PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bab X ( xê ) : Dîwana Melayê Cizîrî


31. Dilberê îro seher :
_________________


Dilberê îro seher
Avête cergê min du dox
Yek li sîne yek li dil da
Lew ji min tên ax û ox

Ah û oxên min ji dil tên
Lê ji ber tîra qizil tên
Yan ji kovanên di kul tên
Jê dizêt her xwîn û zox

Xwîn ji dil co co rewan tê
Wek 'eqîq û erxewan tê
Lê ji dest selwa ciwan tê
Ew þepala þeng û þox

Ew þepala þox û þeng e
Kafira rom û fireng e
Dame ber cotek xedeng e
Zalimê kuþtim bi dox

Zalimê kuþtim þepalê
Nazikê qencê delalê
Bûn hicaba zulf û xalê
Îdek û 'ala û tox

Netrik û tayên bi rîþî
Ê di zêr in pê ve wîþî
Min du fêris dîn di pêþî
Mirwet û insafi yox

Lew heriftim ez ji meylê
Þubhetê sehlê we seylê
Muhbet û 'iþqa di Leylê
Ez kirim yekser pilox

Dest nehêlim ez ji dînê
Þubhê Ferhad û Þirînê
Wer ji ber 'iþq û evînê
Min di rê çit ev kilox

Suhbeta çerx û sema tê
Wek Melê sed mubtela tê
Zemzem û ava heyatê
Muþterî sed þeyx û þox



*******



32. Heyheya reqs û semaya te çi xweþ bestiye çerx :
__________________________________


Heyheya reqs û semaya te çi xweþ bestiye çerx
Ko di bircê bi sema têt li ser destê xwe berx
Sofiyên her di tewafê Heceri l-eswed e qesd
Gul û sinbil bi sema tên hemiyan zimzim û çerx

Neqþê elmasî li elmas-i binê girtiye herf
Xettê yaqûtî li yaqût-i þikênandiye nerx

Kerixîn em di qiyamê me ji dil perde dirand
‘Arifê weqt im û Me‘rûf-i bila bête ji Kerx

Da binasî xeterên rê tu nebî xafil-i jê
Dicle ye lê di pir in bir birê pêl û ber û merx

Pîrê þe‘‘ar e di þi‘rê we Melê þalifiroþ
Tu niþan min mede Ferxî ko li nik min bûye ferx




Melayê Cizîrî



*****