PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bab D ( dal ) : Dîwana Melayê Cizîrî


33. Sirrê wehdet ji ezel girtiye hetta bi ebed :
_________________________


Sirrê wehdet ji ezel girtiye hetta bi ebed
Wahid û ferd e bi zatê xwe wî nînin çu 'eded

Di qidem da ezel û 'eynê ebed herdu yek in
Sermediyyet we dixwazit ne ezel bit ne ebed

Ferq e wahid ji ehed lê di meqamê semedî
Bi heqîqet ko yek in herdu çi wahid çi ehed

Yek e derya tu bizan qenc-i çi mewc û çi hebab
Di esil da ko hemî av e çi av û çi cemed

Afitabê ehediyyet di xwe da girtiye kewn
Ne ko 'ewrek heye lê girtiye çehvên me remed

Husna zatê but û latan ji cemala semed e
Ji misala senemê we ko tecella ye semed

Xeyrê derya niye sehra bi heqîqet emma
Ji rûyê keyf e ko ev ave bûyî þubhê zebed

Kulle yewmin huwe fî þe'nin nebî xafil-i jê
Her peyapey ji þu'ûnan dikirit feyd û meded

Ger di Adem bidiya sirrê 'ilim Iblîsî
Hînema ebserehu kebbere hînen we-seced

Çi zeman û çi mekan û çi cihat û çi hudûd
Çi meqadîr û tefasîl û hisab in çi 'eded

Çi munafat û luzûm in çi qiyas û çi misal
Ev çi tewlîd û çi terkîb e çi rûh in çi cesed

Ser bi 'iczê didirit quwwetê derrake-i ma
Rece'e l-'eqlu kelîlen we-meta qame qe'ed

Hîret û 'icz e serencam-i di babê nezerê
Key bi xaliq nezerê qasirê mexlûqê resed

Guftûgoyê me'rifet çendî Mela peyda bikî
Gewhera me'rifetê nagihetê kes bi xired



*****



35. Neyþekera gerden ji ‘ac :
_____________________


Neyþekera gerden ji ‘ac
Dîsa ji reþtûzên semed
Qewsên li bala ferq û tac
Keyber reþandin bê‘eded

Keyber reþandin bêhisab
Misrî ko dan sîqal û tab
Sed Ristem û Efrasiyab
Kuþtin li wan ker kir cesed

Sed padiþah û Xwisrûyan
Can dan ji ‘iþqê we rewan
Nisrîn û lebsê erxewan
Min dîn li bejna serwiqed

Min dîn li bejna ‘er‘erîn
Tayên zubad û ‘enberîn
Bayê seba da çenberîn
Zulf çûne ser nûra semed

Zulf çûne ser nûra zelal
Carek were bayê þemal
Biskan ji ser dêmê vemal
Zulfan ji ber cotê esed

Sehharê cohtê cadûyan
Îro ji remza ebrûyan
Dil girt û da ber kaþoyan
Ker kir li miskînan kebed

Dil girt û da ber xenceran
Kuþtim nigar û dilberan
Me j’destê zulma esmeran
Dad û meded dad û meded

Dilber ji le‘lên xwey þefaf
Da min meya gulgûn û saf
Deryayê ‘iþqê qaf û qaf
Peyweste têtin cezr û med

Husna munezzeh bê misal
Ser de libasê xett û xal
Sergeþte heyran ma û lal
Ehmed ko dî nûra semed

Ellah ji nûra sermedî
Yek qetreyek da Ehmedî
Þîrînî yû remzek we dî
Medhûþ-i ma hetta ebed



Melayê Cizîrî



******