Bab Z ( zeyn ) : Dîwana Melayê Cizîrî 39. Cana ji cemala te muqeddes qebes im ez : _____________________________ Cana ji cemala te muqeddes qebes im ez Ger xob û perîzade nezer kî te bes im ez Mislê mehê new ger te divêtin me bibînî Mêze bike camê tu dizanî çi kes im ez Yexma ji me can kir ko tecellayê li dil da Min rûhê di qalib tu yî tenha qefes im ez Hubba te ye min radihejînî ko binalim Þeb ta bi seher nale ji rengê ceres im ez Min go mehê new çaþitiyê ebrûyê yarê Go min çi hed e þubhetê ne'lê feres im ez Saqî ji ezel yek du qedeh bade bi min da Hetta bi ebed mest û xumar û teles im ez Cana tu yî min can gulê bêxar-i gerem bî Minnet ko ne wek bilbilê mihnet 'ebes im ez Sed cewr û cefa dî bi me naçîn ji derê te Yekser tu nebat î we li teb'ê meges im ez Ger we te divêtin bibirî ser bike ferman Da vê se'etê ser bibirim xweþ meqes im ez Ser ta bi qedem ez bisojim þubhê Melayî Perwanesifet sohtim û bêsewt û his im ez Melayê Cizîrî ******* |