibarin çi yengiyek we perweþ Ellah li min hubba te çi þekker û nebat e Ji nû ve dê ciwan bim ger bihn bikim gula geþ Melayê Cizîrî ******** |